20 Ekim 2010 Çarşamba

Pêkenokên Bi Helbest

Mefaîlûn/mefaîlûn/mefaîlûn/mefaîlûn

Yekî camér diçû ré da, ji nişka dît kitik nal e,

Hema rakir bikéfxoşî we paşé ew bire mal e.

Jibo jinka xwe got holé: “Eya xatûn, nebî şaş e,

Dikim teslîm te vé nalé ku tu deynî derek baş e.”

Go: “Dé çipkim ji kit nalé, emé hetkin di nav malan,”

Go: “Xatûné, li vir çî ma, ji bil hespek we sé nalan.”

Şertén Îslamé

Du gundî rojekê ser sînorê Sûrî de tên girtin,

Hema leşker ewan tînin li leşkerxanê datînin.

Ji bo îfadeyê bigrin, dipirsin “hûn çi însan în?

Ji ku tên hûn, diçin kû ve, ji bo van me bidin zanîn.

Ji ber ku xo xilas kin gotne wan “em talibê ilm in,

Ji Tirkî em çûbûn Sûrî, we ehlê aştî û silm in.”

Belê emma yê leşker zanîbû ew nabêjin rastî,

Ji ber wê jî ewî pirsek ji dîn pirsî, cewap xwastî:

“De ka mademku hûn şagirtê ilmin, we kitêb xwendin,

Divêtin hûn bibêjin ka we şertê Îslamê çend in?

Yekî got ez dizanim şertê Îslamê hema bîst in,

Dema ev got ji ber hêrsa wê, çavê leşkerî lîstin.

Yê leşker got: “cewaba han weha nîne, te kir şaş e,

Eger rastî bibêjî tu, ji bo te dê bibit baş e.

Hevalê wî bi awakî dizî jê ra we got: “gênco!

Bibêje şertê Îslamê ne bîst in, bes tenê pênco.”

Yê dî got: tu dibêjî çî? Vê gotnê bes bibêj tu, hew,

Dibêjim bîst qebû nakit, ma dê pêncan qebûl kit ew?

HESÎN HEWÊRİ û GOŞTÊ DÎ BÎN BÎRÎNCÊ DE

Di nav xelkên Hewêryan da hebû însankî navû deng,

Hesin bû navê wî şexsî, we hal-xweş bû, ne yek desteng.

Bi “nandarya” xwe meşhûr bû gelek mêhvan diçûn cem wî,

Ji mêhvan hez dikir gelkê, bi wan ra jî dixwar hem wî.

Rojek hat jê re çar mêhvan bi hev ra hatne nav malê,

Xulam çûn ew kirin pêşwazî, pirsîn hal û ehwalê,

Dudo feqyên misilmanan kitêbên wan di çeltik de,

Dudoyên dî qewal bûn ew, îşaratên olî nik de.

Hesin got ez îro dê herdû sinfan baş bicerbînim,

Ku zanbim ka kîjan heqqe, ji ber ku ez yeqîn bînim.

Ewil gazî li feqyan kir, “bidin bersiv vê pirsa min,

Ji lew bo min meraq çêbû, li ser zanînê hirsa min.

Bi çavê xo dibînin çî? Ji ber çavan, we hem xeybê,”

Go “em tiştek qe nabînin, di vê da qet nekev reybê.

Ji bil tişta dibînîn hûn qe tiştek din jî nabînin,

Ne ehlê hal û cezbê ne, keramet hîç bi me’r nînin.”

We paşê got qewalan “ka bibêjin hûn heman tiştî,

Dibînin çî ji derdorê ji pêşya xo we hem piştî?”

Go “em hem erd û ezmanan ji erşê bigre ta ferşê,

Bi çavê xo dibînin tev we ya xef mayî bin merşê.

Li ber çavê me qet tiştek, ne îmkan e ku wenda bit,

Li Îran û li Tîranê, li erdê Çîn û Hinda bit.

Dema em çavê xo miç kin, hemî der bo me wek roj e,

Şibî Harût û Marût in, we îlhama me pir tûj e.”

Hesin paşê emir da du firaxên tej birinc anî,

Yekî wan danî ber feqyan we ya dî cem qewal danî.

Yekî wan goşt li serda ew birinc danîn li ber feqyan,

Yekî wan goşt li binda ew jî danîn pêşî qewalan.

Feqî ketne li ser goşt û birinca xo li ser çêrîn,

Belê emma qewalan ew nexwarin, tev de lê nêrîn.

Dema rewşa ewan ho dît Hesin ban kir “qewalên baş,

Ji ber çî xwarnê hûn naxwîn, gelo qey we rê kirye şaş.”

Qewalan got: “firaxa yên misilmanan tejî goşt e,

Belê ya em belengazan ji ber çî te bê goşt hişt e?”

Hesin got “ey qewalên baş, we got em erşî ta ferşê,

Dibînin em bi çavê xo we hem tişta li bin merşê.

Eger tiştek li ber çavê we meçhûlê de namîne,

Çima çavê we goştê bin birincê da ye nabîne.?”

Mîré Botan û Kalé Çiyayî

Rojek Mîrê Botan tebdîl-qiyafet kir çû nêçîrê,

Heta êvarê ew gerya we kar kir bête Cizîrê,

Dema ku ew dihat şûn da we dît kalek ji wê va têt,

Kerê wî bar li ser piştê, diçit wek agir û wek pêt.

Dema ku ew nêzîk bû merheba dayê we jê pirsî,

“Te xêr e mam, diçî ku ve; bi vî rengê tî û birsî.”

Go: “barê min hemû tirye, dikim dîyarî bo Mîr e,

Yeqîn dê Mîr bikit ferman dê det min hinkî zaxîr e.

Go “Em ferz kin ku Mîr kundî bikit tiştek nedit bo te”.

Go “dê dit ez dizanim vê, sedî sed yan sedî not e.”

Go: “em ferz kin neda tiştek, tu dê hingê çi kî jê re,

Go: “Dê dit ew guman nîne, Mîrê min êkî camêr e.

Go “rast bêjî, belê dîsa eger Mîrê me kit kundî,

Dê çawa destekî vala, vegeryî tu li ser gundî?”

Go “ger ew tiştekî ho kit, hema ez dê biz û zû de

Vî tiştê vî kerê bozî, têxim filan dera wî de.”

Li ser vê bersiva hanê, ne axaft mîr, nekir qal e,

Cewaba wî di dil da hişt, heta ku ew biçit mal e.

Dema mîr hat çû koçka xo, li ser textê xwe rûnişte,

Ji bo keskî nekir behs e, hemû tişt nav di dil hişt e.

Emir da got xulamên xo, zilamek yê bi vî rengî,

Dema bêtin bînin ba min, nekin hûn jê re astengî.

Ku bîstek ser de derbas bû, zilam anîn li ba mîr e,

Mîrî got “tu bi xêr hatî, ji nêzîk hatî yan dûr e?

Go “ez xelkê filan gundî, miné tirhek ji te’r anî,

Ji bo ku tu bidî min hin genim da em bixwîn nanî.”

Go hek bo te nedim genmî, tu dê wê hingê çawakî?

Go “mîrê min, teqez tê dî, ji lew tu mîrekî çak î.

Go “baş e, lé belê dîsa nedim te dê çi bit hal e?

Go “ew şexsê ku hatî vir, neqabil çûbe berval e.”

“Digel vê çendê jî ger ez nedim genmî dê çi’bkî jê”

Go mîrê min kerê boz wa di derva ye bizanbe vê.

Wê hingê mîr tebessûm kir we ferman da ku mamê kal,

Ji genmî têr bikin, paşê bi kêfxweş wî bişînin mal.

Héstira Pîr

Yekî gundî dixwazit bo xwe bikre hêstirek taze,

Li gundan her dikit hêre, ji ber wê qet nika raze.

Di dawyê hêstirek dît, lew gelik keyfa wî hat jê re,

Demildest çû biha pirsî, nenêrî ka mê, yan nêr e.

Belê gava li dêv nêrî, wî zanî qantirek pîr e,

Go: “hêstir umrê wê borye, nikarit hilgirit nîr e.”

Xudanê wê “go rast nîne, dibêm ew hê gelik can e”,

Yê din got: “ka li dêv nêre, nemaye dev de didane.”

Diya yê xwedyê hêstir got: “Va ev bû bîst û pênc sal e,

Li vê malê dimînit ew, kesî jê ra ne got kal e.”

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder