20 Ekim 2010 Çarşamba

Cizîrî û Xwarina Nan û Sîrikê

Di çanda xwarina Cizîrê Botanê de hetanî van salên dawî jî cihekî girîng yê xwarina nan û sîrikê hebû. Nexasim sibehan… Sibehan gava sîniya xwarinê dihate ber yê Cizîrî hema wî çavê xwe li sirikê digerand. Eger di sîniyê de sîrika belek heba, ev besî wî bû; êdî hewceyî bi pêxwarineke din nedît. Nemaze eger ew sîrik sîrika Kiçan (*)bûya, êdî kêf kêfa wî bû. Şayet naneke germ û qelayî yê firinê û çayeke qaçax jî hevaltiya wê sîrika xweş kiriba dawet bû.

Serê sibehê dema mirov di sûk û kolanên Cizîrê de derbas dibû ji ber bêhna wê sîrika xweş mirov mest dibû. Mirov di kolanan de liqayî zarokan dihat. Hin nûka diçûn sûkê, hin jî ji sûkê vedigeriyan malê xwe. Yên ji sûkê dihatin di destê wan de pakêtên kiçik, di nav wan pakêtan de jî sîrik.

Li sûkê jî mirov didît ku zarokên bajariyan di ber dikanên sîrik-firoşan de bûne rêz, li xwediyê dikanê dikirin qîr. Yekî digot:

“Xalo, ka buhayê banknotekê sîrik bide min”,

Yê dî digot:

“Xalo, buhayê nîvbanknotê...”

Yekî din jî digot:

“Xalo, wele babê min gotiye silavan li xalê bike bibêje bila sîrika xweş bide te.”

Êdî xaloyê reben mabû heyirî ka berê xwe bidaya kîjan ji wan.

Dikandarên ku di sûkê de sîrik difirotin jî sîrik ji wan re bûbû sifet yan jî paşnav. Di serî de Subhîyê Sîrkê, birayê wî Methiyê Sîrkê (ev herdu kes hêjan dijîn. Xwedê temenê wan dirêj ke), Mehme Salihê Miho Garîsî, Ehmedê Miho Garisî, Behçet (Behco), Hebeşê Sîrkê wek esnafên vî karî dihatin nasîn.

Di navenda Cizîrê adeteke din jî ya xwarinê sîrikê hebû. Yanê sîrik ne tenê li malan de dihate xwarin. Hinek hebûn ku nedixwestin di malên xwe de, di nav zarokên xwe de xwarina sibehê (qahwaltî) ya bi sîrik bixwin, kêfa wan jê re dihat ku ewne herin sûkê, di çayxaneyan de bixwin. Hin zarokên malmezinan, hin karmendên dewletê, hin kesên bêmal û yên di navbera wan û malînên wan da pirsgirêk heyîn di vî sinfî de cî digirtin. Bi vê munasebetê serê sibehan radibûn diçûn çayxaneyan, li ser maseyan dirûniştin û şagirtê çayxaneyan dişandin dikanên sîrok-firoşan sîrik distandin, paşê jî qetek nan ji firinan didan anîn û bi çayê dixwarin. Hin hebûn tena serê li ser maseyekê, hin jî digel havalên xwe, çar pênç, şeş kes bi hev re… Carînan jî li gorî rewşa wan ya aborî, hin pêxwarinên din li nik sîrikê cî digirtin û bi vî hawî maseya wan ya xwarinê rengîn û zengîn dibû. Wek qetikên bacanê sor, xiyar, zebeş û firaxek qeymax yan jî tok.(**) Dema maseya wan dewlemend bûya jî, di ber xwarinê re berê xwe didan cadeyê û bi wê devoka xas ya Cizîrê xelk vedixwendin xwarinê:

“Were yabo, were!” (***)

Gelik caran jî di nav wan kesên ku bi vê armancê dihatin çayxaneyê de hin mirovên exlaq-nexweş jî derdiketin. Ev kesana dema dihatin dirûniştin ya nemayî dianîn serê çayfiroş û şagirtên wan. Çayfiroşan, gotin di cî de be ji ber van dabûn ber qaqa reş. Lê dengê xwe nedikirin, sebir dikirin, da berê mûşteriyên wan nekeve derekî din.

Kerem kin em yekî Cizîriyê navê wî Hemet (****) ku sibehê ji bo xwarinê hatîbû çayxaneyê teqîp bikin ka hetanî çayekê vexwe û çar qurîş fayde bide yê çayfiroş çi anîye serê wî û şagirtê wî:

Hemet serê sibehê rabû, cilê xwe li xwe kir, bi eciz berê xwe da xanimê xwe û biryara xwe ya xwarinxarinê jê re ragihand:

“-Ezê îro jî li sûkê xwarinê bixwim, temam!”

Ji xwe ji bilî erê bike û bibêje “temam” tiştekî din di destê jinika reben de nebû.

Paşê jî berê xwe da sûke, kete çayxaneya ku her roja Xwedê diçûyê, merhabakî ne jidil da yê çayfiroş û hema li ser kursîyê wêrê rûnişt û lingek li ser lingekê re avêt. Mad û mirûçê wî kirî, wekî ku keştiyên wî di Behra Reş de noqî bûbin. Berê xwe da noqteyekê û sekinî, heçkû haya wî ji derdora wî neyî.

Çayfiroş:

-Merheba Hemet, tu bi xêr hatî!

-Çi xêr, çi hal!

-Xêr e yabo! Çi bûye dîsa?

-Ma çi nebûye? Her tişt bûye. Hema dev jê berde!

-Belê!

Çayfiroşê reben jî ji ber ko xûyê wî yê hişk dizanîbû tavilê ferman da şagirtê xwe da ew here nik wî û emrê wî bi cî bîne. Ji bo ko tu bûyerên nexwe dernekeve. Şagirt çû ba wî got:

-Kerem ke ezbenî! Ka çi emrê te heye!

Hemet pêşî ji serê wî hetanî lingê wî li şagirtî nêrî û paşê jî weke ku fermandarê leşker emrî bide yê di bin xwe re, yan jî heçkû ew şagirt xulamê babê wî be, lê kir qîr:

-Zû bibeze here cem Hemed Salihê Pakêtan, paketeke tûtina sor ji min re bîne, lê ecele bike, ha!

Gava ewî ev emir dida şagirtî, çayfiroş jî ji mecbûriya halê xwe herwekî fermana wî “erê” bike li rûyê Hemet dibeşişî; paşê jî bi awirên tûj li şagirtî dinêrî da daxwaza Hemedî zû bicî bîne.

Şagirt reben bez’ek da xwe û di eynî deqîqeya xwe de pakêta tûtinê anî û raberî Hemedî kir.

Vêca dor hatibû fermana dûwemîn:

-Zû here mifsikê ji min re bîne, da ez tûtina xwe têde mifsik bikim.

Şagirtê ku di neqeba çav û birhan de mifsik jê re anîbû û bi edep li ber de rawestiyabû, fermana sêyemîn ji Hemedî wergirt:

-De îca here cem Subhîyê Sîrkê bûhayê nîv banknotê sîrik bîne û paşê jî here cem Ebdulletîfê fırınvan qetek nanê baş pijayî bîne, lê zû!

Di vê navberê de wî jî qotiya xwe ya çîxarê ji berîka xwe ya piştê derxist û tûtina têde ya qaçax valekir ser ya pêkêta sor, tevlîhev kir û di mifsikê de baş mifsik kir, ji bo nermbûnê hinek av li ser reşand û ji dilê xwe re çixareyek pêça.

Şagirtî sîrik û qeta nanî danî berde. Hemedê min û te dest avêt sîrikê bire ber kepiyê xwe û bîn kir, bîn kir, bîn kir. Paşê jî li şagirtî kire qîr:

-Kura! Qey min negotibû te here sîrikê ji nik Suphiyê Sîrikê bîne!

-Belê ezbenî, te gotibû

-Ê!

-Ê, min jî ji cem wî anî!

-Ê, nexwe ev çi bîne jê tê?

-Wele ez nizanim ezbenî.

-Here vê sîrikê biavêje jê re û hinek dî ji cem birayê wî Methî bîne.

-Belê ezbenî!

Piştî ku ew sîrik çû û texlîteke dîn ya sîrikê jê re hat, Hemet nanê xwe û sîrika xwe li ser maseyê pehin kir, çixara xwe ya pêçayî jî danî rexê maseyê, ji vexwarinê re amade kir. Îcar dor dora çayê bû. Gazî kir çayfiroşî:

-De ka çayeke xweş bîne; lê bila dema nû be ha!

Çayfiroş

-Bel ezbenî, ser serê xwe!

Çayfiroş lotikek da xwe û bil ez û bez çayek danî ber birêz Hemet.

Hemet pêşî li qedeha çayê nêrî, paşê jî berê xwe da çayfiroşî û bi awakî hêrs jê re got:

-Ev çi ye

-Çay e, ezbenî.

-Erê çay e, ez jî dizanim çay e, ma qey min gotiye dew e! -Lê ev çi çay e,

-Çawa ye ezbenî,

-Çi ezbenî çi hal, qey min negotibû te bila dema nû be!

-Ezbenî dema nû ye

-Dema nû holê ye?

-Belê ezbenî!

-Hek ev dema nû ye, Xwedê mala te xirab bike, yan ya min!

-Ezbenî bi gora babê xwe kim, nûka ya babê te, ev çay çaya dema nû ye.

-Bila, vê carê wekî te be, lê wele carek dî ez çayeke bi vî rengî bibînim, soza Xwedê li ser can û cesedê min ketibe ez êdî di ber vê çayxaneya te re jî derbas nebim. Te seh kir!

-Belê ezbenî min seh kir.

Hemet ku bi hêrs heqê çayê dida çayfiroşî, çayfiroş jî mitale dikir, gelo ev feydeya ku ji çayekê jê re hatiye li ber vê qehr û zehmetiya wî û şagirtê wî dikeve an na…

(*) Kiçan eşîreteke Botanê ye. Bi sîrika xwe ya xweş bin av û deng e.

(**) Li herêma Botanê ji ya gamêşa re dibêjin “qeymax”, ji ya pêz re dibêjin, “tok”, “tûwik”.

(***) Bi giştî xelkê Cizîrê ji navên Muhemed re “Hemet” dibêjin.

(****) Ev peyva “yabo”yê û awayê bikaranîna wê xasî xelkê navenda Cizîrê bi tenê ye. Hetta, ehlê derdora Cizîrê dema bixwazin teqlîda yekî Cizîrîyê esîl bikin vê peyvê bikartînin û bi vî awayî henekan lê dikin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder