20 Ekim 2010 Çarşamba

Tahirê Berber (Teyro) û Dadgerê Cizîrê

Tahirê berber ko di nav gel de weke “Teyro” dihate nasîn yek ji wan berberan bû ko di sûka Cizîra Botanê de dikana wî ya berberiyê hebû û têde kar dikir.

Rojekê Teyro piştî ko ser û rihê muşteriyê xwe qusand, ew ava ko ji ber qusandina rihê wî zêde mabû rijande ber devê dikana xwe. Wê avê di ber deriyê dikanê de golikek çêkir. Dadgerê Cizîrê jî tam di wê demê de di ber deriyê dikanê de derbas dibe. Lingê wî dikeve nava wê golka avê. Delinga pantorê wî dilewite. Dadgerê Cizîrê bit û lingê wî bikevit nav wê avê de û bilewitit! Her wekî ew li ser sûc de girtibe tavilê gazî Teyro kir û sedema rijandina avê ya li ber devê dikanê bi awayekî tund jê pirsiyar kir, li ser serê wî de xurî û nîşanî wî kir ko ew ji ber vê bûyerê gelik hêrs bûye. Teyroyê belengaz jî li gorî hêza xwe û biqasî ko zimanê wî geriya bersiva wî da û xwest ko vê bûyerê bi awayekî sivik li ser xwe derbas bike. Bes dadgerê min û te qet û qet wekî Teyro hizir nedikir. Ji wir cihê bû çû, lê belê çi çûyîn! Di ber çûna xwe de wekî bêje “emê hevûdu bibînin” serê xwe li Teyro hejand.

Piştî du saetan du polês li ber dikana Teyro diyar bûn. Teyro herçiqas ev hizir nedikir ko wê bûyer bigihîje vê radeyê jî lê vê nehizirkirina wî destê wî ji kelemçeyê xilas nedikir. Mad û mirûçê polêsan welê kiribû ko heçko keştiyê wan di Behra Reş de qulibîbin. Teyro cesaret nedikir li rûyê wan binêre. Erê Teyro êdî bertawan (bersûç) bû. Tawaneke (sûceke) zor mezin kiribû Teyro! Av rijandibû ber deriyê dikana xwe, av! Av lo av! Av qe ya rijandinê bû!

Erê Teyro di bêşberî dadgerî bû û bertawanê tawaneke ko cezayê wê di Qanûnê Cezayê ya Tirk de nebû bû. Dadger ji ber ko tola xwe jê distand gelik kêfxweş bû. Carcaran pişta xwe dida palkursiyê xwe û xwe pi paş de dida; carcaran jî xwe bi pêş de dida. Ev helwesta wî nîşaneya kêfxweşiya wî bû. Emê Teyro û dadgerî di rewşa wan de bihêlin û werin ser mesela berberên dî yên Cizîrî, ka dema wan ev bûyer sehkirin çi reaksiyon nîşan dan.

Berberên Cizîrê dema ev bûyer seh kirin, gelik eciz bûn û ji bo ko rewşê binirxînin bi zû zû xeber ji hev re şandin û gotin di cî de be wek rewşa awarte îlan bikin di dikanekê de civiyan. Piştî gotûbêjên dûvdirêj biryarek gelik tund girtin. Di vê biryara ko li hemberî hewildana dadgerî weke bertek hatibû girtin de dihate destnîşankirin ko hetanî doza Teyro ji holê ranebe hemû berberên Cizîrê dê dikanên xwe venekin û dê dadgerî protesto bikin. Ev biryara ko gelik tûnd bû tavilê kete mer’îyetê û derabe hatin xarê. Êdî dikanên berberan girtîbûn. Vê biryarê bandoreke neyînî li xelkê hemûyê, nexasim li tebeqeya elît û bûrokratê kir.

Piştî ko dadger ji biryara berberan agahdar bû hemleyek dî kir û di derbarê hemû berberan de doz vekir. Cenga di navbera berberan û dadger de herku diçû sortir dibû. Xelkê jî ev rewş hem bi xemgînî, bi qasî wê jî bi meraq dişopand.

Li Cizîrê dikanên berberan venedibûn. Xeber di demeke kurt de li Cizîrê belav bû. Civcivek kete nav xelkê. Millet bi vê xeberê radibû û rûdinişt.Her kesî li gorî xwe bûyer şîrove dikir. Ekserê gel piştgirî didan berberan. Lewre çawa be jî berberan xelk temsîl dikir, dadgerê jî dewlet... Xelkê Cizîrê ji berê pêş de li hemberî helwestên neyînî yên rayedarên dewletê de piştgirî didane hev. Ya dûwemîn jî meş’eleya azadiyê ya ko ji Başûr geşbûyî şewq û şemala xwe dida Bakûr, nemaze Botanê û navenda wê Cizîrê. Ji ber wî çendê xelkê Cizîrê di rewşên bi vî rengî de bi hestiyarî tevdigeriya û dixwest rengekî netewî bidin bûyerên holê kiçik jî. Mînakê wê jî hebûn.

Pênc- şeş roj li ser bûyerê de derbas bûbûn. Her çiqas vê bûyerê bandorek neyînî li xelkê hemûyê kiribe jî lê ya herî sosret û herî balkêş rewşa dadger bû. Lewre tu nabêjî dadgerê reben nedizanî rihê kur bike; her tim li cem berberan rihê xwe kir dikir. Ji ber ko dikanên berberan jî girtîbûn rihê dadger dirêj bûbû, dirêj bûbû; ewqas ko hêdî şerm dikir derketaba pêşberî xelkê. Di eslê xwe de dadger bi heft babê xwe ve poşman bûbû, lê nedikarî bi şûn de gavan jî bavêje. Lewre nedizanî wê rewş bigihîje vê astê. Heke zanibûya di serî de tiştek holê nedikir.

Di dawiyê de hin kesên ko hem di nav gel de hem jî li cem rayedarên dewletê cihê ştexaliya wan heyî ketin di navbera dedger û berberan de. Hewildanên ji bo aştiyê çêbûn. Piştî ko hatin û çûn zêde bûn, van hawildanan encam da. Li ser xaleke hevbeş aştî pêk hat. Li gorî vê xalê, wê cezakî sembolîk ji berberan re were birrîn. Wê ew ceza jî rojeke hepis be. Erê, berberên Cizîrê hemû bi hev re dê di meha pêşiya wan de rojekê herin girtîgehê de. Berberan jî ev biryar qebûl kir. Xelkê jî nefesek rihet stend.

Dîroka/tarîxa wê roja ko berber têkevin girtîgehê hate diyarkirin û bo berberan hate teblîx kirin. Dadger li cem xwe digot ewê wê roja ko berber herin girtîgehê de wê li ber deriyê wê bisekine û bibe şahidê ketina berberan a girtîgehê. Bi vî rengî wê xwe qurre bike û wê nîşanî wan bide ko wî tola xwe ji wan standiye. Lê belê haya wî ji biryara berberan nebû. Nedizanî ko berberan jî li hmberî wî de çi komployek amade kirine. Berberan holê girtibû. Hêj berî ko ew têkevin girtîgehê rojekê, wê her cûr xwarin, ji îrik û keriyan bigre heta eprax û dolmeyan, ji birinc û birinczerê bigre hetanî qursik û qîme û perdepîlawê, cur be cur fêkî, digel van hemûyan jî saz û ûd û tenbêran xw wê bi xwe re bibin. Adeta wê wê rojê bo xwe bikin rojeke şahiyê.

Ew roj hat... Sibehê hê zû dadger li ber deriyê girtîgehê de rûniştiye, li benda berberan sekiniye; da ketina wan a girtîgehê bi çavê xwe bibîne. Da ew roj jê re bibe rojeke dîrokî, ko dema di pêşerojê de ew bîreweriyên xwe binivîsîne vê bûyerê bi tîpên girdek bide ber pênûsê û ji xwînerên xwe re bide diyarkirin ka wî di welatê Kurdan de çi bi serê wan aniye.. Lê wek pêşiyên Kurdan gotî: “Ya dila nayê mila.” Erê tişta ko hiş û aqilî ji serê dadgerî derxîne pêk hat.

-Ew jî çi ye? Wahe qerebalixek ji wê ve têt. Ew ne berberên me bin? Belê wele ew bixwe ne. Ê baş e, lê ew çi tiştin di destê wan de? Helê yên di ber milê wan? Weh! Ev çi tiqetiqe? Lawo! Ma kesên têkevin girtîgehê ne divê melûl bin, zelûl bin?

Qerebalix nêzîk bû. Te diqot qey govenda dîlanê ye û dawetî zavê dibin serşoyê. Dengê besteyên ko berberan bi hev re qîr kiribûnê ji xweber reqsa mirovî dianîn:

Hêjîra latêêêwooo, lê lê lê lê lê lê lê, hêjîîîra latêêêwoooo,

yar hêjîroookêêêê, xemrevîîînoookê,

Ser destê yarêêêwooo, lê lê lê lê lê lê lê, ser destê yarêêêêwooo,

yar hêjîrooookêêê, xemrevîîînoookêêêê,

Qumrîkê eez Romî me, delalê ez Romî me,

Kumsor û efendî me, kumsor û efendî me,

Xulam çavê reş-belek aşqê keçka gundî me

De yar yar yar, de yar yar yar, de yar yar yar, de yar yar,

De yar yar yar, de yar yar, bê te xewka mi nayê.

Lê lê lê lê lê hey lê lê Hinnê, gul û gulşenga l’ber bêhna minê,

Terka te nakim heyya mirinê, her kes ser dînê xwe tu yara minê.

Xwestî me, xwestî me, lê yadê li yadê lê yadê min navê.

Xwazgînîkê min kî ne, lê yadê li yadê, lê yadê min navê.

Ev milkê Kurdan tev xêrûbêr e Alîk me'den e, yek zîv û zêr e

Îro em çi bikin ma ye ji xelkê re Îro em çi bikin ma ye ji xelkê re

Kejê tu Kej î, welleh billeh tu Kej î,

Çavê min l’te ket dilê min ketî te jî.

Çûkê min şkestin neşêm bêm mala te jî

Eman eman Şukrayê,

Rê dûr e, xeber nayê.

Bê te sebra min nayê.

Eman eman Şukrayê,

Were were Esmerxan, were were stûmercan,

Ezê te birevînim, bibim Cizîra Botan.

Di ber wan besteyan de yekî bi wî dengê xwe yê zelal qêr kir starana “Şêxê dînê”

Şêxê dînê min yarîîîî kiiir, te yarîîîî kiiiir Herî lêêêê lêêê; herî lo lolo lo

Şêxê dînê bişkuş qetiyaa .... spî kir Herî lêêêê lêêê; herî lo lolo lo.

Van stran û besteyên ko ji dil û cergê berberan derdibû di Birca Belek de olan dida û dikir ko giyanê Bedirxanê bextreş piştî wê serîhildana pîroz cara yekem şa bibe.

Erê berberên me ko digel xizm û hezjêkerên xwe qerebalixek zêde çêkiribû, gihîştin ber deriyê girtîgehê. Dadgerê min û te ji ecz û hêrsa êdî hizra wî ketibû li ser laşê wî û ditirsiya ko dilê wî raweste. Hêdî hêdî lave ji Xwidê dikir û digot: “Rebbê min! Heke ez mirim termê min li vir nemîne.”

Çavê dadgerî zîq li berberan bû, li xwarina wan ya xweş bû, li eprax û dolmeyan bû, li perdepîlav û birinc û qezetmeyan bû, li kade û kulîçeyan bû. Li tirhê Şax û Heblerê bû, li karçikên çiya bû. Hela hela ya yekcar dibû sedema helandina wî ew saz û tenbûra li ber milê wan bû.

Dadgerî berê xwe da berberan:

-Gelî berberan hûn hatine hefsê, ne welê?

-Belê dadgerê birêz, em hatine têkevin hefsê.

-Bi rastî hûn hatine têkevin hefsê?

-Erê bi eniya te kim, em hatine da têkevin hefsê.

-Baş e, lê ez dibêjim qey hûn xelet hatine; gerek hûn çûbûna Mîr Hesen!

-…..

Jêrenot: Mîr Hesen çihê seyran û seyrangeha xelkê Cizîra Botanê ye.

tesdisa Mele Meym3ud Bîlge

Bo Seydayê birêz.

Ev tesdîsa hanê ya mûftiyê berê yê Cizîrê Seyda Mele Mahmût Bîlge ye, ku li ser qesideya Mewlana Cizîrî ya bi navê “Ey Nnesîmê Seherê” amade kiriye ye. Her çar misraên pêşî, yên bi rengê reş yên Seyda Mele Mehmûd in, yên dawîyê jî yên Mewlana Şêx Ehmedê Cizîrî ne.

Ji tîpên erebî bo Kurdî Abdulkadîr Bîngol

Hudhudê şirîn-kelam xweş qasida zêrîn-perê,

Qet neanî ji me ra durû-lebê dêm-guherê,

Da emanet ku diçî tu di sera qed-er’erê,

Bikî teqbîlê yedê şahida simîn-berê,

Ey nesîmê seherê! Ma di mecala seherê,

Sed selaman bigihînî ji me wê leb-şekerê.

Dilbera şox û şepal bisk-qeseba şeng û kubar,

Zeriya ten ji sedef xunçe-leba sebze-uzar,

Bûyê gîsû tu dibê ‘enber e, dêm fesla buhar,

Hebeza qişt û rex û turre û zulf û qedê yar,

Nêrgiza nazik û ter ney-şekera mest û xumar,

Dêm-dur û le’lî-leb û muhteşem û mu’teberê.

Te bila qesd û xered bî Hecerûleswedê can,

Xet û xalan tu mede sed Hecer û Beyt û hecan,

Bi xena kengî ku hat ûd û rebab, çeng û keman,

Meşiha yara delal rabe here dest û piyan,

Asîtan û şibak û kulek û pencereyan,

Da bi miskînî û zarî tu bibûsî diberê.

Ey şehînşahê cîhan! Emrê bikî ser dibirrim,

Tu ne zullamî xusûsen ku segê xakê der im,

Wekû ber emrê tem e, zulmê çî ye tacê ser im?

Têkî bûm pêht û pereng, sohtiye cewrê cîgerim,

Ez bi wê qamet û bejnê li te sondê dixurim,

Bes ke ey padîşeha min li esîran xederê!

Te bi wan zulfê perîşan kir cîhan zîr û zeber,

Ji leb û le’lê şekerxayê te ye durrê guher,

Pertewa husn û cemala te ye ew şems û qemer,

Te bi wê nûra îlahî bir ji çehvê men ezer,

Tûzekê bîn bixwere, ta bikirîn kuhlê beser,

Li terîqa qedema dilberê, wê rehguzerê.

Dêma enwer, bi Xudê kim, wekû bedr e di felek,

Herdu qewsên te ne mihrab ji bo cumle melek,

Çi yeman in herdu çeşmên te yê sehhar û belek,

Bi serê zulfê te bend kir dilê uşşaqan gelek,

Dêmê bedr û eniyê zulfê li ser bûne helek,

Erqeman helqe û gerr dane li dora qemerê.

Gulbina baxê cemalê murxekî tûba mekan,

Padîşaha husn û anî seyyida hura cenan,

Tu yeqîn rûh û heyat î, beser û sem’ û rewan,

Cewherek ferd î tu cana, bilbilê şêrîn-zeban,

Ne bûyîn e, ne dibin wek te şepalê, di cihan,

Kî dîn mislê te sêmîn-ten û zerîn-kemerê.

Dilberê tîrek reşandî cegerê min, bê sebeb,

Weke bilbil bi fîxan im, her dinalim rûz û şeb,

Ji hebîbê seetek min ji wîsalê kir teleb,

Bi xedeb da ji fîraqê cehnemek pêt û leheb,

Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne ecep!

Me di dilda heye narek ku disûjit seqerê.

Xusrewa padîşeha îro veda der Seba text,

Neşrê enwarê seadet ra digo “hatiye wext”,

Zihî îqbal û seadet hebbeza tali’ û bext,

Ku muşerref bûm bi dîna cebhet û noqte û xet,

Da bibînî senema min tu bikî xwe bide xet,

Bike telxîsê cewabê me ji vê muxteserê.

Ji firaqa te şepalê rûz û şeb em digirîn,

Em di hamûna firaqa te da haîm digerîn

Ne tûbî hemdem û mûnîs ji me ra kû û kerr în,

Bi Xwidê kî me ji beydaê firaqa xwe derîn!,

Qederek şefqe ji lutfa te temenna dikirîn,

Da me mehrûmî nedêrî tu ji lutf û nezerê.

Çi qeder bextê me yar e, ku di dil min heye yar’ek,

Xelet im haşa, ne yar e, ji evînê heye nar’ek,

Hem di nêv ateşê işqa te disojit wehe jar’ek,

Ji hebîbê re nivîsî şerha işqa xwe me bar’ek

Ma bi zehrê şekerî dostê bixûnit carek,

‘Erdîhala ku nivîsî me bixûna cegerê!

Bes bi giryê neke feryad, tu sirişkên xwe femal!,

Nebe me’yûs ji wîsalê periya şûx û şepal,

Misk û xalê bi wîsalê veîsand şem’ê şemal,

Subehê îd e û min dî bi du çehvê xwe hîlal,

Lew ku pur şefqe didêrit kerem û lutf û kemal,

Ah ji dest remz û surên wê dur û gewher-xeberê!

Hat ji nesrîn û gul û sumbul û wesla te bihin,

Çûme ser ava heyata te dihen hişk û tehin,

Ku me dî dêma te, êdî me nema hûş û zehin,

Çira derbên te delalê ji me ra her bicih in?

Bi Xwidê qet te di dilda ji Xwidê tirsê nehin,

Dikirî zilm û cefayê tu li min vê qederê.

Me ji işq û ji xeramê ji evîna te ye de’f,

Ceger û qelb û cesed rûh û rewan atêş e sirf,

Me ji ber derd û cefa û elem û zilmê ye ûf

Me ji zilf û bisk û xal û xet û dêma te ye ûlf,

Bisk û gîsû ji herîr in, qeseb in turre û zulf,

Ne ji kafûr e beden, xalî ji miska Teterê.

Da te Zatî elem û êş, zeriya hûrî-siriştî,

Da te sed rengê ‘ezabê enwera rengê feriştî,

Tiliyên sor û ‘eqîq yarê bi xûna te ye reştî,

Feyde nakit li te êdî ne tebîb û ne niviştî,

Paşê wan gezmeê çehvên te Melayî pê kuştî,

Ma xedengin dikirin qet li me êdî eserê.

Mewlana Cizîrî

Bi navê xwe yên din Melayê Cizîrî, Şêx Ehmedê Cizîrî. Ez bixwe herdem ji vî evîndarê evîna rastî û lehengê wêjeya Kurdî re “Mewlana” dibêjim. Gelo, çima tenê ez vî sifetî layiqî wî dibînim? Çima tenê ez wî weke Mewlanayê me dibînim? Dîsa ez bi xwe dikarim bersiva wê bidim: Çima mewlanayê farisan hebe, yên tirkan hebe, çima yê me nebe.

Hetanî îro gelik kesan di derbarê mewlana Cizîrî de pênûsa xwe xebitandine, dîwana wî çapkirine, bo zimanên din wergerandine, gotinên wî şîrove kirine. Di derbarê wî de, di derheqê dîwana wî ya pîroz de çiqas xebat bête kirin hêjan kêm e. Ew layîqî xizmetên hê bêhtir e. Hinde xizmetên zêde jê re were kirin, ew ji gelên dinayayê were nasandin, haya xelkê ji mefkûreya wî çêbibe bêguman wê ew bibe sedema kêfxweşiya me.

Bes li gorî nêrîna min di wan kesên ko behsa Mewlana dikin de kêmasiyek heye. Ew jî ev e. Em dikarin wan kesên ko behsa Mewlana dikin bikin du birr. Birrek ji wan vî zatê hanê tenê ji aliyê wêjeyê ve dinirxînin û di wî warî de wî qedirbilind dibînin. Birra duwemîn jî tenê ji aliyê olî ve wî dinirxînin û payekî bilind didinê. Mirov dikare bibêje di aliyê yekemîn de welatparêz û neteweperwerên ko haya wan ji olî nîne, hetta ji wê zêdetir eleyhîyê dîn de ne cî digrin; di aliyê duwemîn de jî kesên sofî-meşreb ên di mijara welatperwerî û neteweperweriyê de nesîbê wan tunne ne cî digrin. Erê hinek şêx û sofî civat û sohbetên xwe bi qesîdeyên vî zatî dixemilînin, di ber qesîdeyên wî re serê xwe dihejînin, adeta xwe dixin nav cezbeyê; lê qet behsa welatperweriya wî nakin. Li aliyê din de jî hin kesên ko xwe neteweperwer dihesibînin, vî Melayê hêja di çarçoveyeke teng de, tenê di aliyê wêjeyê de wî dihêlin. Qet behsa wî çendê nakin ew evîndarê Sultanê Kâînatê ye. Ji ber wê eşqê dil û mêlak pêve nemane.

“Wellah, ji herdu aleman min husna canan e xerez,

Lew min ji husna dilberan her sun’ê Rehman e xerez.”

Li gorî min dema yek ji aliyê olî ve Mewlana binirxîne û behsa eşq û evîna wî ya Xwidayî bike, divê pêre pêre behsa welatperweriya wî jî bike. Eger vêya neke neheqiyê li wî dike. Ji aliyê din ve jî eynî…

Ma ne welê ye? Dema şêx û sofî berê xwe bidin qesîdeya wî y;

“Mela, her Wî bibîn, her Wî, eger her Wî dinasî tu,

Huwel-me’bûd, huwel-meşhûdû bel la xeyre fîd-dareyn.”;

Pêwist e qesîdeya wî ya ku tê de pesnê Mîrê Botan yê berxwedêr û Kurperperwer dide ya;

“Ne tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin,

Sed wekî şahê Xorasanê di ferwarê te bi”

û ya tê de behsa navê Kurdistanê dike;

“Gulê baxê îremê Bohtan im,

Şebçiraxê şebê Kurdistan im.”

Deyne li ber çavê xwe, da nirxandina wî ne yek alî be û neheqî lê neyê kirin.

Lewra wek me di jor de jî got; du aliyên Mewlana Cizîrî henin: Yek aliyê wî yê eşqa îlahî. Di vê mijarê de hempîşeyê Mewlana Celaleddînê Romî, Camî, Şîrazî û Yunus Emre ye. Ya din jî işqa neteweyî. Mirov dikare di dîwana wî bi awayekî rehet rastî vêya jî were. Her yek ji wan bê ya din nabitin.

Piştî vê çendê daku giyanê wî yê pîroz şad bibe ez ê qesîdeyeke wî ya ko min şîrove kiriye pêşkêşî we bikim.

Bi hêviya ku hûn sûdê jê werbigirin.

…………………..

Îro mela ser û pa lew têkî bûme ateş,

Min dî seher xeraman ney-şekera şirîn-meş,

Serapa: Ji serî hetanî ling. Xeraman: Ya/yê ku xwe dihejîne û bi naz dimeşe. Neyşeker: Qamîşa şekir.

Mela! Sebeba ku îro ez ji serî hetanî lingan bûme agir ewe ku min di wexta seherê, di beyana sibehê de ew dilbera ko bejn û bala wê mîna ya qamîşa şekiri ye û rêveçûna wî şirîn e dît vaye ji wê têt û bere jî xwe dihejîne. Ango ji ber wê çendê ye ez ji serê xwe hetanî lingê xwe bûme agir. Yanî laşê min hemû bi hev re dişewite.

Ya Reb! Çi turfe meywe, ev renge mey dibexşet!

Şi’ra me tê perîşan, nezma me tê muşewweş.

Turfe: Nadir, ecêp, nû. Mûşewweş: Bêserûber, bêpergal.

Ya Reb! Ew meywe û fêkîya ku ev meya han jê çêbû ye çi meywekî ecêb e! Xelkê tiştê bi vî rengî nedîtine. Ji wê meyweyê meyeke welê çêbû ye, ji wê dema ku min hinkê ji wê vexwariye û pêde ye êdî helbesta me belav dibe, sererast nabe, nezma me jî têkilîhev dibe, bi awayekî bêpergal û bêserûber derdikeve holê.

Dil geşte min ji dêrê, naçim kenîşteyê qet!,

Mihraba wê bi min ra, wer dê biçîne laleş.

Geşte: Veger, berêxwedana aliyeke din. Dêr: Perestgeha dînê Îsewiyan,. Kenîşte: Perestgeha dînê cihûyan. Laleş: Di dînê Êzidiyan de ciheke Pîroz e, dikeve Başûrê Welatê me.

Dilê min berê xwe ji çûna aliyê dêra îsewiyan zivirandiye, êdî naxwaze here wir ku digel wan îbadetê bike. Heman welê, êdî ez naxwazim biçim kenîşteya ku cihê îbadeta cihûyan e jî. Birhên dildara min yên ku dişibin miharaba mizgeftê her dem digel min in û li ber çavê min in. Hevalno! De werin em biçin Laleşa ku perestgeha êzîdiyan e, da em bi wan re îbadetê bikin. Ji ber ku meqseda min birhên dilbera min in û ew birhana jî her gav li ber çavê min in û li cihên secdeya sekinî ne; êdî li gorî dînê me tu zerer nîne ku ez di Laleşê de îbadetê xwe yê dînî pêk bînim.

Mehbûbî wek sitêr e, govend û işqîbazî,

Têkil biçin semayê hişyar û mest û serxweş.

Helqeyeke reqs û govendê hatiye lidarxistin. Mêhbûbên ku bi bedewî û husn û cemalên xwe ve mîna stêrên li ezmanan in ronahiya xwe dane ser wê govendê, ango ew jî têkilî wê govendê bûne. Di wê govendê da digel aşiqên heqîqî, yên ku di işqa xwe de ne dilsoz in jî cî girtine. Ey ew kesên ku ji tevlîbûna wê govendê bişûnde mayîne! De werin em hemî bihev ra herin, têkevin wê govendê. Çi yên di işqa xwe de rastin û ji ber meya evîna heqîqî mest û serxweş in; çi jî yên di işqa xwe de derewîn in, ferq nake, werin em hemî bi hev re têkil bibin.

Heywan li ku dimînit? Em muftiyê zemanîn,

Bêtin ji destê saqî cama zelalê bê xeş.

Heywan: Jiyan, meqsed ji vê hiş û eqil e. Saqî: yê/ya ku meya evînê li ser meyxuran digerîne. Cam: Qedeh. Xeş: Têkilbûna avê, bêxeş, ango ya av têkil nebûyî, meya zelal û safî.

Dema qedehek ji meya işqê ya saf û saf û zelal ya tiştek têkil nebûyî ji destê saqî, ango ji destê dilberê bigihîje ber destê me û em jî ji wê meyê vexwîn, êdî wê çawa hiş û eqil di serê me de bîmîne. Halehale em bi xwe mûftiyê vî zemanî ne û di vê mijarê de gotin ya meye û haya me ji razên herî kûr yê vê meselê jî heye.

Wer guhde çeng û nayê, şirîn ku bên semayê,

Camê binûşe vêran, çi sade û çi zerkeş.

Çeng û nay: Herdu jî alêtên mûzîkê ne. Sema: Reqs. Sade: bêneqş, Zerkeş: Zêrkirî, ya bi zêrî hatiye neqişkirin.

Ey ew kesê aşiq! Dema ew dilberên şirîn di govend û reqs û semayê de cihê xwe girtin hingê guhê xwe bide dengê çeng û nayê. Her weha wê çaxê digel wan dilberan cama işqê jî vexwe. Dema te mey vexwar li çawabûna qedehan û li rengê wan nenêre; ew qedehana divê bila sade û bêneqş bin, divê bila zêrkirî bin, ferq nake.

Tali’ ku têt û firset, muhlet li nik heram e,

Min umrê Nûhî nîne, wer saqiyo, bi lez xweş!

Tali’:Bext,

Dema bextê te ji bo te bo yar û ji te re lêhat û firset çêbû, emaneta min li te ewe ku tu ji wê firsetê sûdê werbigrî. Eger na, ango tu îhmalê têde bikî heta ko ew derfet ji holê rabe, wê demê ew helwesta te li gorî zanyariya olî heram e. Çûnkî mumkin e êdî firseteke welê nekeve destê te de. Ji ber ku umrê mirov bisînor e, dibore diçe. Ma qey temenê te mîna yê Cenabê Nûh dirêj e ko tu wê firsetê ji destê xwe derxênî. Madem rewş holê ye, nexwe saqiya, bilez were, meya işqê bîne, bi me bide vexwarin.

Seyda di vê malikê de dixwaze bibêje ku Xwedayê Jorî careke bi tenê derfet daye mirovan ku ew were li vê dinyaya xapînok bibe mêhvan. Piştî ku mirov mir û ji vê dinyayê derket û uxira xwe xêrkir çû, êdî îmkana careke din ya bo hatina vê dinyayê neqabil e. Ê nexwe divê mirov li jiyana xwe gelik miqate be, qedrê dema xwe bizanibe, zemanê xwe di tiştên pûçik de derbas neke. Lewra ev dem gelik biqedr e, deqîqeyên wê nayêne kirrîn.

Ney-şekera şirîn-qed! Me ‘jdest te mey divêtin,

Da sîne pê cela dîn, rewşen bikin dilê reş.

Neyşeker: Qamîşa şekir. Qed: Bejin, Şirîn-qed: Bejinşirîn. Sîne: Sing e, meqsed jê qelb e.

Ey dildara mina bejin-şirîn û bejin-delal mîna qamişa şekerî! Em meyê ji destê te dixwazin, me divê tu bi destê xwe yê bimbarik meya evînê bi me bidî vexwarin. Da em vî dilê xwe yê ko ji ber gunehan û ji ber xefletê reş bûyî bi wê meyê cila bikin, da ew bi awayekî baş nuranî û ronahî bibe.

Camid çi kin bi husnê? Ku wan nezer li xwar e,

Xer-tebet in, di ebleh, çi nêrgiz û çi kerbeş.

Camid: Bêrûh, hişk. (mecaz: Yên ji işq û evînê fêm nakin). Xer: Ker. Ebleh: Ehmeq. Kerbeş: Navê giyakî bêstrî ye.

Kesê ku camid be, ango haya wî ji işqê nebe wê ji spehîtahiyê çi bike. Wê ew kes çi zanibe ka bedewiya rûyê dilberan çi îfade dike. Çunkî ew kesê bi vî rengî be berê wî her tim li xwar e, li tişta bêqîmet e; nikare li tiştên bilind bifikire. Xûy û tebîeta wî wek yê keran e, her weha ew kes ehmeq e, li nik wî di nav bera wê nêrgiza delal û bêhnxweş û wê kerbeşa xwedan-strî ku xwera kera ye, tu cudahî nîne. Hetta, kerbeşê li ers gukê re jî digre.

Kor e, xwe nasipêrit carek bi dest delîlan,

Ebleh çi kit tewafê, nabînitin Berê reş.

(Dewama beyta jorî ye.) Ew camidê ku di malika jorî de behsa wî hinkê hatiye kirin kor e, rastiyan nabîne. Herçiqas ji aliyê fîzîkî ve xwediyê du çavan xuya bike jî lê ew ji aliyê çavê dilî ve kor e, ango bê besîret e. Digel wê çendê ku kore jî lê bicarekê xwe nasipêre ustadekê, rêberekê; ku ew rêber rastiyên jiyanê nîşanî wî bide. Ew mirovê ebleh be, ehmeq be, dê çawa karibe Berê Reş tewaf bike. Lewra ew bi carekê Berê Reş nabîne.

Bîzê dikit ji qencan, ji remz û naz û xencan,

Qedrê gulan çi zanit, kerbeş divêt kerê reş.

(dewama camidî ye) Ew camidê ku berî niha behsa wî hatibû kirin, nefretê ji delaliya dilberan dike, berê xwe ji remz û nazê şûx û şepalan, ji xenc û awiran wan dide alîkî. Çi tam û lezzetê ji wan seh nake. Ma qey ker wê çi zanibe ka gul çî ye, spehîtahî û bêhna wê çi ye, çi îfade dike. Di tebîeta kerê reş de ji gulê bêhtir meyla wî li ser kerbeşê heye.

Feyda me şubhê Nîl e, em Dîcle û Furat în,

Ger şeyx û we’r îmam e, vêraye min keşakeş.

Nîl: Rûbareke parzemîna Efrîka ye. Dîcle û Firat du çemên welatê me Kurdistana rengîn in. Keşakeş: Gengeşî, nîqaş, cedel.

Feyz û bereketa ku li ser min de tê mîna ava Nîlê Misrê zêde ye. Herweha em bixwe jî mîna Dîcle û Firatê ne. Ango dilê me ji aliyê zanyariya dînî ve, ji aliyê marîfeta Xwedayî ve tejjî ye. Di vê xusûsê bila ji tu kesî re gumanek çênebe. Eger hin zanyarên zanyariya zahirî di bawerkirina vê angaşta min de zehmetiyan bikişênin, yan jî bawer nekin ku ez xwediyê taybetmendiyek bi vî rengî me, bila ew werin ba min lewra ez amademe ku bi wan kesan re têkevim hemû cûreyên gengeşiyê û vê angaşta xwe bi wan bidin qebûl kirin.

Şoxa ku ez di bendê, dil girtîye kemendê,

Letîf e, zuhre-sîma, ebrû hîlal e, mehweş.

Şox: Rind, delal. Kemend: Tayeke dirêj e, ji bo dîlgirtina mirovan tê bikaranîn. Letîf: nazik. Zuhre: Stêra sibehê, zuhre-sîma: Ya rûyê wê mîna stêrê şewq û şefeq jê diçe. Ebrû: Birh. Hîlal: Heyîva nû derketî. Mehweş: Ya wek mehê.

Seyda di vê malikê de spehîtahiya dildara xwe radixe ber çavan.

Ew dildara mina gelik delal û spehî ya ku ez kirime bend û esîrê xwe dilê min bi kemendê bi xwe ve girêdaye. Herweha ew dilbera min rûyê wê wekî stêra zuhreyê ku jê re tê gotin stêra sibehê şefeq jê diçe. Birhên wê wekî hîlalê, ango heyîva nû qews in. Rûyê wê wek heyîva çardeşevî ye.

Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nîşanî,

Lami’ ji ber dibarin, ji yengîyek weh perweş!.

Yeng: Tê gotin ko Yeng cikeke ku bi tîrê xwe bi nav û deng e.

Birhên dildara min ji qewsên qudreta Xwidê hatine çêkirin. Van qewsana ev Melayê (behsa xwe dike) ku leqeba wî “Nîşanî” ye ji xwe re kiriye hedef û nîşan û li ser hev tîran diavêjiyê. Ew tîrên ku têne bedena min dema têne avêtin, diteyisin. Subhan ji Xwedê re! Ev tîrên ko ji yên Yengê ne, çiqas zêde û bilez perên xwe tavêjin.

Ellah! Li min hubba te, çi şeker û nebat e,

Ji nûve dê cuwan bim, ger bêhn bikim gula geş.

Ellaaah! Ey dildara min! Ev hezjêkirina te çiqasî şêrîn e. Gelo, ev ji kîjan texlîtê şekerî çêbûye? Ger ez gula geş dîsa bêhn bikim, bê guman ez ê cardîn li dema xwe ya xortaniyê vegerim. Armanc ji “gula geş” wîsala mehbûba wî ye. Ango eger wîsala/gihîştina dildara min dîsa ji min re bibe nesîp, bê şik ez ê piştî vê kalbûniya xwe dîsa bibim xortê berê, piştî vê jariya xwe bigihîjim hêza xwe kevin.

Şêx Mihemed Qedrî Haşimî

Di der barê Cizîra Botanê de gotineke pêşiyê Kurdan heye: “Mûsil cihê enbiyayan e, Cizîr cihê ewliyayan e.” Dema em li şêx û alim û zanyarên ko li navenda vî bajarê qedîm de gihane dinêrin bivênevê em ê mafî bidin vê gotina jôrî. Bi rastî jî di serî de zanyarê navdar Îsmaîl Ebûl-İz, dîroknasê gewre Îzzeddîn Îbnû’l Esîr, alimên meşhûr Mecduddîn Îbnû’l Esîr û Zîyaeddîn Îbnû’l Esîr gelik mirovên qedirbilind li bajarê Cizîra Botan jiyana xwe derbas kirine û ilm û irfan belavî gelê Kurd kirine. Helê Mewlana Ehmedê Cizîrî… Vî zatê qedirbilind ji wêje û wêjevanên Kurd re wezîfeya Stêrka Cemserê kiriye. Şewqa wê tava ko di kesayeta wî de ji Botanê derketî pêşî seranserê Kurdistanê ronî kiriye, paşê jî li herêmê û li dinê belav bûye.

Yek ji wan kesayetên ko ilhama xwe ji Mewlana Cizîrî wergirtiye û di ber ronahiya wî de dîwaneke tije evîn amade kiriye jî Şêx Muhemmed Qedrîyê Cizîrî yê leqep-Hezîn e. Em ê pêşî ji dîwana wî du qesîdeyan pêşkêş kin, paşê jî derbasî jiyana wî bibin.

Kîmenem

Peyrewê Şahê Emîn im, ko Ew e nûra Xuda

Kî men em neslê Huseyn, serwerê şahê şuheda

Murşîdê rahê heqîqî bi me ra Zehre Betûl

Destegîrê me şehê behrê ûlûm, Şêrê Xuda

Kî men em wasilê ser-helqeê bezmê nuceba,

Kî men em murxê serefrazî ber ewcê ‘ela

Kî men em teyrê sipî kûfî û zilf û perrim ez

Kî men em der çîmenê qudsî û gulzarê şeha

Kî men em kengereyê tûtîyê bezmê melekût

Kî men em bilbil û şehlûlê serayê Beteha

Kî men em şahidê gencîneê dûrcê ceberût,

Kî men em tiflê helal-zadeê ez “Ehlê ‘Eba”

Kî men em lu’luê dûrdaneê madersedef,

Kî men em kewkebê seyyareê burcê sueda

Kî men em Yûsufê mah suret û hubben şexefa

Kî men em bid’ê Resûl xalise ez saf û sefa

Kî men em camê cîhanbîn im û izz û şerefa,

Kî men em ûmrê telef kerdem û der işq û cefa

Kî men em wasilê mehpareê sultanê meha,

Kî men em waqifê gencîneê nehwêt û neha

Kî men em bazîyê çengexder û der kewn û mekan

Kî men em fanîyê deryayê yeqîn milkê beqa.

Kî men em Qedrîyê ewladê Resûl ez ehlê wefa,

Kî men em şublê Huseyn alê Elî ebdê Xuda.

Bihemdillah

“Bihemdîllahî welmînneh, ji lutfa Heyyê Subhanî

Şudem aşiq bi zikrê Heyderê erkanê Geylanî

Ji lutfê Ehmed û Heyder, Huseyn û Hezretê Zehra

Şahim şahê Buxara, destegîrim Şahê Geylanê

Çi xewsek “alîhîmmet” bû, gihandim behra ecdadî

Usûlek zor zerîf da min, digel bû Şahê Îrfanî

İşaret hat ji bazillah, we emrek zor qewî dîtim

Bi vê tekbîr û rayê çûme ber dergahê Osmanî

Vewesta bûm li ber dergah, edîb û sadiq û salim

Me dît û yek xedenfer hat, Husamuddînê Osmanî

Bi hummet şah suwarê xo we suret yek hemil anî

E pêçabûm li pençê xo, li ber dergahê Heq danî

Dihatû bazihê çilper, we muhr kir mezzbeta Qedrî

Li nêv yaran û mehbûban, li ber dergahê Rehmanî

Tu perwaz ke eya Qedrî! Di nêv yaran û mehbûban

Behummet şahsuwarê xo, Elîyyê alê Osmanî

Dikim seyran û perwazan li bostanê şirînnazan

Wekû şahîn û bazî bûm bi herdu zilfê Geylanî

Digel bazî me perwaz kir, meqam û burc me tev nas kir

Bi “Ya Huu!” yan me awaz kir, Elî cadarê Geylanî

Elî cadarê şaha ne, Elî wekîlê Ednan e

Me can û dil Sureyya ne. Me daxil ke li dîwanî!

Eger bêcudu bacudem, eger meqbul û merdûdem

Segê eshabê Mehmûd em, xulamê Xewsê Geylanî

Bi hurmet Seyyîdê Serwer, bi lutf û merhemet bîn ger

Fela teqher, wela tenher, tu hem mehbûbê Subhanî

İlahî hifzê ferman zumreê İslam, ez în fitret

Bi fedlê Umer û Heyder bi Neqşîyyu bi Geylanî

Şebê Mî’rac tufeylî bûm, we Zeynîyy im, di Neqşîyy im

Nîhat der Hedretê Ehmed, qedem ber ketfê Geylanî

Çi pak ez doşmenest Qedrî, Elî hemrah û barê tu

Bi ewnillah bi dest arest, derê Xeyber bi asanî

Şêx Mihemed Qedrî Haşimî

Navê wî yê tam Seyîd Mihemed Qedrî Hezîn el-Haşimî ye. Di sala 1900’an de li Cizîrê, li taxa Mîr’elî ji dayik bûye. Navê babê wî Haşim e û navê bapîrê wî jî Mihemed e. Ev mideteke dirêj e malbata wan li vê herêmê bicî bûne û ev malbata xwe ji nesla Cenabê Huseyin dizanin. Xelkê herêmê jî wana bi vî şiklî qebûl dikin.

Mihemed Qedrî zaroktiya xwe li navçeya Cizîrê derbas kir. Di temenê xwe yê gelek piçûk de pêşî diya xwe, paşê jî babê xwe wenda kir û sêwî ma. Li cem xizmekî xwe Qur’ana Pîroz xwend û di demeke kurt de xilas kir. Piştre Mewlûda Mele Ehmedê Bateyî, Nehcûl-Enama Mele Xelîlê Sêrtî û Nû-bihara Şêx Ehmedê Xanî xwend. Dû re li medreseke Cizîrê bi cih bû. Piştre melayê Cizîrê yê navdar Mele Evdilrehmanê Hoserî ew bire medreseya xwe û derseke taybet dayê. Dema perwerdehiya xwe qedand îcazeta wî jî Mele Evdilrehman dayê.

Seyîd Mihemed Qedrî bi perwerdehiya medreseyê bi tenê qaîl nedibû û ji ber vê çendê berê xwe de bajarê Tewîleyê yê li Kurdistana Başûr û çû dergahê Cenabê Şahê Husameddîn yê şêxê Terîqeta Nexşebendî. Îcazet jê wergirt û weke şêx dest bi tesewûfê kir.

Mihemed Qedrî gelek qesîdeyên biwate û biqedir nivisand. Mixabin, di nav wan qesîdeyan de dîwaneke bi navê “Dîwana İrfan” ku tê de heftî û pênc qesîde hene bi dest me ketiye. Di heman dîwanê de sê heb qesîdeyên Mewlana Cizîrî ku ji aliyê Mihemed Qedrî ve hatibûne “texmîskirin” û “tesdîskirin” jî hene.

Ev dîwan di sala 1980’an de hatiye çapkirin.

Seyîd Mihemed Qedrî Haşimî di sala 1961’an de, di 61 saliya xwe de li Cizîrê çû ser dilovaniya xwe û di quba Cenabê Nûh (E.S.) de hatiye veşartin.

Seyîd ‘Eliyê Findikî

Gelik mirov hene dema temenê xwe yê vê dinyayê temam dikin û dimirin bi mirina wan re navê jî ji dinê diçe, ti şopa wan namîne. Êdî ti kes behsa wan jî nake. Nexwe mirov bi rehetî dikare di der barê van kesên ko ji bo mirovahîyê tiştek nekîrîne de bibêje ko heyîna wan û neyîna wan wekî hev e.

Hejmara wan kêm jî be lê hinek dî jî hene ko dijê wan kesana ne. Ji ber xizmeta wan ya hêja ko ji bo mirovahîyê kirine, bi mirina wan navê wan ji dinê qut nabe. Hinde xizmet zêde kiribin navê wan jî ewqasî baqî dimîne.

Yek ji wan kesên ko bi mirinê navê wî qut nebûyî Seyîd ‘Eliyê Findikî yê gorbihişt e.

Ka serê pêşî em li jînenîgariya wî binêrin.

Seyîd ‘Eliyê Findikî

....

Elî rabe weha nabê,

Bi hîl û pîla çênabê,

Umir borî, mirin ha bê,

Çira tedbîrekê nakî?

Ev e umrê te çil sal e,

Te ne milk e, ne pertal e,

Xwelî l’ser te qebir mal e,

De ka tê kengê peyda kî?

Heval çû ne, tu paş ma yî,

Dikin gazî: “Çi ra nayî?”

Dibêjim tu nezana yî,

Ji lew guhdariyê nakî.

Tu zanî ku tu rêdûr î,

Gelo ma qey tu yê kor î?

Heçî hat û ji te borî,

Tu ranabî, lezê nakî.

De ka rabe, tu bes raze!

Xwe pêk bîne gelek taze,

Li pêş te kaş û efraz e,

Ji vê razanê şerm nakî?

……..

Seyîd ‘Eliyê Findikî, di sala 1892’an de li Findika Botanê hatiye dinyayê. Findik nehiyeya Dihê ya navçeya Sêrtê ye.

Seyîd ‘Elî kurê Seyîd Silêman, kurê Seyîd Îbrahîm, kurê Seyîd ‘Umer, kurê Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bir riya Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen.

Dema ku Tataran bi ser Bexdayê de girt û ev bajar dagir kir, kalikên Seyîd ‘Elî koç kirin, hatin li Erzenê bi cih bûn. Niha ji Erzenê re dibêjin “Xirabbajar.” Ev gund dikeve navbera Misircê (Kuratalan) û Qubînê (Beşîrî). Piştî demekê ji Erzenê re “Xerzan” hatiye gotin. Seba vê, dema zagona paşnavan derket, mezinên wan ji wan re paşnavê “Erzen” bijartine, da ko ev nav neyê jibîrkirin.

Seyîd ‘Elî zaroktiya xwe li Findikê derbas kir. Pêşî li nik babê xwe xwend. Piştre weke adetên demê ji Findikê derket û çû Harûnan. Harûnan eşîreke cînarê wan e. Seyda li wir qederekê feqîtî kir. Piştre li gundê Bafê, li nik Mele Îsmaîl, li Kercosê li nik Mele Necmeddîn, li Bişêriyê, li nik Mele Îbrahîmê Korikî xwend. Piştre çû Farqînê, li Mizgefta Behlûl Beg li cem Muftî Seyîd Evdilrehman, Mele Hesenê Kiçik, li cem Mele Yaqûb û Mele Hamîd heft salan (ji 1333’an heta 1340’î) xwend. Di van salan de dersa feqîyan daye.

Dersa Farisî li cem Hecî Fetahê Hezroyî xwend. Her wesa Seyîd ‘Elî jî dersa wî ya feraîzê (zanîna werasetê) daye. Seyîd ‘Elî destûrnameya xwe ji Seyîd Evdilrehman wetgirt.

Piştî ku vegeriya Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikê xwend û îcazetek ilmî ji wî jî stand. Piştî îcazetê, Şêx Hesenê Findikî keça xwe Rehîme daye wî, êdî Seyîd ‘Elî bûye zavayê Şêx Hesenê Findikî. Ev îcazeta ku standiye ji hêla hikûmetê (yanê dewletê E.B.) ve tehsîla mezin hate qebûlkirin û (ewî) leşkerî nekir.

Seyîd ‘Elî mudetekê li Findikê melatiya gund kir, dersa feqiyan da. Fetwayên Findikê û derdora wê demê tev li hêviya wî ma.

Li ser teklîfa Şêx Evdilahê kurê Şêx Mihemed Nûriyê Dêrşewî mudetekê li gundê Sinatiyê ders da feqiyan.

Di sala 1927’an de Şêx Seydayê Cizîrî ji bo dersdayînê wî dawetî li cem xwe kir. Li Serdehlê –ku gundê Şêx Seyda bû- demeke dirêj ders da zarokên mala Şêx Seyda û feqiyên wan.

Li ser daxwaza ehlê Cinibrê, Şêx Seyda destûra wî da, çû Cinibrê. Cinibrê gundekî Cizîrê ye. 25 salan li Cinibrê ma; ders da û bi fetwayan mijûl bû.

Şêx Seyda hem îcazeta ilmê, hem jî îcazeta xelîfetiyê daye Findikî. Findikî xelîfeyê Şêx Seyda ye. Şêx Îbrahîm Heqî yê Basretî jî îcazeta xelîfetiya daye Findikî.

………..

Seyîd ‘Elîyê Findikî çawa ku alimekî mezin bû, wisa şaîr jî bû. Qesîdeyên wî di nav xelkê herêmê de gelek bi qîmet in û gelekî jî belav bûne. Zimanê ko di dîwana xwe de bikar anîye gelekî hêsan e; her kes jê fêm dike. Naveroka qesîdeyên wî bi piranî jî şîret û we’zan pêk tê. Zimanê wî gelekî şirîn bû. Ji deverên dûr xelk dihatin cem wî da ku weke teberûkê dersekê li bal wî bixwînin. Seyîd ‘Elî tu caran dilê kesî nedihişt, her tim beşaş bû. Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin. Em ê henekeka wî li vir deynin:

Seyîd ‘Elî di sohbeta Şêx Seyda de bû. Hin kesên din jî li wir bûn. Şêx Seyda der barê biheştê û xweşî û lezeta di biheştê de ye weiz dida. Di navberekê de Şêx li Seyîd ‘Elî dizivire û jê re holê dibêje:

-Biheşt gelek xweş e, ne welê ye Seîd ‘Elî?

Seyîd ‘Elî:

-Erê ezbenî willeh biheşt gelek xweş e. Hema em ji van nimêjan xilas dibin bes e.

Taybetmendîyeke din jî ya vî zatî ew e ko ew hem di nav rewşenbîran de hem jî di nav xelkê nexwenda de navdar e û tê naskirin. Mirovê ko haya wî ji wêjeyê neyî jî dema behsa ‘Elî Rabe! tête kirin teqez dizane ku xwediyê wê helbestê Findikî ye. Qesîdeya wî ya herî jê tê hezkirin ‘Elî Rabe! ye. Tê gotin ko Seyda sibehekê ji xew radibe dibîne ko wexta nimêja wî derneg e. Ji ber vê derengrabûnê pir xemgîn dibe. Ewqas ko hema dest diavêje pênûsê û nefsa xwe ji xwe re dike muxateb û hestên xwe bi amadekirina wê qesîdeyê tîne ziman.

Sê kur û du keçên wî hebûn. Kurê wî yê mezin Seyîd Evdilrehman 23 salan muftîtiya Cizrîrê kir. Seyîd ‘Elî, di sala 1967’an de li Cizîrê wefat kir û di quba Şêx Seyda de hate veşartin. Li ser gora wî ev helbesta wî ya meşhûr nivisandiye

“Di dinyayê heçî rabê,

Feqîr û şêx û axa bê,

Ji ber mirnê xilas nabê,

Di şerq û hem di xerbê da.”

Berhemên Findikî:

Gelek berhemên Seyda hene. Mixabin ji bilî dîwana wî ya ku ji hêla Nûbiharê ve hatiye çapkirin, berhemên wî yên din çap nebûne.

1- Dîwan,

2- Defû’ş Şubûhat fî nezm et Terehat,

3- Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Tefsîr),

4- Rîsalet el-lem’e fî îadetî el-Cumû’e (fiqih),

5- Rîsaletûn fî Necatî Ebeweynî en-nebîyyî (sîyer),

6- Rîsaletûn fî cewazî Defî’z Zekatî Îla Benî Haşîm we Benî el-Muttalîp,

7- Zûlfeqar-ı Elî ala reqabetî Munkîr el-Îstîmdadî mîn Nebîyyîn ew velî (Ekqide),

8- Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî

Ez ê qesîdeyeka Seyîd ‘Eliyê Findikî ya bi mûnasebeta wefata Ûstad Bedîûzzeman Seîdê Kurdî de nivisandiye û li pey da jî texmîsa ko min li ser wê qesîdeyê amade kiriye li vir deynim:

“Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ku çibî?

Ew Seîdê can fida j’dînê me ra j’kîsê me bî.

Beyreqa ku wî hilanî jibo vî dînê mubîn.

Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.

Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,

Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.

Ew dikana ku wî danî, ew metaê difirot,

Ew li Şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.

Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,

J’ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.

Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,

Dergehê baxê Biheştê keremê l’ber wî vebî

Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,

Ew şehîr bû, ew bedî’ bû, ez çi bêm, serdeste bû.

Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,

Em j’Xwedayê xwe dixwazin: L’axretê em l’cem te bî.

Ey ‘Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,

Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.”

………………….

Ma dizanî ber çi her rondik ji çavan rêz dibî,

Her dem û daîm dinalim, şev heta danê sibî.

Wer bipirs da tu ji vê raza ecaîp hîn bibî:

Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ku çibî?

Ew Seîdê can fida j'dînê mera j'kîsê me bî.

Canfida bû qehreman bû, dest bi şûrê ilmê dîn,

Nur dixwend û Nur dirêt û her zaman û an û hîn.

Ger bixwazî wî binasî, wer Risalên wî bibîn.

Beyreqa ku wî hilanî jibo vî dînê mubîn.

Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.

Kes nemabû dîn vegota wê dema zulm û zecir,

Nalenala ehlê dîn bû, ehlê dil, ehlê zikir,

Ew li ber wê zulma rabû lê bi tedbîr û sebir,

Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,

Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.

Tirs nebû jê ra ji lewra bê sekin, daîm digot,

Her kesê carek bidîta kufr û nîfaq jê dişot,

Sohbeta wî ya mibarek cerg û mêlak tê disot,

Ew dikana ku wî danî, ew metaê difirot,

Ew li Şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.

Ne li Delhî, ne li Tehran, ne li Şîraz, ta Giver,

Yek nebû ehlê diyanet lê kira qêr û mefer.

Sal hezar û nehsedû şêst, mahê rojî, dem seher,

Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,

J'ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.

Cadeyek nû wî vedanî boyî xortên ummetê,

Ew di Barla û Emîrdax xerq dibû nav xizmetê

Wî di umrê xoy ezîz da guh nedabû lezetê,

Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,

Dergehê baxê Biheştê keremê l'ber wî vebî

Ebû Cehlên vî zemanî, zalimên hêc û bitir,

Şandibûn Afyon û Barla, Qestemon û Eyrîdir.

Ew gula Kurdên reben bû, lê nehiştin ew li vir

Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,

Ew şehîr bû, ew bedî' bû, ez çi bêm, serdeste bû.

Sahibê "İlmê Ledûn" bû, dafi'ê hizna beşer,

Xwendina Nûra Îlahî nedida zêr û zeber,

Firqeta Wî em helandin sed hewar, ax û keser,

Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,

Em j'Xwedayê xwe dixwazin: L'axretê em l'cem te bî.

Em ji derdê firqeta Wî bûne jar, bûne zebûn,

Şubhetê mecnûn dinalîn qet nema sebr û sikûn,

"Dilkula!" firset li dest e, wer Rislanê Nûr bixûn!

Ey 'Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,

Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.

Sertilî wê ve, paşpehnî vir ve.

Sertilî wê ve, paşpehnî vir ve.

Ev biwêja meşhûr ku di nav Kurdan de tê bikaranîn, ji aliyê vegotin û wateya xwe ve gelik biqîmet e. Cihê bikaranîna wê jî dema yek di der barê çûna yekî ku jê eciz be de hestê xwe tîne ziman e. Wateya wê jê eve: Bila her û her sertiliyên te wê ve be, ango çûna te herûher berdewam be; pehnîya te jî vî alîyî ve be ango şûnde hatina te nebe. Bab û bapîrên me çiqas qencî li me kirine ku biwêjên bi vî rengî ji me re mîrate hiştine. Bi hevokeke kurt çiqas maneyan vedibêje.

Min ev biwêj bo Denîz Baykalê ku di rojên dawî de navê wî bi kaseta seksê ketiye rojevê û raya giştî bi xwe meşxûl kiriye, bikaranîye.

Erê. Ewî ji roja ko dest bi sîyasetê kiriye û hetanî roja îro gelo îmzaya xwe avêtiyê binê kîjan qencîyê ko heta em bi çûna wî xemgîn bibîn. Erê, ne wî, ne zîhnîyeta wî ne jî seydayên wî yên ko wî nûnertiya wan dikir ji mirov û mirovahiyê re tu qencî nekirine. Hela ji gelê me re ji bilî xwîn, girîn, înkar… tu tişt neanîye

Kirinên çepel yên Seydayê wî yê yekemîn ku weke Kero dihate nasîn rûpelê dîrokê ji xwînê sor kirine.

Seydayê wî yê duwemîn yê esil-Kurd jî di bin navê mirovperwerî û Çepîtiya sexte de dehan salan xortên vî welatî yên saf li pey xwe gerandine, ji doza wan ya rasteqîn bi dûr hiştine. Ta ku rojekê di dema axaftina wî de wan safan dirûşmeya “ji gelan re azadî” avêtin. Wê demê wî jehra xwe vereşiya û got ko di vî welatî de “gelan” nînin, gelek bi tenê heye, ew jî gelê Tirk e. Ancax wê hingê serê hinekan li hedê ket û ew jî bû sedem ku ew ji serxweşiya hezjêkirina wî hişyar bûbin. Ya hişyariyê hişyar bûn, bes be’de xerabil Besra. Enerjiya xortaniyê ya deh salan “hebaen mensûr” çû.

Jehra wê zîhnîyetê bû sedem ko zariyên vî welatî biqasî deh-panzdeh salan ji dêl ko li ser pisgirêkên gelê xwe rawestin, li ser pisgirêkên Vîetmanê , Erîtreyê, Angolayê, Filistînê… rawestiyan. Şevan hetanî sibehan qirik li xwe diqetandin ji bo wan welatên navborî. Demên xwe yên herî hêja bi nîqaşên weke gelo Rusya emperyalîst e, yan jî sosyal emperyalîst e de derbas kirin.. Nûnerên wê zîhnîyetê jî dema ko xortên me di vê rewşa kambax de didîtin di bin lêva xwe de dikeniyan, kena xwe li wan dikirin, li me dikirin.

Bi vê bûyera wî rastiyeke din jî derkete holê; ew jî eve: Gotineke Ereban heye, dibêjin “El-cezaû mîn cînsîl-emel”. Ango siza li gorî kirinên mirovî ne. Mirov kîjan neqenciyê bike, teqez dê dûçarî heman neqenciyê were. Wî jî bi hemû hêza xwe ve arîkarî da ergenekonê. Kirinên wan yên hovane, yên ji aliyê dadgehên serbixwe ve hatine eseyîkirin nedît, yan jî xwe li nedîtinê qewimand. Ev arîkariyê xwe ewqas bi pêş de bir heta ko xwe wekî parêzerê wê hêza tarî îlan kir.

Îca em binêrin cîlweya qederê. Tişta ko xuya dike hêzeke tarî kemîn li ber wî danîye û di rewşeke ko wî hay ji xwe neyî de ew xistiye kemîna xwe. Ew bi xwe bo arîkarê hin kesên neqenc, Xwedê jî hin neqencên din lê kirin bela. Wek çawa tê gotin. “menêrin yê dibêje, binêre yê lê dide gotin” welê jî menêrin yê dike, binêrin yê lê dide kirin.

Ma em jê re çi bibêjin. Gotina me ya dawî dîsa ewe: Sertilî wê ve, paşpehnî vir ve.

Serdana birêz Barzanî

Serdana birêz Barzanî a ji bo Turkiyeyê gaveke girîng e. Her çiqas dil dixwest ku di vê serdanê de birêz Barzanî bi protokoleke mîna ya serok-dewletan hatiba pêşwazîkirin û alaya Kurdisatanê jî li nik alaya Tirkiyeyê cihê xwe bigirta , ko wê demê em ê kêfxweştir bibana lê ev nebû. Nebûna van herdu xisûsan giringiya serdanê ji holê ranake.

Min behsa giringiya serdanê kir. Erê, ji bo pêjeroja netewaya Kurd û netewaya Tirk rêya rast û aqîlane jihevhezkirin, hevdunasîn û rêzgirtina herdu aliyan e, ko bi vê serdana Serok Barzanî vê pêvajoyê destpê kiriye. Lewra ji bilî vê riyê rêyên din hemû malxirabî ne, kuştin e, xwîn e, wehşet e.

Her weha dema em berê xwe didin nûçe û şîroveyên çapemeniyê yên di der barê serdanê jî em dibînin ko ew kesên nêt-xirab yên beriya niho di heqê serokên Başûr de tiştên nelayîq digotin êdî dengê wan jî sist bûne. Ev bixwe jî rewşeke erênî ye û ji bo biratiya herdu gelan ya di pêşerojê de hêvîyekê dide mirov.

Her çiqas di vê sedsala dawî de gelik bûyerên xirab rûdane û ev jî bûbe sedema kîn û nefretê, lê dîsa jî pêwîst e em van hemûyan ji bîr bikin. Divê em ji bîr bikin da em karibin pêşerojeke xweş biafirînin. Lewra kalikên me herdu aliyan rojên xweş bi hev re derbas kirine û milê xwe dane hev û bi hev re şerê dijmin kirine û welatê xwe ji dagirkeran rizgar kirine. Dibe ko zarok û nevîyên me jî biratiyeke mîna ya berê di nav bera xwe dîsa saz bikin. Di navbera herdukan de em mayîn tenê . Nexwe em jî xwe baş bikin û rê li ber wan rojên xweş vekin, qe nebe em nebin asteng. Heqê me li me hebe jî heqê me li zarok û nevîyên me nîne. Çima em vê dinyaya xweş li wan tarî bikin, çima şûna ew ji bo ilm û irfanê, ji bo pêşdeçûnê tevbigerin, bi çekan mijûl bibin, xwînê birijînin, bi kîn û nefret li hev binêrin. Ma na xebîneta enerjiya xortaniyê ye ko ji dêl ko ew enerjî di rêya refaha hemwelatiyan de bê mezixandin, di serê çol û çiya, di bin tirs û tometê de derbas bûbe. Êdî bes e..

Ka werin em berê xwe bidin Bedîûzzeman Mela Seîdê Kurdî ka di der barê vê çendê de çi dibêje! Ev zatê hêja çi şîreta li herdu aliyan dike. Seyda beriya niha sed salan di axaftina xwe ya di gel koçerên Kurd de, li ser pirsekî ev nêrînên he anîne ziman:

“Tirkno, Kurdno, Nûrcîno! Gelo niho ez mîtîngekê çêbikim û kalikên we yên beriya niho hezar salan û zarokên we yên piştî niho dused salan vexwînim civata vê sedsala hazir ya cihê vê hengameyê, gelo kalikên we yên berê dê nebêjin:

“Ey zarokên bêkêr yên mîratxwer! Ev hûn in encama jiyana me? Heyho heyho! Hewe em bêencam qiyas kirin.”

Hem jî zarokên we yên ko di rêza çepê de rawestiyane û ji ‘wî welatê ko bajar tê de zehf in’ de hatine dê yên li aliyê rastê (kalikan) pesend nekin û nebêjin:

“Ey babên me yên tiral! Kiçiktirîn û mezintirînên jiyana me hûn in? Ev hûn in yên ketine navbera me û kalikên me yên namîdar de û me bi wan ve girêdidin? Heyhooo, heyho! Hûn bûne çi qiyasên xapînok!” (1)

Ez bawerim Seydayê me yê mezin îro jî li heyatê baya, dê dîsa ev nêrînên xwe dubare kiribana. Ango her çiqas demeke qasî sed salan di ser vê axaftinê de derbas bûbe jî lê dîsa heçkû îro hatîye gotin ewqas tazetiya xwe diparêze.

Bi hêvîya wan rojên…

(1) Îçtîmaî Reçeteler (Reçeteyên Civakî), rûpel: 59

Pêkenokên Bi Helbest

Mefaîlûn/mefaîlûn/mefaîlûn/mefaîlûn

Yekî camér diçû ré da, ji nişka dît kitik nal e,

Hema rakir bikéfxoşî we paşé ew bire mal e.

Jibo jinka xwe got holé: “Eya xatûn, nebî şaş e,

Dikim teslîm te vé nalé ku tu deynî derek baş e.”

Go: “Dé çipkim ji kit nalé, emé hetkin di nav malan,”

Go: “Xatûné, li vir çî ma, ji bil hespek we sé nalan.”

Şertén Îslamé

Du gundî rojekê ser sînorê Sûrî de tên girtin,

Hema leşker ewan tînin li leşkerxanê datînin.

Ji bo îfadeyê bigrin, dipirsin “hûn çi însan în?

Ji ku tên hûn, diçin kû ve, ji bo van me bidin zanîn.

Ji ber ku xo xilas kin gotne wan “em talibê ilm in,

Ji Tirkî em çûbûn Sûrî, we ehlê aştî û silm in.”

Belê emma yê leşker zanîbû ew nabêjin rastî,

Ji ber wê jî ewî pirsek ji dîn pirsî, cewap xwastî:

“De ka mademku hûn şagirtê ilmin, we kitêb xwendin,

Divêtin hûn bibêjin ka we şertê Îslamê çend in?

Yekî got ez dizanim şertê Îslamê hema bîst in,

Dema ev got ji ber hêrsa wê, çavê leşkerî lîstin.

Yê leşker got: “cewaba han weha nîne, te kir şaş e,

Eger rastî bibêjî tu, ji bo te dê bibit baş e.

Hevalê wî bi awakî dizî jê ra we got: “gênco!

Bibêje şertê Îslamê ne bîst in, bes tenê pênco.”

Yê dî got: tu dibêjî çî? Vê gotnê bes bibêj tu, hew,

Dibêjim bîst qebû nakit, ma dê pêncan qebûl kit ew?

HESÎN HEWÊRİ û GOŞTÊ DÎ BÎN BÎRÎNCÊ DE

Di nav xelkên Hewêryan da hebû însankî navû deng,

Hesin bû navê wî şexsî, we hal-xweş bû, ne yek desteng.

Bi “nandarya” xwe meşhûr bû gelek mêhvan diçûn cem wî,

Ji mêhvan hez dikir gelkê, bi wan ra jî dixwar hem wî.

Rojek hat jê re çar mêhvan bi hev ra hatne nav malê,

Xulam çûn ew kirin pêşwazî, pirsîn hal û ehwalê,

Dudo feqyên misilmanan kitêbên wan di çeltik de,

Dudoyên dî qewal bûn ew, îşaratên olî nik de.

Hesin got ez îro dê herdû sinfan baş bicerbînim,

Ku zanbim ka kîjan heqqe, ji ber ku ez yeqîn bînim.

Ewil gazî li feqyan kir, “bidin bersiv vê pirsa min,

Ji lew bo min meraq çêbû, li ser zanînê hirsa min.

Bi çavê xo dibînin çî? Ji ber çavan, we hem xeybê,”

Go “em tiştek qe nabînin, di vê da qet nekev reybê.

Ji bil tişta dibînîn hûn qe tiştek din jî nabînin,

Ne ehlê hal û cezbê ne, keramet hîç bi me’r nînin.”

We paşê got qewalan “ka bibêjin hûn heman tiştî,

Dibînin çî ji derdorê ji pêşya xo we hem piştî?”

Go “em hem erd û ezmanan ji erşê bigre ta ferşê,

Bi çavê xo dibînin tev we ya xef mayî bin merşê.

Li ber çavê me qet tiştek, ne îmkan e ku wenda bit,

Li Îran û li Tîranê, li erdê Çîn û Hinda bit.

Dema em çavê xo miç kin, hemî der bo me wek roj e,

Şibî Harût û Marût in, we îlhama me pir tûj e.”

Hesin paşê emir da du firaxên tej birinc anî,

Yekî wan danî ber feqyan we ya dî cem qewal danî.

Yekî wan goşt li serda ew birinc danîn li ber feqyan,

Yekî wan goşt li binda ew jî danîn pêşî qewalan.

Feqî ketne li ser goşt û birinca xo li ser çêrîn,

Belê emma qewalan ew nexwarin, tev de lê nêrîn.

Dema rewşa ewan ho dît Hesin ban kir “qewalên baş,

Ji ber çî xwarnê hûn naxwîn, gelo qey we rê kirye şaş.”

Qewalan got: “firaxa yên misilmanan tejî goşt e,

Belê ya em belengazan ji ber çî te bê goşt hişt e?”

Hesin got “ey qewalên baş, we got em erşî ta ferşê,

Dibînin em bi çavê xo we hem tişta li bin merşê.

Eger tiştek li ber çavê we meçhûlê de namîne,

Çima çavê we goştê bin birincê da ye nabîne.?”

Mîré Botan û Kalé Çiyayî

Rojek Mîrê Botan tebdîl-qiyafet kir çû nêçîrê,

Heta êvarê ew gerya we kar kir bête Cizîrê,

Dema ku ew dihat şûn da we dît kalek ji wê va têt,

Kerê wî bar li ser piştê, diçit wek agir û wek pêt.

Dema ku ew nêzîk bû merheba dayê we jê pirsî,

“Te xêr e mam, diçî ku ve; bi vî rengê tî û birsî.”

Go: “barê min hemû tirye, dikim dîyarî bo Mîr e,

Yeqîn dê Mîr bikit ferman dê det min hinkî zaxîr e.

Go “Em ferz kin ku Mîr kundî bikit tiştek nedit bo te”.

Go “dê dit ez dizanim vê, sedî sed yan sedî not e.”

Go: “em ferz kin neda tiştek, tu dê hingê çi kî jê re,

Go: “Dê dit ew guman nîne, Mîrê min êkî camêr e.

Go “rast bêjî, belê dîsa eger Mîrê me kit kundî,

Dê çawa destekî vala, vegeryî tu li ser gundî?”

Go “ger ew tiştekî ho kit, hema ez dê biz û zû de

Vî tiştê vî kerê bozî, têxim filan dera wî de.”

Li ser vê bersiva hanê, ne axaft mîr, nekir qal e,

Cewaba wî di dil da hişt, heta ku ew biçit mal e.

Dema mîr hat çû koçka xo, li ser textê xwe rûnişte,

Ji bo keskî nekir behs e, hemû tişt nav di dil hişt e.

Emir da got xulamên xo, zilamek yê bi vî rengî,

Dema bêtin bînin ba min, nekin hûn jê re astengî.

Ku bîstek ser de derbas bû, zilam anîn li ba mîr e,

Mîrî got “tu bi xêr hatî, ji nêzîk hatî yan dûr e?

Go “ez xelkê filan gundî, miné tirhek ji te’r anî,

Ji bo ku tu bidî min hin genim da em bixwîn nanî.”

Go hek bo te nedim genmî, tu dê wê hingê çawakî?

Go “mîrê min, teqez tê dî, ji lew tu mîrekî çak î.

Go “baş e, lé belê dîsa nedim te dê çi bit hal e?

Go “ew şexsê ku hatî vir, neqabil çûbe berval e.”

“Digel vê çendê jî ger ez nedim genmî dê çi’bkî jê”

Go mîrê min kerê boz wa di derva ye bizanbe vê.

Wê hingê mîr tebessûm kir we ferman da ku mamê kal,

Ji genmî têr bikin, paşê bi kêfxweş wî bişînin mal.

Héstira Pîr

Yekî gundî dixwazit bo xwe bikre hêstirek taze,

Li gundan her dikit hêre, ji ber wê qet nika raze.

Di dawyê hêstirek dît, lew gelik keyfa wî hat jê re,

Demildest çû biha pirsî, nenêrî ka mê, yan nêr e.

Belê gava li dêv nêrî, wî zanî qantirek pîr e,

Go: “hêstir umrê wê borye, nikarit hilgirit nîr e.”

Xudanê wê “go rast nîne, dibêm ew hê gelik can e”,

Yê din got: “ka li dêv nêre, nemaye dev de didane.”

Diya yê xwedyê hêstir got: “Va ev bû bîst û pênc sal e,

Li vê malê dimînit ew, kesî jê ra ne got kal e.”