Dema berê jiyana rojane hê zû destpê dikir. Mirovên ko berê wan li seferê bana ji bo ku ji demê îstîfade bikin demek berê diketin ser rê. Darvanên Cizîrî berî banga sibê xwe digihandin çiyê, deverên mîna Kirim, Mendîşana, Sehrincê.
Jiyana bawermendan jî serê pêşî li mizgefta taxê dest pê dikir. Ji xwe îmkana avê ko îro di destê me de ye di wan deman de nebû. Di gelik malan de bîra avê jî nebû. Ava şebekeyê jî hêj nehatibû. Ew malên ko di hewşa wan de bîr nebûn, ji bîrên cîranan îstîfadfe dikirin. Ji ber wê çendê xelk di wê bêgaviyê de bûn ko nimêja xwe ya sibehê li mizgeftê bikirana.
Mirovên ko ji boyî edakirina ferza nimêja sibehê dihatin mizgeftê bi bangdana melê re li ber bîra mizgeftê diketin dorê. Hingê ji dêwla misînan de kûzik dihate bikaranîn. Bi dewlê av ji bîrê dikişandin û pê destnimêj digirtin. Piştî nimêja sibehê her kes diçûn ser îş û karê xwe. Esnafan hê zû dikanên xwe vedikirin, tiştên xwe li ber deriyê dikanê rêz dikirin û ji bo bala bikiran/mûşteriyan bikêşin awakî rêkûbêk cî dikirin.
Esnafên ku zerzewat û fêkî difirotin piştî nimêja sibehê berê xwe didan ereseyê. Erese ji pazara îro re dihate gotin. Gundiyên derûdorê zerzewat û fêkiyên xwe hê şev dianîn li ereseyê amade dikirin. Ew kesên ji gundan dihatin teqez yekî bajarî li wan xwedî derdiket, di firoştina tiştên wan de arîkariya wan dikir û di dawiyê de jî bi navê “ber deriyê dikanê” miza/ûcreta xwe ji wan distand. Ev adet bû. Her çiqas nûnerê fermî yê şaredariyê jî li wir bû û ew tiştana di bin çavdariyê wî de û bi şihîna wî dihate kişandin jî lê dîsa jî yek diket navbera wî û yê bikir/dikandar de. Dikandarên ko bi firoştina zerzewat û fêkiyan ve mijûl bûn piştî ko tiştên xwe kirîn hemal/barkêş digirtin û bayê bezê re dişandin dikanên xwe. Mîmîyê Hemal, Hemdiyê Hemal, Mekînê xwediyê erebeya dest berê wan li ser îşareteke dikandaran bû. Ev tiştên hanê bi gelemperî hêjan roj derneketî, yan jî bi derketina rojê re diqediyan.
Yên gundî piştî ku karê firotina zerzewat û fêkiyên xwe diqedandin û pereyên xwe distandin hema li sûkê belav dibûn û ji bo na kirîn û firotinê li sûkê belav dibûn; dikandar jî diketin derdê firotina wan zerzewat û fêkiyan. Lewre wan zanibûn ko diviya berî êvarê ew tiştana werin firoştin. Hekena, feydeyê deynin vî alî zerar jî derdiket holê.
Piştî ko dem digihişt wexta çêlekdana, ango saet dibû nêzî nehê, dehê wê hingê li nik êş û azara têkoşîna jiyanê, têkoşîna mirovan a bi germahiyê re jî dest pê dikir. Li gorî tabîra wê demê qijjên ji dinê dihat, dinya dikeliya… Hinavê mirovan dişewitî, ava cemidî dixwest. Tam di wî wextî de xelkê çavê xwe li Mihemedê Avê digerand. Mihemedê Avê yan jî bi tabîra Cizîriyan Hemedê Avê di cemidandina avê de û parastina cemidandina wê û firoştina wê de bûbû pispir. Taybetmendiyeke wî ew bû ko wî di cemidandina avê de qeşa/bûz bikarnetanî, bi awakî sirûştî dicemidand. Hê di şevê de amadehiya xwe dikir, cerên wî yên xumalî hebûn û tê dicemidand.
Wê demê şaredariya Cizîrê karxaneya qeşayê hebû û qeşa çêdikir û digihande hawara xelkên germahîzede. Zarokên bajariyan yên di xwedîkirina mala xwe de û bidestxistina pereyan de hestiyar bûn, ji vê rewşa germahiyê sûd werdigirtin. Bi despêkirina germahiya rojê re dest divêtin sitilkên avê, qalibek qeşa dikirîn, dixistin navde, baş dicemidandin û berê xwe didan sûkê û dikirin qîr û hawar:
“Avaaaa ccccemmmmidîîî, qeşa ye.”
Yekî din:
“Ava şevnivistîîî…”
“Lîlloooozeeeehhh” ji yek ji wan tabîrên xweşkirina ava cemidî bû.
Her çiqas di standina avê de tercîha esnafên Cizîrê li ser Hemedê Avê be jî lê gundiyên ko hatibûn Cizîrê û hinavên ji têhna dişewitîn ava zarokan tercîh dikir. Sedema vêya jî mirov dikare bibêje qîra wan ya reklamê bû. Herweha ava zarokan ji ya Hemedê Avê cemidîtir bû. Dema zarokekî av-firoş yekî gundî dîtiba hema qesta wî dikir û sitilka ava cemidî datîne berde û li rûyê yê gundî mêze dikir. Paşê bazarê dest pê dikir:
-Xarîfa avê bi çendê ye?
-Bi du çexa ye (Du çerxiyan=deh qûrûşan)
-Na welle giran e. Sisê bi çaryekekê (bîst û pênc qûrûş) nabe.
Zarokî her çiqas nedixwest ko sê xarîfên ava xwe ya bi zor û zehmetî qerisandî bide bîst û pênc qûrûşan jî, lê dizaniya ger bersiveke neyînî ji devê wî derbikeve, avfiroşekî dî amadeye ko gazî wî bike û bi heman bihayî avê bifroşe. Ji ber wê çendê ew bi biryar bû ko bikirê ava xwe ji destê xwe dernexîne û wê fersendê bi destê reqîbê xwe ve bernede. Yê gundî di neqeba çav û birhan de her sê xarîfên avê li ser can û cesedê xwe de dikir, pereyê xwe dida zarokî û ji wir cihê dibû. Ji wir cihê dibû lê belê ji ber ko hêj pênc deqîqe di ser de derbas nebûyî hinavê wî dîsa ji têhna dişewitî çavê xwe li zarokekî dî yê avfiroş digerand.
Hêdî hêdî dibû nivro, dema taştê nêzîk dibû. Menzereya li Sûka Nû hêjayî dîtinê bû: Dîndarê Hacî Hesenê Ulyê sîniyek tejî çeqolatên rengarek kiribû û li ber deriyê xwe danîbû û li benda zarokên ko ji bo xerckirina pereyan bihatana sekinibû. Di bin dûvikê çavên xwe re li zarokên ko di ber dikana wî re derbas dibûn dinêriya. Hacî Reşîdê Emerê Helo yê rehmetî ji ber wan qotiyên curbicur yên pereyan nedikariya serê bixweranda. Feqeyê Hacî Tahir Yeman heskûya xwe di bin mastê di sindoqa xwe de dikir û bere jî berê xwe dida ehlê sûkê û dikir qîr û hawar:
Mmmmastoo, rrrrrastoooo
Bi vî awayî dixwest bala zarokên mastkir bikişîne ser mastê xwe. Li aliyê din yê sûkê qîreke din derdiket:
-Şertê kêrê, şertê kêrê şebeş. Şebeş… şeş çexa, şeş çexa… Şertê kêrê ye.
Di wan deman adet bû, dema dibû nîvro esnafan deriyê dikanên xwe digirtin û ji boyî îstîrahetê diçûn malên xwe. Dema diçûn malê jî di nav wan tiştên ko bi xwe re bibirana de ya herî biqîmet û hewcedariyê malê lê heyî hinek qeşa bû. Her kesî 2-3 kîlo qeşa dixist di nav destmala xwe de û dibiran malê. Yê nebirana jî zarokên xwe dişandin qeşayê. Wê hingê tê bîra min Neîmê kurê Evdirehmanê Gurî, li pêşberi Mizgefta Emniyetê, li tenişta çayxaneya Perto maseya xwe danibû û qeşa difiroşt. Em zarok diçûn me jê dikirî. Lê heta dor digiha me ruhê me derdiket. Dengê “Xalê Neîm, Xalê Neîm” diçû ber erş. Me çiqas banî dikirê jî ewî li me guhdarî nedikir û dasika xwe radikir jor û hetta Xwedê quwet dabûyê li qaliba qeşayê dixist û ew qalib parçe parçe dikir. Dema dasika wî li qeşayê diket, ew parçe û peşkên ji ber wê pekiyayîn li ser û guhê me diket, em hinkê ji ber wê hûnik dibûn. Qeşa pêşiyê dida mirovên mezin paşê dor digiha me zarokan. Piştî me qeşaya xwe distand, me digot “lingano, me qurbanno” me bibez hewl dida xwe bigihanda malê. Ji ber ko me dizaniya ko çavê ferdên malê li riya me ye.
Ber bi hûnkahiya berêvarê re jiyana sûkê ji nûve dest pê dikir. Çayxaneya Birho, ya Qedo, ya Perto hêdî hêdî tejû dibû. Zerzewat-firoşên ko hin zerzewat û fêkî di destên wan de mayîbûn, di telaşa firotina wan de bûn. Ew kesên ko dixwestin tiştên erzan bikirin bi taybetî ew dem dibijartin û muameleyê bi navê “bazara êvarê” awakî din dest pê dikir. Jinên koçeran jî di kirrîna tiştên erzan de adeta bûbûn pispor. Dema karê xwe yê sûkê biqedandan û berê xwe bidana malê dihatin li cem fêkîfiroşan disekinîn û bazarê dest pê dikir.
-Ev fêkiyên hanê hemû bi çendê ne?
-Bi evqasê ne, xalet!
-Xaletê gorî bi Xwedê min evqas pere maye, heram be heke ji bilî vê pere li cem min mabin.
Pereyên ku xaletê pêşniyar dikirin herçiqas gelik hindik jî bin, ji bilî danê şanseke din ya esnafî nebû. Lewra, heke ew firset wenda kiriba mimkûn bû ew hemû bimana roja dîtir. Mana roja dîtir jî dihata wateya rizîna fêkiyan û zerarê..Qesaban jî di telaşa firotina goştê xwe de bûn. Lewra ji ber ko dolabên qeşayê (buz dolabî) wê demê nebûn welew erzan jî bihata firoştin ji bilî jidestexwederxistina goştî çareyeke din ya qesaban nebû. Ji ber wê çendê qesaban goştê di ser wan de mayî, li sûkê li ber dikanan digerandin û bi buhayeke hindik difirotin. Silêmanê Qesap ko jê re Silo Kiçî digotin her êvara Xwedê karê wî ev bû.
Xortê wê demê dixwestin zû bibûya şev da çûbûna sînemayê. Lewra çûna sînemayê bûbû parçeyek ji jiyana xortê wî demî. Di wan deman de filmên Yilmaz Gûney, Tamer Yîxît, Yilmaz Koksal û Cûneyt Arkin filmên sereke ko yên dihatin seyrêkirinê bûn. Ji ber wê çendê hê di nava rojê de reklama fîlma ko wê şevê dê bihata nîşandan dihate kirin. Zarokên ko di vî karî de hatibûn wezîfekirin afîşa wê filmê datînana li ser milê xwe û di sûkê de digerandin û dikirin qîr û hawar.
Dema em diçûn sînemayê jî di nava filmê de hin kes hebûn, rihet nedisekinîn. Ew şîroveyên wan yên di navbera xwe de dikirin yên di derbarê fîlmê de dibû sedema nerehetiya me. Dema rola lêxistinê hatiba, taybet li Yilmaz Gûney û Yilmaz Koksal dikirin qîr da li dijminê xwe bixin:
-Dê kuro dê, de lê bide, mal mîrat!!!
Dema lêdixstin jî kêfxweşî û dilxweşiya xwe dianîn ziman:
Ox, xweşşş!!!
Di herdu rewşan de jî qîra wan li ser sînemayê diket, ewqas ku heyat ji me re nedima.
Piştî ko fîlm diqediya û em ji sînemayê vedigeriyan ji bo me ya nexweş ji nû ve destpê dikir. Lewra heke em bêyî destûra babê xwe çûbûna sînemayê… Wê demê li hêviya me diman û mehkemeyê, era mehkemeya çûna sînemayê ya bêdestûr dest pê dikir. Mimkûn bû ko da dawiya mehkemeyê de ew hukmê ko derketa ew kêfa me ya ko me ji seyrêkirina sînemayê standî di difna me re derxista
Piştî wê razanê dest pê dikir. Razan pêwîst bû da roja dîtir jiyaneke nû des pê bikira.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder