Rojekê dudo gundî têne Cizîrê û dixwazin navnîşana malekê bipirsin. Ji dûr ve sê xortan dibînin. Yek ji wan ji havalê xwe re dibêje:
— Xweziya min zaniba ka navê xortekî ji van çi ye, da min pirsa navnîşanê kiriba.
Yê din dibêje:
— Ez dizanim.
— Çi ye?
— Hemed e.
— Tu emîn î?
— Erê. Lewre ez baş dizanim ko sê Cizîrî li derekê bin, teqez navê yekî Hemed e. Te divê em biceribênin.
—
Yek
— Hemed!
Ji wan her sê zarokan dudo bi hev re dibêjin:
— Kerem ke, mamo!
***
Piçek pîsî ye di misînê wî de
Di dema berê de gundiyên derdora Cizîrê mirîşk, hêk, heywan û tiştên xwe yên dî dianîn Cizîrê difirotin. Cenbazên Cizîrê jî li ser rêya wan gundiyan disekinîn û hêj ew gundî nehatîn, negihîştîn nava bajêr, hêj di ber çemê Dîclê xwe digihandin wan û hewl didan ko tiştên wan ji wan bikirin. Van canbazan ji ber ko ev kar ji xwe re kiribûn meslek, êdî dizanîn ka kîjan gundîyî çi aniye û di firaxa kê de çi heye.
Ev rewşa canbazan bala yekî gundî dikişîne û dibe sedem ko di vê derbarê de biryareke ecêp bide. Ji xwe xwe re holê dibêje.
“Yawû, em çi tînin Cizîrê hayê van canbazan jê çêdibe û dizanin ka di di çeltikê me de, di nav cerê me de çi heye. Pa soz û qerara Xwedê li ser can û cesedê min ketibe ez ê îro tiştekî welê têxim cerê xwe de ko ewana qet pê nezanin.” Hema hinek pîsî têxe nav misînê xwe û weke her caran berê xwe dide Cizîrê. Çawa tête ber pira Cizîrê, dîsa cenbaz lê dibin kom. Lê ew qet berê xwe nade yek ji wan û dixwaze bête nava bajêr.
Li ser vê çendê canbazan jî di neqeba xwe de di derbarê tişta wî anî de diştexilin û şîroveyan dikin. Yek ji havalê xwe yê dî re dibêje:
— Gelo ew çi ye di misînê wî de?
Havalê wî bersiva wî dide:
— Ma çi ye di misînê wî de? Hebe nebe piçek pîsî ye.
Yê gundî ecapmayî dimîne.
***
Bila zerera miyan nebe
Yekî koçer ko hay ji nimêj û bangê neyî û tim li çiyan geriyayî rojekê di ber gundekê re derbas dibe û qîra bangê dibihîze. Dibêje :
— Ev jî çi qîr e ?
— Bang e.
— Bang jî çi ye ?
— Ji bo nimêjê ban li xelqê dike.
— Ango niha zerera miyan tê de nîn e ?
— Na.
— Nexwe, çi qas bivê bila qîran bide.
***
Helaw xweş e
Yekî gundî derdê xwe ji havalê xwe re vedibêje:
— Axx! Çiqas helaw xweş e!
Havalê wî:
— Ma te helaw xwarîye?
— Na welleh, min nexwarîye; lê belê wê rojê bavê min çûbû êş, li ser nanê yekî dîtibû.
***
Ez ji xişxişokê nayême xarê
Du zelaman sohbet dikir. Yek ji wan:
— Dema ez hatibûm vê derê di rê de min bist beraz dîtin.
— Ez vê bawer nakim. Ne mimkûn e, bist beraz bi hev re bigerin.
— Ne bist bûn, panzdeh bûn, panzdeh.
— Welleh, ez wê jî bawer nakim.
— Deh bûn.
— Esla!
— Pênc bûn.
— Ew jî ne mimkûn e.
— Dudo bûn.
— Na, na, qet.
— Yek bû.
— Ew jî ne we ye.
— Ê nexwe, ew xişxişa çi bû?
— Ez bi wê jî bawer nakim.
— Welleh ez ji xişxişokê nayêm xarê.
***
Hêstira pîr
Yek dixwaze ji xwe re hêstirekê bikire. ji bo yî vê çendê diçe nik xwediyê hêstirê û bihayê wê dipirse. Xwediyê hêstirê bihayê wê jê re dibêjê. Lê yê bikir jê re holê dibêje:
— Ev hêstira te pîr e
Xwediyê hêstirê:
— Na, ne pîr e.
— Pîr e, ezbenî; va ji didanê wê diyare ko hêstira te pîr e.
Di vê navberê de diya xwediyê hêstirê têkilî ştexaliyê dibe :
— Lawê min, ev bû bîst sal ko ev hêstir li ba me ye, heta niha kesî negotîye pîr e, hema tu dibêjî pîr e!
***
Hatina mizgeftê
Zelam berî herkesî dihate mizgeftê. Havalên wî ji hatina wî ya mizgeftê a zû dihesidiyan. Rojekê havalekî wî hew xwe karîbû xwe, jê pirsî:
— Niho ka ji min re bibêje tu çawa dikarî holê zû bêyî mizgeftê? Em hinde zû jî têne mizgeftê, em dibînin vaye tu berî me li mizgeftê yî. Sebep û hikmeta vê çi ye?
— Ma ez ji te re bibêjim?
— Erê ka bibêje, em wîya mereq dikin.
— Niho min du jin hene. Jinên min hêj zû radibin. Yek sibehê radibe misînê min amade dike, ya din jî hetave secade û kincên min amade dike û bi hev re min dişînin mizgeftê.
— Nexwe welê ye?
— Erê welê ye, ya!
— Niho ez jî ji xwe re jineke din bînim, wê ez jî bikevim wê rewşê?
— Elbet.
Zelam jî ji xwe re jineke din tîne. Bes jinên wî şev û roj şer dikin. Zelam vê carê beriya havalê xwe hêj ji sibehê re saetek mayî ji ber pitepita wan baz dide û tê mizgeftê. Berê xwe dide havalê xwe û dibêje:
— Min nûka zanî ka tu ji ber çi zû dihatî mizgeftê.
***
Sol
Yekî Torî tê Cizîrê. Piştî hewceyiyên xwe pêk tîne, ji xwe re solekê dikire û dikeve ser riya malê. Lê destê wî naçitê ko sola xwe têxe piyê xwe. Di rê de stîrîyek di lingê wî re diçe û lingê wî kun dike. Ew dinihêre lingê xwe û dibêje :
— Mala Xwedê gelkî ava ko min sola xwe nexistibû lingê xwe.
***
Bi tirkî
Yekî gundî ji nûka ji leşkeriyê hatibû. Jina wî jê dipirse :
— Tu bi Tirkî hîn bûyî ?
— Erê
— Navê fîl çî ye?
— Yên wilo mezin pirs meke, nizanim
— Navê kêçê çî ye ?
— Yên wilo biçûk jî nizanim
— Belê navê gu çî ye?
— Welleh li ser devê min e, lê ji bîra min çû ye.
***
Ez di tariyê de bi tirkî nizanim
Leşker di şev de digrin ser gundekî. Yekî gundî bitenê jî bi tirkî nizane. Diçin mala wiyê hêj nû ji leşkeriyê hatiye û jê re dibêjin :
— Em bi tirkî nîzanin, ka tu here bi wan re biaxive
— Welleh şef tarî ye û ez di vê şeva tarî de bi tirkî nizanim, bila bibe sibeh…
***
Qurtleme
Di dema borî de şekir kêm bû. Ji ber kêmaniya şekir, xelkê bi kabikeke şekir çend qedeh çay vedixarin û ji vê vexarinê re “kitlama” digotin.
Rojekê mêhvanê yekî tê. Xwediyê malê ji mêhvanê xwe re çayê çêdike. Mêhvan “kitlama”yê nizane û şekirekî diavêje devê xwe û bi qurtekê kabika şekir dike xar. Bi vî rengî bi her qurtê şekirek diçe. Xwediyê malê ji ber vê rewşê eciz dibe û ji mêhvan re dibêje:
— Mêhvanê delal, ev ne kitleme ye, “qurtleme” ye.
***
Esfelessafilîn
Jineke gundî dimire. Jina melê cenazeyê wê dişû û melayê gund jî nimêja wê dike û cenazê binax dikin. Kurê jinikê ji melê dipirse :
— Seyda rewşa diya min a wê dinyayê çawa ye, ji min re bibêje
Mele dibêje:
— Kurê min, ew cenazeya ko jinseydaya te şûştîye û seydayê te li ser de nimêj kirîye, ez hêvî dikim ko cihê wê esfelessafilîn e, înşelleh!
— Xwedê ji te razî be, seyda.
***
Çaya tehl û bi dem
Yê koçer di koçka axê de rûniştibû û jê re çayek hatibû. Çaya xwe vedixwar. Bes wî baş dizanî ko çayeke din jê re nayê dayîn, ev çaya wî ya dawiyê ye. Hema fikrek hate serê wî. Dema qedeha çaya wî nîvîbû gote yê xizmetkar:
— Kurê min ev ça gelek şirîn çêbû ye, xêra dê û babê xwe hinek dem berde ser.
Yê xizmetkar qedeha wî tejî dem kir. Dîsa vexwar, heta hate nîvî, dîsa gazî yê xizmetkar kir:
— Ser serê xalê xwe, ev çaya min gelek tehl e, ka hinek şekir berdiyê. Geh şekir, geh dem… Bi vî awayî çend qedeh dî çay vexwar.
***
Mêhvan û hingiv
Zelamek bûbû mêhvanê mala yekî kund. Kevaniya malê nan û hingiv danî ber de û ewî jî dest bi xwarinê kir.
Yê xweyê malê hem li mêhvanê xwe, hem jî li hingiv dinêriya. Herî dawiyê zanî ko yê mêhvan wê hingiv xilas bike, ji ber vê çendê gote mêhvan:
— Mêhvanê delal, ez dibêm qey ya baş ew e ko tu zêde hingiv nexwî. Lewre, wê zikê te bişewitê.
Hayê yê mêhvan jê çêbû ko xwediyê malê gellik kund e, bersiva wî da:
— Na ezbenî, hema bila zikê te neşewitê, zikê min naşewitê.
***
Ev kîna par e
Kurê yekî nexweş dikeve. Ban li Şêx Ebdilqadir dike û dibêje:
“— Ya şêx, ya şêx! Heke lawê min ji vê nexweşînê rabe, soz be ez ji te re pezekî bikim xêr.”
Kurê wî ji nexweşiyê radibe û baş dibe. Zelam li ser soza xwe nasekine û pezî nake xêr. Piştî salekê kurê wî cardîn nexweş dikeve, vê carê dîsa dibêje :
“— Ya şêx, ya şêx, soz be îcar ez pez bidim.”
Lê, kurê wî ji nexweşiyê ranabe û dimire. Zelam eciz dibe û dibejê :
— Ya şêx, wellehî ev kîna par bû.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder