Babê min yê gurbihişt bi bazirganiyê ve mijûl bû, debara xwe li ser wê dikir. Carînan di dikana xwe ya sûka Cizîrê de kar dikir, carîna jî barê çend dewaran kirt (manîfatûra) bar dikir û berê xwe dida zozanan. Dema babê min serhatiyên xwe vedigot, ev cî û malên hanê hêjan di bîra min de ne: Siwara Xelê, Beyşebap, mala Ebabekirê Şekir Axa… Evya hanê beriya ko ez çavê xwe li vê dinyayê vekim diqewimin. Lê piştî ko ez di sala 1953’yê de Xwedé dam babê min berê xwe da gundê Wehsidê yê ser bi navçeya Girika ‘Emo (Silopya) ve, me bi malbat koçî wî gundî kir. Heta sala 1968-9’ê em li wir mayîn. Min li wî gundî dibistana seretayî qedand. Herweha min li heman gundî li cem Mele Hesenê Batû feqetî kir, dersa gramera erebî, fiqih, hedîs û tefsîr xwend.
Meqseda min ne ew e ez jiyana xwe ji we re vebêjim. Meqseda mine w e ko ez behsa Kurdî-axaftina wê demê ya li gundan bikim ka ev miletê îro bi çavekî piçûk li zimanê xwe yê Kurdî dinêre di wan deman de li ser vî zimanê çiqas bi hestiytarî tevdigeriya.
Di wan deman de her kesî bi Kurdî diaxivî, kurdiyeke zelal, bêyî peyvên zimanê Tirkî yên weke “yapmiş”, “etmîş”, “çalişmiş”an di nav hevokên xwe de bikarbînin.
Dîsa tête bîra min dema havalekî babê min ji Cizîrê yan jî ji derekî din hatiba mala me, biba mêhvan, diya mina rehmetî jê re “keko” digot. Ev peyva hanê çiqas xweş bû Xwedayê min! Dema peyva “abê” kete cihê wê de û di nav gel de belav bû min bêhtir qedrê wê peyvê zanî. Û herweha min zanî ev peyva biyanî û sexte qetûqet cihê wê “keko”ya delal nagire. Lewra di “keko”yê de samîmiyet hebû, xoşewîstî hebû. Lê di di “abê”yê de esla ev nîne.
Di wan deman de axaftina Tirkî şerm bû. Hela yekî di nav axaftina xwe de peyvekî Tirkî bikaraniba ev dibû sedem xwediyê wê peyvê ji gund bar bike. Ji ber wê çendê dema yekî gundî nû ji leşkeriyê dihat xortên gund, hela yên ji henek û laqirdiyan hez dikirin dîçun serdana wî. Lê mebesta wan ew bû yê nû ji leşkeriyê hatî bidin axatin ka peyveke Tirkî ji devê dernakeve. Gava di nav axaftina wî de peyvekî Tirkî derket jî wê tev de bikeniyana û wê tevzê xwe lê bikirana. Paşê jî ev mesele di nav gund de belav dibû û dibû qajikê devê xelkê. Bi rojan, bi mehan xelkê behsa wî û wê peyva bikaranîye dikir.
Dibe hûn di bawerkirinê de zehmetiyê bikişênin lê bila yeqîna hewe bêt carînan ew peyva Tirkî jê re dibû sifet, xelkê bi wî sifetî gazî dikirê.
Dîsa tê bîra min yekî gundî nû ji leşkeriyê hatibû û dîsa xelkê lê kom bibûn. Çavê wan li devê wî rebenî bû, ka kelîmeyek ji devê wî nafiştiqe. Da ji xwe re bikin malzeme û pê bikenin. Ew reben jî ji ber ew do salbûn di leşkeriyê de bi zimanê Tirkî axivîbû û devê ketibû ser wî zimanî, dema serhatiyeke xwe vedigot her çawa be ev peyva hanê ji devê wî derket:
“Vêca werin fekin wa (hespan), wan (at’an), wan (sêv’an) wan (elma’yan).”
Dema wî ev got pilqênî li wan ket. Paşê heta çend salan jî jê re digotin, “wan atan, wan hespan”.
Vêca em werin vî zemanî. Mixabin Kurdiya me îr di bin lingan de perçiqiye, hawar hawara wê ye. Di kolanên Cizîra Botan de, cî û meskenê Mewlana Cizîrî de sed heyf û mixabin, Kurdî/Kurmancî yan nayê axaftin, eger bête axaftin jî bi awakî rêkûpêk nayê axaftin. Tejî tê de “etmîş”, û “yapmîş” û “çalişmîş”în. Xêr têde nemaye.
Hûn çi dibêjin. Gelo pozê hewe jî vê rewşa cîgersoj re naşewite?
Abdulkadîr Bîngol
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder