12 Ekim 2010 Salı

Helbesta Cizîra Botan

“Hubbu-l wetenî mîne-l îman” Ev gotina ereban tê wateya “Hezjêkirina welêt ji îmanê ye.” Ev gotin rast e, heta tu bêjî rast e. Mirov wî bajarê yan gundê ko mirov lê ji dayika xwe bûyî, zaroktiya mirovî tê de derbasbûyî qet ji bîr nake. Çiqas dem di ser de derbas bûbe jî jibîrkirina wî qet ne gengaz e. Ew bajar yan ew gund li ber mirovî gelik şêrîn e.

Hela wî bajarî qehr û kula gelê xwe xwaribe, ji ber wî gelî bi talanê re rûbirû mayîbe, bi wan bûyerên ko di ser de hatine ve bûbe nêrevanê dîrokê, hela ji leheng û qehremanên wî gelî re mêhvandarî kiribe, ew leheng û qehreman li ber singa xwe xweyî kiribe bêguman wê demê qedr û qîmeta wî bajarî hîn bêhtir dibe. Wê demê hezjêkirina wî bajarî ji hezjêkirineke takekesî û hestî derbasî ya civakî û netewî dibe, yan jî bi giranî bi wî alîyî ve diçe.

Mîna Cizîra Botan… Ev bajarê kevnare wan wesfên li jor hemîyan di nava xwe da dihewîne. Min jî ji ber wê hindê li ser vî bajarî helbestek amade kiriye. Kul û kedera xwe ya bindestiyê bi van rêzan rijandiye.

Bi hêviya lêborîna kêmasiyên wê ve, kerem kin…

***

Ji bo yek bikte pesnê te bi lîsanî Cizîra min,
Dused sal lazimin jê ra bi kêmanî Cizîra min.

Hezar salan welatê min te temsîl kir di cîhanê
Ji ber wê hindê rêzdara me kurdan î Cizîra min.

Dema navê te tê hildan ji keyfan ez dikim reqsê,
Ji ber ko tu didî keyfê bo însanî Cizîra min.

Kesê bêtin li vir rûnê, emîn im navê çit êdî,
Ji lew tu sebrîn û hem pir dilovan î Cizîra min.

Welatperwer nebûn qet kêm li ser xaka te ya pîroz,
Ji bona serxwebûna te didan can î Cizîra min.

Tu navenda welatê min li ser te pir şehîd çêbûn,
Belê hejmarê milyonan bi kêman î Cizîra min.

Bedirxanê welatperwer, ji bo ko te bikit azad,
Ber û singê xwe da artêşê Osmanî Cizîra min.

Eger Kîsrayê Îranî biçit Xarka Beyir axa,
Emînim dê ji dil bavêje Eywanî Cizîra min.

Li min negre ko vê bêjim, ji bo te wek pesin kafî,
Tu milk û war û bajarê Bedirxan î Cizîra min.

Celadet, Kamûran pê ra, Emîn Alî û Mîkdad î,
Ji bil wan Rewşen û hem jî Sînemxan î Cizîra min.

Hezar şehrên wekî Parîs û Tokyo, Lenden û Roma,
Bibin qurban ji bona te hêj erzanî Cizîra min.

Ji qelb û dil kesê ko hez nekit navê te bajarim!
Bila her ew bikit tirsê ji îmanî Cizîra min.

Zimanek rast bikartînî gelik rind û gelik pak e
Mixabin zaliman qedxe li ser danî Cizîra min.

Li nik min tu xudan-qedrî bibim gorî ji bona te
Ji lewra tu ji bo min wek ruh û canî Cizîra min.

Duaya Dilkulî her ev ji dîtna te nebit qet dûr,
Nikarit ragirit derdî ji hicranî Cizîra min.

Serapa tu tejî işq î, Mem û Zîn her delîla wî,
Difûrit işq li ser te her ji ezmanî Cizîra min.

Ji Taxa Torê kolanek hêjayî milkê Bexdadê,
Koçên kolanê wek le’lên Bedexşan î Cizîra min.

Te pir rojên xirab dîtin nebînî êdî wan rojan,
Duaya min her û her ev ji Yezdanî Cizîra min.

Hemû alyên te pîroz in, ji bo min ey delala dil!
Di nav şehrên welatê min tu sultan î Cizîra min.

Serê Sinsal û Aşê Şêx, Şikefta, Endebora te,
Binê Bircan û Banê Cirf, we Westanî Cizîra min.

Çemê Cihya û Eyntirb û Sûmeyk û Çar-î kendalan,
Çemê Kursî û Eynşeş, hem jî Seqlan î Cizîra min.

Li pêşber te çîya Cudî, Nebî Nuh jî li nava te
Serê Meydanê mizgefta bo mîran î Cizîra min.

Simaqa te çiqas tirş e, li wê Deşta Simaqokê,
Dinêrim Ce’ferê Sadiq bi heyranî Cizîra min.

Binêr “Cotkê Tûyan” da tu bibînî wek du pêşmergean.
Ji bo te nobetê digrin li ser banî Cizîra min.

Seîdê Kurdî rûniştî li konê Mustefa Paşa,
Ji zulmê wî didit alî li Ban-Xanî Cizîra min.

Ji nava Mam’elo ger yê wexwit du-sê qedeh avê,
Dê hingê zanibit çendî xweş ew kanî Cizîra min.

Ji wê xarka Mecidê Mûsilî ta ya Silê Zêro,
Hetanî Xarika Evdik we Seydanî Cizîra min.

Girê Reş ger çiqas reş bit, li ba min reş xuya nakit,
Elepxane mekanê dexl û hem danî Cizîra min.

Sê taxên gelkê hêjayî Keleh hem Mîr’elî, Torê,
Tejî xort û tejî law in li kolanî Cizîra min.

Binê Bircan çi xweş dîmen ji bo Mizgefta Mîr-Avdel
Mem û Zîn qet nebû vale ji serdanî Cizîra min.

Dinêrim Nêrgizî çawa hemû tev rengê zer girtî,
Ji qelbî radikit êş û we hem janî Cizîra min.

Ji Mizgefra Zêran avê dixwazit şêx ji bîra wê,
Belê ew dewl tejî têtin ji zêranî Cizîra min.

Nuwala-Şemdînana te mekanê cilşoya bajêr,
Keç û xort lê dikin keyfê bi dîlanî Cizîra min.

Li Şêxê bêserî ger tu binêrî dê bibînî ka,
Bêser çawa dikit cengê bi şêran î Cizîra min.

Mila Mêşik nezervanê cemala te’y bêmîsal e,
Çiqasî Mîr Hesen xoş e bo seyranî Cizîra min.

Çemê Dîcle ji jor têtin bi heybet hem bi işq û şewq,
Rezê mîran şebîhê baxê cînanî Cizîra min.

Belê ew Kehnîya Sityanefîs xweş cih wekî serşok,
Serê sibhê zîyaretgah bo xortanî Cizîra min.

Ji mizgefta dibêjin Mishefa Reş ew li nav bajêr,
Di sindoqa wê da pirtûk ji êzdanî Cizîra min.

Di wê demsala havînê, ji germê ez bidim xwihdan,
Bi misk û emberê nadim wê xwihdanî Cizîra min.

Belek Birca te sêwî ma, sitû-xwehr û perîşan e,
Xwedanê wê xuya nakit, de bêj kanî Cizîra min?

Teyan, Batyan, Dih û Dêrşew, Kiçan têde tu navend î
Belê her tu gula baxê di Botanê Cizîra min.

Keç û qîzên te wek Zînê xizêm-şor û perî-reng in,
Ji xortên te’y şebîhe Mem dibin can î Cizîra min.

Ji çavên reş dema awir peyapey tên wekî tîran.
Dil û mêlak birîndar bin ji peykanî Cizîra min.

Şeker-leb, hem bejin-erer şepal û şeng û şox in lew
Meyê her tim dirêjîn ew bo fincanî Cizîra min.

Hezar Şêrîn û Leyla-yan didin alî ji husnê ve,
Cemala wan çirîska Şahê Subhanî Cizîra min.

Li ser hemdê xwe namînin hiş û aqil diçin yek car,
Dema ew xo dihêjînin li dîlanî Cizîra min.

Hemû lawên te xweşmêr in, şebîhê Rustemê Zal in,
Neşêt dijmin binêrit wan ji mêranî Cizîra min.

Bi şalûşapkê Botanî xwe pêçane wekî şêran,
Hinek simbêl-boq û hin jî biqîtan î Cizîra min.

Misafirperwer û hem jî xwedanê danû îhsanê,
Li cem wan hesp û qesp êk in, ji merdanî Cizîra min.

Çekû û Arifên te mil bi mil dan Tajdînê sadiq,
Ji bo ko Mem bikin rizgar ji zindanî Cizîra min.

Binêr xarka Binê Cîmê tejî zarok dileyzin lê,
Diaxêvin, dileyzim hem bi Kurdanî Cizîra min.

Li Mizgefta Serê Sûrhê eda kim ez nimêja xo,
Ji bo seyr kim li wî Şetkê Mirîşkanî Cizîra min.

Ji mizgefta Sewîq dengê Feqê Teyranî pir têtin,
Dixwînit şev heta sibhê qesîdanî Cizî min.

Li cem wî Şêx Seîdê Meczûbî rûnim li ser ferşan,
Ezê bikrim ji wî feydê bi rûhanî Cizîra min.

Ji Medres Sorî dengê wî Mela Evdisselam têtin,
Çi we’zên xoş dirêjit ew ji Qur’anî Cizîra min.

Meşayîx û melayên te gelik meşhûr û navdar in,
Hinek wan Neqşebend, hin jî ji Geylanî Cizîra min.

Ji wê Cam’a mezin dengê Mela Îhsan çi xweş têtin,
We hem dengê kebar û bang çû ezmanî Cizîra min.

“Sebahûl’xeyr” dixwînit her Melayê nav bi Mewlana,
Ewî her tu kirî navdar li cîhanî Cizîra min.

Rîsala heyvê xweş pirtûk, ji pênûsa mela Mehmnûd,
Çûna heyvê îşaret kir bo cîhanî Cizîra min.

Ebûl-îz alimê navdar, robota xo dikit pêşkêş,
Digel Îbnûl-esîr-ê ew dîrokvanî Cizîra min.

Binêr Îbnû-l Cezerî ew bû babê “ilmê tecwîdê
Hemû alem jê bû fêr ilmê Qur’anî Cizîra min.

Hesen Cizrawî gazî kim, bila bê rûne nav koçkê,
Bibêjit Salihê Nûrê we Metran î Cizîra min.

Hemed Arif çi xweş kir Xifşê, Lawkê Me’denî Pê ra,
Xirabû, babê Fixrî paş li ser danî Cizîra min.

Ji bona Derwêşê Evdî we hem Nadir Begê bêjit,
Seîd Axa qirik kun kir ji qîran î Cizîra min.

Mela Şukrî bi wî dengê xwe yê şêrîn didit bangê,
Li Endîwer hemî xelkê bi lez zanî Cizîra min.

Serûpê, eprax û dolmên te meşhûr in, di dinyayê,
Bila xelk bên li ser rûnên bi mêhvanî Cizîra min.

Erê perdew-pîlawa te, li ber da deynî şêx mehşê,
Kesê jê têr nexwit dê bit peşîmanî Cizîra min.

Kesê yek kutlikek ya te bixwit qet ew nexweş nabit,
Ji ber ko ew ji bo her derdî derman î Cizîra min.

Ji wê hêka heşandî dê nebit dûr qasî mitroyek,
Firaxek pel’ezîz ger tu li ber danî Cizîra min.

Eger ûr û kerî çêkin dirêjahî hezar mîtro,
Bixwin hem baz bidin ber da bi rehwan î Cizîra min.

Hêjîrên wê Cinibra te, çiqas xoş in serê sibhê,
Xiyarên Dêrşewê her nav û nîşanî Cizîra min.

Ji wî Teyfîyê Şax û Heblerê ra nîne sualek,
Belê yên tirş ji wan çêkim hibirmanî Cizîra min.

Qitilnefsî ji Xursê bêt, ji Basret alîsor karçik,
Behîvan tu binêr va hat Sipîvyan î Cizîra min.

Kesê ko xwit hinek Teyfî belê yê Hebler û Şaxê,
Dibit quwwet bîla şubhe bo însanî Cizîra min.

Ji Zivzik jî hinar tên hem kulindê zer ji bêsûke,
Ji Awalê me goz û hem tûtin anî Cizîra min.

Ji sîrka Behcetê Sîrkê we yan ya Subhî û Methî.
Serê sibhê bixwim taştê digel nanî Cizîra min.

Li wê Sûka Sefara teqteqa dist û firaxan e,
Sefarên dengî-xoş berda dibên stranî Cizîra min.

Li Sûka Solkeran çêkim solek rind û qewî qayim,
Li Sûka difsê bikrim difsê Toranî Cizîra min.

Çiqas sîrka Kiçan xoş e, belê ya hêj di derfê da,
Kebab û kifte bin gorî we biryanî Cizîra min.

Gurî Hamîd çêkit kiftê, bixwim jê ez heta têr bim,
Wexwim çayê li cem Perto li çayxanî Cizîra min.

Li qehwexaneya Birho sefar û hem necar kom bûn,
Vir û zirt tev têkilhev bûn li meydanî Cizîra min.

Belê ez Dilkulê jar im, ji işqa te birîndar im,
Ji te dûr bim, bizarzar im, gelo zanî Cizîra min?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder