Serdana birêz Barzanî a ji bo Turkiyeyê gaveke girîng e. Her çiqas dil dixwest ku di vê serdanê de birêz Barzanî bi protokoleke mîna ya serok-dewletan hatiba pêşwazîkirin û alaya Kurdisatanê jî li nik alaya Tirkiyeyê cihê xwe bigirta , ko wê demê em ê kêfxweştir bibana lê ev nebû. Nebûna van herdu xisûsan giringiya serdanê ji holê ranake.
Min behsa giringiya serdanê kir. Erê, ji bo pêjeroja netewaya Kurd û netewaya Tirk rêya rast û aqîlane jihevhezkirin, hevdunasîn û rêzgirtina herdu aliyan e, ko bi vê serdana Serok Barzanî vê pêvajoyê destpê kiriye. Lewra ji bilî vê riyê rêyên din hemû malxirabî ne, kuştin e, xwîn e, wehşet e.
Her weha dema em berê xwe didin nûçe û şîroveyên çapemeniyê yên di der barê serdanê jî em dibînin ko ew kesên nêt-xirab yên beriya niho di heqê serokên Başûr de tiştên nelayîq digotin êdî dengê wan jî sist bûne. Ev bixwe jî rewşeke erênî ye û ji bo biratiya herdu gelan ya di pêşerojê de hêvîyekê dide mirov.
Her çiqas di vê sedsala dawî de gelik bûyerên xirab rûdane û ev jî bûbe sedema kîn û nefretê, lê dîsa jî pêwîst e em van hemûyan ji bîr bikin. Divê em ji bîr bikin da em karibin pêşerojeke xweş biafirînin. Lewra kalikên me herdu aliyan rojên xweş bi hev re derbas kirine û milê xwe dane hev û bi hev re şerê dijmin kirine û welatê xwe ji dagirkeran rizgar kirine. Dibe ko zarok û nevîyên me jî biratiyeke mîna ya berê di nav bera xwe dîsa saz bikin. Di navbera herdukan de em mayîn tenê . Nexwe em jî xwe baş bikin û rê li ber wan rojên xweş vekin, qe nebe em nebin asteng. Heqê me li me hebe jî heqê me li zarok û nevîyên me nîne. Çima em vê dinyaya xweş li wan tarî bikin, çima şûna ew ji bo ilm û irfanê, ji bo pêşdeçûnê tevbigerin, bi çekan mijûl bibin, xwînê birijînin, bi kîn û nefret li hev binêrin. Ma na xebîneta enerjiya xortaniyê ye ko ji dêl ko ew enerjî di rêya refaha hemwelatiyan de bê mezixandin, di serê çol û çiya, di bin tirs û tometê de derbas bûbe. Êdî bes e..
Ka werin em berê xwe bidin Bedîûzzeman Mela Seîdê Kurdî ka di der barê vê çendê de çi dibêje! Ev zatê hêja çi şîreta li herdu aliyan dike. Seyda beriya niha sed salan di axaftina xwe ya di gel koçerên Kurd de, li ser pirsekî ev nêrînên he anîne ziman:
“Tirkno, Kurdno, Nûrcîno! Gelo niho ez mîtîngekê çêbikim û kalikên we yên beriya niho hezar salan û zarokên we yên piştî niho dused salan vexwînim civata vê sedsala hazir ya cihê vê hengameyê, gelo kalikên we yên berê dê nebêjin:
“Ey zarokên bêkêr yên mîratxwer! Ev hûn in encama jiyana me? Heyho heyho! Hewe em bêencam qiyas kirin.”
Hem jî zarokên we yên ko di rêza çepê de rawestiyane û ji ‘wî welatê ko bajar tê de zehf in’ de hatine dê yên li aliyê rastê (kalikan) pesend nekin û nebêjin:
“Ey babên me yên tiral! Kiçiktirîn û mezintirînên jiyana me hûn in? Ev hûn in yên ketine navbera me û kalikên me yên namîdar de û me bi wan ve girêdidin? Heyhooo, heyho! Hûn bûne çi qiyasên xapînok!” (1)
Ez bawerim Seydayê me yê mezin îro jî li heyatê baya, dê dîsa ev nêrînên xwe dubare kiribana. Ango her çiqas demeke qasî sed salan di ser vê axaftinê de derbas bûbe jî lê dîsa heçkû îro hatîye gotin ewqas tazetiya xwe diparêze.
Bi hêvîya wan rojên…
(1) Îçtîmaî Reçeteler (Reçeteyên Civakî), rûpel: 59
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder