Tê gotin ko rojek ji rojên zivistanêbû. Hesin-Hewêrî ê mezinê hewêriya, li koçka xwe rûniştîbû û li derûdora wî hin kes civiyabûn û sohbet dikirin. Demsal zivistan bû û derve hewa gelik sarbû. Hesin ji kesên civatê re holê got:
“— Ew kesê ko îşev here li derve bisekinit hetanî ez sê fîtan bidim ez ê keça xwe li wî mahr kim.”
Dema ev gotin ji devê Hesin derket, xortekî xeşîm ko ji ber xizaniyê hêviya wî ya zewacê nebû hema rabû ser xwe û berê xwe da Hesin û got:
“Ezbenî ezê herim derve bisekinim heta tu sê fîtan bidî”
Piştî ko Hesin jî erê kir, xortê reben derket derve li ber wê seqemê sekinî. Demek di ser de derbas bû Hesin got: “Fît”. Xortî got: “Eve fîtek, ma dudo” Hinek di ser de derbas bû dîsa dengê fîtekê hatê got: “Eve du fît, ma yek.” Û li benda fîta sisêyê sekinî. Bû derengê şevê dengê fîta sisêyê nehat. Kesên di koçkê de bûn hêdî hêdî rabûn çûne mala xwe û hêjan xorte me derve de sekinîbû. Di dawiyê de Hesin rabû ko ew jî biçit razê. Yê xort gazî kirê:
“Ezbenî te fîta sisêyê neda.”
Hesinî di bersivê de holê gotê:
- Lawo! Fît fîta min e; kengê fîta min bêt ezê hingê bidim. Dibe sibe be, dibe salek dî be; mimkine ko ez qet jî nedim.
Îca ev “açilim”a hikûmeta Tirkiyeyê ya xwedêgiravî têde behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dike jî ji gelek aliyê ve dişibe meseloka fîta Hesin Hewêrî. Çawa? Ez ê vebêjim: Hikûmatê çawa behsa “açilim”ê kir, Kurdên belengaz ko ev dehan sal in ji şer û qirênê, ji kuştinê, ji girtin û êşkenceyê…bêzar bûyîn û kerixîn ûmîdek ji wan re çêbû. Wan welê zenkir ko pêvajoya çareseriyê êdî dest pê kiriye û ketin xiyala rojên xweş. Erê. Hêj baş zelal nebûyî ka naverokê wê çi ye, lehê Kurdan de ye yan eleyhiyê wan de ye wan xeyal kir ko hikûmet dê pirgirêka Kurd çareser bike.
Ew kesên ko ev “açilim” anibûne rojevê, digel wê çendê ko ewqas dem di ser de derbas bûye jî hêj li ser navê vê projeyê gengeşiyê dikin, hetanî îro li ser navê wê jî li hev nekirine. Piştî dîtin ko reaksiyoneke tund ji hêla nijadperestan ve derket holê bi gotina Kurdî “ling dizîn” û bi lezûbez bi şûn de gav avêtin. Serê pêşî navê wê “açilima Kurd” bû. Rabûn, peyva “Kurd” ji ser rakirin, kirin “açilima demokratîk”. Dema dîtin nerazîbûn hîna didomin, navekî ko bi yek carî bi giyanê vê prejeyê ve neyî pêve kirin: “Projeya Yekîtî û Bihevreyiya Netewî”
Hela ko mirov van bûyerên ne xweş yên di van rojên dawîn de rû didin jî deyne li ber çavê xwe mirov ê bi awakî zelal bibîne ko mebesteke erênî ya vê zîhniyetê tune ye. Lewra ew kesên ko vî gelî bi awayekî demokratîk ji bo xo wekî serok hilbijartî niha ne li ser kar in. Ev helwest jî endîşeyan zêde dike. Diviya bû ew kesana îro li ser kar bana û weke muxatep bihatana qebûlkirin. Da di nava dewlet û miletî bibana “pir”. Ko ev milet çi dixwaze, çi êş û kederên wî hene ji rayedaran re bigihîne. Gava xelkê dît ka çi bi serê nûnerên wan hat û bi helwesteke çawa re rû birû man bivê nevê ew piça ûmîda wan a mayî jî çû.
Dema mirov van bûyeran hemûya deyne li ser hev û bi awakî bêalî lê binêre, dê bibîne ko rewşa vî xelkî gelek dişibe rewşa wî belengazê ko li ber seqemê, li hêviya fîta sisêyê ya Hesin Hewêrî mayî.
Eger tu bibêjî ma qey tu cûdatî di navbera hêvî û bendewariya wan de tune ye? Belê. Heye: Ew rebenê ko li ber wê sermayê sekinî qe nebe du fît bihîst, ko jê re hêz çêbibe da karibe li hêviya fîta sisêyê raweste. Lê ya vî alî yî… Tiştek ko bikeve li şûna fîtekê tenê jî, ne seh kir û ne bîhîst.
Xwedê besîretê bide.
20 Ekim 2010 Çarşamba
Açilima hikûmatê û fîta Hesin-Hewêrî
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder