20 Ekim 2010 Çarşamba

Oxirê te ya xêrê be Selîmê bira,

Malbata Seyîd Selmanê Cizîrî… malbata qehr û kulê…

Malbata Seyît Selman Dîndarê Cizîrî bi şehadeta hêja Selîm Dîndarî sêyemîn şewata malbatî jiya. Berî niha bîst û pênç salan kurê malbatê yê bi navê Muhemmed di navbera Cizîr û Nisêbînê de ji aliyê hin kesan ve digel havalekî xwe hate qetilkirin. Di sala 1989’ê de kurê malbatê yê mezin, melayê hêja, kulîlka baxê Cizîrê, hezkiriyê hemî xelkê vî bajarî Mele Îhsanî di bûyereke şewatê de digel du havalê xwe bi awayekî dilsoj jiyana xwe ji dest. Û bûyera dawî… Dor giha Selîm î… Vêca Selîmî dê şewat biêxista dilê vê malbatê. Lê wî nedizanî ko ew şewata wê bi dilê ferdên malê û xizm û kesên wî tenê bisînor nebe, wê ew agir têkeve dilê hemû Cizîrîyan, hemû Kurdên li Stenbolê, hemû gelê Kurd.

Erê… Her çiqas wefata birayê wî yê mezin Mele Îhsanî ez gelik xemgîn kiribim û bûbe sedema xirabûna derûniya min jî, lê belê şewata şehadeta Selîmî ji hin aliyan ve li ba min dilsojtir e. Lewra tawanê Selîmî tenê ji ber ko ew Kurd bû, ji ber ko ji vî gelê belengaz bû.

Lê tawanên din jî hebûn kak Selîm î. Erê tawanên wî ev bûn: Wî serê xwe netewand, wî ew kiryarên çepel yên zîndana Amedê de jiyîn bê tirs û xof ji raya giştî re aşkera kir. Bi dinya alemê da zanîn ka di wê zindanê de çi bi serê wan esîran hatiye. Wan Cengîz û Xulagûyên hemdem di wê girtîgehê de çi hovîtî kirine; çi anîne serê girtiyên azadiyê.

Erê. Eşkerekirina van hovîtiyan li cem wan xûnxaran tawan bû, tawanê herî mezin… Wan nedixwest ew kiryarên wan yên hovane ji raya giştî re were aşkerekirin; ko haya xelkê jê çêbe. Wan dixwest di tarîyê de bimîne. Di tarîyê de bimîne da heke derfeteke din bikeve destê wan, heman hovîtiyê dubare bikin.

Em bi şehadeta birayê Selîmî çiqas xemgîn bin, lê ewqas serbilind in jî. Ji ber ko em dizanin qedera gelê Kurd kuştin e, xwîn e, rondikên çava ne. Em vê jî dizanin ko yên jiholêrakirina wan tên hedefkirin yên herî binamûs in, yên ehlê xîretê ne. Lewra yên ji xwînê hez dikin berê çekên xwe nadin her kesî, berikên xwe bi her kesî îsraf nakin; berê çekên xwe didin yên binamûs, yên jêhatî… Birayê Selîmî jî bi rijandina xwîna xwe di nav wan kesên qedirbilind de cihê xwe girt.

Xwedê sebrê bide vê malbatê. Serê wan sax be, serê gelê Kurd sax be.

Erê birayê Selîm, oxira te ya xêrê be. Gava tu çûyî wî diyarê ku mezlûm serbilind in û zalim sernizm in, wî diyarê ku mezlûm bi kiryarên xwe yên mirovane tên mûkafatkirin û zordest jî di derdê hesapdayîna kiryarên xwe de ne, silavan li hemî mezlûman bike, nemaze birayê min yê ezîz mele Îhsanî…

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder