20 Ekim 2010 Çarşamba

Di Dawiyê de Dor Hate Te Nitekim!

Ji Çapemeniyê

Li ser tevgera leşkerî ya kambax du meh derbas bûbûn. Ew du meh bûn bi giştî welat, taybet ew herêm di bin zext û zorê de bû. Şev, roj di ser malan de dihate girtin, xelk dihate komkirin. Kesê ku beriya wê tevgerê behsa “s”ya siyasetê kiribû, li ba wan ji girtin û birinê re delîlên qewî bû. Her kes ji xwe, ji canê xwe, ji pêjeroja xwe ne emîn bû. Lewra dibû ku yekî nexêrxazekî wî/wê ji bo ku xwe li cem wan şirîn bike belasebep giliyê wî bikira û bi vî awayî bibûya sedem ku ew jê têketa di nav refên mezlûman de.

Dîsa şevek ji wan şevên bitirs. Her kes di xew de bûn. Xew… Erê xew her çiqas nîmeteke Xwedayî ya ji bo bendeyan hatibû dayîn bihata hesabê jî, lê zordestên çavvsor bi kirinên xwe yên çepel ew gel ji wê nîmetê jî bêpar kiribûn. Ew kesên ku ji xwe, ji canê xwe ditirsiyan dema radizan jî bi tirsa ku “dê îşev çi rûbide” yê serê datînan li ser balgehî.

Derengê şevê bi awakî hovane û bi qîr û hawar destê xwe li deriyê malê xistin. Ferdên malê ji wê xewa şêrîn çavê xwe vekirin, bes çavê xwe ne li ser cihnivînan vekirin, ji lez û beza û ji tirsa li ber deriyê hewşê vekirin ew çavê xwe yên têr-xew nebûyîn.

Bi vekirinê re ez bêjim yek tu bêje sed leşker û polês bi hev ra gurrbûne nav malê. Zorokan ji tirsa dikirin qîr û hawar û xwe diavêtin hembêza dayik û babên xwe. Yên mezin jî di heyecana “ka wê ji malbatê kê bibin” de bûn. Piştî lêpirsîn û lêgerînê destê lawikê malê yê hêj ji temenê zaroktiyê derbasnebûyî girtin û bi xwe re birin. “Girtin û bi xwe re birin” hema bi dev e, gotina van hevokan gelik hêsan e. Lê gava were ser jiyandina wê rewşê…

Em dikarin bûyerê bi vî rengî teswîr bikin: Dayik û lawikê wê yê ko parçeyeke ji laşê wê ye li cem hev rûniştîne. Ji nişka ve derdor ji ajalên dirinde tejî dibe. Hin ji wî alî ve hin ji aliyê din ve hewl didin ku lawikê wê jê bistînin. Berxwedana dayikê a ji bo parastina “kezeb”a wê heta niqteyekê xwe radigre, piştî wê bi dawî tê. Di encamê de ew ajalên dirinde wî lawikî ji dayika wî vediqetînin, dibin, da bixwin û miraza dilê xwe hasil bikin. Ew dayika tejî-şefqet ji bilî nêrîna li pey birina kurê xwe tiştek ji destê wê nayê. Ew bûyer çi qeder dilsoj e, bawerim berdikevit ku erd û ezman jê re bigirîn. Aha birina wî lawikî eve ye. Bes cudahiyeke di nav bera herdukan de heye. Di bûyera dirindeyan de dayikê qe nebe hinkê li ber xwe dida. Lê di ya van hovên du ling de ew ji vê derfetê jî bêpar bû.

Piştî lawik birin wek şîn bikeve nav malê. Heta sibê razan nabû. Lawik bi kû ve birin? Ji ber çî birin? Dê kengî derkeve pêşberî dadger? Ev hemû ne dîyar bûn. Nedîyarbûnê deyne alekî pirskirin jî qedexe bû.

Li ser vê bûyerê sê-çar meh derbas bûn. Di vê demê de malbatê, xasma dayika lawikî çi qeder êş û azar kişandibû; her Xwedê dizane û her ew … Di dawiyê de xeber hat ko lawik ketîbû girtîgeha Amedê. Hema mirov bibêje girtîgeha Amedê, êdî hewceyî bi gotineke din nîne.

Du meh dî di ser de derbas bû. Xizmekî wan ji bo karekî xwe çûbû Amedê. Piştî ku çû Amedê, tu nabêjî ew roj roja hevdîtina girtiyên girtîgehê bû. Hema ew jî biryar digre û diçe hevdîtina wî. Piştî ku tê malê ferdên malê li hev dicivin da lê guhdarî dikin ka rewşa lawikî çawa ne. Ew jî hemû tiştên ku li wir dîtî ye û di der barê girtiyan de seh kiriye hemû yeko yeko ji wan re dibêje.

Dayika wî jî digel birayên wî lê guhdarî dikir. Her gotineke wî mîna tîreke bi jehr li kezeba wê diket. Hinde gotin dirêj dibû, tîr jî zêde dibûn. Di dawiyê de kezeb perçe perçe bû. Ferdên malê her çiqas çav lê dikirin, îşaret didanê da ku dawî bi axaftina xwe bîne jî lê nafîle… hinde diçû rewşa wê giran dibû. Êdî axaftin jê nedihat. Gotin nebû, pirs nebû, tişta jê hat hema pal da, pişt re xwe dirêj kir. Pişt re… falincûyî.

“Ma em nedaleqênîn, em xwedî bikin!” Ey “Nitekim”ê xwediyê vê gotinê! Her çiqas rê li ber dadgehkirina te vebibe jî lê ez zen nakim temenê te têrê bike ku tu di darê vê dinê de sizayê wan gunehê xwe bibînî. Ji ber wê çendê divê û sed car dî jî divê alemeke din, ango axîret hebe, da mezlûm bi qirika zaliman bigrin û mafê xwe jê bistînin.

Ev çirok ji hezaran çêrokên reş yên wê demê ne. Sedema gotina min a vê çêrokê ew e ku da xelk û alem zanibin “12 Eylû’zede” ne tenê yên di girtîgehê de liqayî wê hovîtîyê hatine ne.

Yên li pey wan, yên çavê wan li rêya wan, yên ji qehr û kula wan canê xwe dayîn jî hesab bikin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder