20 Ekim 2010 Çarşamba

Sertilî wê ve, paşpehnî vir ve.

Sertilî wê ve, paşpehnî vir ve.

Ev biwêja meşhûr ku di nav Kurdan de tê bikaranîn, ji aliyê vegotin û wateya xwe ve gelik biqîmet e. Cihê bikaranîna wê jî dema yek di der barê çûna yekî ku jê eciz be de hestê xwe tîne ziman e. Wateya wê jê eve: Bila her û her sertiliyên te wê ve be, ango çûna te herûher berdewam be; pehnîya te jî vî alîyî ve be ango şûnde hatina te nebe. Bab û bapîrên me çiqas qencî li me kirine ku biwêjên bi vî rengî ji me re mîrate hiştine. Bi hevokeke kurt çiqas maneyan vedibêje.

Min ev biwêj bo Denîz Baykalê ku di rojên dawî de navê wî bi kaseta seksê ketiye rojevê û raya giştî bi xwe meşxûl kiriye, bikaranîye.

Erê. Ewî ji roja ko dest bi sîyasetê kiriye û hetanî roja îro gelo îmzaya xwe avêtiyê binê kîjan qencîyê ko heta em bi çûna wî xemgîn bibîn. Erê, ne wî, ne zîhnîyeta wî ne jî seydayên wî yên ko wî nûnertiya wan dikir ji mirov û mirovahiyê re tu qencî nekirine. Hela ji gelê me re ji bilî xwîn, girîn, înkar… tu tişt neanîye

Kirinên çepel yên Seydayê wî yê yekemîn ku weke Kero dihate nasîn rûpelê dîrokê ji xwînê sor kirine.

Seydayê wî yê duwemîn yê esil-Kurd jî di bin navê mirovperwerî û Çepîtiya sexte de dehan salan xortên vî welatî yên saf li pey xwe gerandine, ji doza wan ya rasteqîn bi dûr hiştine. Ta ku rojekê di dema axaftina wî de wan safan dirûşmeya “ji gelan re azadî” avêtin. Wê demê wî jehra xwe vereşiya û got ko di vî welatî de “gelan” nînin, gelek bi tenê heye, ew jî gelê Tirk e. Ancax wê hingê serê hinekan li hedê ket û ew jî bû sedem ku ew ji serxweşiya hezjêkirina wî hişyar bûbin. Ya hişyariyê hişyar bûn, bes be’de xerabil Besra. Enerjiya xortaniyê ya deh salan “hebaen mensûr” çû.

Jehra wê zîhnîyetê bû sedem ko zariyên vî welatî biqasî deh-panzdeh salan ji dêl ko li ser pisgirêkên gelê xwe rawestin, li ser pisgirêkên Vîetmanê , Erîtreyê, Angolayê, Filistînê… rawestiyan. Şevan hetanî sibehan qirik li xwe diqetandin ji bo wan welatên navborî. Demên xwe yên herî hêja bi nîqaşên weke gelo Rusya emperyalîst e, yan jî sosyal emperyalîst e de derbas kirin.. Nûnerên wê zîhnîyetê jî dema ko xortên me di vê rewşa kambax de didîtin di bin lêva xwe de dikeniyan, kena xwe li wan dikirin, li me dikirin.

Bi vê bûyera wî rastiyeke din jî derkete holê; ew jî eve: Gotineke Ereban heye, dibêjin “El-cezaû mîn cînsîl-emel”. Ango siza li gorî kirinên mirovî ne. Mirov kîjan neqenciyê bike, teqez dê dûçarî heman neqenciyê were. Wî jî bi hemû hêza xwe ve arîkarî da ergenekonê. Kirinên wan yên hovane, yên ji aliyê dadgehên serbixwe ve hatine eseyîkirin nedît, yan jî xwe li nedîtinê qewimand. Ev arîkariyê xwe ewqas bi pêş de bir heta ko xwe wekî parêzerê wê hêza tarî îlan kir.

Îca em binêrin cîlweya qederê. Tişta ko xuya dike hêzeke tarî kemîn li ber wî danîye û di rewşeke ko wî hay ji xwe neyî de ew xistiye kemîna xwe. Ew bi xwe bo arîkarê hin kesên neqenc, Xwedê jî hin neqencên din lê kirin bela. Wek çawa tê gotin. “menêrin yê dibêje, binêre yê lê dide gotin” welê jî menêrin yê dike, binêrin yê lê dide kirin.

Ma em jê re çi bibêjin. Gotina me ya dawî dîsa ewe: Sertilî wê ve, paşpehnî vir ve.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder