13 Ekim 2010 Çarşamba

Tahirê Berber (Teyro) û Dadgerê Cizîrê

Tahirê berber ko di nav gel de weke “Teyro” dihate nasîn yek ji wan berberan bû ko di sûka Cizîra Botanê de dikana wî ya berberiyê hebû û têde kar dikir.

Rojekê Teyro piştî ko ser û rihê muşteriyê xwe qusand, ew ava ko ji ber qusandina rihê wî zêde mabû rijande ber devê dikana xwe. Wê avê di ber deriyê dikanê de golikek çêkir. Dadgerê Cizîrê jî tam di wê demê de di ber deriyê dikanê de derbas dibe. Lingê wî dikeve nava wê golka avê. Delinga pantorê wî dilewite. Dadgerê Cizîrê bit û lingê wî bikevit nav wê avê de û bilewitit! Her wekî ew li ser sûc de girtibe tavilê gazî Teyro kir û sedema rijandina avê ya li ber devê dikanê bi awayekî tund jê pirsiyar kir, li ser serê wî de xurî û nîşanî wî kir ko ew ji ber vê bûyerê gelik hêrs bûye. Teyroyê belengaz jî li gorî hêza xwe û biqasî ko zimanê wî geriya bersiva wî da û xwest ko vê bûyerê bi awayekî sivik li ser xwe derbas bike. Bes dadgerê min û te qet û qet wekî Teyro hizir nedikir. Ji wir cihê bû çû, lê belê çi çûyîn! Di ber çûna xwe de wekî bêje “emê hevûdu bibînin” serê xwe li Teyro hejand.

Piştî du saetan du polês li ber dikana Teyro diyar bûn. Teyro herçiqas ev hizir nedikir ko wê bûyer bigihîje vê radeyê jî lê vê nehizirkirina wî destê wî ji kelemçeyê xilas nedikir. Mad û mirûçê polêsan welê kiribû ko heçko keştiyê wan di Behra Reş de qulibîbin. Teyro cesaret nedikir li rûyê wan binêre. Erê Teyro êdî bertawan (bersûç) bû. Tawaneke (sûceke) zor mezin kiribû Teyro! Av rijandibû ber deriyê dikana xwe, av! Av lo av! Av qe ya rijandinê bû!

Erê Teyro di bêşberî dadgerî bû û bertawanê tawaneke ko cezayê wê di Qanûnê Cezayê ya Tirk de nebû bû. Dadger ji ber ko tola xwe jê distand gelik kêfxweş bû. Carcaran pişta xwe dida palkursiyê xwe û xwe pi paş de dida; carcaran jî xwe bi pêş de dida. Ev helwesta wî nîşaneya kêfxweşiya wî bû. Emê Teyro û dadgerî di rewşa wan de bihêlin û werin ser mesela berberên dî yên Cizîrî, ka dema wan ev bûyer sehkirin çi reaksiyon nîşan dan.

Berberên Cizîrê dema ev bûyer seh kirin, gelik eciz bûn û ji bo ko rewşê binirxînin bi zû zû xeber ji hev re şandin û gotin di cî de be wek rewşa awarte îlan bikin di dikanekê de civiyan. Piştî gotûbêjên dûvdirêj biryarek gelik tund girtin. Di vê biryara ko li hemberî hewildana dadgerî weke bertek hatibû girtin de dihate destnîşankirin ko hetanî doza Teyro ji holê ranebe hemû berberên Cizîrê dê dikanên xwe venekin û dê dadgerî protesto bikin. Ev biryara ko gelik tûnd bû tavilê kete mer’îyetê û derabe hatin xarê. Êdî dikanên berberan girtîbûn. Vê biryarê bandoreke neyînî li xelkê hemûyê, nexasim li tebeqeya elît û bûrokratê kir.

Piştî ko dadger ji biryara berberan agahdar bû hemleyek dî kir û di derbarê hemû berberan de doz vekir. Cenga di navbera berberan û dadger de herku diçû sortir dibû. Xelkê jî ev rewş hem bi xemgînî, bi qasî wê jî bi meraq dişopand.

Li Cizîrê dikanên berberan venedibûn. Xeber di demeke kurt de li Cizîrê belav bû. Civcivek kete nav xelkê. Millet bi vê xeberê radibû û rûdinişt.Her kesî li gorî xwe bûyer şîrove dikir. Ekserê gel piştgirî didan berberan. Lewre çawa be jî berberan xelk temsîl dikir, dadgerê jî dewlet... Xelkê Cizîrê ji berê pêş de li hemberî helwestên neyînî yên rayedarên dewletê de piştgirî didane hev. Ya dûwemîn jî meş’eleya azadiyê ya ko ji Başûr geşbûyî şewq û şemala xwe dida Bakûr, nemaze Botanê û navenda wê Cizîrê. Ji ber wî çendê xelkê Cizîrê di rewşên bi vî rengî de bi hestiyarî tevdigeriya û dixwest rengekî netewî bidin bûyerên holê kiçik jî. Mînakê wê jî hebûn.

Pênc- şeş roj li ser bûyerê de derbas bûbûn. Her çiqas vê bûyerê bandorek neyînî li xelkê hemûyê kiribe jî lê ya herî sosret û herî balkêş rewşa dadger bû. Lewre tu nabêjî dadgerê reben nedizanî rihê kur bike; her tim li cem berberan rihê xwe kir dikir. Ji ber ko dikanên berberan jî girtîbûn rihê dadger dirêj bûbû, dirêj bûbû; ewqas ko hêdî şerm dikir derketaba pêşberî xelkê. Di eslê xwe de dadger bi heft babê xwe ve poşman bûbû, lê nedikarî bi şûn de gavan jî bavêje. Lewre nedizanî wê rewş bigihîje vê astê. Heke zanibûya di serî de tiştek holê nedikir.

Di dawiyê de hin kesên ko hem di nav gel de hem jî li cem rayedarên dewletê cihê ştexaliya wan heyî ketin di navbera dedger û berberan de. Hewildanên ji bo aştiyê çêbûn. Piştî ko hatin û çûn zêde bûn, van hawildanan encam da. Li ser xaleke hevbeş aştî pêk hat. Li gorî vê xalê, wê cezakî sembolîk ji berberan re were birrîn. Wê ew ceza jî rojeke hepis be. Erê, berberên Cizîrê hemû bi hev re dê di meha pêşiya wan de rojekê herin girtîgehê de. Berberan jî ev biryar qebûl kir. Xelkê jî nefesek rihet stend.

Dîroka/tarîxa wê roja ko berber têkevin girtîgehê hate diyarkirin û bo berberan hate teblîx kirin. Dadger li cem xwe digot ewê wê roja ko berber herin girtîgehê de wê li ber deriyê wê bisekine û bibe şahidê ketina berberan a girtîgehê. Bi vî rengî wê xwe qurre bike û wê nîşanî wan bide ko wî tola xwe ji wan standiye. Lê belê haya wî ji biryara berberan nebû. Nedizanî ko berberan jî li hmberî wî de çi komployek amade kirine. Berberan holê girtibû. Hêj berî ko ew têkevin girtîgehê rojekê, wê her cûr xwarin, ji îrik û keriyan bigre heta eprax û dolmeyan, ji birinc û birinczerê bigre hetanî qursik û qîme û perdepîlawê, cur be cur fêkî, digel van hemûyan jî saz û ûd û tenbêran xw wê bi xwe re bibin. Adeta wê wê rojê bo xwe bikin rojeke şahiyê.

Ew roj hat... Sibehê hê zû dadger li ber deriyê girtîgehê de rûniştiye, li benda berberan sekiniye; da ketina wan a girtîgehê bi çavê xwe bibîne. Da ew roj jê re bibe rojeke dîrokî, ko dema di pêşerojê de ew bîreweriyên xwe binivîsîne vê bûyerê bi tîpên girdek bide ber pênûsê û ji xwînerên xwe re bide diyarkirin ka wî di welatê Kurdan de çi bi serê wan aniye.. Lê wek pêşiyên Kurdan gotî: “Ya dila nayê mila.” Erê tişta ko hiş û aqilî ji serê dadgerî derxîne pêk hat.

-Ew jî çi ye? Wahe qerebalixek ji wê ve têt. Ew ne berberên me bin? Belê wele ew bixwe ne. Ê baş e, lê ew çi tiştin di destê wan de? Helê yên di ber milê wan? Weh! Ev çi tiqetiqe? Lawo! Ma kesên têkevin girtîgehê ne divê melûl bin, zelûl bin?

Qerebalix nêzîk bû. Te diqot qey govenda dîlanê ye û dawetî zavê dibin serşoyê. Dengê besteyên ko berberan bi hev re qîr kiribûnê ji xweber reqsa mirovî dianîn:

Hêjîra latêêêwooo, lê lê lê lê lê lê lê, hêjîîîra latêêêwoooo,

yar hêjîroookêêêê, xemrevîîînoookê,

Ser destê yarêêêwooo, lê lê lê lê lê lê lê, ser destê yarêêêêwooo,

yar hêjîrooookêêê, xemrevîîînoookêêêê,

Qumrîkê eez Romî me, delalê ez Romî me,

Kumsor û efendî me, kumsor û efendî me,

Xulam çavê reş-belek aşqê keçka gundî me

De yar yar yar, de yar yar yar, de yar yar yar, de yar yar,

De yar yar yar, de yar yar, bê te xewka mi nayê.

Lê lê lê lê lê hey lê lê Hinnê, gul û gulşenga l’ber bêhna minê,

Terka te nakim heyya mirinê, her kes ser dînê xwe tu yara minê.

Xwestî me, xwestî me, lê yadê li yadê lê yadê min navê.

Xwazgînîkê min kî ne, lê yadê li yadê, lê yadê min navê.

Ev milkê Kurdan tev xêrûbêr e Alîk me'den e, yek zîv û zêr e

Îro em çi bikin ma ye ji xelkê re Îro em çi bikin ma ye ji xelkê re

Kejê tu Kej î, welleh billeh tu Kej î,

Çavê min l’te ket dilê min ketî te jî.

Çûkê min şkestin neşêm bêm mala te jî

Eman eman Şukrayê,

Rê dûr e, xeber nayê.

Bê te sebra min nayê.

Eman eman Şukrayê,

Were were Esmerxan, were were stûmercan,

Ezê te birevînim, bibim Cizîra Botan.

Di ber wan besteyan de yekî bi wî dengê xwe yê zelal qêr kir starana “Şêxê dînê”

Şêxê dînê min yarîîîî kiiir, te yarîîîî kiiiir Herî lêêêê lêêê; herî lo lolo lo

Şêxê dînê bişkuş qetiyaa .... spî kir Herî lêêêê lêêê; herî lo lolo lo.

Van stran û besteyên ko ji dil û cergê berberan derdibû di Birca Belek de olan dida û dikir ko giyanê Bedirxanê bextreş piştî wê serîhildana pîroz cara yekem şa bibe.

Erê berberên me ko digel xizm û hezjêkerên xwe qerebalixek zêde çêkiribû, gihîştin ber deriyê girtîgehê. Dadgerê min û te ji ecz û hêrsa êdî hizra wî ketibû li ser laşê wî û ditirsiya ko dilê wî raweste. Hêdî hêdî lave ji Xwidê dikir û digot: “Rebbê min! Heke ez mirim termê min li vir nemîne.”

Çavê dadgerî zîq li berberan bû, li xwarina wan ya xweş bû, li eprax û dolmeyan bû, li perdepîlav û birinc û qezetmeyan bû, li kade û kulîçeyan bû. Li tirhê Şax û Heblerê bû, li karçikên çiya bû. Hela hela ya yekcar dibû sedema helandina wî ew saz û tenbûra li ber milê wan bû.

Dadgerî berê xwe da berberan:

-Gelî berberan hûn hatine hefsê, ne welê?

-Belê dadgerê birêz, em hatine têkevin hefsê.

-Bi rastî hûn hatine têkevin hefsê?

-Erê bi eniya te kim, em hatine da têkevin hefsê.

-Baş e, lê ez dibêjim qey hûn xelet hatine; gerek hûn çûbûna Mîr Hesen!

-…..

Jêrenot: Mîr Hesen çihê seyran û seyrangeha xelkê Cizîra Botanê ye.




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder