Dema mirov li didan û pençeyên ajalên mîna şêran binihêre tête fêhmkirin ko ewana ji bo yî perçekirin û dirandinê hatine afirandin. Û mirov bala xwe bide qawunan, wekî mînak li spehîtahiya wan binihêre wê bête hîskirin ko ewana ji boyî xwarinê hatine afirandin. Wekî vêya, ku mirov li huner û jêhatina însên binêre wê bête fêmkirin ko erka wî însanî ya ku bi afirandinê re eleqedar e ubudîyet (bendetî) e, herweha mirov bala xwe bide li ser bilindbûna wî ya gîyanî û ka îştîyaqa wî ya bi ebedîyetê re di çi dereceyê de ye, wê bête fêmkirin ko însan serê pêşî di alemeke ku ji vê alemê xweştir û şêrîntir de hatiye afirandin û ew ji bo ko hin hacet û ambûrîn bistêne bi awakî demdemî bo vê alemê hatiye birêkirin.
Hêza te kurt e, mayîna te (ya li vê dinyayê) hindik e, jiyana te sînorkirî ye, rojên umrê te jimartî ne, her tiştên te fanî ne. Nexwe, vî umrê xwe yê fanî di tiştên fanî de ne mezixêne (serf neke), daku fanî nebe; di tiştên mayînde (baqî) de bimezixêne da mayînde bibe.
Wek mînak: Ev pêşûya xwediyê xortumê di wê deqîqeya ko tête dinyayê de ji mala xwe derdikeve û bê rawestan êrîşî rûyê mirov dike, bi çovikê xwe yê dirêj lêdixe, ava heyatê dipijiqêne û vedixwe. Dema ji ber êrîşan bazdide, mîna wan serbazên ku di fena cengê de hînbûyîn jêhatîbîna xwe nîşan dide. Gelo, kê ev sin’et, ev zanyariya şerî, ev xizmeta derxistina avê nîşanî vê aferîdeya kiçik, bêtecrûbe û ya nû hatiye dinyayê kiriye? Û li kû derê hînbûye? Ez, ango ev Seîdê bêçare li xwe mukir têm ko eger li şûna wê pêşûya bixortim ez bama, min dê ev sin’etê han, ev cenga ‘bi şûn de hatin û bi pêş de çûyîn’ê, xizmeta vê av derxistinê bi gelik dersan, bi gelik tecrûbeyan ancax min dikarîbû bidestxista. (Mesnevî-Nûrîye-139)
Qey ewana zen dikin ku ez merivekî xwedbîn im û ez hizra rizgarkirina nefsa xwe tenê dikim? Min di riya rizgarkirina îmana civakê de dinyaya xwe jî feda kiriye, axreta xwe jî… Ez di heştê û qusîr sal temenê xwe de li ser navê tama dinyayê tiştekê nizanim. Temenê min hemû di qadên şêr de, di girtîgehên esaretê de, an jî di girtîgeh û dadgehên welêt de derbas bû. Cefaya ku min nekişandîbe û kul û derdên ku min nedîtibe nebûne. Di dadgehên leşkerî de muameleya mîna mêrkujan bi min hate kirin. Mîna yekî serserî ez ji vê deverê sergomî devereke din hatim kirin. Çend caran ez hatim jehredarkirin. Ez dûçarî heqaretên cur bi cur bûm. Hin caran dibû ku min hezar qatî ji jiyanê bêtir mirin xwastibe. Heke dînê min men’a min ji xwekuştinê/întîxarê nekiriba, belku îro Seîd di bin axê de rizî bibûya, çûbûya.
Pişt re min di riya selameta îmana civakê de axreta xwe jî feda kiriye. Di çavê min de ne dilketina Biheştê heye, ne jî tirsa Dozexê. Li ser navê civakê, li ser navê bîst û pênç mîlyon civakê de ne ku Seîdekî bi tenê, bila hezar Seîd gorî bibin. Heke Qur’ana me li ser rûyê erdê bê cemaet bimîne, ez bihiştê jî naxwazim, wê ew der jî li min bibe zîndan. Heke ez îmana gelê xwe di selametê de bibînim, ez qayil im ku di nav pêhtên dozexê de bişewitim. Lewra gava laşê min bişewite wê dilê min bibe gul û gulistan.”
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder