Nezîre ji erebiyê têt. Wateya wê ya ferhengî hinkûf, deng, wekok e. Di îstîlahê de dema helbestvanek helbesteka helbestvanekî dî ko jê hez dike deyne li ber xwe û bi heman awa, beşavend, pîvan û redîfê helbesteka dî çêbike ji bo wê helbestê “nezîre” tê gotin. Nezîre ji wêjeya farisî derbasî wêjeyên dî bûye. Nezîreyên ko ji boyî tinazê, tinazpêkirinê jî hene. Ji nezîreyên bi vî rengî re “tehzîl” yan jî “hezl” tê gotin. Her çiqas ne heddê min jî be ko ez di der barê qesîdeyên Mewlana de behsa nezîreyê jî bikim, lê ji ber evîna min ya di der barê wî de bêhemdê xwe weke “nezîre” hin peyv ji devê min derketin. Heke ev peyvana wek nezîre bêne navdan pêwîst e wê hingê ez lêborîna xwe ji giyanê cenabê Mewlana bixwazim û jê re bibêjim ko: “Seyda, ji ber ko ez gelik ji te hez dikim, destûrê bide min ko hin peyvên min yên bêqedr li cem yên te bin, dibe ko Xwedê min bide xatirê te.” Ez ê serê pêşî qesîdeya Mewlana Cizîrî pêşkêş kim, pişt re nezîreya xwe ya ko min li ber wê amade kiriye. Şox û şengê zuhrerengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybetpilingê Dil ji min bir, dil ji min Wê şepalê miskê xalê Dêmdurê gerdenşemalê Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min dil bir bi talan Goşeyê qewsê hilalan Dil ji min bir, dil ji min Dêm nedîrê bo ‘ebîrê Xemrî û gîsû herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir, dil ji min Surşirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir, dil ji min Fetl û taban da xuraban Ebleq û cohtê şebaban Dame ber pence û kulaban Dil ji min bir, dil ji min Xweşxeramê ez xulamê Nazikê şîrînkelamê Tûtiya eywanmeqamê Dil ji min bir, dil ji min Mahirûyê miskiboyê Surpilingê şêrixûyê Wê bi zulfa şubhê goyê Dil ji min bir, dil ji min Herdu weşman naz û xeşman Kê ji ber wan ‘eql û hiş man Sa’eta min dî bi çeşman Dil ji min bir, dil ji min Mahitabê afitabê Dêm ji roj û şeb niqabê Xweş bi çengal û kulabê Dil ji min bir, dil ji min Serwinazê serferazê Şubhê zêr remza mecazê Dame ber çakûç û gazê Dil ji min bir, dil ji min Bejn û bala tûx û ‘ala Min kirin vêk ra mutala Çîçeka terhîn-i wala Dil ji min bir, dil ji min Mîrê xazî şîrê tazî Vêk-i ran min dî bi bazî Kir li me j’ xeflet ve gazî Dil ji min bir, dil ji min Şîr û xişt in zulf û qişt in Hin veşarin hin vehiştin Pehlewanan dest vemiştin Dil ji min bir, dil ji min Rohniya çehvên Melayî Ew tecellaya te dayî Ya ji Ehmed dil revayî Dil ji min bir, dil ji min *** Nezîreya min Wê delalê, çaf-xezalê, Dil ji min bir, dil ji min. Hûrîya sahib-cemalê, Dil ji min bir, dil ji min. Ez vebestim, girtî destim, Wê dema bo dîtnê xwestim, Teşbîhê dûpişkê gestim, Dil ji min bir, dil ji min. Berzelingê, zîvî-singê, Dil-kuça hişkûbiringê, Wê bi bimba û tifingê, Dil ji min bir, dil ji min. Şubhê şêran, tevr û bêran Mal li min wê kirye wêran, Hem bi şûr û tîr û kêran, Dil ji min bir, dil ji min Xwîn-şirînê, l’şaneşînê Zulf bi helqe çîn bi çînê, Ez kirim Mem ew xwe Zînê, Dil ji min bir, dil ji min. Min ji meylê, kirye weylê Rondikên min şubhê seylê, Dilbera teşbîhê Leylê, Dil ji min bir, dil ji min. Wê emîrê, zulf-herîrê, Sahiba text û serîrê, Em neanîn qet li bîrê, Dil ji min bir, dil ji min. Ya bisawir, şubhê lawir, Nêrî min herwekî gawir, Ew dema da min wê awir, Dil ji min bir, dil ji min. Bêhnî-mawer, ew dilawer, Kuştim û hêj nake bawer, Rû wekî şemsa di xawer Dil ji min bir, dil ji min. Wê ji kerbê, danî derbê, Hem bi talîm û bi cerbê, Wek ketî nav ceng û herbê, Dil ji min bir, dil ji min. Wê cebînê, reng-qinînê Kirme şubhê har û dînê Wê kena wek hingivînê, Dil ji min bir, dil ji min. Xuy-firingê, sing bi singê, Hate min her wek pilingê Wextê şûr rakir wê hingê Dil ji min bir, dil ji min. Nav ziravê, kim silavê Nayêt ew zêr û diravê. Bêhn ji mawerd û gulavê. Dil ji min dil ji min. Dêm ji nûrî, ez bigorî, Sen’eta wî Rebbê Jorî, Ya qirik mercan û morî Dil ji min dil ji min. Bejn û balê, ket xiyalê Xunçe-leb hem dêm-bixalê, Ya bi umrî çarde salê, Dil ji min bir, dil ji min. Wê kubarê, cilwedarê, Din-bira dîtin-hezarê, Kuştim û nabêje “jarê!” Dil ji min bir, dil ji min. Ku bi rêket, ew milêket Gul bi deste deste jêket, Wê dema çavê mi pêket Dil ji min bir, dil ji min. Xanûmanê, bêîmanê, Qadirî xist êş û janê, Dilkulî da ber nîşanê, Dil ji min bir, dil ji min. |
----------------------------------- |
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com |