29 Ocak 2011 Cumartesi

Panzdehemîn Salvegera Mirina Seydayê Min Mela Sûleymanê Şirnexî

Her tişt bi dengê zengilê telefonê dest pê kir. Ew telefona malkampax digel ewqas xizmetên girîng bo mirovan dike jî, lê belê carcaran xeberên nexweş jî bo wan digihîne. Wek çawan neh sal beriya hingê mirina pismamekî min î gelik hêja gihandibû min. Ji wê rojê û vir de ye dema ku zengila telefonê lêdixe tirseke mezin dikeve nav dil û canê min.

Wê rojê… Erê, wê rojê… dîsa telefon… dîsa xeberek reş….

Li aliyê din yê telefonê jineke xizmê min hebû û ev xebera nexweş digihande min:

“-Zû xwe amade bike, em diçin Şirnexê…Belê… Erê, gellik nexweş e.”

Tenê behsa nexweşinê dikir, behsa tiştekî din nedikir. Ji xwe haya min ji nexweşîna wî hebû. Lê mirina wî qet ne di fikr û mitaleya min de bû. Gotineke holê heye: “Xweyê mirî kor e.” Wê gotinê di wê demê de li ser me xuya dikir.

Min hema amadehiya xwe kir. Ji amirê xwe destûr xwest û hatim çaryanê ku li navenda bajêr bû. Li wir birayên min yên din digel xêzanên xwe rawestîyayî bûn û li benda min bûn. Ez jî li taksîya wan siwar bûm û me berê xwe da Şirnexa wêran.

Em çar kes bûn di taksîyê de… Deng ji kesî dernediket. Em tev melûl bûn. Heta wê demê jî min ew nexweş dizaniya, tiştekî din na. Bes hayê wan jê hebû. Min ji xwe re digot: ji xwe nexweş e, hema nexweşiya wî hîn girantir bûye, ew qas…

Taksiya me hinkê ji bajêr dûr ket. Em axivîn… Dema wan dît ku haya min ji mirina wî nîne, xebera reş ji min re gotin:

“-Ne miriye!!!”

Vê hevoka kin giyana min serobino kir. Xelk dibêjin, hinga filan tişt, yan bêhvan tişt çêbû dinya di çavê min tarî bû. Min ev biwêj mubalexe dizaniya. Lê belê wê rojê min ew rewş bilfiilî jiya. Dinya li ber çavê min bûn rengekî din, êdî min dinya nedidît. Sikûnetek kete nav mirovên di taksiyê de. Lê ez dibêm di nav wan de yê herî ecizbûyî, qehirî ez bûm. Lewra di dema bihûrî de gelek têkiliyên me, sohbet û havaltiyên me bi hev re çêbibû. Ew hem seydayê min yê ewil bû, paşê zavayê min bû, hem jî şirîkê min yê dikanê bû.

Em ji Geliyê Qesrikê derbas bûn. Me Çiyayê bimbarik yê Cûdî li pey xwe hişt. Dema çavê min li vî çiyayê ku navê wî di Qur’ana Pîroz de derbas dibe diket, bivênevê xeyalê min çûn dîrokê kûr. Li ser vê xaka pîroz çi bûye, çi nebûye.

Pêşî Evdê Şekûr, bavê dûyemîn yê mirovahiyê Cenabê Nûh hate ber çavê min. Dema qewmê wî ew diêşandin, lê guhdarî nedikirin, bi dîtina wî tiliyê xwe dixistin guhê xwe û ew jî neçar bû holê digot: “Rebbî înnî mexlûbûn, fentesîr=Xwedayê min, ez tûkçûyî me, alîkariya min ke!” ev qêra wî heçkû dihat ber guhê min. Hela rewşa wî û kurê wî. Weledê wî yê ku li wî guhdarî nedikir û di sefa gawiran de cî digirt, li ber pêlên qasî çiyayan diket û dimir. Dimir bes, ya ji mirina felakettir ew bû ku li ser kufrê çû. Hela xatûna wî… Ew xatûna ku di hemberî wê zatê bimbarik de bûbû sîxurê kafiran. Evan hemûyan qehra wî zêdetir dikir.

Xeyalan dev ji wî berda û ez ji wir anîm 400 salan beriya Mîladê. Dema ku babikên min, Kardukên cengawer di van çiyayên bimbarek de di hemberî dagirkerên Yuwnanî de têdikoşiyan û di vegera wan a ji welatên Persan de rehetî ji wan re nehiştibûn.

Wek çawa Ksenofon di pirtûka xwe ya “Vegera Dehhezaran” de behsa welatê min Kurdistanê dike û qehremaniya Kurdistaniyên wê demê ango Kardukan aniye zimên.

Ji wir hatim dewra şahê Birca Belek Bedirxanê mezin. Bedirxanê niştimanperwer, Bedirxanê Kurdperwer. Çawa di vê herêmê de hemberî artêşa Osman Paşêyê dagirker qehremanî û cengawerî nîşanî dost û dijmin dabû. Çawa di mintiqeya Botanê de îdareyek adil saz kiribû. Belê.. belê… Min çavê gerand, lê min leşkerên vî lehengî nedîtin. Li şûna wan de mîn xwe-firoş dîtin. Yên ji bo yî çend qurîşan birayên xwe dikujin min didîtin.

Ji nişka ve ez hatim ser hemdê xwe. Taksiya me bi lez ber bi Şirnexê ve diçû.

Demsal nava zivistanê bû. Bi gotina Çîlekêşê serdema bîstemîn zivistanê kifinê xwe yê sipî li xwe kiribû û rûyê erdê bi wî rengî xemilandibû. Hewa sahî bû û tavê dida erdê, lê hêza wê ya ku kariba berf bihelandiba nebû. Heywanên nazik û nazenîn ji bo ko zor û zehmetiya demsalê nebînin ji aliyî Wî Dilovanî ve hatibûn razandin, ketibûn xewa mirinê. Xweza xemilî bû. Dar, ber, teht, çiya, nuwal, gir… dibiriqîn. Mirov her dixwest ku lê binêriya, jê têr nedibû. Gorî bibim, erdnîgariya welatê min, çi qeder xweş bû, çiqas rewneqdar bû.

Ew milkê Kudan tev xêr û bêr e,

Alî’k me’den e, yek zîv û zêr e.

……..

Lê ji ber ko di mitaleya min de her ew û veqetana ji wî hebû min tamek ji temaşeya wê sînemaya belaş nedidît. Dilê min tejî ecziz bû; min dixwest wê ecza xwe bidim der, bes min nedizaniya wê ecza xwe di serê kê re derxista. Dema ez di ber heyberan re derbas dibûm, min bi çavê neyartiyê li wan dinêriya. Heçko sedema mirina wî ew bûn. Dilê min digote min wan tirimbêlên di ber me re derbas dibin, rawestîne, mirovên tê de jê peya bike û ji wan pirsiyar bike ka çima ew miriye?

Dîsa ew hate bîra min. Sohbeta wî, xeberên wî yên xweş.. Axx! Êdî ez ê neyêm Şirnexê û li wê sohbeta te ya Ol-perwer û niştîman-perwer guhdarî nekim. Ez ê êdî ji devê te guhdarîya van qesîdeyên Mewlana nekim:

“Selwe sehî-qed xemilî,

Lew kemilî mestane reqs,

….

Muhbetê, mihnet di zor in,

Hub dibêm bêşik bela ye.

…..

Bêhisap şox û şepalê li Melê qehr û xeder kir,

Ne em anîne xiyalê ne li halê men ezer kir.

Ew sohbetên me yên di wan şevên dirêj de… Geh me behsa belengaziya gelê xwe û azadiya welatê xwe dikir, geh me ew derî digirt û me deriyeke din vedikir; deriyê dîn û diyanetê .. Me behsa Rîsaleê Nûr, behsa Ustadê xwe dikir. Ji nişka ve jî te qîr dikir.

“Sebahûl-xeyrî xanê min!”

Ax!!! Ez ê jî mîna Mewlana Cizîrîyê ku ji ber şewta hîcrana dilbera xwe şewitî bikim qîr hawar:

“Ah-ê eyyamên wîsalê weko xweş borî û çûn,

Ew şeraba îş û noşî ma li pêşber min serab.”

Çendîn caran ji bo ku te bibînim û dengê te yê nerm seh bikim hatibûm Şirnexê… Cendîn caran tu bi xwe jî ji ber vê çendê hatibûyî Cizîra Botan.

Axx! Mela Sûleyman ez qet wan rojên xweş yên di navbera min û te de derbasbûyî ji bîr nakim. Dema te dersa min ya kitêban digote min te xwe bi min ve diêşand, dakû ez baş hîn bibim. Dema te digot “îza kanel emrû” û tu li benda min disekinî da weke bersiv “kezalîke”yê bibêjim, hêjan li ber çavê min e. Dema tu li mizgeftê bûyî û ez jî derve bûm. Min çixare dikişand û te jî şîret li min kir ko dev jê berdim. Her çiqas hingê min nekarîbe xwe û dev jê berneda be, lê şîreta te di pêşerojê de cihê xwe girt û min dev jê berda.

Axx, Mela Sûleyman, ew exlaqê te yê spehî qet ji bîra min naçe. Hela ew xûyê te yê nerm.. Te adeta xwe li hedîsa Fexrê Kaînat ya “Kade-l helîmû en yekûne nebîyye” girtibû. Ew hilma te… Ma hilm tenê, sidq û rastiya te, teqwaya te, hemû di lotkeya herî jor de bûn.

Min li nik xwe digot gelo cenaze rakirine an na. Heke ranekiribin wê derfet ji min re çêbibe ku ez ê wî di rewşa mirî de bibînim. Heke ez bibînim dê haleta rûhîya min ya hingê wê çawabe!

Di dawiyê de em gihîştin Şirnexê…Şirnexa wêran…Şirnexa ku ew ne têde . Ev dibû cara yekem ku ez dihatam Şirnexê lê ez wî nebînim. Taksîya me bi eciz li caddeyên vî bajarî de digeriya. Heçkû ewê jî qehr û kula sivarvanên xwe par ve dikir. Di dawiyê de li ber deriyê wî rawestiya. Ax ew derî… Xwediyê wî derîyî çiqas ez bi awakî germ pêşwazî kirime. Lê îro… Xwediyê wî derîyî êdî alema xwe guhûrtibû.

Zarokên wî xwaharziyên min… Ez dibêm qey gotina “xwarzî” ji bo wan şaş bû. Lewra xwiha min çi qederî nêzîkî min bû, ya kêm ew jî ew qeder nêzîkî min bûn. Ji ber wê çendê gotina “birazî” bêtir di cihê xwe de bû.

Çawa ez dîtim qîr û hawarên wan çû ber erş. Di nav qîr û hawarên wan de ez ketim wê odeyê ku ew tê de bû. Lê çi heyf! laşek bêgiyan têdebû.

Min spasiya Xwedê kir ku derfet da min ko li ser te nimêja cenazeyî bikim û te ber bi gorê ve bibim.

Erê Mela Sûleyman tu jî çûyî… Ez dikarim li pey te vê bibêjim di vê dinyaya xapînok de min du dostên sadiq dîtin; yek ji wan tu, yê dî jî ruhê min, canê min Mela Îhsanê kurê Seyîd Selmanê sietçêker. Beriya ku tu bar bikî, biçî bi heft salan ewî bi hîcrana xwe nîvê giyanê min ji min stand û çû,. Bawerim nîvê mayî jî dê tu bi xwe re bibî.

Lê ji ber ku em bawermend in û li gori baweriya me mirin ne neyîn e, ne fena ye, ne vemirîn e; belkî gehiştina dost û xizman e, em bi mirinê serbilind in. Tu çûyî em ê jî li pey te werin

Li benda me bimîne, li benda me…

Abdulkadîr Bîngol Abdulkadirbîngol@gmail.com

10 Kasım 2010 Çarşamba

Nezîreya Şox û Şengê

Nezîre ji erebiyê têt. Wateya wê ya ferhengî hinkûf, deng, wekok e. Di îstîlahê de dema helbestvanek helbesteka helbestvanekî dî ko jê hez dike deyne li ber xwe û bi heman awa, beşavend, pîvan û redîfê helbesteka dî çêbike ji bo wê helbestê “nezîre” tê gotin. Nezîre ji wêjeya farisî derbasî wêjeyên dî bûye.

Nezîreyên ko ji boyî tinazê, tinazpêkirinê jî hene. Ji nezîreyên bi vî rengî re “tehzîl” yan jî “hezl” tê gotin. Her çiqas ne heddê min jî be ko ez di der barê qesîdeyên Mewlana de behsa nezîreyê jî bikim, lê ji ber evîna min ya di der barê wî de bêhemdê xwe weke “nezîre” hin peyv ji devê min derketin.

Heke ev peyvana wek nezîre bêne navdan pêwîst e wê hingê ez lêborîna xwe ji giyanê cenabê Mewlana bixwazim û jê re bibêjim ko:

“Seyda, ji ber ko ez gelik ji te hez dikim, destûrê bide min ko hin peyvên min yên bêqedr li cem yên te bin, dibe ko Xwedê min bide xatirê te.”

Ez ê serê pêşî qesîdeya Mewlana Cizîrî pêşkêş kim, pişt re nezîreya xwe ya ko min li ber wê amade kiriye.

Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir, dil ji min

Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir, dil ji min

Dêm nedîrê bo ‘ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min

Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min

Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir, dil ji min

Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir, dil ji min

Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir, dil ji min

Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan ‘eql û hiş man
Sa’eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir, dil ji min

Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir, dil ji min

Serwinazê serferazê
Şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir, dil ji min

Bejn û bala tûx û ‘ala
Min kirin vêk ra mutala
Çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir, dil ji min

Mîrê xazî şîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j’ xeflet ve gazî
Dil ji min bir, dil ji min

Şîr û xişt in zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir, dil ji min

Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir, dil ji min

***

Nezîreya min

Wê delalê, çaf-xezalê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Hûrîya sahib-cemalê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Ez vebestim, girtî destim,
Wê dema bo dîtnê xwestim,
Teşbîhê dûpişkê gestim,
Dil ji min bir, dil ji min.

Berzelingê, zîvî-singê,
Dil-kuça hişkûbiringê,
Wê bi bimba û tifingê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Şubhê şêran, tevr û bêran
Mal li min wê kirye wêran,
Hem bi şûr û tîr û kêran,
Dil ji min bir, dil ji min

Xwîn-şirînê, l’şaneşînê
Zulf bi helqe çîn bi çînê,
Ez kirim Mem ew xwe Zînê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Min ji meylê, kirye weylê
Rondikên min şubhê seylê,
Dilbera teşbîhê Leylê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Wê emîrê, zulf-herîrê,
Sahiba text û serîrê,
Em neanîn qet li bîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Ya bisawir, şubhê lawir,
Nêrî min herwekî gawir,
Ew dema da min wê awir,
Dil ji min bir, dil ji min.

Bêhnî-mawer, ew dilawer,
Kuştim û hêj nake bawer,
Rû wekî şemsa di xawer
Dil ji min bir, dil ji min.

Wê ji kerbê, danî derbê,
Hem bi talîm û bi cerbê,
Wek ketî nav ceng û herbê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Wê cebînê, reng-qinînê
Kirme şubhê har û dînê
Wê kena wek hingivînê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Xuy-firingê, sing bi singê,
Hate min her wek pilingê
Wextê şûr rakir wê hingê
Dil ji min bir, dil ji min.

Nav ziravê, kim silavê
Nayêt ew zêr û diravê.
Bêhn ji mawerd û gulavê.
Dil ji min dil ji min.

Dêm ji nûrî, ez bigorî,
Sen’eta wî Rebbê Jorî,
Ya qirik mercan û morî
Dil ji min dil ji min.

Bejn û balê, ket xiyalê
Xunçe-leb hem dêm-bixalê,
Ya bi umrî çarde salê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Wê kubarê, cilwedarê,
Din-bira dîtin-hezarê,
Kuştim û nabêje “jarê!”
Dil ji min bir, dil ji min.

Ku bi rêket, ew milêket
Gul bi deste deste jêket,
Wê dema çavê mi pêket
Dil ji min bir, dil ji min.

Xanûmanê, bêîmanê,
Qadirî xist êş û janê,
Dilkulî da ber nîşanê,
Dil ji min bir, dil ji min.

-----------------------------------
Nivîskar:
ABDULKADIR BÎNGOL
abdulkadirbingol@gmail.com

28 Ekim 2010 Perşembe

Ji kurdîya tirkî ber bi kurdîya kurdî ve

Ji wê dema ko ez xwe nas dikim û vir ve hestiyarîya min ya li ser zimanê Kurdî heye. Taybet piştî sala 1996-ê ko di wê mêjoyê de ez ji karmendiyê malnişîn bûm, êdî bikirdarî ez li ser zimên dixebitim. Di vî parçeyê zemanî de qehr û kula min, xewn û xeyalên min zimanê kurdî bû, hêjan jî welê ye.

Carînan ji ber ko zimanê dayikê bikar naynin ez ji hinekan dixeyidim. Car dibe ez civatên bi vî rengî diterikînim. Ez bi ko ve herim hiş û hidamê min li ser axaftinê kesên li wir e. Eger ew kesana bi kurdî biaxêvin kêf kêfa min e, heke na, dilê min diqurmiçe, ez xemgîn dibim.

Spas bo Xwedê ko vê hestiyariya min berê xwe jî da bû sedem ko herî kêm ez heft pirtûkan dîyarî ziman û wêjeya kurdî bikim.

Hûn dikarin bibêjin ko ma çi hewceyî bi vê gotinê ye, ji xwe yên wekî te gelik hene û şev dikin roj, roj dikin şev, bênavbir bo vî zimanî dixebitin û sed qatan ji te bêhtir xizmet jî kirine. Û tu nabî toza simê hepsê wan. Erê rast e. Lê mebesteke min ya di vegotina vê çendê de heye. Yanê ez dixwazim bibêjim ko hestiyariya min ya li ser axaftin û nivîsandina kurdî wê rengê biguhore. Ji îro pê ve ez ê serê xwe bo axaftina ”kurdîya kurdî” biêşînim. Da kurdîya kurdî ji ”kurdiya tirkî” cihê bibe.

Dibe ko hûn bibêjin “kurdiya kurdî” jî çî ye, ”kurdiya tirkî” çî ye. Kurdiya kurdî ew e ko ji giyanê zimanê kurdî derneketibe, hem qalikê wê hem wateyê wê kurdî be. Kurdîya tirkî ewe ko qalikê wê ango peyvên wê kurdî be, lê wateya wê tirkî be.

Ez çi bibêjim, rûyê min li ber reş e, lê dema ko ez li hinek tv-yên kurdî guhdarî dikim û hin rojname û kovaran di heman şopê de ne dixwînim, min bibexşînin, lê kurdîya tirkî tê li ber çavê min.

Zinhar! Vê rexneya min weke xêrnexwaziya wê tv û rojnameyan nebînîn. Berevajî gelik kêfa min jî ji wan re tê. Bes ev kêfjêrehatina min a ji wan re bo rexnelêgirtinê nabe asteng.

Gotineke pêşiyan heye: “Here cem wî kesê te bigirîne, neçe cem wî kesê te bikenêne” Ev gotina pêşîyên kurdan rê li ber rexneyê vedike û feydeya rexneyê radixe ber çavan.

Serê pêşî ji destpêka nûçeyan ya: “Ji navenda nûçeyan a …tv. êvar baş temaşevanên hêja…” baş xuya dike ko ew bultena nûçeyan pêşî bi zimanê tirkî hatiye amade kirin paşê bo zimanê me hatiye wergerandin. Nûçe û gotarên ko di wê rojnameyê de cî digrin jî welê… Ma ev luksa amadekaran yan jî ya zimanê tirkî heye ko pêşî bi tirkî be paşê bo kurdî were vergerandin. Çima serê pêşî jî ne bi kurdî be? Ma qey zimanê tirkî gelik ji zimanê me dewlemendtir e, yan jî qey kêmasiyeke kurdiyê heye ko heta zimanê tirkî dikeve pêşiyê zimanê me?

Lewra dema tekstek ji zimanî tirkî bo zimanê kurdî tête wergerandin wê demê pirsgirêgeke bikaranînîn û wergerana biwêjên tirkî bo kurdî derdikevin holê. Wek tê zanîn di her zimanî de biwêj hene. Car heye ko biwêja zimanekî, bi heman peyvan di zimanekî din de jî hebe; carînan jî ew biwêj di zimanê pêşber de bi hin peyvên cûda û bi awayekî dî tê bikaranîn. Mînakên wan biwêjên ko hem di zimanê tirkî de hem jî di zimanê Kurdî de bi heman peyvan têne bikar anîn: “Şeytan dibêje…” (Şeytan diyor ki…), “agzindan çikti” (ji devê wî derket), “sirti yere gelmedî” (pişta wî nakeve erdê). Tu li şûna wan biwêjê tirkî yên kurdî bibêjî ti pirsgirêk dernakeve.

Lê tu nikarî “çok yaşa”ya tirkî ya ko dema yek dibêhnije de tê gotin wergerînî kurdî û jê re bibêjî “her bijî”. Hek tu welî bibêjî tu dê bibî pêkenok. Tu dikarî bibêjî “xêr be” Ya bêşber jî weke bersiv nikare “sen de gor”a tirkî wergerêne kurdî û ji bo te bibêje: “Tu jî bibîne” yan jî “bila bête serê te”. Dikare holê bibêje “Rehmet li dê û babê te” yan jî “Xwedê ji te razî be”. Mînakeke din: Ger tu biwêja tirkî ya “hem suçlu, hem guçlu”yê bi heman peyvan weke “hem tawankar e, hem jî bihêz” wergerînî kurdî şaşiyek e. Li şûna wê biwêja Kurdî ya “Pîrê tir kiriye, lê hê pîrê newekirî ye.” Ya rast e. Mînaka dawiyê: Biwêja tirkî ya “Aşagi tukursem sakal, yukari tukursem biyik” weke “Ez tûfî kim/tif bikim jêr rih, tûfî kim/tif bikim jor simbêl” tu wateyê îfade nake. Li şûna wê biwêjên kurdî yên weke: “Ez ho dikim bab dimire, ho dikim dê dimire” û “destê di bin berî de ye, derxênî wê bimerite, di bin de be wê biperçiqe” hene û ji derbirînê wê wateyê de bes in.

Mînak pir in. Ji ber vê çendê dema yek tekstekî ji zimanekî biyanî bo zimanê xwe wergerîne pêwîst e li biwêjên (deyim) herdu zimanan miqate be

Lê belê ji awayê wergera nîvis, nûçe û gotarên wan rojname, kovar û tv-yan dîyar e ko yê amadekar dest diavêje ferhenga birêz Farqînî û peyv li pey peyvê werdigerîne bo kurdî. Lê nenêrîye ka di wê bultenê (nivîsar) de biwêj hene, an na. Biwêjên zimanê tirkî hema bi heman peyvan werdigerîne Kurdî. Lê nanêre ka gotineke bi wî rengî di kurdîyê de heye an na; gelo kurdî-axêv dê jê fêm bikin? Jê fêm bikin jî dê ji sedî çend fêm bikin?.

Ez ê niha dest bi mînakan bikim:

1. “Gelo CHP diderize?..” Ango dixwaze bibêje “CHP’de çatlak mı var?” Gelo kê dîtîye lêkera derizandinê ji bo navdêrên razber hatiye bi kar anîn? Me her dîtiye hatiye gotin ko “dar deriziye”, “dîwar deriziye”, “ranê filankesî deriziye”

2. “…anî ziman...” Ev jî ji gotina tirkî ya “dile getirdi”yê hatiye kopîkirin. Gelo, mirov nikare bibêje got, “diyar kir”, “eşkere kir”

3-. “…di bin simbêlan re dikeniya...”. Fermo, ji we re wergereke ji biwêja tirkî ya “Bıyık altında guldu” yê. Diyare ko haya wî/wê amadekarî/ê yan jî nivîskarî/ê ji biwêjên kurdî tune ye. Ew kesê ko di nav kurdan de hinkê geriyabe û di sohbetan de mayîbe dê zanibe ko ew ne “di bin simbêlan re dikeniya” ye, “di bin lêva xwe de keniya” ye. Tu bibêjî ne girîng e, ha simbêl ha lêv, çi cudahî heye? Ez ê bêjim gelik cudahî heye. Ya me lêv e, ya tirkan simbêl e.

4. “…li pey xwe hişt...” ma hewce ye em bibêjin ev jî “..geride birakti…”ya tirkî ye. Li tu dera ko kurd lê dijîn de ev biwêj nînin. Li dewsa wê “Eve ewqas roj çûn”, “evqas roj/meh/sal li ser de derbas bûn” tê bikaranîn.

5. “Şer li ber derî ye”. Fermo! Ev wergera biwêja tirkî ya “Savaş kapida”yê ye. Di kurdî de biwêjeke bi vî rengî nîne. Di herêma Botan te ji bo tişta hatina wê nêzîk be holê tê gotin “haha bê, haha bê”, yan jî “ha bê, ha bê”. Ji dêl wergera biwêja tirkî ya “Şer li ber derî ye”yê dibû ko holê bihata gotin: Şer haha bê, haha bê, yan jî “şer nêzîk e”

6. “…jiyana xwe ji deste da…” Pir eşkere ye ko ev biwêja hanê ji biwêja tirkî ya “hayatini kayebetti”yê hatiye wergerandin. Baş e, gelo di kurdîya me de peyvên şûna wê bigrin nînin? Bê guman hene. “Wefat kir”, “mir”, “emrê Xwedê kir”, “canê xwe da”, “serê xwe danî”, “çavê xwe neqand/dada”, “temam bû”, “cihûmî”, “sekitî”, “kewitî”. Erê her çiqas peyva “wefat”ê bi erebî ye, lê ji hezar salî zêde ye ko di nav kurdî de ye û di derbarê mirina kesayetên ko di nav civakê de navekî wan hene de tê bikaranîn. Hersêkên dawiyê jî yan bo heywanan, yan jî bo kesên ev sifet ji wan re dîtin tê gotin.

7. “…serî li terorê da…” Ev jî wergera biwêja “terore başvurdu”yê ye. Qey ji dêl wergera biwêja tirkî mirov nikare bibêje “dest bi terorê kir.”, “rahişte terorê”.

8. “…tevahîya rojê…” Ev jî “gunboyu”ya tirkî ye. Li dewsa wê “heta êvarê”, “sibehê hetanî êvarê” tête gotin.

9. “…derabeyên dikanan îro nehatin vekirin” Gotineke bi vî awayî tune. Lewra ew wergera “kepenkler bugun açilmadi”yê ye. Rastî wê ya bi kurdî “Esnafan îro dikanên xwe venekirin.”

10. “…danîn ser maseyê…” Ev jî “masaya yatirdi” ya tirkî ye. Halehale di kurdî de jê re holê dibêjin: “Danîn ser berikê”, “danîn li ser merşikê, doşekê.”

11. “Bi saxî rizgar bû”. Ji “sag olarak kurtuldu”ya tirkî hatiye wergerandin. Rastiya wê “sax filitî”, “bi saxî filîtî”ye.

12. “Şêrê min…” wergera “..aslanim.”ê ye. Ya rastîya wê “berxê min.”e.

13. “Qîrek diteq e…” Ji “çiglik koptu”ya tirkî hatiye wergirtin Di kurdî de jê re “qîrînek hat”, “qîrînek tê” tê gotin

14. “Demîrtaş: “Ev şer nîne çi ye?” Ev jî ji tirkî hatiye wergerandin û eslê wê jî eve: “Bu savaş degildir de nedir?” Halehale li gorî giyanê zimanê kurdî hatiba nivîsîn dê holêba “Gelo ma ev ne şer bixwe ye?” yan jî “hek ev jî ne şer be nexwe şer çî ye?”
15. “…di axaftina xwe de cihek mezin da bûyera tacîz û destdirêjiyê…”. “Ciheke mezin da…” yanê “buyuk yer verdi” Holê gotiba çênedibô gelo: “Di nav axaftina xwe de gelik zêde behsa tacîz û destdirêjiyê kir.”

16. “…partiyên siyasî di perdeya herî bilind de diaxivin. “Di perdeya herî bilind de” ango “yuksek perdeden” Rastiya wê holêba ne çêtir bû gelo! “Xeberên ji xwe mezintir dibêjin”

17. “Hema her roj ez cilên xwe yên cuda cuda li xwe dikim.” Bêguman ev ji wergera tirkî ya “Her gun ayri ayri elbise giyiyorum.”ê tê. Hek te kurdiya wê divê fermo: “Ez her roj texlîteke cil li xwe dikim”

Ez dikarin van mînakan zêde bikim. Lê ne pêwist e.

Ji boyî nîşandana xetereyê ez ê vêya jî bibêjim: Wek çawa li bakur bi tirkî tête nivîsandin pişt re bo kurdî tête wergerandin em ferz bikin ko li Îranê jî pêşî bi farisî be pişt re bo kurdî û li Başûrê Rojava jî pêşî bi erebî be paşê bo kurdî were wergerandin wê demê werin seyr bikin ka dê zimanekî çawa derbikeve holê. Gelê me yê ko bi çar dîwarên sînoran ji hev hatî veqetandin dê çawa ji hev fêm bike.

20 Ekim 2010 Çarşamba

Xweyê Mirî Kor e.

Kî çi bibêje bila bibêje, ez bi xwe heyranê gotinên pêşîyan im. Her yek van gotinan mînanî projektorê rêya mirovan ronî dike.

Yek ji wan gotinên ko li ba min qedirbilid e, gotina pêşîyên Kurdan ya li jor e. Dema yek nexweş dikeve û ew nexweşî wî ber bi mirinê ve dibe, îca haya wan cîran û dostên wî yên ko hatine serdana wî, ko rewşa wî nebaş e, wê bimre. Lê dema dibînin ko haya ferdên malbata yê nexweş jê nîne ko nexweşê wan berendamê mirinê ye wê demê vê gotina hêja ya Kurdan bikartînin: “Xweyê mirî kor e”. Ango ev nexweş dê bimre, lê haya xizm û mirovên wî ji mirina wî nîne. Her çiqas hikmeteke hûr di vê xisûsa nezanînê de hebe jî, lê ev ne mijara me ye.

Di vê gera xwe ya Serhedê, ko min ji ber germahiya Cizîrê bazdabû de tişta ko min bi çavê serê xwer dîtî ev gotina Kurdan ya li jor anî bîra min.

Ez behsa zimanê me, zimanê Kurdî dikim. Ez naxwazim tabloyeke reş raxim li ber çavan, lê belê pêwist e mirov ji rastîgotinê jî dûr nekeve. Erê birano, li bakûrê welatê me, xasma li Serhedê zimanê me nexweş e, nexweşekî pir giran e, bi lez û bez ber bimirinê ve diçe, ha îro bimre, ha sibê bimre; lê haya me jê nîne. Wek berfa tu deynî li ber tava Temûz, Tebaxê çawa dihele, zimanê me eynen welê dihele.

Di gera Serhedê de ez gihame vê qenaetê. Di vê gera xwe de sekna min ya pêşî Elcewaz bû, paşê jî Xelat û Tetwan. Adeteke min heye; di Kurdistanê de çi dera ko lê rawestim, cara pêşî ez bi mirovên wê deverê re bi Kurdî diaxivim. Ji ber ko ez wan weke Kurd qebûl dikim. Mebesta min ew e ku ez zanibim ka vê bişavtina (asîmîlasyon) mîrat çi qeder bandor li xelkê wê herêmê kiriye.

Ji ber ko hin niştecihên Xelatê Tirk in, Kurd jî di bin bandora wan de mane, dev ji axftina bi Kurdî berdane. Her çiqas bajar ji du beşan pêk tê û di beşa ku Kurd têde dijîn de kitûmat kes Kurdîya xwe parastibin jî, lê dema mirov di çarşî, pazar û kolanên wê de digere mirov wî bajarokî ji bajarokek Anatolyeya Navîn cuda nabîne. Ez li mizgefta wê geriyam, hema bêje her kes ji mezhebê Henefî bûn. Wek tê zanîn Kurdên ji mezhebê henefî pir hindik in. Henefîbûna wan îşaretî tirkbûna wan dikir.

Ya bala min dikişîne û min ji dil û mêlakê birîndar dike ne Xelat e, Tetwan e. Ez qederê şeş rojan Li Tetwanê mam. Di sûk û çarşiyan de zimanê Tirkî û yê Kurdî hema bêje sereser bûn. Şaredarê wê ji partîya Kurdan bû. Pêça wan pêça milletê me bû, nimêja wan li gorî mezhebê Şafîî bû. Eva hanê hinkê ez kêfxweş kirim. Hetanî ez li malekê bûme mêhvan. Pêwendiyên xwediyê malê yên bazirganî bi havalê min yê Cizîrî re hebû, ji ber wê çendê em vexwendin fitarê.

Qedr û qîmet, îzzet û îkram… Piştî fitarê mijar bû sîyaset. Mal maleke Kurdperwer bû. Dema xwediyê malê û lawê wî hem bi me re hem jî di navbera xwe da diaxaftin, mirov didît ku kurdperwerî ji axaftina wan dirijiya. Behsa hilbijartinên şaredarîyê kirin û zor û zehmetiya ku di wê rojê dîtine anîne zimên. Malxwê malê wêneyê gerîllayê birazîyê xwe yê ko di şêr de jiyana xwe ji dest dabû nîşanê me da û bi vê çendê xwast ko Kurdperwerî û niştîman-perweriya xwe bi me bide qebûlkirin.

Hetanî vê derê her tişt xweş bû, kêf kêfa me bû, gotin di cî de be du çeng ji me kêm bûn. Lê gava qîzika malê ji nişka ve kete hundirê malê ew hewa rabû, hewakî dî cihê wê girt. Lewra qîzik bi babê xwe re bi tirkî diaxaft. Bîskekî din dema xatûna malê jî bi minasebeta anîna xwarinê kete odeya ko em têde ne me dît ko ew jî bi hevjînê xwe ra bi tirkî diaxive. Ya rast ez di cihê xwe de cemmidîm. Ji ber ko ev mal ew qeder welatparêz e jî lê hêjan di nava mala xwe de ji dêl zimanê dayikê, zimanekî bîyanî diaxivin. Ya ez gelik xemgîn kirîm ne ev bi tenê bû; helwesta zilamê malê ya di hemberî vê rewşa kambax de bû. Lewra dema digot ku zarokên wî bi Kurdî nizanin û ew di nava mala xwe de bi tirkî diaxivin bere dikeniya. Ango haya wî jê nebû ko bi vê helwestê ve ew bi xwe re dikeve nakokîyê. Ew hem behsa doza Kurdan dike lê zarokên xwe yên ko di pêşerojê de cîhê wî bigrin ji zimanê wî dûr dixe.

Gava li du-sê mal dî jî geriyam û min dît ko heman rewş li wan malan de jî heye, êdî qenaeta min çêbû ko di vî bajarî de zarok bi Kurdî nizanin.

De werin li xetereyê binêrin. Eger malbateke Kurd-perwer û welatparêz di mala xwe de zimanê dayika xwe neaxive û zimanê xwe yê dayikê ber bi tunebûnê ve bidehfîne êdî hewce nake em behsa yên dî, yên haya wan ji bindestiya Kurdan nîne bikin. Belê, piştî panzdeh-bîst salên dî ev zarokên ko îro bi Kurdî nizanin dê bikevin dewsa babên xwe yên welaperwerên derewîn. Gelo ev zarok dê doza çi bikin? Xetere mezin e, birano! Gelik nemaye ziman ji destê me derbikeve. Ma me ev pez ne ji bo vê mêlakê serjêkiriye? Ma ev têkoşîna ku dused sal in tê kirin ne ji bo vî zimanî ye?

Gelo ma em dikarin van malbatan bi tenê ji vê xetereyê berpirsiyar bigrin? Wekî Nesreddîn Xoceyê tirkan gotî gelo qet sûcê rayedarên partîya ko li ser navê Kurdan dixebitin nîne? Ew parlamenter û şaredar di vê çendê bêguneh in?

Ew sîyasetmedarên ko li ser navê Kurdan siyasetê dikin dema diçin pêşberî gel û hemû axaftina xwe bi zimanê tirkî dikin gelo kepîyê wan qet naşewite? Dema yek telefonî mala wan dike û ew jî (yan jî ferdên malbatê) bi tirkiyeke nazik(!) bersiva wan didin, ji vê re çi dibêjin? Ez bi taybetî berê tîrên xwe didim sîyasetmedarên Kurd. Eger haya wan ji vê xetereyê nebe jê re xeflet dibêjin. Eger haya wan jê hebe û digel vê çendê jî di mejiyê wan de çi tedbîr nebin, devê min nagerê ez bêjim ew çî ye…?

Eve me nexweşî nas kir, îcar dermankirin pêwîst e. Dermankirin bi çi hawî çêdibe? Bi kombûna akademîsyenan, yan zimanzanan, yan sîyasetmedaran? Yan jî bi tevilbûna hemûyan pêk ve. Kîjan dibe bile bibe, ya girîng ewe hêj dem di ser de derbas nebûyî, divê biryareke biîsbet were standin.

Divê em hemû soz û ehdê deynin ser ruh û canê xwe ko li kû derê be, li nava malê be, li pazarê be, li kolanan be li her derî em bi zimanê xwe biaxivin. Dera ko axaftina wê ne gengaz be em ji bo wê çendê lêborîna xwe ji gelê xwe bixwazin. Em di vê der barê de gelê xwe hişyar bikin. Dibe ko her kes di vê mijarê de ne wek hev hestîyar bin û haya wan ji vê xessasiyetê nebin. Em wesîyeta ko Qehremanê Kurd Bedirxanê mezin ya beriya mirina xwe ji zarokên xwe re kirî ji bîr nekin:

“Hûn hemû di malên xwe de bi Kurdî biaxivin. Eger hûn bi wan re bi Kurdî neaxivin, hûn dê Kurdîyê jibîr bikin. Eger hûn Kurdîyê jibîr bikin hûn dê Kurdistanê jî ji bîr bikin. Ew kesê Kurdistanê jibîr bike ew zarokê min e.” (Kovara Bîr)

Nêrîna min ew e ko divê em hemû kom bibin, bi gotineke din divê em seferberiyeke îlan bikin; seferberîyeke bi lezûbez. Yan jî eger ev rewşa mîrat bi vî hawî bimîne, em li ser de nerawestin dibe ko sibê jê re dereng be.

Cizîrî û Xwarina Nan û Sîrikê

Di çanda xwarina Cizîrê Botanê de hetanî van salên dawî jî cihekî girîng yê xwarina nan û sîrikê hebû. Nexasim sibehan… Sibehan gava sîniya xwarinê dihate ber yê Cizîrî hema wî çavê xwe li sirikê digerand. Eger di sîniyê de sîrika belek heba, ev besî wî bû; êdî hewceyî bi pêxwarineke din nedît. Nemaze eger ew sîrik sîrika Kiçan (*)bûya, êdî kêf kêfa wî bû. Şayet naneke germ û qelayî yê firinê û çayeke qaçax jî hevaltiya wê sîrika xweş kiriba dawet bû.

Serê sibehê dema mirov di sûk û kolanên Cizîrê de derbas dibû ji ber bêhna wê sîrika xweş mirov mest dibû. Mirov di kolanan de liqayî zarokan dihat. Hin nûka diçûn sûkê, hin jî ji sûkê vedigeriyan malê xwe. Yên ji sûkê dihatin di destê wan de pakêtên kiçik, di nav wan pakêtan de jî sîrik.

Li sûkê jî mirov didît ku zarokên bajariyan di ber dikanên sîrik-firoşan de bûne rêz, li xwediyê dikanê dikirin qîr. Yekî digot:

“Xalo, ka buhayê banknotekê sîrik bide min”,

Yê dî digot:

“Xalo, buhayê nîvbanknotê...”

Yekî din jî digot:

“Xalo, wele babê min gotiye silavan li xalê bike bibêje bila sîrika xweş bide te.”

Êdî xaloyê reben mabû heyirî ka berê xwe bidaya kîjan ji wan.

Dikandarên ku di sûkê de sîrik difirotin jî sîrik ji wan re bûbû sifet yan jî paşnav. Di serî de Subhîyê Sîrkê, birayê wî Methiyê Sîrkê (ev herdu kes hêjan dijîn. Xwedê temenê wan dirêj ke), Mehme Salihê Miho Garîsî, Ehmedê Miho Garisî, Behçet (Behco), Hebeşê Sîrkê wek esnafên vî karî dihatin nasîn.

Di navenda Cizîrê adeteke din jî ya xwarinê sîrikê hebû. Yanê sîrik ne tenê li malan de dihate xwarin. Hinek hebûn ku nedixwestin di malên xwe de, di nav zarokên xwe de xwarina sibehê (qahwaltî) ya bi sîrik bixwin, kêfa wan jê re dihat ku ewne herin sûkê, di çayxaneyan de bixwin. Hin zarokên malmezinan, hin karmendên dewletê, hin kesên bêmal û yên di navbera wan û malînên wan da pirsgirêk heyîn di vî sinfî de cî digirtin. Bi vê munasebetê serê sibehan radibûn diçûn çayxaneyan, li ser maseyan dirûniştin û şagirtê çayxaneyan dişandin dikanên sîrok-firoşan sîrik distandin, paşê jî qetek nan ji firinan didan anîn û bi çayê dixwarin. Hin hebûn tena serê li ser maseyekê, hin jî digel havalên xwe, çar pênç, şeş kes bi hev re… Carînan jî li gorî rewşa wan ya aborî, hin pêxwarinên din li nik sîrikê cî digirtin û bi vî hawî maseya wan ya xwarinê rengîn û zengîn dibû. Wek qetikên bacanê sor, xiyar, zebeş û firaxek qeymax yan jî tok.(**) Dema maseya wan dewlemend bûya jî, di ber xwarinê re berê xwe didan cadeyê û bi wê devoka xas ya Cizîrê xelk vedixwendin xwarinê:

“Were yabo, were!” (***)

Gelik caran jî di nav wan kesên ku bi vê armancê dihatin çayxaneyê de hin mirovên exlaq-nexweş jî derdiketin. Ev kesana dema dihatin dirûniştin ya nemayî dianîn serê çayfiroş û şagirtên wan. Çayfiroşan, gotin di cî de be ji ber van dabûn ber qaqa reş. Lê dengê xwe nedikirin, sebir dikirin, da berê mûşteriyên wan nekeve derekî din.

Kerem kin em yekî Cizîriyê navê wî Hemet (****) ku sibehê ji bo xwarinê hatîbû çayxaneyê teqîp bikin ka hetanî çayekê vexwe û çar qurîş fayde bide yê çayfiroş çi anîye serê wî û şagirtê wî:

Hemet serê sibehê rabû, cilê xwe li xwe kir, bi eciz berê xwe da xanimê xwe û biryara xwe ya xwarinxarinê jê re ragihand:

“-Ezê îro jî li sûkê xwarinê bixwim, temam!”

Ji xwe ji bilî erê bike û bibêje “temam” tiştekî din di destê jinika reben de nebû.

Paşê jî berê xwe da sûke, kete çayxaneya ku her roja Xwedê diçûyê, merhabakî ne jidil da yê çayfiroş û hema li ser kursîyê wêrê rûnişt û lingek li ser lingekê re avêt. Mad û mirûçê wî kirî, wekî ku keştiyên wî di Behra Reş de noqî bûbin. Berê xwe da noqteyekê û sekinî, heçkû haya wî ji derdora wî neyî.

Çayfiroş:

-Merheba Hemet, tu bi xêr hatî!

-Çi xêr, çi hal!

-Xêr e yabo! Çi bûye dîsa?

-Ma çi nebûye? Her tişt bûye. Hema dev jê berde!

-Belê!

Çayfiroşê reben jî ji ber ko xûyê wî yê hişk dizanîbû tavilê ferman da şagirtê xwe da ew here nik wî û emrê wî bi cî bîne. Ji bo ko tu bûyerên nexwe dernekeve. Şagirt çû ba wî got:

-Kerem ke ezbenî! Ka çi emrê te heye!

Hemet pêşî ji serê wî hetanî lingê wî li şagirtî nêrî û paşê jî weke ku fermandarê leşker emrî bide yê di bin xwe re, yan jî heçkû ew şagirt xulamê babê wî be, lê kir qîr:

-Zû bibeze here cem Hemed Salihê Pakêtan, paketeke tûtina sor ji min re bîne, lê ecele bike, ha!

Gava ewî ev emir dida şagirtî, çayfiroş jî ji mecbûriya halê xwe herwekî fermana wî “erê” bike li rûyê Hemet dibeşişî; paşê jî bi awirên tûj li şagirtî dinêrî da daxwaza Hemedî zû bicî bîne.

Şagirt reben bez’ek da xwe û di eynî deqîqeya xwe de pakêta tûtinê anî û raberî Hemedî kir.

Vêca dor hatibû fermana dûwemîn:

-Zû here mifsikê ji min re bîne, da ez tûtina xwe têde mifsik bikim.

Şagirtê ku di neqeba çav û birhan de mifsik jê re anîbû û bi edep li ber de rawestiyabû, fermana sêyemîn ji Hemedî wergirt:

-De îca here cem Subhîyê Sîrkê bûhayê nîv banknotê sîrik bîne û paşê jî here cem Ebdulletîfê fırınvan qetek nanê baş pijayî bîne, lê zû!

Di vê navberê de wî jî qotiya xwe ya çîxarê ji berîka xwe ya piştê derxist û tûtina têde ya qaçax valekir ser ya pêkêta sor, tevlîhev kir û di mifsikê de baş mifsik kir, ji bo nermbûnê hinek av li ser reşand û ji dilê xwe re çixareyek pêça.

Şagirtî sîrik û qeta nanî danî berde. Hemedê min û te dest avêt sîrikê bire ber kepiyê xwe û bîn kir, bîn kir, bîn kir. Paşê jî li şagirtî kire qîr:

-Kura! Qey min negotibû te here sîrikê ji nik Suphiyê Sîrikê bîne!

-Belê ezbenî, te gotibû

-Ê!

-Ê, min jî ji cem wî anî!

-Ê, nexwe ev çi bîne jê tê?

-Wele ez nizanim ezbenî.

-Here vê sîrikê biavêje jê re û hinek dî ji cem birayê wî Methî bîne.

-Belê ezbenî!

Piştî ku ew sîrik çû û texlîteke dîn ya sîrikê jê re hat, Hemet nanê xwe û sîrika xwe li ser maseyê pehin kir, çixara xwe ya pêçayî jî danî rexê maseyê, ji vexwarinê re amade kir. Îcar dor dora çayê bû. Gazî kir çayfiroşî:

-De ka çayeke xweş bîne; lê bila dema nû be ha!

Çayfiroş

-Bel ezbenî, ser serê xwe!

Çayfiroş lotikek da xwe û bil ez û bez çayek danî ber birêz Hemet.

Hemet pêşî li qedeha çayê nêrî, paşê jî berê xwe da çayfiroşî û bi awakî hêrs jê re got:

-Ev çi ye

-Çay e, ezbenî.

-Erê çay e, ez jî dizanim çay e, ma qey min gotiye dew e! -Lê ev çi çay e,

-Çawa ye ezbenî,

-Çi ezbenî çi hal, qey min negotibû te bila dema nû be!

-Ezbenî dema nû ye

-Dema nû holê ye?

-Belê ezbenî!

-Hek ev dema nû ye, Xwedê mala te xirab bike, yan ya min!

-Ezbenî bi gora babê xwe kim, nûka ya babê te, ev çay çaya dema nû ye.

-Bila, vê carê wekî te be, lê wele carek dî ez çayeke bi vî rengî bibînim, soza Xwedê li ser can û cesedê min ketibe ez êdî di ber vê çayxaneya te re jî derbas nebim. Te seh kir!

-Belê ezbenî min seh kir.

Hemet ku bi hêrs heqê çayê dida çayfiroşî, çayfiroş jî mitale dikir, gelo ev feydeya ku ji çayekê jê re hatiye li ber vê qehr û zehmetiya wî û şagirtê wî dikeve an na…

(*) Kiçan eşîreteke Botanê ye. Bi sîrika xwe ya xweş bin av û deng e.

(**) Li herêma Botanê ji ya gamêşa re dibêjin “qeymax”, ji ya pêz re dibêjin, “tok”, “tûwik”.

(***) Bi giştî xelkê Cizîrê ji navên Muhemed re “Hemet” dibêjin.

(****) Ev peyva “yabo”yê û awayê bikaranîna wê xasî xelkê navenda Cizîrê bi tenê ye. Hetta, ehlê derdora Cizîrê dema bixwazin teqlîda yekî Cizîrîyê esîl bikin vê peyvê bikartînin û bi vî awayî henekan lê dikin.

Wêneyê Şêrî Û Pirsgirêka Kurd


Zilamekî dixwaze deqa şêrekî li ser laşê xwe deyne, ji ber vê çendê diçe cem deqvanî û jêre holê dibêje:

-Hosta, ka deqekê li ser laşê min deyne lê belê newebit newebit tu laşê min biêşînî ha! Lewra ez êşa zêde ranagirim.

Deqvanî pirsiyar kir:

-Tu wêneyê (resmê) çi dixwazî, ez çi deynim ser laşê te?

Zilam:

-Hema bila wêneyê şêrî be, lê belê hay jê hebe, rind çêbike.

Deqvan:

Ez wêneyê şêrî li ser ku dera laşê te deynim?

Zilam:

-Hema bila di navbera herdu milên min de be.

Deqvanî rahişte derziya xwe û dest bi karê xwe kir. Çawa derziya xwe bi laşê wî re kir zilamî kire qîr:

-Hosta! Tu çi dikî, te mala min xirab kir!!!.

Deqvan:

-Ê, te got wêneyê şêrî deyne li ser milê min.

Zilam:

-Te ji kîjan alîyî ve dest pê kir:

Deqvan:

-Ji aliyê dûvê wî.

Zilam:

-Ji ber dûvê şêrekî tu dixwazî min bikujî, bila xêra dê û babê te be, dest ji dûvê şêrî berde, bila deqa şêrê min bêdûvik be.

Li ser vê daxwaza zilamî hostayî dest ji çêkirina dûvî berda û ji bo dereke dî ya şêrî çêbike, derzîya xwe bi laşê wî re kir. Zilamî dîsa kire qîr û hawar:

-Îcar tu kudera şêrî çêdikî?

Deqvan:

-Ezbenî, ez guhê wî çêdikim.

Zilam:

-Te malik li min bire mîratê. Bila bê guh be, bê guh!

Deqvan:

-Belê ezbenî.

Hosta ji bo çêkirina dereke dî ya şêrî çawa derzîya xwe da laşê wî, qîr ji zilamî çû:

- Te ez felişandim hosta! Ji bo Xwedê bêje ev dera tu çêdikî ku dera şêrî ye?

Deqvan:

-Ez serê wî çêdikim, serê wî.

Zilam:

-Xwedê ji te razî be, bila serê şêrê min nebe.

Hosta dest ji serî berda û ji bo ko dereke dî çêbike, derziya xwe bi laşê wî re kir. Dîsa kire hawar:

-Hey malmîrat, vê carê tu ku derê çêdikî?

Deqvan:

-Ezbenî ez zikê şêrî çêdikim.

Zilam:

-Bila şêrê min bê zik be. Ma wê çi biqewme?

Li ser vê berteka zilamî hosta pir aciz bû û derziya xwe avête erdê û got:

-Ev çi hat serê min rebenê Xwedê. Li ku dera dinyayê xelkê şêrê bê guh, bê dûvik, bê serî û bê zik dîtine!

Îca dema ez bala xwe didim helwesta birêz Serokwezîr Erdoxanî ya di derbarê xwedê giravî çareserkirina pirsgirêka Kurd de ev çêroka hanê xwe dide ber çavê min.

Birêz Erdoxan berê xwe dide dinya û alemê dike qîr û hawar û dibejê ko nûnerê Kurdan ew e. Pirsgirêka Kurdan pirsgirêka wî ye. Ew dixwaze di heqê çareseriya kêşeya Kurd de hin gavan bavêje .

Dema jê re tê gotin ko:

-Madem nîyeteke te ya bi vî rengî heye, deka were em wê astengiya ko li pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê ye rakin.

Li ser vê pêşnîyarê hema dike qîr û hawar:

-Na, na, na! Ew nabe.

Jêre dibêjin:

-Belê ew nabe deka were em zagona hilbijartinê biguherînîn û bendavê daxin jêr. Lewra ev bendav antî-demokratîk e û ji temsîla Kurdan a Meclîsê re asteng e.

Hema xwe dîno mîno dike:

-Nabe, nabe ew qet nabe. Ewê bibe sedema bêîstîqrariya welêt. Em her tim ji bo îstîqrarê dixebitin.

Vê carê bi awayekî dî nîzîkî wî dibin û jê daxwaz dikin:

-Deka were em lêborîneke giştî derxin, bila herkes jê sûdê wergire. Da tu kes li çiyê nemîne. Bila ji her hemwelatî re derfet çêbibe da karibe di atmosfereke aştîyane de sîyasetê bike:

Berteka wî pir dijwar e:

-Dera ku ez lê bim bila tu kes behsa lêborînan mêborînan neke. Ewê qet û qet ji min nexwazin.

Bila, birêz serokwezîr, qey tu bawer dikî ko di vî welatî de dê yek dernekeve û ji te re nebêje:

-Ka li ku dera dinyayê xelkê pirsgirêka neteweyekê bêyî guherîna destûra bingehîn, bêyî dayîna mafê zimanê wan yê dayikê, bêyî rakirina zagonên antîdemokratîk, bêyî lêborîna têkoşerên wê neteweyê çareser kirine?

Xwedê însafê bide.

Wefata ûstad

Eger hûn bixwazin bi çavê serê xwe bibînin ka rayedarên dewletê yên wê demê di wexta nêzîkbûna wefata Seydayê mezin ûstad Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî de çi anine serê wî, vê parçeyê bixwînin. Ji xwe malûmê we ye ko piştî wefata wî çi anîne serê laşê wî yê pîroz…

A.Kadîr Bîngol

Bayram Yûksel Vedibêje:

Şeva 19’yê Adar’a 1960’ê, saet dudo yan jî dudo û nîv bû. Min û kak Zûbeyrî bihevra li ber serê Seyda nobet digirt. Kak Zûbeyrî milên wî diferikand, min jî lingê wî… Seydayê me li min nihêrî û got: “Em ê herin…” Gava ku min gotê: “Seyda em ê herin kûderê?” got: “Riha, Amed…”

Dîsa got: “Em ê herin…” min gotê: “Bi kû ve Seyda?”, got: “Em ê herin Rihayê.” Li ser vê çendê kak Zûbeyrî got: “Ji ber ku agirê wî gelik zêde ye, lew holê dibêje.”

Seyda gotina “em ê herin” li ser hev dubare dikir. Gotina Amedê carekê ji devê wî derket, her tim digtot: “Riha…”

Kak Tahirî û birayê me Hûsnî (Hûsnî Bayrêmê Safranboluyî yê telebe û ajokerê Bedîûzzeman) hatin nobetê. Ez û kak Zûbeyr em çûn bo xwarina paşîvê. Seyda cardîn bo birayê me Hûsnî holê got: “Xwe amade bikin, emê herin Rihayê.” Hûsnî jî holê gotê “arizeya lastîkan (lastîkên erebeyê) heye.” Seyda holê bersiva wî dabû: “Em ê herin Rihayê, tirimbêleke din jî dibe. Dused banknot jî be ez ê bidim. Hetta ez dikarim cubeyê xwe jî bifiroşim.

Birayê me Hûsnî hat, rewş ji me re ragihand. Tavilê me dest bi amadekirina tirimbêlê kir.

Me tirimbêl amade kir, Seyda jî xwe amade kir. Kak Zûbeyrî jî hêj di şev da holê digot: “Xwezika Bayram jî bihatiba… Dê gelik arîkariya wî bigihîje me, em tena serê xwe wê gelik zor be.” Ji ber ku Seyda dema diçû Enqere û Stenbolê tu kes bi xwe re nedibir, bes Kak Zûbeyrî û birayê me Hûsnî diçûn.

Kak Zûbeyrî jî holê digot: “Seyda da ku bala xelkê nekişêne gelik kesan bi xwe re nedibir.”

Seyda xwe amade kir, dema ji derî derbikeve Kak Zûbeyr bi wasiteya Kak Tahîrî ji Seyda da pirsiyar kirin: “Ezbenî, ma Bayram jî dê were?” Kak Tahîrî bi temenê xwe ve mezin bû. Kak Zûbeyrî ji ber edeba xwe di rewşên holê dijwar de tiştên bi vî rengî bi Kak Tahirî dida pirsiyarkirin. Seyda jî got: “Dê were”. Ji xwe min jî xwe amade kiribû.

Me cihê Seyda danî pişta tirimbêlê û ew di ser de dirêj kir. Ez û Kak Zûbeyrî di cihê ajokerî rûniştin.

20’ê Adar’a 1960’î, saet tam neh bû. Li ser cadeyê, li ber deriyê Seyda polês sekinîbûn. Înonû êrîşî Menderesî kiribû. Wê demê di radyoyê de weke danezana hukûmetê: “Tê tewsiye kirin ku Seîd Nûrsî li Emîrdag yan jî li Ispartayê rûne” xwendibûn. Polêsan bêhtir ditirsiyan ko ew ê here Enqere yan jî Stenbolê.

Dema ko em ji garajê derketibûn baranê lêdikir. Herî zêde em ji parêzgerê (waliyê) Konyayê (Cemîl Keleşoglu) ditirsiyan. Lewre wê demê her roj di manşêtên rojnameyan de gotinên wî yên “ez ê koka nûrciyan ji erdê rakim” derdiketin. Dema em gihîştin Egrîdîrê baranê gelik xweş kir. Dema em di ber karakola polêsan de derbas bûn, polêsan ji ber baranê xwe xistibûn hundir de, em nedîtin.

Hêjan em negihîştin Şarkîkaraagacê me plakeya tirimbêla xwe herî kir. Li wê derê jî kesî nedît. Gava em gihîştin baxê Merama Konyayê, Seyda dîsa nexweş ket. Qet nedikariya biaxafta. Dema em ketin Konyayê de me ji dikanekê hin zeytîn û pênîr stand. Me dê di fitara êvarê de bixaraba. Pereyê wê jî Seyda da. Seyda got: “Lawên min, ez gelik nexweş im, ji dêl min ve hûn bixwin. Em ketibû xema ko parêzgerê Konyayê me ji wê derê bi şûn de birêke, lewre em ji xirabiya wî ditirsiyan.

Bi arîkariyê Xwedê bêyî ko kes me bibîne di kêleka Mizgehfa Mewlana de em ketin ser rêya Edeneyê û me ajot. Em di Karapinarê de derbas bûn. Hêj em ne gihîştîn Eregliyê, Seyda devê xwe anî ber guhê min û Kak Zûbeyrî û holê got:

“Lawên min, qet meraq nekin, Rîsaleê Nûr pişta bêdînan û masonan şikênandiye. Rîsaleê Nûr dê her tim bi ser keve. Hûn meraq nekin. Vana ez nasnekirim (qedrê min nezanîn)… Vana ez nasnekirm (qedrê min nezanîn)… Vana xwestin ku min tevlî siyasetê bikin.

Wexta nimêja evarê (mexribê) em gihîştin Ulukişlayê. Sibê katjimêr 7.30’ê de em gihîştin Dîlokê (Entabê). Dema em ji Nîzîpê derbas bûn rê ji ber berfê xera bûbû, herî û teqan bû. Gelik tirimbêl mabûn di nava rê de. Lê belê em, ne lastîka me qetiya, ne jî tirimbêla me xerabû. Em adeta wek bayê diçûn.Kak Zûbeyr û Birayê me Hûsnî ji ber ku di Rihayê de gelik mabûn riya wê gelik dizanibûn. Em saet yazdehê de gihîştin Rihayê.

Em rastûrast çûyîn Mizgefta Kadioglu’yê. Lewre Kak Abdullah Yegîn li wê derê bû. Em gihîştin nêzî mizgeftê. Kak Zûbeyrî ji bo ko gazî bike Kak Abdullahî beziya. Seyda got: “Zû em biçin, dema min tune ye.”

Bedîûzzeman Xatirê Xwe Dixwaze

Bedîûzzeman êdî li Ruhayê bû. Gihîştibû cihê xwe yê dawiyê.

Bedîûzzeman gihîştibû rojên xwe yên xilasiyê. Rojêk şûn de wê bigihîştiya mekanê xwe yê dawiyê.

Gunduzalp û telebeyên li cem wî evya zanibûn. Berpirsiyariya vê çendê li ser milê wan bû.

Abdullah Yegîn vedibêje:

Rojek ya duşenbê bû, nîvro bû. Dema ko min destnimêj digirt, min dît vaye yek dibeze tê, bi telaş dibêje “Seyda hat, Seyda hat!” Min lingê xwe dişûşt min dit kak Zûbeyr ji derî de kete hundir, gazî min kir û got: “Seyda hat, zû were!”

Min bi lez lingê xwe şûşt. Em bi hev re beziyan. Sebrî Kuçuk gotibû “Otêla herî baş Otêl Palas e”. Em li taksiyê siwar bûn û me berê xwe da wê alîyî. Di taksiyê de dema min rewşa Seyda, zeîfiya wî û bêhaliya wî dît ez perîşan bûm. Girîna min jê re hat.

Seyda gelik nerehet bû. Nedikariya li ser lingê xwe raweste. Em ketin bin milê wî de em çûyîn Otêla Îpek Palasê. Di wê demê de polêsan pirsa Seyda kirin ko ew kî ye. Me jî bersiv da.

Sibeha sêşembê ango piştî wê roja ko em hatibûn, Seyda hinkê rehet bûbû, heçkû baş bûbe. Dema ez hatim ba wî holê got: “Qet meraq neke! Kufir miri ye. Ji vê gavê û pê ve nikarin tiştekê bikin.”

Roja sêşembê xelkê fewce fewc hatin serdana Seyda. Bedîûzzeman her kes qebûl dikir û bi wan re eleqedar dibû. Zûbeyr Gunduzalp li ber deriyê Bedîûzzeman sekinîbû û bir bibir xelk berdidan hundir. Bayram Yuksel jî di hundir de arîkariya xelkê dikir ko da yên hatîn mal ve karibin destê Seyda maçî bikin.

Di heman rojê de polêsên siyasî hatin û gotin: “Ajovan li kû ye? Xwe amade bikin, hûn ê herin.

Telebeyên Bedîûzzeman jî bersiva wan da: “Seydayê me nexweş e, nikare here”.

Piştî ku ewne çûn, vê carê deh-yanzdeh polêsên ko cilê fermî li ser wan bûn hatin û heman gotin dubare kirin:

“Dê, xwe amade bikin, tavilê hûn ê herin Ispartayê.!”

Bedîûzzeman hinkê sekinî û bersiva wan da: “Ecêp! Ez ji boyî mirinê hatime vir, ne ji bo çûyînê!”

Wezîrê karê Hundir Namik Gedîk dema bihîst ku bedîûzzeman li Rihayê ye, di cih de kete telaşê, ferman li ser fermanê şand.

Gelê Rihayê dema fermana wezîrî seh kir coşiyan. Pênc-şeş heezar mirovên ko li derûdora otêlê kom bûbûn ser hev têlgiraf şandin bo Enqereyê.

Bi hezaran têl gihîştin Menderes û Namik Gedîk.

Hêzên ewlekariyê ji ber ku ketibûn tengezariyê Zûbeyr Gunduzalp û Hunsû Bayram birin emnîyetê.

Polês: “Hûn ê herin!”

Gunduzalp: “Nexweşiya wî helik dijwar e. Ne qabil e bikare cardîn zehmetiya rê ya 24 saetan rabigre.”

Polês: “Çawa hatibe vir, dê welê here jî! Bizzat ji wekîl fermana mîsoger heye”

Gunduzalp: “Em qet nikarin mudaxeleyî wî bikin.”

Polêsan: “Em girêdayî amirên xwe ne, hema lazim e du saetan de hûn vê derê biterikînîn.”

Gunduzalp: “Ez jî girêdayî Seydayê xwe me, ez nikarim vêya bibêjimê!”

Zubeyr Gunduzalp Mehmût Hasirciyê Rihayî bi xwe re bir çûn meqamê Mûdîrê Ewlekariyê. Mehmût Hasircî Mûdîr baş nas dikir.

Di navbera wan de ev gotinên han derbas bûn:

Mûdîrê Ewlekariyê: “Hûn ê Seydayê xwe bibin. Eger hûn nebin, em ê bi darê zorê bişînîn. Ji Seydayê xwe re bibêjin.”

Gunduzalp: “Em nikarin tiştekî bibêjin Seydayê xwe.”

Mûdîr: “Qey hûn camid in?”

Gunduzalp: “Belê em camid in. Seydayê me ji kû alîyî ve pehîna xwe li me bixe em bi wî alîyî ve digindirin. Seydayê me çi bibêje em wê dikin.”

Mûdîrê Ewlekariyê xeberên nexweş dibêje Gunduzalp. Gunduzalp ji ber van xeberan gelik eciz bibe jî, lê didanê xwe çirisand û sebir kir û tu hereketên maddî nekir.

Gunduzalp, hin Telebeyên Nûrê yen Rihayî hişyar kir û xistin tevgerê.

Bayram Yûksel vedibêje:

Di vê navberê de Mehmet Hatîpogluyê Serokê Parêzgera PD (DP) dema seh kir ku dê Seyda ji Rihayê derxin bi lezûbez hat ba Mûdîrê Ewlekariyê û bi vî rengî lê kire qêr:

“Ev çi qewimiye? Eger hûn cenabê Bedîûzzeman ji vêrê derxin, hûn ê di hemberî xwe de min bibînin. Tu kes nikare zerarê bide wî û wî ji vir derbixe jî. Bedîûzzeman mêhvanê me ye.”

“Ezbenî, ji jor de, ji wezaretê ferman heye. Dibêjin “çawa hatiye wê derhal welê vegere, here jî.”

“Dê çawa vegere yahû! Mêrik nexweşekî giran e, nikare xwe bileqîne. Zatekî gelik muhterem e, nehewceyî vê zoriyê ye.”

“Ezbenî, fermana ko ji Enqereyê hatiye gelkî dijwar e û misoger e, dehal divê vegere.” Dema wîya ev got, Hatîpoglu gelkî hêrs bû û demanceya xwe danî ser maseyê.

Ev helwesta bibiryar ya Hatîpoglu ew der hinkê sakîn kir.

Di vê navberê de bijîşkê ko hatibû Bedîûzzeman mûayene bike ji wan re holê got: “Hewe bi çi caseretê evê hanê hetanî vêrê aniye? 40 derece agirê wî heye”

Piştî ku bijîşk ji wir çû Amirê Ewlekariyê hat, holê got: “Ferman mîsoger e, teqez divê hûn vegerin Ispartayê.” Bedîûzzeman gava hayê wî jê çêbû bi zehmetî bi ser xwe ve hat û holê peyivî:

“Ez vê gavê deqîqeyên dawî yên jiyana xwe derbas dikim. Ezê herim, dibe ko li vir bimirim. Hûn mecbûrin ko ava min amade bikin. Ji amirên xwe re bibêjin…”

Vana gotinên dawî yên Bedîûzzeman bûn.

Amirê ewlekariyê piştî ku zanî rewş cidî ye, mecbûr ma ji otêlê derket.

Agirê bedîûzzeman dîsa bilind bû û nexweşiya wî dijwar bû.

Telebeyên wî bi dorê li ber serê wî nobet digirtin.

Serê pêşî Bayram Yuksel ko ew du roj bûn nerûniştibû erdê jî piştî nimêjê mexribê destûr xwest û du saetan nivist.

Paşê dora Gunduzalpî bû. Ew jî ew hefteyek bû ranezabû.

Piştî nimêja eşayê hinkê xwe pal da.

Hunsû Bayram ko ji bêxewiyê lingê wî direcifîn xwest hinkê razê

Dora nobetê ya Bayram Yuksel bû.

Û şev saet 2.00-2:30

Seyda hê beriya bibe şev ji ber herareta xwe qeşa xwestibû, jê re anîn.

Beyram Yûksel jê re got ko “ev e qeşa hatiye”; lê Seyda bi serê xwe îşaretî wî kir ko ew naxwaze.

Yuksel jê re got: “Seyda ez çayê çêbikim?” Dîsa bi heman awayî bersiv da.

Bayram Yuksel lêvê wî ko ziwa bûbûn şil dikir. Seyda stûyê Bayramî girt û nêzî xwe kir. Wê jê re tiştek gotiba, bes êdî taqet nemabû. Bayram dema dît Seyda sakîn bûye nixamt.

Ji bo ku Seyda ji ronahiya lambeyê nerehet nebe lambe bi mendilê pêça. Paşê li ber lingê wî rawestiya û li benda hişyarbûna wî ma:

“Ax, min nedizanî ko Seyda çûye alema ebedî. Ma qey (tiştê bi vî rengî) li ser min derbas bûbûn… Min nizanibû ko Seyda wefat kiriye, min digot qey nivistiye. Paşîv jî derbas bû. Kak Abdullah, Kak Zûbeyr û birayê me Hunsû hatibûn. Ez çûbûm ko cizûka xwe bixwînim. Gazî min kirin.

Kak Zûbeyrî li ber serê Seyda rawestiyabû, em her çar li wêrê kom bûbûn. Em zêdê zêde xemgîn bûn. Kak Zûbeyrî holê got: “Carcaran halên bi vî rengî li ser Seyda da tên, wê derbas bibe” laşê wî germ bû.

Bûbû sibeh. Gazî Waiz Emer Efendî kirin.

Emer Efendî çawa Seyda dît got: “Înna lîllah we înna îleyhî racîûn. Birano, Seyda wefat kiriye…”

Ji tirkî: Abdulkadîr Bîngol

Bîrdoziya Jiyana Xwendekarê Dilsoz û Gernas ê Bedîûzzeman Zûbeyîr Gunduzalp. Rûpel: 249-256

Bediüzzeman’ın Sadık ve Kahraman Talebesi Zübeyir Gündüzalp-Hayat Mefküresi, sayfa: 249-256

Wecîzeyên Ûstad Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî

Sê neyarên me hen in: Cehalet (nezanîn), zerûret (hewcetî) û îxtîlaf. Em ê bi çeka sen’et, marîfet û îttîfaqê bi van hersê neyarên xwe re têbigoşin.

Hişmendê vê gerdûnê (kaînatê) û mêweya wê ya herî mukemel û encam û gayeya wê însan e.

Însan rêwî ye. Rêwitiya wi ji zaroktiyê ber bi xortaniyê ve, ji xortaniyê ber bi kalîtiyê ve, ji kalîtiyê ber bi gorê ve, ji gorê ber bi heşrê ve, ji heşrê ber bi heta hetayê ve didome.

Heqîqet, ew fitîla ko ronahiyê dide ye. Lê mecaz, ew şûşeya ko ronahiya wê zêde dike ye.

Mecaz derî ji mecazê re vedike.

Laş (cesed) mala ruhî ye û kincê wî ye.

Helbest, navgîneke şêrîn ya vegotinê ye. Bes ji ber ko hukmê xeyalê li ser helbestê heye tevlî rastiyê dibe û rengê rastiyan diguherîne.

Momosteyê herî pêşî û bandordar yê mirovî, diya wî ye.

Aqil nikare tevgerên giyanê (rûh) dorpêç bike.

Axaftina cidî ya bi dînan re texlîteke dînîtîyê ye.

Mirovek di çar yan jî pênc warên zanyariyê de nabe xwedî-meleke û pispor. Yan jî heke xarîqe be…

Gundek bê keya/muxtar nabe. Derziyek bê oste nabe, bê xwedî nabe. Tîpek bê nivîskar nabe, tu vêya dizanî. Çawa dibe ev memleketê holê bêhed birêkûpêk bê Serwer be?

Madem tişt hene û bisen’et in, helbet ostekî wan heye

Nedîtin, ji neyînê re nabe delîl.

Afirandina pêşûyekê ji hêla sen’etê ve ji afirandina fîlî ne kêmtir e.

Zanyariya cengê (fen-i herb) sen’eetek girîng e.

Hişkebawerî (teasûb) yan ji nezanînê yan jî ji nemuhakemekirinê çêdibe.

Dîroka ko bûyerên heqîqî qeyd kiribe, şahidê herî rast yê heqîqetê ye.

Mamsoteyê çê/baş, li ser minareyê ye, yê xirap di binê bîrê de ye. Ji bo mamosteyan nîvek tune ye. Yan di cihê bilindtirîn de (e’layê illîyyîn) ye, yan jî di xartirîn xarê de (esfelê safilîn) ye. Nava wê çênabe.

Çav, neynika dilî ye.

Ê çavên wî nexweş be ronahiya tava înkar dike. Ê tama devê wî tehil be ji ava şirîn re dibêje tehl e.

Wê tişta ko tu nabînî înkar meke. Her tişt ne bi agahiyên te sînordar in.

Sedema raxistina rûyê erdê, ango wesîleya wê, însan e. Ziyafeta di vê mêhvangehê de li ser navê wî hatiye dayîn.

Ey ew mirovê ko xwe “mirov” dihesibîne! Xwe bixwîne! An jî îhtîmal heye ko tu bibî heywan yan jî camid.

Jiyan heqîqetên herî birûmet in, herî paqij in. Bi tu awayî kêmasî û adîtîya wî tune ye, lekekî kirêt ya wê nîne.

Ey nefsê! Zanibe, duh (roja derbasbûyî) ji destê te derket. Sibê; di destê te de senet tune ye ko tu bibî xwediyê wê. Nexwe, temenê xwe yê rasteqîn wê roja ko tu têdeyî zanibe.

Dem, şîrovekereke herî mezin e. Heke qeyda xwe derbixe pêş, îtîraz nayê kirin.

Rastiyê nîşanî me daye ko beşera (mirovahîya) hişyar nikare bêdîn be. Nemaze, ew merivê ko hişyar bûyî, tama mirovahiyê seh kirî, bûyî berendamê pêşerojê û hetahetayê (ebedê), nikare bê dîn bijî.

Çawa di malî de sedeqe çêdibe, herweha di zanyarî, raman û kiryarê de jî çêdibe.

Yek yê îsbatker li ser gelik yên nefîker (ên dibêjin nîne) tête tercîhkirin. Di dozekê de hukmê du şahidên îsbatker li ser bi sedan nefîkeran racih e.

Her tişt ne bi agahiyên me ve girêdayî ne. (Di xisûsekê de) neyîna ilmê me, nabe delîla neyîna wê.

Perdeya di navbera zanyarî û nezanînê de çiqas tenike û çiqas stûr e.

Tişta ko di rabirdûyê de nezerî/teorîk (hêjan nehatibe îsbatkirin) be dibe ku di pêşerojê de bedîhî (aşîkar, li ber çavan) be.

Ronahiya wijdanê zanyariya dîn e. Ronahiya aqlî zanyariya şaristaniyê ye. Be tevlîhevbûna herdukan rastî dixuye. Bi herdu baskan himeta xwendekar pervaz dike (vedibe/fir dide) Dema ko ji hev veqetiyan, ji wa ewil hişkebawerî (teesûp), ji ya duyemîn jî hîle û guman dizê.

Çar tiştên ko hêzê didin bilindahî, quwet, bedewî û cemala gotinê ev in: Axivker, muxateb, mebest û cî/meqam. Ne ko wek wêjekar/edîp zen dikin cî/meqam bi tenê ye.

Gotin/axaftin mîna malî ye. Îsrafa wê necaiz e.

Ew qîmet û bedewiya ko di îcmal/kurtasiyê de heyî di tefsîlatê de tune ye.

Deynekirin carînan dibe sedem ko muxateb were însafê û di wî karê ko tê daxwazkirin de serkeftin çêbibe.

Çav, neynika dil e.

Tişta herî zêde mirovî tehrîk dike, meraq e.

Zanyarî ew e ko di qelbî de cî bigre. Heke tenê di aqil de bimîne ji mirov re nabe mal.

Meraq mamosteyê zanyariyê ye.

Dîn jiyana neteweyê ye û giyana wê ye.

Însan muxatebê taybet yê Saniî/Xwedê ye.

Xwe “serberdayî” zen meke. Lewre, dema tu bi nêrîneke zanyarî li vê mêhvangeha dinyayê binihêrî tu qet tiştekî bêxaye û bênîzam nabînî. Tu dê çawa bê nîzam û bê xaye bî.

Heke hûn tam û çêja jiyanê bixwazin, jiyana xwe bi îmanê bidin jiyandin, bi ferzan spehî bikin û bi xwejêvedana gunehan biparêzin.

Xûyê/damarê xortaniyê ji aqilî zêdetir li hestan guhdarî dike. Lê hest û hewes kor in, encamê nabînin. Dîrhemeke lezeta hazir li ser xunkariyeke lezeta pêşerojê re digre.

Ji sedî not û nehê şerîetê bi exlaq, îbadet, axret û fezîletê ve girêdayî ye. Rêjeya siyasetê ji sedî yek e.

Îslamiyet mîna tavê ye, bipifkirinê navemire. Mîna rojê ye, biçavmiçandinê nabe şev. Ê çavê xwe bimiçîne ji xwe tenê re dike şev.

Eger mecaz ji dest ilmî derbikeve here bikeve destî cehlê/nezanînê wê biguhere heqîqetê, wê derî li ber xurafeyan veke.


Ya ku mirovan zînde dike hêvî/ûmîd e; ya dikuje bêhêvîtî ye.


Şohret wî malê ko ne yê mirovîye jî dike malê wî.


Dijminê dijminî heta ku dijminiya wî dewam bike ew dost e; dostê dijminî jî heta ku dost be, ew dijmin e.


Çavê pêşûya kê afirandibe, yê tav/roj jî afirandiye ew e.

Ew kesê ne xwediyê destekî welê bihêz be ku karibe dinya û hemî stêr û tavan mîna libên tizbiyî rake û fitilîne ew nikare doza çêkirin û afirandina kaînatê/gerdûnê bike. Lewre her tişt bi her tiştî ve girêdayî ye.

Ew kesên ku di maddeyê de li her tiştî dinêrin aqilê wan di çavê wan de ye; lê belê çav jî di manewiyatê de kor e.

Kaniya hemû fesadî û tevîheviyan û jêdera livdar ya hemû exlaqê rezîl du peyv bi tenê ne:

Peyva yekemîn: “Piştî ku ez têr bim yen dî ji birça bimrin, min çi jê.”

Peyva dûwemîn: “Ji bo na rehetiya min tu zehmetê bibîne; tu bixebite, ezê bixwim.” Dermaneke bi tenê ya rayê peyva yekemîn qut bike heye. Ew jî wacibbûna zekatê ye. Dermanê peyva duwemîn jî qedexekirina ribayê/faîzê ye. Edaleta Qur’anê li ber deriyê alemê rawestiyaye û ji ribayê re dibêje: “Qedexe ye, mafê te yê ketina hundir tune ye.” Mirovahiyê li vê fermanê guhdarî nekir, zelleke mezin xwar. Hêj yekî mezintir nexwarî divê guhdarî bike.

Siyaseta ku esasê wê li ser berjewendiyê be (ew siyaset) cinawir e.

Nîşandana hezjêkirinê ya li hemberî cinawirê birçî, neku merhemeta wî, îştaha wî vedike. Dê hem kirya didanê xwe jê bixwaze, hem jî ya neynûkên xwe.

Zemanî welê nîşanî me da ye ko Biheşt ne erzan e, Dozex jî ne ku nehewce ye.

Elmaseke bêmenend ê zengaroyî li ser cama her dem biriqandî tê tercîhkirin.

Wehsida Rengîn û Dema Zaroktiyê

Ew cî û warên ku mirov lê mezin bûyî û zaroktiya wî lê derbas bûyî çiqas dem di ser de derbas bibe jî bila bibe qet ne gengaz e ko ji bîra mirov derbikeve; her dem di bîra mirov de ye.

Ciyê ku beşeke mezin ya zaroktiya min lê derbasbûyî gundê Wehsid e ko ser bi navçeya Girka Emo/Silopya ve ye. Serê pêşî ez dixwazim vî gundî bi we bidim nasîm paşê vegerim li ser bîranînên xwe yên vî gundî û jiyana rojane ya gundan:

Wehsid… Navê vî gundî ji ku tê? Hin dibêjin ji ber ko ehlê gund gelik hesûd bûn, çavnebar bûn ji ber wê çendê ev nav lê hatiye kirin: Hesûd=Wehsid. Lê li gor baweriya hinên din sedema binavkirina vî gundî a Wehsidê ewe ko ev gund musaidî çandiniyê ye, dexl û danê ko jê tê pir zêde ye. Wehsid: Hesad/çandinî/paleyî.

Wehsid gundekî gelik xweş e; derdora wî vekiriye. Di dema ku ez li wir bûm ava wê ji Bêspinê dihat. Hingê du aş li ser wê avê dişuxilîn. Yek digotin aşê mala Hacî Ehmed (Babê Silêman Soysal. Rehmeta Xwedê lê be, Silêman Sosysal malmezinekî gundê Seletînê bû, mirovekî gelik merd û nander bû. Di zaroktiya xwe de rojekê ez lê bûbûm mêhvan. Ew sohbeta wî ya xweş hêjan li bîra min e. Herweha mirovekî welatperwerbû. Ji ber wê çendê di wê dema zulm û zorê de ji destê hêzên tarî ve hate şehîdkirin) Aşê dî jî yê mala Ehmed Axa (Ahmet Tatar) bû. Xelkê kîjan aş bixwestana diçûna wî. Carcaran jî tercîha xelkê ji ber zêdebûn an jî kêmbûna “mizî” dihate guhertin.

Sê aliyê gund dehl bûn. Aliyê wê yê rojava ko diçû gundê Tilqebînê tenê vale bû. Du-sê malê mîna me biyanî ne têde teqez her kesî dehleke wan hebû. Pêwistiyên xwe yên fêkiyan ji wan dehlan bidest dixistin. Heta dibû ku fêkiyên ji hewcehiya wan zêde bikirana dibirin li navenda Silopya difirotin jî.

Di navbera Wehsid û Tilqebînê de dolek hebû digotinê “dolika şer î.” Li gor riwayetan dema berê di vê dolê de şerekî gelik mezin di navbera herdu gundan de rûda bû. Ji ber wê çendê ev nav lê hatibû kirin. Di bakûrê gund de bi navê “axkendîlkê-axkendalkê” derek hebû, axa sor lê hebû. Gundî ji bo yî dûdana malên xwe axa sor ji wê dê dikişandin. Lê ji ber ko axa sor di bin çend mêtrû axa reş de encax derdiket xelk mecbûrî kolandinê bûn. Bi derbasbûnê demê re ew der bûbû kendal. Gundî diçûn di bin kendêl de axa sor dikolan. Vêya jî bi xwe re xetereyên mezin dianîn. Gelek caran ew axkendalik diherifî û xelk diman bin de; birîndar dibûn, dimirin. Ez bi xwe jî çend caran bûme şahidê bûyera herifandinê.

Gund ji aliyê eşîrî ve têkilhevbû. Her çiqas xwecihên gund ji eşîra Silopîya bûn, lê ji Şirnexiyan bigre hetanî Batûyan, ji Sipêrtiyên bigre heta Sindî û Zêwkiyan gelik eşîr li gund nîştecî bûbûn. Şirnexî di navbera xwe de parçe parçe bûn. Bilikî, Xalûmerî, Cafirî (Malmela) û Dûdanî. Dûdanî jî du beş bûn. Pisaxa û Kurmanc. Pisaxa jî du beş bûn. Mala Osman Axa û mala Ehmed Axa. Di wê dema ku ez li wir bûm de mezinahî û key/muxtartîya gund pêşî di destê mala Ehmed Axa de bû, paşê jî veguhest mala Osman Axa.

Wek her derê ji wî gundî jî fitne, fesadî û berberî kêm nedibû. Carînan seba tiştekî gelik bêqîmet di nav bera du malbatan de şerekî mezin rû dida û dibû sedema bîrandarbûna gelik kesan. Lê ya herî sosret şerên mezin roja înê û piştî nimêja xutbê derdiket. Di wê rojê de heçkû hayê her kesî jê hebe ko wê şer derbikeve her kesî kopalê xwe yê stûr û sikeyê serhêsin dianîn û piştî nimêja xutbeyê li hewşa mizgeftê disekinîn û li hêviya şerî diman. Wek pûşê benzin li ser de hatibe reşandin û hêviya qitîskekê bit. Paşê jî gurm û hey gurm. Di dawiyê de melayê gund û hin gundiyên bêalî diketin navbera wan û dawî li şêr dianîn. Lê tişta baş bû ew ku du îstîsna ne têde bûyerên kuştinê çênedibûn.

Di gund de jiyan gelik xweş û rengîn derbas dibû. Her demsalekê karekê wê yê cihê hebû. Di pahîza derenk de dest biçûna êzingan dihate kirin. Di malê de ji wî kesê ku diçû daran re “darî” dihate gotin. Hê zivistana reş û dirêj nehatî her kesî têra xwe êzing kom dikirin. Paşê jî cot diger dewreyê. Bi hatina biharê re karê salane dest pê dikir. Serê ewil bo sewalan giya dihate komdikirin. Giyayê zêde mayî jî dikirin “rîsî” bo zivistanê hiltanîn. Di serê meha Hezîranê de dirûna cehî çêdibû, paşê jî ya genim. Dû re paleyî, şixre, cercere, hilavêtin, kişandina dexlî bo embaran.

Karê herî zor, lê belê digel wê zoriyê jî xweş û bikeyf palehî bû. Her roj serê sibê, hê roj derneketî paleyan berê xwe didan zeviyê û di ber qirşî de dibûn rêz. Du texlîtên dirûna dexlî hebû:

l) Ji xwe re me re. Ango paleyan bikêfa xwe û bi awakî serbest dexil didirûn. Dema bixwestaban dikariyan pişta xwe rast bikirana.

2) Dudasî. Ango hemû paleyan bi hev re bi fermana serpaleyî das diavêtin qirşî û dikişandin. Di aliyê rastê yê rêza paleyan de bi navê “serpale” paleyek herî jîr hebû. Wateya serpaleyî ew bû ko ew palekî gelik jêhatî bû. Wî serpaleyî bêyî pişta xwe rast bikira dikarîbû biqasî 200-300 metreyan biçûya. Di aliyê çepê yê rêzê de jî “rindale” hebû. Mercekî dî yê dûdasiyê jî ew bû ko bi hev re stran digotin:

Ax hay Memo! Memo, Memooo Memyaaanî!

Jarooo Memoo! Memo, Memooo Memyaaanî!

Ax, hay Memo! Day kooorebîîî rim daaanî!

Jaroooo Memoooo! Day kooorebîîî rim daaanî.

Ev stran bi awakî welê dilgerm û dilşewat dihate gotin ko êdî haya paleyan ji pişta wan û ji qerimandina wan nediman.

Bila baweriya hewe bêt dema strana “Memo” dihate gotin ew dîmena ko diya Memo di wê xewa şirînde rim li Memoyê xwe dida û dil û hinavên wî perçe perçe dikir dihate li ber çavê min û ne bi qasî diya Memo jî be lê dilê min jî bi Memoyê reben dişewitî.

Carcaran jî serpaleyan da ku şewqa paleyan a li ser dirûnê zêde bike û qerimandina wan hinkê daxe jêr bandikir paleyekê. Wekî mînak:

-Ka Salih, ka Salih?

Salih jî da ko zîndebûna xwe a derbarê karî de bîne zimên û bi havalên xwe bide zanîn ko ew ne westiyaye ev pirsa serpaleyî bi vî rengî dibersivand:

-Hazir Xwdê ye; hazir Xwedê ye!

Ew qirşê ko paleyan didirûn û dikirin destik ji wan re dihate gotin: Melok. Paşê jî jinên melokvan ko li pey paleyan dimeşîn ew melok komdikirin û bi awakî rêkûpêk dikirin gidîş.

Dema roj dihat nava ezmana û berê xwe dida aliyê rojavayê çavê paleyan li riya taştê bû. Taştê jî belî bû: Savar. Bes çi savar? Di binê zerikê de dohnê esîl kom dibû. Digel wê savarê jî dew. Paleyan binçeng lê rast dikir. Dema dibû êvar û paleyan kar diberdan û vedigeriyan malê jî keyfê xilas nedibû, di rê de jî didomîya. Xort û qîzan di rê de qîr dikirin “lawik”an:

Emanema nemanem me çi got û ax deeellalêêê lêêê lê tu xeeeeyidî, looo,

Emanema nemanem giyayê mêrgan ax reeebeeenêê lêêê lêê li me seeeeridî looo,

Heçî ketî neqeba min û bejnika bilind de mêr bê neziwicê, ax jin bêêê lêê ne weeelidî looo.

Qizîkan jî bi heman evîndariyê bersivan lawikan dida û yek ji wan û yek ji yê dîtir ev lihevvegerandin hetaînî ketina gund de berdewam dikir. Me zarokan jî bêyî haya me ji naveroka wê hebe bi awakî masûmane li wan guhdarî dikir. Lê gelkî li hesaba me jî dihat û me dixwest zû em negîhîjî gund da ev rewş bidome.

Di demsala payizê de jî dema kelandina savarî dihat. Her malbatekê li gorî nifûsa xwe û mêhvanên ko bi texmînî ji wan re werin savar dikelandin. Deh elb, bîst elb, pêncî elb. Paşê jî pesnê xwe bi zêdebûna elbên ko kirinine savar dikirin. Heta tê gotin yekî gundî di sohbetekê de dibêje: “Me û mala axê dused û du elb genim kirin savar” Tu nabêjî yê mala axê dused elb in, yê wî jî du elb.

Piştî kelandina savêr, îca dor dihat hêrandina wê. Qîz û xortên gund di şevan de dor bi dor li malan digeriyan û savarê wan dihêran. Ema çi hêran… Te digot qey di wê malê de bûye dîlan. Dengê “Girê Sîra bi sîr e” diçû ber erş.

Di gundan de hestên arikariyê jî gelik bipêş de bûn. Dema di malekê de înşsat hebûya arîkariyê wê malê dihate kirin. Nexasim dema “axbanê”, ango kişandina axê bo serbanî de. Li şûna betona îroyîn.

Lehîstokên gund jî bêhed û bê hesap bûn: Holanê, gilçanê, biranê, deqanê, damanê. Dema yek ji kar xilas dibû hema berê xwe dida bênderan û dibû berendamê lehistikê û li benda berendamekî dî diman. Ya herî xweş jî ew bû ko dema yên mezin birranê dikirin û ji ber wê dibezin û vêca me zarokên kiçik kena xwe li beza wan dikir.

Payîzê dema koçer ji zozanan vedigeriyan dihatin konê xwe li nêzîkî gund datînan. Wê demê di navbera me û zarokên koçeran de cengek ya bi berkenîkan dest pê dikir. Ewqas ku heçku şer nebûya nedibû.. Lê pirî caran me ji ber wan baz dida. Ji ber ko ew di bikaranîna berkenîkan de gelik jêhatî bûn.

Îca dawetên gund: Dema dawet/dîlana yekî gundî çêdibûya hestên arîkariyê geş dibû. Jin-mêr ferq nedikir, tevlî dibûn, govend dirêj dibû. Her çiqwas ez nedireqisîm jî, lê reqsa ko min herî jê hez dikir ya “bablekan” bû. Min dixwest her dem ev şiklê reqsê hebûya.

Hela rojên îdan… Dema dibû îd tiştên welê derdiketin holê, mirov îro wê bihizrîne wê matmayî bimîne. Di gund de çend malên girgire yên di rojê îd/cejnê de xwarin didan gundiyan hebûn. Ango herkesî xwarin nedidan. Serê sibê dema gundî ji mizgeftê derdiketin raste rast berê xwe didan mala axê, bo xwarinê. Piştî ko ji wir radibûn mal bi mal li gund digeriyan. Malên ku xwarin nedabana jî çeqolat û çixare îkram dikirin. Îca dema gundî dihatin ber deriyê malekê, wezîfedarê ku dê çeqolat û çixareyan bidaya wan li ber derî amade dibûn. Melayê gund û çend yên “jixwefihêt” wek mirovan ango bi awakî întîzamî çeqolat û çixareyên xwe radikirin, yên dî bi awakî hêtrekî xwe diavêtin firaxa çeqolat û çixareyan û diavêtin erdê. Hem ew di nav herri û teqanê de diman, hem jî çeqolat û çixare… Piştî wê çendê ew qerebalix diçû maleke din ya xwarin didan, heçkû qet xwarin nexwarîn dîsa diketin ser de… Çi serê hewe gêj bikim wê rojê heta dibû nîvro herî kêm li 5-6 malan heman xwarin dixwarin. Sebeba wê jî ew bo ko di wê rojê de birinc û goşt hebû.

Carcaran jî zilamên gunda di kolaneke di navenda gund de diciviyan û sohbeteke li ser lingan saz dikirin. Her dudo-sê kesan li ser mijarekê dirawestiyan. Mijara sereke jî bîranînên wan yên leşkeriyê bûn. Bes qerebalixa ko ji wan derdiket diçû ber erş.

Di mizgefta gund de qederê 15-20 feqîyan hebûn ko perwerdehiya olî didîtin. Van feqiyan dema piştî nimêja xewtînan/eşayê di ber dîwarê mizgeftê de dihatin û diçûn û metnê xwe yên “nesere, nesera, neserû” dixwendin û şerê di navbera Zeyd û Emrê de geş dikirin hêjayî dîtin û guhdariyêbû.

Di gund de tirseke mezin ya me zarokan hebû, ew jî dîtina mamosteyî ya devreyî dibîstanê bû. Me dixwest çavê li Ezraîl bikeve lê çavê li mamosteyê dibistanê nekeve. Dema yek di kolanekê de rastî mamosteyî bihataba hema di cih de hem ji wir bazdida hem jî li havalên xwe dikir qêr û ew hişyar dikirin da ko ew jî xwe ji vê bobelata rûbirûbûna mamosteyî rizgar bikin:

-Kura bazbidin! Wele momoste ye!

-Birastî mamoste ye?

-Erê, wele mamoste ye; min bi çavê xwe dît; di wê kolaneyê de derbas dibû.

Zarokan digot “lingna mi qurban na” û “revreva Xwedê” direvîyan.

Ev reva me ya ji ber mamosteyî dişibî wan ajokerên bê “ehliyet” dema ji ber polêsên “hatûçûyê” direviyan.

Car caran hêj fêkiyan gund derneketî ji gundên çiya fêkîfiroşan fêkî dianîn gund, da bifiroşin; wek sêv, tirî karçik. Da ko hayê gundiyan jê çêbibe ko vaye fêkî hatine hewceyî bi xeberdanê hebû. Bi vê munasebetê fêkîfiroşî banî me dikir û digot “herin xeberê bidin gundiyan eve fêkî hatine û li filan malê ye, ez ê fêkiyan bidim we”. Li ser vê soza fêkîfiroşî em diketin nava gund û qêr û hey qêr:

-Hey hê! Werin tirîîî, ser bi ser (yan ser û nîv)

Heta du saetan me qirik li xwe diqetand, di dawiyê de fêkîfiroşê bê wijdan ûşiyek yan du ûşî tireh, yan çend lib sêv û karçik dida me.

Ax Wehsidê rengîn! Ez wan deverên te yên mîna dibistan, Dolka Şerî, Tirbkê Filha, Tehtka, Penîrê Xêro, Serê Sahya, Kirfa, Binya Dehlan û Seravê ko di her yek ji wan de bi dehan bîranînên min yên xweş û rengîn tê de derbas bûne tu caran ji bîr nakim. Hela ew havalên min yên hêja, esla.