Wek tê zanîn bajarê Cizîra Botan bi germahiya xwe ya pir zêde bi nav û deng e. Ji ber vê çendê ye ko dema yek bixwaze mînakeke germahiyê bide tavilê behsa Cizîrê dike û “wekî germahiya Cizîrê” dibêje.
Germahiya Cizîrê bûye mijara meselok û pêkenokan jî. Tê gotin ko gerokê navdar yê tirk Ewlîya Çelebî di çarçoveya gera xwe ya cîhanê de rojekê riya wî li Cizîrê ketibû. Dema di ber Cizîrê de derbas bû, demsal bihar bû. Xweza mîna bûkeke xemilandî bû, ji her derê bêhna kulîlk û sosin û beybînan difûriya. Li nik wê bedewiya biharê, bedewiya ko çemê Dîcleyê jî dida derûdora xwe gotin di cî de be xarîqûlade bû. Ji aliyê din ve, ji ber ko ew roj roja “qereşarşembê” bû, roja geşt û seyranê bû, ji heşt hatanî heştî salî yî hemû jinên Cizîriyan bi cil û kincên xwe yê rengîn û netewî ve hatibûn Westaniyê, seyranê. Eva hanê jî dîmeneke Biheştîn diyariyê dîtinvanan dikir.
Dema çavê Ewliya Çelebî li vê bedewîyê ket mest bû û aqil ji serê wî firiya. Adeta kete cezbeyê; holê gazî Xwedê kir:
— Xwedaya! Madem te bajarekî mîna Cizîrê holê spehî afirandîye, ma êdî çi pêwîstî bi afirandina biheştê hebû.
Ewlîya Çelebî paşê oxira xêr kir, çû. Teqdîra îlahî, di vegera xwe de jî dîsa riya wî li Cizîrê ket. Bes vê carê şansa Ewlîya Çelebî wekî cara pêşî jê re yawer nedibû. Demsal vê carê havîn bû; meha tebaxê bû. Her der dişewitî. Ji asîmanan adeta agir dibariya, ji erdê agir derdiket. Van herdu agiran bi hev re têhnekî dozexîn çêdikirin û êrîşî rûyê candaran dikir. Benderuhî ji devre xuya nedikir. Her kes çûbû li binê siha darekî sitirîbû, xwe kerr kiribû. Jiyan bi tevahî rawestiyabû. Mirovan têkçûyîna xwe ya di hemberî xwezayê de îlan kiribû. Gotina peşiyan ya digot: “Temûz û tebaxê, agirî girt axê, ne li vê dê, di neqeba Hebler û Şaxê” ev rastîya hanê destnîşan dikir.
Ewlîya Çelebîyê min û te dema ev germa holê ecêb bi çavê serê xwe dît, li gotina xwe ya berê ya ko di derbarê xweşiya Cizîrê de gotibû bi heft babê xwe ve poşman bû. Adeta dixwest lêborîna xwe ji Xwedayê Jorî bixwaze ko binezanîn ew gotin bikaranîbû. Hinkê hizrê xwe kir. Dixwest gotineke welê bibêje, ew gotin hem di dîrokê de were qeyitkirin hem jî hukmê gotina wî ya berê ji holê rabike. Di dawiyê de destê xwe careke din raberî Xwedayê Gerdûnê kir:
“— Xwidaya! Madem te bajarekî mîna ya Cizîrê holê germ afirandiye, ma çi pêwîstî bi afirandina dozexê hebû.”
Erê, dema meha tîrmehê dihat cizîriyên ko rewşa aboriya wan baş bûn bazdidan, diçûn gundên derûdorê yên wekî Şax û Heblerê û gundên bi navenda Şirnexê ve giradêyî û hetanî meha Êlûnê li wir diman. Yên halwextê wan îmkana derketina ji bajêr nedabana jî ji xwe re çareseriyeke din peyda kiribûn. Vana jî bi hatina meha Tîrmehê re li ber qeraxê çemê Dîcleyê kolik ji xwe re ava dikirin û têde diman. Ev jî qe nebe ji mana navenda Cizîrê çêtir bû.
Dema min behsa kolikê kir pêkenîneke din ya di derbarê germahiya Cizîrê ya ko bi kolikê ve girêdayî ye hate bîra min:
Rojekê Wezareta Karê Nevxweyî/Hundirîn ji bo teftîşa qeymeqamtiyê bike mufetişekê dişîne Cizîrê. Dîsa demsal havîn e. Tam jî di tehreya nava rojê de mûfetiş digihîje Cizîrê. Rasterast diçe ofîsa qeymeqamtiyê. Qeymeqam wê gavê ne li ofîsa xwe de ye, katip wî pêşwazî dike:
— Tu bixêr hatî mûfetişê birêz!
— Nav xêrê de bî. Xêr e, qeymeqamê we xuya nake?
— Belê ezbenî, qeymeqamê me çûye kolikê.
— Te got çi?
— Kolik.
— Kolik? Kolik jî çi ye?
— Kolik ezbenî, kolik. Ma tu nizanî kolik çi ye.
— Na, ez nizanim.
— Ezbenî, ji ber ko bajarê Cizîrê gelik germ e, di demsala havînê de xelk ji xwe re li ber çemê Dîcleyê kolikan çêdikin û tê de dimînin. Qeymeqam jî vê gavê li kolikê ye.
— Tiştê holê qe dibin! Ma zagon û rêziknameyên me rê didin wê çendê ko qeymeqamê navçeyekê dest ji ofîsa xwe berde û here li ber çeman bigere û di kolikan de li keyfa xwe binêre!
Mûfetiş gelik hêrs bûbû, ji ecza dilê xwe hema di ofîsê de dihat û diçû. Dikir qîr û hawar. Kesî nedikariya li rûyê wî binêriya. Katip jî dema dît mûfetiş gelik hêrs bûye, ling dizîn, çû derve da xeberê bişîne bo qeymeqamî.
Mûfetişê ko herî kêm wê sê rojan li Cizîrê bimaya bêyî ko li benda qeymeqam bimîne hema dest bi karê xwe yê teftîşê kir û dosye xwestin û kete nav de.
Ew jî çi ye! Germahiyê bandora xwe datîne ser mufettiş Şirrik xwêdan di patika Mûfetiş de tê xwarê. Heta dosyakê vedike û rûpelekê dixwîne ew rûpel ji ber xwêdana eniyê wî şil û pil dibe. Destekî wî bi rûpelê dosyayê ve ye, destê din jî bipaqijkirina eniyê ve ye. Hale wî bûbû halê helawçîyan. Bû of ofa wî. Hetanî wê rojê wî ne germahiyeke bi vî rengî ne bi çavê xwe dîtiye ne jî sehkiriye. Wê demê ev derfetên teknolojiyê yên îro em bikar tînîn yên mîna klîmayan û vantîlatoran jî nebûn. Di dawiyê de mûfetiş mecbûr dimîne ko dest ji kontrola dosyeyan berde û bi hemû hêza xwe ve xwe bide paqijkirina xwêdanê..
Mûfetiş nêrî bi vî rengî çenabe, gazî katibî kir û gotê:
— Katip efendî! Bo Xwedê bibêje, ev çi germ e!
— Wele ev e ezbenî! Halê me ev e.
— Himmm!
— Katip efendî! Te got qeymeqamê we vê gavê li kolikê ye, ne welê?
— Belê ezbenî.
— Nexwe bila xêra dê û babê te be, xeberê bişîne bo qeymeqamî hêj ji wir cihê nebûyî bila bo min jî kolikekê eyar bike, paşê were.
— Bila li ser serê xwe, li ser çavê xwe mûfetişê birêz.
12 Ekim 2010 Salı
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder