Zemzem û xulxule û ‘umre û ‘îd û ‘erefat,
Senema sir-ji Semed ney-şekera leb-ji nebat
Mewlana Cizîrî
Cizîra Botan ji ber ko ji berê û pê de navenda ilm û îrfanê ye di herêmê de ciheke xwe yê taybet heye. Ji şîweya wê bigre hetanî hemû rengên jiyanê cihêrengîya wê ya ji herêmên din xwe nîşan dide. Yekî yê ji navenda Cizîrê dema di sohbetekê de axivî hewce nake ko ew xwe wek Cizîrî bide nasîn, lewra awayê axaftina wî Cizîrîtîya wî derdixe holê.
Cihêtiyeke din ya Cizîrîyan di cejn û awayê pîrozkirina wê de xuya dibe.
Li Cizîrê amadehîyên pîrozkirina cejnê berîya hatina wê bi deh-panzdeh rojan dest pê dike. Wekî standina cilên nû, radan û qewîtî-kirina goştî û tiştên din yên xwarinê, paqijkirina malan… Di nav wan de ya herî girîng li nik Cizîrîya xwarin e. Gotineke holê heye: Hin hene ji bo ko bijîn dixwin, hin jî hene ji bo xwarina dijîn. Bawerim Cizîrî di kategorîya dudoyan de cî digrin. Ji xwe li herêma Botan dema behsa Cizîrîyan tê kirin hema xwarin tête bîra mirov.
Berîya hatina cejnê bi qasî deh rojan qesap tête dîtin û mîqadara goştê ko di cejnê de pêwîst e tê qewîtîkirin.
Sibeha roja cejnê jiyan li mizgeftê dest pê dike. Cizîrî gelik girîngiya didin nimêja cejnê. Her çiqas di mezhebê me Şafîîyan de dijê mezhebê Henefî nimêja cejnê sunnet jî be, ew kesên ko di kirina nimêjan de xemsarîya wan hebin jî wê rojê hewl didin ko nimêja cejnê li wan neçe.
Xutbeya cejnê jî bi giştî di derbarê aştî û biratîyê, li hevhatinê, terkkirina kîn û nefretê, lixweyîderketina xîzan û jaran de ye. Piştî xutbeyê pîrozkirina pêşî ya giştî bi hevre qêrkirina selewat û îlahiyan re li mizgeftê tête kirin. Bes her kes li benda vê pîrozbahiyê namînin û dibêjin “lingna, min qurban na” û ji mizgeftê baz didin, diçin.
Piştî nimêjê her kes berê xwe dide goristanê. Di goristana Cizîrê de bi navê “cebane”yê her malbatekê beşek taybet heye. Hetanî van salên dawî jî bêyî destûra malbatê tu kesê nedikariya mirîyê xwe di cebaneya yekî dî de veşarta. Lê ji ber ko hejmareke zêde kes ji gundan koçî Cizîrê kirine êdî qewî li vê xisûsê nayê nihêrîn. Li goristanê her kes diçe cebaneya xwe û li ser gora mirîyên xwe radiwestin. Yên Qur’an-xwîn hema Yasîna Şerîf dixwînin. Eger di nav wan de yên xwenda nebin, gazî dikin wan kesên ko ji bo xwendina Qur’anê hatine wêrê û bi ucret didin xwendin. Li Cizîrê roja erefatê, piştî nimêja esrê jin diçin goristanê, sibeha roja cejnê jî zilam. Bi giştî jin dema diçin goristanê li ser miriyê xwe, teqez hin çeqolat, biskivî, rehet,.. bi xwe re dibin û li wir li zarokan belav dikin. Hin kes jî hene ji dêl wan tiştan ve pereyên hûr dibin û weke xêra miriyên xwe li zarokên xîzan belav dikin.
Kevneşopiyeke dî jî ya cejnê ewe ko malbatên halxweş şeva cejnê li ser cebaneya xwe konî vedidin û bi ucret Qur’anê didin xwendin. Hetanî van demên dawî jî eger mirîyê yekî di wê salê de heba diviya kon li ser cebaneya xwe vedaya, hekena, jê ra şerm bû. Ew kesên ko li ser miriyên xwe konî vedidin û Qur’anê didin xwendin pesnê xwe bi vê çendê dikin. Herweha xelk jî vê helwesta wan ya baş ya di derbarî miriyên wan de teqdîr dikin.
Her weha eger mirîyê yekî yê di wê salê de mirî hebe û sal di ser mirina wî de derbas nebûbe, bi hatina roja cejnê şîna xwe dîsa nû dikin. Ji wan re pîrozkirin nîne, ferdên malê kincê xwe yê cejnê li xwe nakin, çeqolatan îkramî mêhvanan nakin, xwarinê çênakin. Dîsa li mala xwe rûdinin û dernakevin derve. Derûdor ji wan re xwarinê dişînin û li wan kom dibin. Hersê rojê cejnê bi vî rengî derbas dibe.
Piştî beşa goristanê qediya, her kes berê xwe dide mala xwe. Di vê navberê de kevaniya malê jî erka xwe ya çêkirina xwarinê bi serkeftî pêk anîye. Bi giştî wê rojê xwarin zêde tête çêkirin. Lewra dibe ko hin kesên ko di bernameya wan de neyî jî li wan bibe mêhvan. Mezin-kiçik, jin-mêr bi hev re li ser sîniya xwarinê kom dibin û bi keyf û zewq xwarina xwe dixwin. Wê rojê dijê rojên din xwarina taybet ya cejnê hêj sibehê tête xwarin. Xwarin jî bi giştî ûr û kerî, eprax û dolme, serûpê, perde-pîlaw, birinc û birinczer, kutlik, xoşav…
Lê di hişê zarokên malê de ji xwarinê wêdetir xercane heye û bi vê mebestê çavên wan li destê mezinane ka wê weke xercane (harçlık) çi qeder pereyan bidne wan. Zarok ji bo ko xercaneya xwe bistînin hema zû xwe diavêjin destê mezinan û destê wan radimûsin. Bi vî hawî hem erka xwe ya rêzgirtina mezinan nîşan didin hem jî xercaneya xwe mîsoger dikin. Mezin jî nemerdiyê nakin û destê keremê vedikin, wan milyakêtan dilşad dikin.
Piştî xwarinê ferdên malê yên kincê xwe yê cejnê li xwe kirîn pêşî cejna hevdû pîroz dikin, paşê jî di bin serokatiya mezinê malê de derdikevin derve û ji bo pîrozkirinê berê xwe didin malê xizm û cîranan. Berê, dema yek ji boyî pîrozkirina cejnê çûbûya malekê teqez hinkê rûdinişt û perene didan wê malê, paşê ewana jî ew qeder yan jî hê bêhtir pere li wan vedigerandin. Bes koça ji gundan ya ji boyî bajêr bandoreke neyînî li ser vê kevneşopiyê jî kiriye û ev adet rabûye. Pereyên îdanîyê bi tenê ji zaroakan re û ji bo qîzên malê yên mêrkirî re têne dayîn. Yên ji bo pîrozkirina cejnê diçin malan eger xizm yan jî nêzîkî xwediyê malê bin bîskê rûdinin; eger ne xizm û nêzîk bin hema li ber devê derî gazî xwediyê malê dikin, pîrozbahiyê li wan didin, çeqolat û reheta xwe radikin û diçin.
Adeteke din ya di salên dawî de ko ji aliyê gundiyan ve hatîye Cizîrê jî heye. Zarok sibeha roja cejnê torbekî mezin dixin destê xwe de û mal bi mal digerin û çeqolatan berhev dikin. Ji ber vê çendê xelk mecbûr dimînin ko hin çeqolatên erzan yên bi navê “çeqolatê zarokan” bistînin, da di peşberî zîyaretvanên biçûk de perîşan nebin. Berê ev adeta komkirina çeqolatan nebû.
Roja cejnê di kolanên Cizîrê de keyf û sirûreka ji hedê der xuya dike. Her kes derbasbûna meha rojiyê ko li nefsê pir giran e bi desttoqekirinê, bi hembêzê, bi kena li ser rûyê xwe li hev pîroz dikin.
Name ttey kir roze’ê, îdê vekir fesla meyê,
Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam.
Eger di wê malê de qîzên mêrkirî hebin wê hingê barê malê girantir e.Kevneşopiyeke Cizîrê heye; keçên xwe yên mêrkirî (hela mêrkirina wan hê nû were hesabê) ji bîr nakin. Hêj beriya roja cejnê sînîyên wan yên beqlewe, mamûlhewa, xurabî.. amade dikin û destek cil datînin ser de, sibeha cejnê ji wan ra dişînin. Paşê jî zilamên malê ango bab yan jî birayê mezin ji bo yî pîrozkirina cejnê diçin mala wan û perena jî didin wan. Hejmara sînîyan li gorî aboriya malê diguhûre. Her kes bi hejmara zêde yên sînîyan pesnê xwe didin. Ji xwe sînîyên zêde dibin sebeba serbilindiya qîzîkê ya di mala mêrê wê de.
Di rojên cejnê de yên herî zêde keyfê jê dibînin bêguman zarok in. Mezinên Cizîrê yên di dema xwe de ev hestên zarokan li ber çavan girtine ko semteke bajêr weke “cihê pîrozkirina cejnê” texsîsî zarokan kirine; li vê derê zarok cejna xwe pîroz dikin. Li wê derê bi navê çerxûfelek, cincîlik û kerşeytanokê hwd tiştên ko keyfa zarokan veke hene. Hin kesên ko ji aliyê aborî ve ji wê rojê sûdê werdigrin jî hene. Ev kesana tiştên xwarinê û pêlehîzan li wir difiroşin. Ji ber ko wê rojê pereyên zarokan pir in li ber bazara xwe nadin, ew kesana karekî baş bi dest dixin. Zarokên Cizîrîyan roja cejnê herweha tirimbêlan û motosîkletan kirê dikin û toran tavêjin. Car hene dûr diçin, wekî Qesirka Gelî, Herzex û Girika ‘Emo…
Roja dudoyê cejnê qîzên malê yên mêrkirî têne cejna malbabên xwe. Hetanê êvarê li wir dimînin. Zavayê malê jî dema şîvê tête mala xezûrê xwe û piştî xwarina şîvê û sohbetên xweş derengiya şevê digel xatûna xwe û hek hebe zarokên xwe vedigerin mala xwe.
Di roja cejnê de pîrozkirina cejna ferdên ko ji malê dûr in û xizmên dî bi rêya telefonê tête kirin:
Îd e û her kes ji dîdara te lê pîroz e îd,
Ez tinê mehrûmê dîdar im, bi sed menzîl be’îd.
Her çiqas xelkên ko ji gundan koçî Cizîrê kirîn bandoreke neyînî li ser urf û adetên Cizîrê kiribe û di vê navberê de pîrozkirina cejnê jî nesîbê xwe ji vê neyînîyê standibe, lê hêjan jî li her sêr taxên navenda Cizîrê (Mîr-‘elî, Keleh û Tor) de mirov dikare rastî van xisûsê li jor were. Bi kurtayî cejna Cizîrê hejayî dîtine ye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder