20 Ekim 2010 Çarşamba

Bajo Ehmedo!

Bajo Ehmedo! Bajo, ji ber ko te bi wê “bikurdîaxaftina” xwe ya delal û zelal dilê me hemûyan, dilê me vê netewaya belengaz xweş kir. Te dilê me yê ko ji ber vî zimanê şêrîn û bê xwedî mayî birîndar bûyî derman kir.

Dermanê nojdarê… Dermanê Loqman Hekîm… Ew axaftina te wek nefesa cenabê Îsa birîna dilê me bi yekcarê derman kir. Dilê me yê ko ev dused sal in tî bûyî te tasek ava cemidî, ava kaniyên zozanê jorî, yên Serhedê li ser de kir.

Te li dost û dijminan da qebûl kirin ko em ne “kart-kurt”ên di nav berfê de mayîn in. Em jî miletek in, em jî neteweyek in, wekî neteweyên dinê. Tu kêmasiya me ji ya wan tune ye. Çawa mafê wan yê axaftinê, mafê wan yê derbirîna hestan heye, heman welê mafê me jî heye em li her derê, li her erda Xwedê biaxivin, welew ew erd Meclîsa Tirkiyeyê jî be.

Dema ez dibêjim “me hemûyan”, zen meke ko ez behsa 40-50 milyon yetîmên vê ummetê yên li çar parçeyan, di nav zext û zorê de dijîn tenê dikim. Erê ne yên li ser erdê dijîn tenê… Te dilê yên li bin erdê, yên ji ber vê doza pîroz şehîd bûyîn û yên ev kul di dilê wan de mayîn jî xweş kir. Lê xwezika heft xwezika wê dema ko te axivî ez jî li wê derê bama. Min jî guhdarî te kiriba.

Erê Ehmedo, ez bawer im ko niho;

Barzaniyê nemir digel Îdrîsê pakrewan di gorên xwe yên pîroz de ji bo te li çepikan dixin.

Kalê Pîranî Şêx Seîd li ber Mizgefta Mezin ya Amedê bi te serbilind e,

Giyanê Bedirxanê bê siûd û şans niho vegeriyaye hatiye li Birca-Belek rûniştiye û hem li ava Dîcleyê temaşa dike, hem jî guhdariya axaftina te dike.

Qazî Muhemmedê hêja li meydana Çarçirayê li leşkerê xwînxar yên Îranî dike qêr da guh bide dengê te.

Simkoyê qehreman piştî ko axaftina te bihîst êdî li ber wê xwîna ko rijandiye nakeve.

Îhsan Nûrî Paşa li ser çiyayê pîroz Agiriyê sekiniye, ji kêfa te tiqetiqa wî ye û li te silav dike.

Seyîd Riza digel Nûrî Dêrsimî rûniştiye û dilşadiya xwe ji bo te tîne zimên.

Yado Axa hem wê berika ko berdabû hevjîna xwe Têlîya nazenîn jê derdixe, hem jî jê re pesnê te dide

Ustad Seîdê Kurdî gazî Xelîl Xeyalî kiriye, li cem xwe daye rûniştandin û behs behsa te ye.

Ehmedê Xani yê babê kurd û kurdayetiyê “Mem û Zîn”a xwe vekiriye û hestên xwe yên li ser zimanê me yê dayikê dîsa dubare dike û holê dibêje: “Da xelk nebêjin ko ekrad, bê me’rîfet in, bê esl û binyad”

Mewlana Cizîrî Dîwana xwe vekiriye û kar dike ko ji te re holê bibêje: “Ger lu’lûên mensûrî ji nezmê tu dixwazî, wer şi’rê Melê bibîn, tu ji Şîrazî çi hacet?”

Elî Herîrî, Hacî Qadirê Koyî û Feqiyê teyran li Fakulteya Wêjeya Kurdî de civînek li dar xistine û biryar girtine ko doktoreya fexrî/rûmetî pêşkêşî te bikin.

Dildarê ko ji dilê xwe birîndar e seba xatirê te qêr dike “Ey reqîb…”, û tirsê dixe dilê reqîbê netewaya kurd yê vê demê jî.

Cegerxwîn “Kîn e em?” dibêje û destê Seydayê Tîrêj û Dilbirîn girtiye û bi hev re direqisin.

Celadetê delal çavê xwe ji ser »Hawarê« rakiriye û berê xwe daye te û li te heyran maye.

Şûr simbêlê Kamûranê qehreman nabirin.

Erê Ehmedo, te evqas leheng ji xwe memnûn kirine.

Naxwe bajo, bajo, bajo… Rêka te dûr e. Guh nede wan kesên ko li ber axaftina te re parazîtê dikin. Ewana bi ecza dilê wan re bihêle. Bila bi kîna dilê xwe ve bijîn. Ew kesana nikarin berê xwe bidin ronahiyê. Ji ber ko mîna şevşevokan in, ji ronahiyê hez nakin.

Bila ew axaftina te, axaftina we bidome, bidome. Li her derê bidome.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder