Di navbera salên 1966-1970’an de bû. Wê hingê ez hîn zarok bûm û mala me ji bo yî çend salekê li gundê Wehsidê bû.
Wê demê li Başûrê welêt şerê azadiyê yê di bin serokatiya Barzaniyê Nemir de bi hemî germahiya xwe ve dewam dikir. Wê tevgera azadiyê germahî û ronahiya xwe serê pêşî dida gundên li ser sînor. Dengê topan, dengê firokan dihat me. Qaçaxçiyên ku ji gund derbasî Başûr dibûn dema bi şûn de vedigeriyan behsa rewşa şerê azadiyê dikirin, behsa qehremaniya pêşmergeyan dikirin. Çawa tevdigeriyan, çawa li ber xwe didan, taktîkên wan yên di der barê parastina ji bombebarana firokeyan yeko yeko ji me re digotin. Digel qehremaniya pêşmergeyên azadiyê behsa xayînan, cehşan jî dikirin. Wan xwefiroşan çawa destê xwe didan destê dijmin û di hemberî gelê xwe yê belengaz de sekinîbûn û şerê birayên xwe dikirin. Hema bêje hemî sohbetên gundiyan li ser şerê azadiyê bû. Li ber deriyê mizgeftê, li kolanan, li bênderan eynî tişt… Du-sê mirov bigihana hevûdin teqez behsa şerî dikirin. Kesê ko bixwestaba di civatan de axaftin axaftina wî be, her ew biaxibe û xelk hemî li wî guhdarî bikin bivê nevê axaftina xwe bi Kurd û Kurdistanê, bi tevgera wê, bi behsêkirina Pêşmergeyên qehreman dixemilandin.
Gotinên erênî yên di derbarê pêşmergeyan de dibû sedem ko ewana di ber çavên me de mezin bibin; yên neyînî yên di derbarê cehşan de jî dibû sedema nefretê. Ji ber ko ehlê gund bi gelemperî welatparêz bûn, kesên ko di sohbetan de bi awakî erênî û bi işq û şewq behsa pêşmergeyan nekiriban, di çavên mirovên welatperperwer de weke “nîv-cehşan” dihatin qebûlkirin. Di gund de hejmara van kesên gelik kêm bûn.
Ji ber ku wê hingê em zarok bûn me tenê guhdarî dikir, lê belê vê propxandayê di mejiyê me de welatparêziyek masûmane çêkiribû. Welatparêziya me carcaran di dibistanê de xwe nîşan dida. Rojekê tê bîra min, mamosteyê me hewl dida sirûda “Hoş gelîşlerler ola...” bi me bidaya ezberkirin. Di sirûde de “Tûrkistan Tûrkleri bayrak açmiş bekliyor” derbas dibû, lê me bi hev re “Kürdistan Kürtlerî” digot.. Mamosteyê me bi îsrar digot: “Lawê min, li tu dera dinê ‘Kûrdistan’ nînin, hûn şaş dibêjin” lê ji ber ko bi carekê ketibû serê me de mamosteyî nedikarîya bi me bidaya qebûlkirin.
Dijminê gelê Kurd jî wê demê rehet nedisekinîn. Ji bo ku tevgera azadiya Kurd, nemaze Serokê Netewî di ber çavê xelkê de “li ser rêya xelet” û doza wî jî “wek neheq” bidin nîşandan çi ji destê wan dihat dikirin. Di vê çerçoveyê de behsa hin şexsiyetên ko li gorî Dînê Îslamê dê nêzî Qiyametê rabin, yên wekî Deccal, Sûfyan jî dihate kirin.
Her weha di wan deman de hin nameyên balkêş jî derdiketin holê. Ew name li herêma Kurdan, taybet li wan gundên li ser sînorê Başûr yên di bin bandora neteperweriyê de mayîn dihatin belavkirin. Xwedêgiravî name ji Mekeya Pîroz dihatin. Têde dihate diyarkirin ko notirvanê/nobedarê Gora pîroz di xewna xwe de Resûlê Ekrem dîtiye û Wî jî jêre gotiye ko umrê dinê gelik nemaye û di demeke nêzîk de dê Qîyamet rabe. Herweha dihate angaştkirin ko Ummet ne li ser rêya qence û divê her kes xwe rast ke. Mebesta wan ji van nameyên sexte ew bû ku da Kurd bibêjin “madem umrê dinê gelik nemaye û di demeke nêzîk de dê Qiyamet rabe, nexwe divê mirov ji bilî tevgerên dînî û emelê salih bi tiştekî dî ve mijûl nebe. Hewceyî bi Kurdewariyê, bi Kurdistanê nîne."
Rojekê civcivek kete gund. Mezin-kiçik, jin-zarok her kes bi aliyê bênderan ve dibeziya. Serê pêşî me digot qey şerekî gundiyan rûdaye, lê belê pişt re mesele eşkere bû. Tu nabêjî du pêşmergeyên qehreman hatibûn Gundê Tilqebînê, ko nêzîkî Wehsidê bû û diketa Rojavayê wê. Dema ko ev herdû pêşmerge di malekê de bûn îxbarî li wan hatibû kirin û hêzên ewlekarîyê ew xaniyê ku ew tê de bûn dorpêç kiribûn û ew jî di xênî de asê bûbûn. Van herdu teyrikên azadiyê jî biryar dabûn ku xwe radest nekin û şerê xwe bikin. Wek pêşiyên me gotine: “Desthilanîn pîroz e.”
Ev herdu qehreman derdikevin derve û ji aliyekê ve şerê xwe dikirin û ji aliyê din ve jî ber bi çiyê ve bazdidan. Tê bîra min û wek îro li ber çavê min e, yek ji wan berê xwe dida leşkeran û şerê xwe dikir, daku havalê wî hinkê bazbide. Paşê jî havalê wî dest bi şêr dikir û wî bazdida. Carna wî, carna jî havalê wî… Bi vî sûretî xwe ji Tilqebînê dûr kirin û nêzî Wehsidê bûn. Armanca wan ew bû ko di demeke nêzîk de xwe bigihînin çiyayê Cûdî. Lewre gihiştina wan a çiyê dihate wateya rizgarbûna wan. Bes yek ji wan hinkê dikuliya. Êdî ez nizanim gelo ew ji xwe seqet bû yan jî di wî şerî de ji lingê xwe gule xwaribû û birîndar bûbû.
Dema nêzî gund bûn, keyayê/muxtarê gund gazî notirvanê/bekçi gund kir ko tifinga xwe ya İngilîzî ya ji aliyê dewletê ve ji bo parastina gundiyan ji wan re hatibû dayîn bîne û were. Mebesta keyayî ji vê tevgerê ew bû ko da ew li nik dewletê tawanbar nebe û di dema pêwîst de bibêje ko wî jî tişta ji destê wî hatiye kiriye. Ji xwe ger keyayî bi xwestaba şerê wan bikira jî ne qabil bû ko wî karîbûya vê mebesta xwe bi cî bianiya. Lewre dê gundiyan bertekeke gelik dijwar nîşanî wî dayibûna.
Di dawiyê de van herdu teyrikên azadiyê di ber teqdîra gundiyan de û di ber dûa û selewatên wan de xwe gihandin quntara çiyê. Bêhna me jî fireh bû. Ev şerê wan yê lehengane bi rojan bû mijara sohbeta gundiyan.
Dîsa di wan deman de fermandarekî pêşmergeyan yê nêzî sînor hebû, ger ez ne şaş bim jê re Elî Elî digotin. Rojekê hin hêstirên Elî Elî bazdidin, ji sînor derbasî Bakûr dibin. Li ser vê rewşê Elî Elî jî xeberê dişîne bo fermandarê bolûka Kokîtê, da demeke zûde van hêstiran bi şûn de bişîne. Li ser emrê Fermandarê bolûkê leşker hatin gund û gundî tev komkirin û ji wan re holê got:
“Hin hêstirên birêz Elî Elî winda bûne, dibe ko hatibin van deveran. Divê di demeke zû de em tev li wan bigerin û wan hêstiran sax û selamet radestî wî bikin.”
Yekî gundî ko bi henekvanîya xwe navdar bû li ser vê rewşê bi vî rengî hestê xwe anî zimên:
Gelê gundiyan! Êdî ez bimirim jî ne xema min e. Erê… Piştî ko min bi çavê dît fermandarê qereqola dewletê li hêstiran pêşmergeyan geriyan, êdî ez bimrim jî ez ê bê kul û derd bimirim.
Dilkulê Cizîrî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder