13 Ekim 2010 Çarşamba

Çîrok bîstûheşt

Behsa yekî dikin ko kulma wî gelik bihêz bû. Ji ber ko îş û karê wî rast nediçû ji rûhê xwe eciz bibû. Her weha ji ber ko zikê wî mezin bû û destê wî teng bû, dest bi zarînê kir û giliyê rewşa xwe ji babê xwe re kir û got: “Ez dixwazim herim deverek dî, dibe ko li wêdê bi hêza milê xwe meqseda xwe bi dest bixim.”

-Beyt-

* Eger mirov fezîlet û hunera xwe nîşan nede,
ewana ziyan dibin.
Dara ûdê tavêjin nav êgir û miskê jî diperçiqînin da bêhn jê derbikeve.*


Babê wî gotê: “Lawo, xiyala nemimkûn ji serê xwe derxîne û lingê qenaetê bikêşe bin dawa selametê, ko mezinan gotine: (Dewlet ne bi şuxilkirinê ye. Çareya wê ew e ko mirov muzterîp nebe.)

-Beyt-

* Kes bi darê zorê nikarê dawa dewletê bigire.
Bê feyde ye ko jina bê bireh be korikê tê bide.*

-Beyt-

* Eger di serê her mûyeke te de dused huner hebe,
lê eger şansa te nebe wan hunerana bi kêrî tiştekî nayên.*

-Beyt-

* Bihêzê bêşans wê çi bike?
Hêza şansê ji hêza milan çêtir e.*

Kurê wî got: “Babo, feydeyên seferê gelik in: Wekî sefaya dil, bidestxistina feydeyan, dîtina tiştê ecêp, sehkirina tiştên xerîp, seyrêkirina bajaran, bihevreaxaftina dostan, bidestxistina meqam û edep, zêdekirina mal û kesp, naskirina dostan û tecrûbeya dem. Wek çawa rêwiyên wê rêyê holê gotine:

-Nezm-

* Ey kesê xam, heta ko tu di dikan û mala xwe de rehîn î,
qet tu nebûyî mirov!
Hêj tu ji cîhanê derneketî, here bigere, temaşe bike!*”

Babê wî got: “Lawo, mîna te jî gotiye menfeetên seferê bêhed û hesab in. Bes, sefer mexsûsê pênc sinifan e: Yek, bazirgan in, ko ewana xwediyê mal, milk û qudretê ne. Xulaman û cariyeyên wan ên spehî û xîzmetkarên wan ên jêhatî hene. Her roj li bajarekî, her şev di meqamekî û her gav di teferrucgahekê de ne û ji nîmeta dinyayê sûdê werdigrin

-Qit’e-

* Dewlemend di çiya, deşt û çolan de jî ne biyanî ye.
Bi ko ve here konê xwe vedide û razangeha xwe datîne.

Lê ew kesê ko destê wî negihîştibe mirada dinê, ew kese
di welatê xwe bi xwe de jî be biyanî ye û nayête nasîn.*

Yê duwemîn alim e ko bi axaftina şirîn, bi hêza fesahetê, bi saya sermayeya belaxetê bi ko ve here herkes ji bo xizmeta wî dibezin û qedr û qîmeta wî digrin.

-Qit’e-

* Laşê mirovê alim wekî zêrê zer e
Ko bi ko ve here qedr û qîmeta wî dizanin.

Zarokên zadeganan yên cahil wekî pereyê qelb in,
Ko li deverê biyanî kesek wî bi tiştekî qebûl nakin.*

Yê sêyemîn mirovên rûspehî ne ko meyla ehlê dilan li ser hevdîtina wan e. Her weha sohbeta bi wan re xenîmet dihesibînin û ji xizmeta wan minêkar dibin. Lewre holê gotine: Cemaleke hindik ji malê gelek çêtir e. Rûyê spehî merhema dilê nexweşan e û mifteya deriyên dadayî ne.

-Qit’e-

Xwediye cemalê bi ko ve here izzet û hurmetê dibîne,
Bab û diya wî/wê bi qehr wî/wê derxînin jî…

Min pirtikên tewûsê di nav Mushefê de dît; min got:
“Ez vê dereceyê ji qedrê zêde dibînim.” Got: “Hiş… speh-îrû lingê xwe danin ko derê, tu kes destê xwe dirêjî pêşiya wê nake.*

-Nezm-

* Dema di zarokê de spehîtayî û dilberî hebe,
Babê wî jê dûr be jî xem tunne.

Ew gewher e, sedefa wê dixwaze bila nebe jî
Herkes muşteriyê dura yetîm e/ dira bi tenê ye.*

Yê çaremîn ew mirovê dengê wî xweş e ko bi dengê xwe yê Dawûdî nahêle av biherike û teyr bifire. Bi vê fezîleta xwe dilê xelkê bi xwe re dibin û ehlê heqîqetê rexbetê didin havaltiya wan.

-Helbest-

* Meyla guhê min li ser dengê strana xweş e,
ew ki ye ko destê xwe li saza tîrnînî dixe?*

-Qit’e-

* Di guhê serxweşên sibehan de dengê nerm û hezîn
çiqas xweş e!
Dengê xweş ji rûyê spehî çêtir e.
Lewre, rûye spehî li nefsê xweş tê, lê dengê xweş li ruhî
xweş tê.

Yê pêncemîn sen’etkar e ko bi xebata destê xwe rizqê xwe bi dest dixe û ji aliyê nên ve hewceyî kesî nabe. Ko eqilmendan gotine:

-Qit’e-

* Eger yekî mişeq ji bajarê xwe derbikeve, here xerîbiyê,
Nexweşî û tengasiyê nabîne.
Eger melikê Nîmrozê ji bajarê xwe derbikeve, here welatekî din wê ji birçîna bimire.*

Ev wesfên ko min gotine di seferê de dibin sebeba xatirgirtina civakê û dibin sebeba jiyaneke xweş. Bes ew kesê ko ji wan wesfên navborî bêbehr be û bi xiyaleke batil derbikeve xurbetê, êdî tu kes nav û nîşana wî seh nake.”

-Qit’e-

* Eger dewra felekê li yekî kîn be, di karekî wî yê nebaş de rehberiyê jê re dike.
Çawa, dema nevê kevokek êdî hêlîna xwe bibîne, berê wê dide dane û davikê.”*

Kurê wî got: “Bavo, ez ê çawa muxalefeta gotina hekîman bikim ko holê gotine: (Gerçî riziq hatiye teqsîmkirin, lê belê ji bo bidestxistinê tewessula esbaban şert e û bela jî herçend hatiye teqdîrkirin lê wacib e ko mirov xwe ji wan deriyên ko diçin tê de biparêze.

-Qit’e-

* Rizq her çiqas bêguman wê bigihîje mirovî jî,
lê şertê eqil e ko li ber deriyan ew were xwestin.

Her çiqas tu kes bê ecel namire jî
Lê tu bi lingê xwe meçe devê ejdeha de.*

Bi saya vê hêza ko ez xwediyê wê me ez dikarim bi fîlê bi kuwet re şer bikim û bi şêrê dirinde re pençebazî bikim. Meslehet wê dixwaze ko ez derbikevim seferê. Lewre ji vir û pê ve ez nikarim xizaniyê ragirim.)

-Qit’e-

* Piştî ko mirov ji cih û welatê xwe derket,
êdî wê çi xemê bixwe, hemî der cihê wî ne.

Dem dibe şev, her dewlemend diçe qesra xwe,
Lê yê derwêş, li ko derê lê bibe şev ew der qesra wî ye.*

Lawik ev got û xatira xwe ji babê xwe xwest û kete ser rê. Di dema ko diçû de jê bihîstin ko holê digot:

-Beyt-

* Hunerwerê ko bextê wî ne li gorî dilê wî be,
bila ew here devereke welê ko kes navê wî nezanibe.*

Lawik çû û çû heta gihîşte ber avekê. Aveke welê dijwar û tûj bû ko kevir li ser kevirî digindirîn û dengê xuşîna wê heta fersexekê diçû.

-Beyt-

* Aveke welê dijwar bû ko ordek di nava wê de ewle
nedibû.
Pêla wê ya herî biçûk, ji rexê ve ber’aş li ber xwe dibir.*

Lawik hin mirov dîtin ko her yek ji wan hinek ucreta xwe dabûn û li keştiyê de rûniştibûn; keştî ji bû rabûnê amade bû. Destê lawik girêdayî bû, pereyê wî nebû. Devê xwe yê medh û senayê vekir û çiqas ji wan zarezar jî kir, lê alîkariya wî nekirin û gotinê:

-Beyt-

* Eger zêrê te nebe tu nikarî zorê li kesî bikî.
Eger zêrê te hebe, wê dema tu ne hewceyî zorê yî.*

Keştîvanê bêwijdan kena xwe lê kir û lê vegeriya û gotê:

-Beyt-

* Zêrê te nebe tu nikarî bi darê zorê ji deryayê derbas bibi.
Hêzê deh mirovan wê bi kêrî çi bê? Zêra yek mirov bîne.*

Lawik ji vê tehna ji keştîvanî gelik ecizbû û xwest ko tolê xwe jê hilîne, lê keştî rabibû. Gazî kire yê keştîvan û gotê: “Eger tu bi vî kincê min qayîl bibî ez ê bidime te.” Keştîvan temayî kir û keştiya xwe bi şûn de anî.

-Beyt-

* Temayî çavê mirovên bieqil kor dike.
Temayî çûk û masiyê bi davikê dike.*

Çawa destê xortî ji rih û berstoka keştîvanî girt hema ber bi xwe ve kişand û têr lêxist. Havalê keştîvan ji bo arîkariyê derketin, lê belê dema ewana dijwarî dîtin dev ji arîkariyê berdan. Di dawiyê de meslehet di wê çendê de dîtin ko bi xortî re sulhê bikin û dev ji ucreta keştiyê berdin.

-Mesnewî-

* Dema te dît ko wê şer biqewime, ragire!
lewre bi nermikbûnê deriyê şer tête dadan.

Dema te rik dît, nermayiyê nîşan bide!
Lewre, şûrê tûj hevrîşimê nerm nabire.

Bi zimanê şirîn û lutf û xweşiyê tu dikarî bi mûyekê
fîlî bikişînî.*

Keştîvanan ji ber vê bûyerê lêborîna xwe ji xortî xwestin, xwe avêtine ber lingê wî û ji munafiqî ser û rûyê wî maç kirin û paşê ew xiistine keştîyê û bi rê ketin.
Di deryayê de riya xwe girtin û çûn heta stûneke kete riya wan de. Ev stûne ji eserê Yûnan bû û di nava avê de çikilandî bû.

Keştîvan holê got: “Keşti xerabû. Di nav hewe de yekî yê herî xweşmêr, herî jêhatî û gelik bihêz pêwîst e ko here ser vê stûnê û kindîra keştiyê bigire, da em jî keştiyê tamir bikin.”

Yê xort bi wê qebetiya ko di serê wî de ye got “ez ê herim”. Dîlê neyarê xwe yê êşayî hizir nekir û guh neda gotina hekîman ko holê gotine: “Dema te êşek xistibe dilê yekî, pey re jî sed xweşiyê jî tu bidîyê dîsa jî ji tolhildana wê nexweşiyê êmin mebe! Lewre, sertîr ji birînê derbikeve jî êş di nava dil de dimîne.”

-Beyt-

* Bektaş ji bo Xiyataş jiqas spehî gotiye:
Dema te neyarê xwe êşand (êdî) jê ewle mebe!*

-Qit’e-

* Dema ji destê te dilek êşayî be, êdî êmin mebe ko wê
dilê te jî biêşe.

Kevir neavêje dîwarê kelhê, da ko ji kelhê kevir neyêne te jî.*

Dema yê xort kindîra keştiyê bi çengê xwe aland û derkete ser stûnê, keştîvan hema kindîr ji destê wî qut kir û keştî ajot.

Xortê reben li wê derê ma heyirî. Rojekê, dudoyan bela û zehmet dît û nexweşî kişand. Roja sêyemîn xewê çavê girt û ew avête nava avê de. Piştî şev û rojekê hate qeraxê. Ji mirina wî re gelik nemabû. Dest bi xwarina belgê daran û rayê giya kir. Dema piçkê quweta wî çêbû, kete ser riya çolê û çû. Ta ko bi wî halê xwe yê tîn, birçî û bêtaqet gihîşte ber serê bîrekê. Hin mirov dîtin ko li ser bîrê kom bûbûn û qurteke av bi polekê vedixwin.

Pereyên xortî nebû. Av ji wan xwest, nedanê. Hewl da ko bi darê zorê vexwe lê çênebû. Li çend mirovan xist, lê ew mirovana hemî lê kom bûn û zora wî birin. Têr lêxistin û birîndar kirin.

-Qit’e-

* Dema pêşî zêde bûn bi wan fîlên ko
bi quwet û dijwar ve didin.

Dema mûrî dibin yek, şêrê dihîre çerm dikin.*

Ji bêgaviya halê xwe welê nesax û birîndar kete pey kerwanekî û çû. Dema bû şev karwan gihîşte derekê. Li vê deverê de xetereya dizan hebû.

Yê xort dema dît ko ricfînek ketiye laşê ehlê karwanê û gelik nemaye ko ji tirsa bimirin, gote wan: “Metirsin, di nav we de ez heme. Ez dikarim li ber pêncî mêran rawestim. Bila xortên dî jî arikariya min bikin.”

Ev gotina wî quwet xiste dilê ehlê karwanê û kêfa wan ji havaltiya wî re hat; xawarin û av danê.

Ji birçîna dilê xortî bibû agir û taqeta wî nemabû. Çend parî nan xwar û hinek av jî di ser de kir. Heta şeytanê hundirê wî rehet bû û xewê dilê wî girt û nivist.
Di nav karwanê de kalekî dinyadîtî hebû, ewî got: “Havalno, ez ji dizan zêdetir ji vî rêberê hewe ditirsim. Çawa ko çîrokeke holê tête gotin:

Yekî E’rabî hin pere ji xwe re kom kiribûn. Şevan ji tirsa dizan bi tena serê xwe nediwêriya ko binivistaya. Rabû dostekî xwe anî cem xwe da ko ji tenêtî û tirsê xilas bibe. Piştî ko dostê wî çend şevekê li cem wî ma û haya wî ji pereyên wî çêbû, pereyên wî hemî dizîn û ji wir çû.

Sibehê yê e’rabî dîtin ko vaye maye tazî û digirî, gotinê: “Ev çi hal e, ma dizan pereyê birine?.” Got: “Na wellahî, rêber dizîne.”

-Qit’e-

* Ji wê dema ko min exlaqê mar nas kiribûye û vir ve
qet ez welê jê ewle pê re rûneniştime.
Birîna wî kesê ko di çavê mirov de dost dixuyê ji ya kesên dî xedartir e.*

Yê kal axaftina xwe berdewam kir û got: “Havalno, hûn çi dizanin ko ew xort jî ne ji dizan be? Bi hîlekarî ketibe nav me de û wexta ko keysê xwe li me bibîne xeberê bişîne ji havalên xwe re. Ez ya herî qenc wê dibînim ko em wî di xew de bihêlin û birevin, biçin.” Xortên karwanî jî ev tedbîra yê kal pejirandin. Ji ber ko ji xortî ditirsiyan, tiştên xwe bar kirin û ew di xew de hiştin û çûn.

Yê xort wê dema hişyar bû dema tavê patika wî sincirand. Serê xwe rakir, dît ko karwan çûye. Gelik geriya lê belê rê peyda nekir. Welê tîn û birçî serê xwe danî erdê û xwe radestî mirinê kir û holê digot:

-Helbest-

* Ew kesê ko derdê xerîbiyê nekişandibe bi xerîban re muameleya nebaş dike. *

Dema yê xort ev gotinana digot, yekî şehzade ko ketibû pey nêçîrekê û ji leşkerê xwe dûr ketibû li ber serê wî rawestiya. Dema ev gotina wî bihîst, li ser û sîncê wî nihêrrî, dîtina wî ya zahirî paqij, lê halê wî şerpeze dît. Şehzade jê pirsî: “Tu ji ko derê yî, tu çawa ketî vî halî?” Yê xort hinek serhatiya xwe jê re vegot.

Dilê şehzadeyî pê şewitî, cil danê û qencî pê kir. Yekî yê mutemed danî rexa wî û ew şande bajarê wî. Xort dema hate bajarê xwe û babê wî ew dît gelik kêfa babê wî hatê û ji ber ko kurê wî sax-salim hatiye şukrê Xwedê kir.

Yê xort tişta ko hatibûye serê wî, halê xwe yê keştiyê, zilma yê keştîvan, halê gundiyan ya li ser devê bîrê, xedra ko ehlê karwanê lê kiribûne wê şevê ji babê xwe re vegot.

Babê wî got: “Kurê min, ma min wê dema ko tu çûyî de ji te re ne gotibû ko, destê zigurdan yê cesaretê girêdayî ye û pençeya wan ya şêrane şikestî ye.”

-Beyt-

* Sîlehşorê miflis çi xweş gotiye:
Qasî libeke ceh zêr, ji pêncî xunkarî kuwet çêtir e.*

Kurê wî got: “Yabo, heta tu zehmetê nekişênî gencîneyê ranakî, heta tu canê xwe nexî xetereyê li hember dijmin bi ser nakevî, heta tu tov li zeviyê nereşênî tu bênderê ranakî. Ma tu nabînî bi vê zehmeta hindik ya min kişandî min çiqas gencîne bi dest xistiye. Min şîşikek xwar, çiqas hingiv peyda kir.”

-Beyt-

* Her çend ne qabil e ko mirov ji rizqê xwe zêde bixwe jî,
lê belê pêwîst e ko di daxwaza wê de sistî neyête kirin.*

-Beyt-

* Eger yê xewas hizra devê û çeneya tîmsahî bike
dirra qîmetdar qet bi dest naxe.*

-Hîkmet-

* Beraşê binî ji ber ko nalepite,
pêwîst e tehemmula barê giran bike.*

-Qit’e-

* Şêrê dirinde wê di binê şikeftê de çi bixwe?
Bazê ketî be, wê çi hêza wî hebe?

Eger tu bixwazi di mala xwe de nêçîrê bikî,
Wê dest û lingê te bibin wek tevnepîrikê.
(Yanî tu dikarî mêşan bi tenê nêçîr bikî) *

Babê wî got: “Lawo, felek di vê carê de ji bo te yawer hat û îqbalê rêberî kir, heta ko gula te ji stiryê, stirî jî ji lingê te derket. Yekî xwediyê dewletê gihîşte te, qencî bi te kir û dilê wî bi te şewitî û kêmaniyên te pêk anî. Bes, tesadûfên bi vî rengî nadir çêdibin. Hukim jî li gorî nadirê nayête kirin.”

-Beyt-

* Nêçîrwan her dem nikare torî bigire,
dibe ko rojekê piling wî bidirîne.*

-Temsîl-

Di gustîla padîşahekî yê Firsê de mucewhereke gelik giranbiha hebû. Carekê, digel çend havalên xwe yên taybet bi armanca teferrûcê çû Musellaya Şîrazê û ferman da ko ew gustîla wî danîn ser gumbeda gora Edûdûd-dewleyê Deylemî û got: “Heçî tîrâ xwe di helqeya wê gustîlê de derbas bike bila ew gustîl ji wî re be.” Tesadufen di wê rojê de çarsed tîrvan di xizmeta wî de hebûn. Wan hemî tîrvanan avêtinê, bes tu kesî îsabet nekir. Lê belê di vê navberê de zarokekî derketibû ser banê mêhvanxaneyê û bi leyîstokî tîr diavête vî alî û wî alî. Her çawa be baya sibê tîra wî di helqeya gustîlê de derbas kir. Gustîl jî dane wî û her weha nîmetê bêhesap jî danê.

Zarokî paşê ew tîr û kevanê xwe şewitand. Jê re gotin ko “Te çima eva hanê kir?” Ewî got: “Da îtîbara min ya ewel di cihê xwe de bimîne.”

-Qit’e-

* Car dibe ko ji hekîmekî rewşen-fikir tedbîrekî rast dernayê,
Car dibe ko zarokê nezan bi xeletî tîra xwe li nîşanê dide.*


Gulistana Şîrazî
Ji Farisî bo Kurdî
Abdulkadîr Bîngol

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder