20 Ekim 2010 Çarşamba

Wehsida Rengîn û Dema Zaroktiyê

Ew cî û warên ku mirov lê mezin bûyî û zaroktiya wî lê derbas bûyî çiqas dem di ser de derbas bibe jî bila bibe qet ne gengaz e ko ji bîra mirov derbikeve; her dem di bîra mirov de ye.

Ciyê ku beşeke mezin ya zaroktiya min lê derbasbûyî gundê Wehsid e ko ser bi navçeya Girka Emo/Silopya ve ye. Serê pêşî ez dixwazim vî gundî bi we bidim nasîm paşê vegerim li ser bîranînên xwe yên vî gundî û jiyana rojane ya gundan:

Wehsid… Navê vî gundî ji ku tê? Hin dibêjin ji ber ko ehlê gund gelik hesûd bûn, çavnebar bûn ji ber wê çendê ev nav lê hatiye kirin: Hesûd=Wehsid. Lê li gor baweriya hinên din sedema binavkirina vî gundî a Wehsidê ewe ko ev gund musaidî çandiniyê ye, dexl û danê ko jê tê pir zêde ye. Wehsid: Hesad/çandinî/paleyî.

Wehsid gundekî gelik xweş e; derdora wî vekiriye. Di dema ku ez li wir bûm ava wê ji Bêspinê dihat. Hingê du aş li ser wê avê dişuxilîn. Yek digotin aşê mala Hacî Ehmed (Babê Silêman Soysal. Rehmeta Xwedê lê be, Silêman Sosysal malmezinekî gundê Seletînê bû, mirovekî gelik merd û nander bû. Di zaroktiya xwe de rojekê ez lê bûbûm mêhvan. Ew sohbeta wî ya xweş hêjan li bîra min e. Herweha mirovekî welatperwerbû. Ji ber wê çendê di wê dema zulm û zorê de ji destê hêzên tarî ve hate şehîdkirin) Aşê dî jî yê mala Ehmed Axa (Ahmet Tatar) bû. Xelkê kîjan aş bixwestana diçûna wî. Carcaran jî tercîha xelkê ji ber zêdebûn an jî kêmbûna “mizî” dihate guhertin.

Sê aliyê gund dehl bûn. Aliyê wê yê rojava ko diçû gundê Tilqebînê tenê vale bû. Du-sê malê mîna me biyanî ne têde teqez her kesî dehleke wan hebû. Pêwistiyên xwe yên fêkiyan ji wan dehlan bidest dixistin. Heta dibû ku fêkiyên ji hewcehiya wan zêde bikirana dibirin li navenda Silopya difirotin jî.

Di navbera Wehsid û Tilqebînê de dolek hebû digotinê “dolika şer î.” Li gor riwayetan dema berê di vê dolê de şerekî gelik mezin di navbera herdu gundan de rûda bû. Ji ber wê çendê ev nav lê hatibû kirin. Di bakûrê gund de bi navê “axkendîlkê-axkendalkê” derek hebû, axa sor lê hebû. Gundî ji bo yî dûdana malên xwe axa sor ji wê dê dikişandin. Lê ji ber ko axa sor di bin çend mêtrû axa reş de encax derdiket xelk mecbûrî kolandinê bûn. Bi derbasbûnê demê re ew der bûbû kendal. Gundî diçûn di bin kendêl de axa sor dikolan. Vêya jî bi xwe re xetereyên mezin dianîn. Gelek caran ew axkendalik diherifî û xelk diman bin de; birîndar dibûn, dimirin. Ez bi xwe jî çend caran bûme şahidê bûyera herifandinê.

Gund ji aliyê eşîrî ve têkilhevbû. Her çiqas xwecihên gund ji eşîra Silopîya bûn, lê ji Şirnexiyan bigre hetanî Batûyan, ji Sipêrtiyên bigre heta Sindî û Zêwkiyan gelik eşîr li gund nîştecî bûbûn. Şirnexî di navbera xwe de parçe parçe bûn. Bilikî, Xalûmerî, Cafirî (Malmela) û Dûdanî. Dûdanî jî du beş bûn. Pisaxa û Kurmanc. Pisaxa jî du beş bûn. Mala Osman Axa û mala Ehmed Axa. Di wê dema ku ez li wir bûm de mezinahî û key/muxtartîya gund pêşî di destê mala Ehmed Axa de bû, paşê jî veguhest mala Osman Axa.

Wek her derê ji wî gundî jî fitne, fesadî û berberî kêm nedibû. Carînan seba tiştekî gelik bêqîmet di nav bera du malbatan de şerekî mezin rû dida û dibû sedema bîrandarbûna gelik kesan. Lê ya herî sosret şerên mezin roja înê û piştî nimêja xutbê derdiket. Di wê rojê de heçkû hayê her kesî jê hebe ko wê şer derbikeve her kesî kopalê xwe yê stûr û sikeyê serhêsin dianîn û piştî nimêja xutbeyê li hewşa mizgeftê disekinîn û li hêviya şerî diman. Wek pûşê benzin li ser de hatibe reşandin û hêviya qitîskekê bit. Paşê jî gurm û hey gurm. Di dawiyê de melayê gund û hin gundiyên bêalî diketin navbera wan û dawî li şêr dianîn. Lê tişta baş bû ew ku du îstîsna ne têde bûyerên kuştinê çênedibûn.

Di gund de jiyan gelik xweş û rengîn derbas dibû. Her demsalekê karekê wê yê cihê hebû. Di pahîza derenk de dest biçûna êzingan dihate kirin. Di malê de ji wî kesê ku diçû daran re “darî” dihate gotin. Hê zivistana reş û dirêj nehatî her kesî têra xwe êzing kom dikirin. Paşê jî cot diger dewreyê. Bi hatina biharê re karê salane dest pê dikir. Serê ewil bo sewalan giya dihate komdikirin. Giyayê zêde mayî jî dikirin “rîsî” bo zivistanê hiltanîn. Di serê meha Hezîranê de dirûna cehî çêdibû, paşê jî ya genim. Dû re paleyî, şixre, cercere, hilavêtin, kişandina dexlî bo embaran.

Karê herî zor, lê belê digel wê zoriyê jî xweş û bikeyf palehî bû. Her roj serê sibê, hê roj derneketî paleyan berê xwe didan zeviyê û di ber qirşî de dibûn rêz. Du texlîtên dirûna dexlî hebû:

l) Ji xwe re me re. Ango paleyan bikêfa xwe û bi awakî serbest dexil didirûn. Dema bixwestaban dikariyan pişta xwe rast bikirana.

2) Dudasî. Ango hemû paleyan bi hev re bi fermana serpaleyî das diavêtin qirşî û dikişandin. Di aliyê rastê yê rêza paleyan de bi navê “serpale” paleyek herî jîr hebû. Wateya serpaleyî ew bû ko ew palekî gelik jêhatî bû. Wî serpaleyî bêyî pişta xwe rast bikira dikarîbû biqasî 200-300 metreyan biçûya. Di aliyê çepê yê rêzê de jî “rindale” hebû. Mercekî dî yê dûdasiyê jî ew bû ko bi hev re stran digotin:

Ax hay Memo! Memo, Memooo Memyaaanî!

Jarooo Memoo! Memo, Memooo Memyaaanî!

Ax, hay Memo! Day kooorebîîî rim daaanî!

Jaroooo Memoooo! Day kooorebîîî rim daaanî.

Ev stran bi awakî welê dilgerm û dilşewat dihate gotin ko êdî haya paleyan ji pişta wan û ji qerimandina wan nediman.

Bila baweriya hewe bêt dema strana “Memo” dihate gotin ew dîmena ko diya Memo di wê xewa şirînde rim li Memoyê xwe dida û dil û hinavên wî perçe perçe dikir dihate li ber çavê min û ne bi qasî diya Memo jî be lê dilê min jî bi Memoyê reben dişewitî.

Carcaran jî serpaleyan da ku şewqa paleyan a li ser dirûnê zêde bike û qerimandina wan hinkê daxe jêr bandikir paleyekê. Wekî mînak:

-Ka Salih, ka Salih?

Salih jî da ko zîndebûna xwe a derbarê karî de bîne zimên û bi havalên xwe bide zanîn ko ew ne westiyaye ev pirsa serpaleyî bi vî rengî dibersivand:

-Hazir Xwdê ye; hazir Xwedê ye!

Ew qirşê ko paleyan didirûn û dikirin destik ji wan re dihate gotin: Melok. Paşê jî jinên melokvan ko li pey paleyan dimeşîn ew melok komdikirin û bi awakî rêkûpêk dikirin gidîş.

Dema roj dihat nava ezmana û berê xwe dida aliyê rojavayê çavê paleyan li riya taştê bû. Taştê jî belî bû: Savar. Bes çi savar? Di binê zerikê de dohnê esîl kom dibû. Digel wê savarê jî dew. Paleyan binçeng lê rast dikir. Dema dibû êvar û paleyan kar diberdan û vedigeriyan malê jî keyfê xilas nedibû, di rê de jî didomîya. Xort û qîzan di rê de qîr dikirin “lawik”an:

Emanema nemanem me çi got û ax deeellalêêê lêêê lê tu xeeeeyidî, looo,

Emanema nemanem giyayê mêrgan ax reeebeeenêê lêêê lêê li me seeeeridî looo,

Heçî ketî neqeba min û bejnika bilind de mêr bê neziwicê, ax jin bêêê lêê ne weeelidî looo.

Qizîkan jî bi heman evîndariyê bersivan lawikan dida û yek ji wan û yek ji yê dîtir ev lihevvegerandin hetaînî ketina gund de berdewam dikir. Me zarokan jî bêyî haya me ji naveroka wê hebe bi awakî masûmane li wan guhdarî dikir. Lê gelkî li hesaba me jî dihat û me dixwest zû em negîhîjî gund da ev rewş bidome.

Di demsala payizê de jî dema kelandina savarî dihat. Her malbatekê li gorî nifûsa xwe û mêhvanên ko bi texmînî ji wan re werin savar dikelandin. Deh elb, bîst elb, pêncî elb. Paşê jî pesnê xwe bi zêdebûna elbên ko kirinine savar dikirin. Heta tê gotin yekî gundî di sohbetekê de dibêje: “Me û mala axê dused û du elb genim kirin savar” Tu nabêjî yê mala axê dused elb in, yê wî jî du elb.

Piştî kelandina savêr, îca dor dihat hêrandina wê. Qîz û xortên gund di şevan de dor bi dor li malan digeriyan û savarê wan dihêran. Ema çi hêran… Te digot qey di wê malê de bûye dîlan. Dengê “Girê Sîra bi sîr e” diçû ber erş.

Di gundan de hestên arikariyê jî gelik bipêş de bûn. Dema di malekê de înşsat hebûya arîkariyê wê malê dihate kirin. Nexasim dema “axbanê”, ango kişandina axê bo serbanî de. Li şûna betona îroyîn.

Lehîstokên gund jî bêhed û bê hesap bûn: Holanê, gilçanê, biranê, deqanê, damanê. Dema yek ji kar xilas dibû hema berê xwe dida bênderan û dibû berendamê lehistikê û li benda berendamekî dî diman. Ya herî xweş jî ew bû ko dema yên mezin birranê dikirin û ji ber wê dibezin û vêca me zarokên kiçik kena xwe li beza wan dikir.

Payîzê dema koçer ji zozanan vedigeriyan dihatin konê xwe li nêzîkî gund datînan. Wê demê di navbera me û zarokên koçeran de cengek ya bi berkenîkan dest pê dikir. Ewqas ku heçku şer nebûya nedibû.. Lê pirî caran me ji ber wan baz dida. Ji ber ko ew di bikaranîna berkenîkan de gelik jêhatî bûn.

Îca dawetên gund: Dema dawet/dîlana yekî gundî çêdibûya hestên arîkariyê geş dibû. Jin-mêr ferq nedikir, tevlî dibûn, govend dirêj dibû. Her çiqwas ez nedireqisîm jî, lê reqsa ko min herî jê hez dikir ya “bablekan” bû. Min dixwest her dem ev şiklê reqsê hebûya.

Hela rojên îdan… Dema dibû îd tiştên welê derdiketin holê, mirov îro wê bihizrîne wê matmayî bimîne. Di gund de çend malên girgire yên di rojê îd/cejnê de xwarin didan gundiyan hebûn. Ango herkesî xwarin nedidan. Serê sibê dema gundî ji mizgeftê derdiketin raste rast berê xwe didan mala axê, bo xwarinê. Piştî ko ji wir radibûn mal bi mal li gund digeriyan. Malên ku xwarin nedabana jî çeqolat û çixare îkram dikirin. Îca dema gundî dihatin ber deriyê malekê, wezîfedarê ku dê çeqolat û çixareyan bidaya wan li ber derî amade dibûn. Melayê gund û çend yên “jixwefihêt” wek mirovan ango bi awakî întîzamî çeqolat û çixareyên xwe radikirin, yên dî bi awakî hêtrekî xwe diavêtin firaxa çeqolat û çixareyan û diavêtin erdê. Hem ew di nav herri û teqanê de diman, hem jî çeqolat û çixare… Piştî wê çendê ew qerebalix diçû maleke din ya xwarin didan, heçkû qet xwarin nexwarîn dîsa diketin ser de… Çi serê hewe gêj bikim wê rojê heta dibû nîvro herî kêm li 5-6 malan heman xwarin dixwarin. Sebeba wê jî ew bo ko di wê rojê de birinc û goşt hebû.

Carcaran jî zilamên gunda di kolaneke di navenda gund de diciviyan û sohbeteke li ser lingan saz dikirin. Her dudo-sê kesan li ser mijarekê dirawestiyan. Mijara sereke jî bîranînên wan yên leşkeriyê bûn. Bes qerebalixa ko ji wan derdiket diçû ber erş.

Di mizgefta gund de qederê 15-20 feqîyan hebûn ko perwerdehiya olî didîtin. Van feqiyan dema piştî nimêja xewtînan/eşayê di ber dîwarê mizgeftê de dihatin û diçûn û metnê xwe yên “nesere, nesera, neserû” dixwendin û şerê di navbera Zeyd û Emrê de geş dikirin hêjayî dîtin û guhdariyêbû.

Di gund de tirseke mezin ya me zarokan hebû, ew jî dîtina mamosteyî ya devreyî dibîstanê bû. Me dixwest çavê li Ezraîl bikeve lê çavê li mamosteyê dibistanê nekeve. Dema yek di kolanekê de rastî mamosteyî bihataba hema di cih de hem ji wir bazdida hem jî li havalên xwe dikir qêr û ew hişyar dikirin da ko ew jî xwe ji vê bobelata rûbirûbûna mamosteyî rizgar bikin:

-Kura bazbidin! Wele momoste ye!

-Birastî mamoste ye?

-Erê, wele mamoste ye; min bi çavê xwe dît; di wê kolaneyê de derbas dibû.

Zarokan digot “lingna mi qurban na” û “revreva Xwedê” direvîyan.

Ev reva me ya ji ber mamosteyî dişibî wan ajokerên bê “ehliyet” dema ji ber polêsên “hatûçûyê” direviyan.

Car caran hêj fêkiyan gund derneketî ji gundên çiya fêkîfiroşan fêkî dianîn gund, da bifiroşin; wek sêv, tirî karçik. Da ko hayê gundiyan jê çêbibe ko vaye fêkî hatine hewceyî bi xeberdanê hebû. Bi vê munasebetê fêkîfiroşî banî me dikir û digot “herin xeberê bidin gundiyan eve fêkî hatine û li filan malê ye, ez ê fêkiyan bidim we”. Li ser vê soza fêkîfiroşî em diketin nava gund û qêr û hey qêr:

-Hey hê! Werin tirîîî, ser bi ser (yan ser û nîv)

Heta du saetan me qirik li xwe diqetand, di dawiyê de fêkîfiroşê bê wijdan ûşiyek yan du ûşî tireh, yan çend lib sêv û karçik dida me.

Ax Wehsidê rengîn! Ez wan deverên te yên mîna dibistan, Dolka Şerî, Tirbkê Filha, Tehtka, Penîrê Xêro, Serê Sahya, Kirfa, Binya Dehlan û Seravê ko di her yek ji wan de bi dehan bîranînên min yên xweş û rengîn tê de derbas bûne tu caran ji bîr nakim. Hela ew havalên min yên hêja, esla.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder