29 Ocak 2011 Cumartesi

Panzdehemîn Salvegera Mirina Seydayê Min Mela Sûleymanê Şirnexî

Her tişt bi dengê zengilê telefonê dest pê kir. Ew telefona malkampax digel ewqas xizmetên girîng bo mirovan dike jî, lê belê carcaran xeberên nexweş jî bo wan digihîne. Wek çawan neh sal beriya hingê mirina pismamekî min î gelik hêja gihandibû min. Ji wê rojê û vir de ye dema ku zengila telefonê lêdixe tirseke mezin dikeve nav dil û canê min.

Wê rojê… Erê, wê rojê… dîsa telefon… dîsa xeberek reş….

Li aliyê din yê telefonê jineke xizmê min hebû û ev xebera nexweş digihande min:

“-Zû xwe amade bike, em diçin Şirnexê…Belê… Erê, gellik nexweş e.”

Tenê behsa nexweşinê dikir, behsa tiştekî din nedikir. Ji xwe haya min ji nexweşîna wî hebû. Lê mirina wî qet ne di fikr û mitaleya min de bû. Gotineke holê heye: “Xweyê mirî kor e.” Wê gotinê di wê demê de li ser me xuya dikir.

Min hema amadehiya xwe kir. Ji amirê xwe destûr xwest û hatim çaryanê ku li navenda bajêr bû. Li wir birayên min yên din digel xêzanên xwe rawestîyayî bûn û li benda min bûn. Ez jî li taksîya wan siwar bûm û me berê xwe da Şirnexa wêran.

Em çar kes bûn di taksîyê de… Deng ji kesî dernediket. Em tev melûl bûn. Heta wê demê jî min ew nexweş dizaniya, tiştekî din na. Bes hayê wan jê hebû. Min ji xwe re digot: ji xwe nexweş e, hema nexweşiya wî hîn girantir bûye, ew qas…

Taksiya me hinkê ji bajêr dûr ket. Em axivîn… Dema wan dît ku haya min ji mirina wî nîne, xebera reş ji min re gotin:

“-Ne miriye!!!”

Vê hevoka kin giyana min serobino kir. Xelk dibêjin, hinga filan tişt, yan bêhvan tişt çêbû dinya di çavê min tarî bû. Min ev biwêj mubalexe dizaniya. Lê belê wê rojê min ew rewş bilfiilî jiya. Dinya li ber çavê min bûn rengekî din, êdî min dinya nedidît. Sikûnetek kete nav mirovên di taksiyê de. Lê ez dibêm di nav wan de yê herî ecizbûyî, qehirî ez bûm. Lewra di dema bihûrî de gelek têkiliyên me, sohbet û havaltiyên me bi hev re çêbibû. Ew hem seydayê min yê ewil bû, paşê zavayê min bû, hem jî şirîkê min yê dikanê bû.

Em ji Geliyê Qesrikê derbas bûn. Me Çiyayê bimbarik yê Cûdî li pey xwe hişt. Dema çavê min li vî çiyayê ku navê wî di Qur’ana Pîroz de derbas dibe diket, bivênevê xeyalê min çûn dîrokê kûr. Li ser vê xaka pîroz çi bûye, çi nebûye.

Pêşî Evdê Şekûr, bavê dûyemîn yê mirovahiyê Cenabê Nûh hate ber çavê min. Dema qewmê wî ew diêşandin, lê guhdarî nedikirin, bi dîtina wî tiliyê xwe dixistin guhê xwe û ew jî neçar bû holê digot: “Rebbî înnî mexlûbûn, fentesîr=Xwedayê min, ez tûkçûyî me, alîkariya min ke!” ev qêra wî heçkû dihat ber guhê min. Hela rewşa wî û kurê wî. Weledê wî yê ku li wî guhdarî nedikir û di sefa gawiran de cî digirt, li ber pêlên qasî çiyayan diket û dimir. Dimir bes, ya ji mirina felakettir ew bû ku li ser kufrê çû. Hela xatûna wî… Ew xatûna ku di hemberî wê zatê bimbarik de bûbû sîxurê kafiran. Evan hemûyan qehra wî zêdetir dikir.

Xeyalan dev ji wî berda û ez ji wir anîm 400 salan beriya Mîladê. Dema ku babikên min, Kardukên cengawer di van çiyayên bimbarek de di hemberî dagirkerên Yuwnanî de têdikoşiyan û di vegera wan a ji welatên Persan de rehetî ji wan re nehiştibûn.

Wek çawa Ksenofon di pirtûka xwe ya “Vegera Dehhezaran” de behsa welatê min Kurdistanê dike û qehremaniya Kurdistaniyên wê demê ango Kardukan aniye zimên.

Ji wir hatim dewra şahê Birca Belek Bedirxanê mezin. Bedirxanê niştimanperwer, Bedirxanê Kurdperwer. Çawa di vê herêmê de hemberî artêşa Osman Paşêyê dagirker qehremanî û cengawerî nîşanî dost û dijmin dabû. Çawa di mintiqeya Botanê de îdareyek adil saz kiribû. Belê.. belê… Min çavê gerand, lê min leşkerên vî lehengî nedîtin. Li şûna wan de mîn xwe-firoş dîtin. Yên ji bo yî çend qurîşan birayên xwe dikujin min didîtin.

Ji nişka ve ez hatim ser hemdê xwe. Taksiya me bi lez ber bi Şirnexê ve diçû.

Demsal nava zivistanê bû. Bi gotina Çîlekêşê serdema bîstemîn zivistanê kifinê xwe yê sipî li xwe kiribû û rûyê erdê bi wî rengî xemilandibû. Hewa sahî bû û tavê dida erdê, lê hêza wê ya ku kariba berf bihelandiba nebû. Heywanên nazik û nazenîn ji bo ko zor û zehmetiya demsalê nebînin ji aliyî Wî Dilovanî ve hatibûn razandin, ketibûn xewa mirinê. Xweza xemilî bû. Dar, ber, teht, çiya, nuwal, gir… dibiriqîn. Mirov her dixwest ku lê binêriya, jê têr nedibû. Gorî bibim, erdnîgariya welatê min, çi qeder xweş bû, çiqas rewneqdar bû.

Ew milkê Kudan tev xêr û bêr e,

Alî’k me’den e, yek zîv û zêr e.

……..

Lê ji ber ko di mitaleya min de her ew û veqetana ji wî hebû min tamek ji temaşeya wê sînemaya belaş nedidît. Dilê min tejî ecziz bû; min dixwest wê ecza xwe bidim der, bes min nedizaniya wê ecza xwe di serê kê re derxista. Dema ez di ber heyberan re derbas dibûm, min bi çavê neyartiyê li wan dinêriya. Heçko sedema mirina wî ew bûn. Dilê min digote min wan tirimbêlên di ber me re derbas dibin, rawestîne, mirovên tê de jê peya bike û ji wan pirsiyar bike ka çima ew miriye?

Dîsa ew hate bîra min. Sohbeta wî, xeberên wî yên xweş.. Axx! Êdî ez ê neyêm Şirnexê û li wê sohbeta te ya Ol-perwer û niştîman-perwer guhdarî nekim. Ez ê êdî ji devê te guhdarîya van qesîdeyên Mewlana nekim:

“Selwe sehî-qed xemilî,

Lew kemilî mestane reqs,

….

Muhbetê, mihnet di zor in,

Hub dibêm bêşik bela ye.

…..

Bêhisap şox û şepalê li Melê qehr û xeder kir,

Ne em anîne xiyalê ne li halê men ezer kir.

Ew sohbetên me yên di wan şevên dirêj de… Geh me behsa belengaziya gelê xwe û azadiya welatê xwe dikir, geh me ew derî digirt û me deriyeke din vedikir; deriyê dîn û diyanetê .. Me behsa Rîsaleê Nûr, behsa Ustadê xwe dikir. Ji nişka ve jî te qîr dikir.

“Sebahûl-xeyrî xanê min!”

Ax!!! Ez ê jî mîna Mewlana Cizîrîyê ku ji ber şewta hîcrana dilbera xwe şewitî bikim qîr hawar:

“Ah-ê eyyamên wîsalê weko xweş borî û çûn,

Ew şeraba îş û noşî ma li pêşber min serab.”

Çendîn caran ji bo ku te bibînim û dengê te yê nerm seh bikim hatibûm Şirnexê… Cendîn caran tu bi xwe jî ji ber vê çendê hatibûyî Cizîra Botan.

Axx! Mela Sûleyman ez qet wan rojên xweş yên di navbera min û te de derbasbûyî ji bîr nakim. Dema te dersa min ya kitêban digote min te xwe bi min ve diêşand, dakû ez baş hîn bibim. Dema te digot “îza kanel emrû” û tu li benda min disekinî da weke bersiv “kezalîke”yê bibêjim, hêjan li ber çavê min e. Dema tu li mizgeftê bûyî û ez jî derve bûm. Min çixare dikişand û te jî şîret li min kir ko dev jê berdim. Her çiqas hingê min nekarîbe xwe û dev jê berneda be, lê şîreta te di pêşerojê de cihê xwe girt û min dev jê berda.

Axx, Mela Sûleyman, ew exlaqê te yê spehî qet ji bîra min naçe. Hela ew xûyê te yê nerm.. Te adeta xwe li hedîsa Fexrê Kaînat ya “Kade-l helîmû en yekûne nebîyye” girtibû. Ew hilma te… Ma hilm tenê, sidq û rastiya te, teqwaya te, hemû di lotkeya herî jor de bûn.

Min li nik xwe digot gelo cenaze rakirine an na. Heke ranekiribin wê derfet ji min re çêbibe ku ez ê wî di rewşa mirî de bibînim. Heke ez bibînim dê haleta rûhîya min ya hingê wê çawabe!

Di dawiyê de em gihîştin Şirnexê…Şirnexa wêran…Şirnexa ku ew ne têde . Ev dibû cara yekem ku ez dihatam Şirnexê lê ez wî nebînim. Taksîya me bi eciz li caddeyên vî bajarî de digeriya. Heçkû ewê jî qehr û kula sivarvanên xwe par ve dikir. Di dawiyê de li ber deriyê wî rawestiya. Ax ew derî… Xwediyê wî derîyî çiqas ez bi awakî germ pêşwazî kirime. Lê îro… Xwediyê wî derîyî êdî alema xwe guhûrtibû.

Zarokên wî xwaharziyên min… Ez dibêm qey gotina “xwarzî” ji bo wan şaş bû. Lewra xwiha min çi qederî nêzîkî min bû, ya kêm ew jî ew qeder nêzîkî min bûn. Ji ber wê çendê gotina “birazî” bêtir di cihê xwe de bû.

Çawa ez dîtim qîr û hawarên wan çû ber erş. Di nav qîr û hawarên wan de ez ketim wê odeyê ku ew tê de bû. Lê çi heyf! laşek bêgiyan têdebû.

Min spasiya Xwedê kir ku derfet da min ko li ser te nimêja cenazeyî bikim û te ber bi gorê ve bibim.

Erê Mela Sûleyman tu jî çûyî… Ez dikarim li pey te vê bibêjim di vê dinyaya xapînok de min du dostên sadiq dîtin; yek ji wan tu, yê dî jî ruhê min, canê min Mela Îhsanê kurê Seyîd Selmanê sietçêker. Beriya ku tu bar bikî, biçî bi heft salan ewî bi hîcrana xwe nîvê giyanê min ji min stand û çû,. Bawerim nîvê mayî jî dê tu bi xwe re bibî.

Lê ji ber ku em bawermend in û li gori baweriya me mirin ne neyîn e, ne fena ye, ne vemirîn e; belkî gehiştina dost û xizman e, em bi mirinê serbilind in. Tu çûyî em ê jî li pey te werin

Li benda me bimîne, li benda me…

Abdulkadîr Bîngol Abdulkadirbîngol@gmail.com