13 Ekim 2010 Çarşamba

Ev xweza kî ye?

Ew kesên angaşt dikin ko xweza Sin’etkar e û Afirînêr e, em ê van pirsan ji wan bikin:

— Kê mirov afirandine?

Bersiv: Xweza.

— Kê hêşînhat/nebat û ajal afirandine?

Bersiv: Xweza.

— Kê tav û rojgerk xistine rêzê?

Bersiv: Xweza.

— Kê stêr bi asîmanan ve kirine?

Bersiv: Xweza.

Eger em van û pirsên bi vî rengî bidomînin û wan tiştên ko tên angaştkirin ko xwezayê afirandine di xiyala xwe de bidîn alîkî, di meydanê de li ser navê xwezayê tiştek namîne.

Eger xweza navê wan hemî tiştên ko me navê wan jimartîne be, em ji wê re dibêjin gerdûn û ji xwe em pirsiyara Sin’etkarê wê û Afirînêrê wê dikin.

Na, eger mebest ji xwezayê tiştekî ko ne ji cinsê wan tiştên ko me jimartîye be, ango ne aferîde be, ew zat Xwedê ye. Û di Qurana Pîroz de nav û sifetên xwe ji mirovan re ragihandine.

Di nav wan navan de navekî ko jê re “xweza” tê gotin tune ye. Herweha ne hedê ti kesî ye ko navekî bi vî rengî jê re çêkin jî.

NÎMETAN EM DORPÊÇ KIRINE

Gavekê bi tenê jî em ji nîmetên Xwedê dûr nakevin, eva hanê ne mimkûn e. Wek nimûne, nihêrîn jî nîmet e, nivistin jî nîmet e. Ew kesên ko nikarin binivin bêhtir qedrê vê dizanin.

Wisa jî sehkirin jî nîmet e, sehnekirin jî nîmet e. Eger em hemî dengan seh bikin dê rehetî ji bo me nemîne, dibe ko em dîn jî bibin.

Wek çawa dîtin nîmet e nedîtin jî nîmet e. Eger ew kesê ko em li rûyê wî dinêrin, em (di heman demê de) mejiyê wî jî bibînin, yan jî em mîkrobên ko di wê xwarina ko em dixwin de ne bibînin, em ê çiqas nerehet bibin

Wek van mînakan, axaftin jî nîmet e, ne axaftin jî. Rê ve çûn jî nîmet e, rê ve neçûn jî. Bêhnkirin jî nîmet e, bêhnnekirin jî. Hûn dikarin tiştên dî jî li gorî van qiyas bikin

BAZARA SERIYAN

Eger em pêşengeheke welê xiyal bikin ko, ji seriyê nehengan bigre hetanî seriyê mêşan hemî serî tê de hene, em ê di nav wan seriyan de seriyê mirovî biecibînin. Eynî welê, hemî dest werin pêşandan, em ê destê mirovî çêtir bibînin…. Sergewrebûna giyanê me ne hewceyî gotinê ye. Eger ew mirovê ko bi cîhazê evqas hêja û qîmettar hatiye teçhîzkirin spasiya van nîmetan bi cî neîne helbet dê hesaba wî gelik dujwar be.

XWEDÎKIRINA NAZENÎNANE

Mirov çawa tête ser rûyê erdê li ber singê dayika xwe du heb çiçik dibîne; her weha di jiyana dinyayê de jî du çiçikên dî ko jê re hêşînhat û ajal dibêjin, dibîne. Hetanî dawiya jiyana xwe van herdu çiçikan dimêje û bi vî hawî bi awayekî nazenîn tête xwedîkirin.

Ew mirovê ko di hemberî vê dilovanî û pûtepêdanê de serî hilde û kufrê bike, helbet dê sizayê ko layîqî wî ye bibîne.

SULTANÊ GERDÛNÊ YEK E

Carînan em seh dikin ko du şîmedîfer li hev qelibîne. Sedema vêya jî ew e ko karmendên ko wan dide hareketkirin (ajovan) cûda ne. Eger herdu şîmendîfer ji yek kesî fermana hereketê werbigrin lihevqelibîn dê çênebe. Eyne welê, sedema li hev qelibîna otobûsan ew e ko herdu otobûs ji aliyê kesê cûda ve têne ajotin, ya balafıran jî ji ber ko firokvan cihê ne.

Di vê gerdûnê de qezayên trafîkê qet çênabin. Ne ev dinyaya me li rojgerkekê diqelibe, ne jî stêrek li dinyaya me diqelibe. Nexwe, ji yek Zatî fermanê distînin û di bin rêveberiya Zatê Zûl-celal de ne.

SIN’ETKARÊ MEWHÛM Û XWEZA

Pirtûkeka ko bi zanayî hatibe nivîsandin yan ji sin’eteke gelik sin’etkarane hatibe çêkirin hebe û em li nivîskarê wê pirtûkê û li sin’etkarê wî sin’etî bigerin û ji bo me bêjin ko nivîskar û sin’etkar zatekî kor e, em bawe nakin. Eger ji bo me were gotin ko hem kor e, hem jî kerr e, bi mîsogerî em ê red kin. Were gotin ko hem kor e,, hem kerr e, hem jî nebîrewer e, em ê ji ber vê angaştê tenê bikenin. Eger ji bo me bêjin ko hem kor e, hem kerr e, hem bêhiş e, hem jî ne candar e; êdî em ji bo danasîna vê xurafeyê peyvê peyda nakin.

Vaye xweza ji bilî wî sin’etkarê mewhûm ê, ko di angaşta dawiyê de hatiye beyankirin ne tiştekî din e.

GELO SIN’ETKAR E, YAN JÎ ESER E?

Pêwîst e sin’etkar ji berhema xwe têkûztir be, da ko berhem çêbibe.

Ew hêka ko ne aqilê wê heye, ne hişmendîya wê heye, ne jî jiyandar e ne qabil e ko ew hêk çîçokê çêbike. Eynen welê, derveyî îmkanê ye ko gerdûn jî mirovî çêbike.

Nexwe, hêk di afirandina çîçokê de, gerdûn jî di afirandina mirovî de ji gelik sebeban sebebeke tenê ne.

DEWR

Mirîşk hêkê çêbike, hêk jî mirîşkê çêbike, ev tê wê wateyê ko mirîşkê xwe bi xwe çêkiri ye. Eva hanê jî ne mimkûn e. Eynen welê, eger dar dendikê çêbike û dendik jî darî çêbike ev jî tê wê wateyê ko darî xwe bi xwe çêkiri ye.

Mirov dikare candarên din jî li gorî van mînakan qîyas bike.

DEMJIMÊR YA KÊ BE

Dema kesekî demjimêreke hebe, êdî jê pirsiyarkirin ko gelo cama wê demjimêrê jî ya te ye? Gelo tîrka wê demjimêrê jî ya te ye? Ev çerxa han yan çerxa dî ye te ye? Demjimêr ya kê be, pêwsitîyên wê yên weke cam, tîrik û xulekjimêr jî yên wê wî ne.

Vaye, ev gerdûn jî wek wê demjimêra ko di vê mînakê de ye. Gerdûn ya kê be, sîstema tavê jî ya Wî ye, galaksiyan jî yên Wî ne.

Ê ŞÎR AFIRANDÎ KÎ YE?

Goza Hindê axê dixwe, şîrî dide, mih giyayî dixwe şîrî dide. Dê, em welê hesap bikin ko goşt dixwe şîrî dide.

Nexwe evên hanê hemî her yekî sebebek in, ê şîr afiarandî ye ji bilî Rezzaqê Zûl-Celal ne kesekî din e.

SIBEHA HEŞRÊ

Ji bo ko kulîlk derkeve meydanê pêwîst e bihar bêt. Piştî ko bihar hat, di navbera vebûna kulîlkekê û bi milyonan kulîlkan de tu zehmetî û cudahî nîne. Tişta girîng hatina biharê ye. Eynen welê, ji bo kulîlkek ronahiyê bistîne lazim e tav derbikeve. Piştî ko tav derket, digel wê kulîlkê, hemû kulîlkên din, hêşînhatan û ajalan jî ronahiyê distînin. Li vir jî ya girîng ew e ko bibe sibeh.

Wek van mînakan, di sibeh yan jî bihara heşrê de jî dê di navbera vejîna mirovekî û hemû mirovan de ti cûdahî nebe. Ya girîng ew e ko ew sibeh yan jî ew bihar bêt.

ZANÎNA HEYÎNÊ ZANÎNA NAVEROKÊ NADE

Zanîna tiştekî cûda ye, zanîna naverokê wê cûda ye. Em heyîna hestên xwe yên mîna hiş, giyan, xeyal, tirs; tamên ko di mêweyan de ne, bêhnên ko di kulîlkan de ne dizanin, lêbelê naveroka wan ji aliyê me ve nayên zanîn.

Heman welê, em heyîna ferîşteyan û cinan dizanin, lê belê naveroka wan nizanin.

DI NAVA QALIK DE

Wek çawa ew çîçoka ko di nava hêkê de ye hayê wî ji gerdûnê tune ye, em jî di nav hêka vê gerdûnê de haya me ji çawabûna axretê û naveroka wê nîne.

Bi mirinê re em ê qalikê vê hêkê bişikênin.

***
Wergêr: Abdulkadîr Bîngol
Ji pirtûka “Çirûskên Hîkmetê” ya Mehmet Kirkinci

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder