Bedirxan Begê Mîrê Botan ji feqîyan gelekî hez dikir. Ji ber vê çendê qedr û qîmeteke pir zêde dida wan. Lê belê xatûna wî berovejîyê wî ji sofîyan gelekî hez dikir. Carcaran ev îxtîlafa hanê dibû mijara sohbeta di navbera herduwan de.
Rojekê xatûna wî ji mîr re holê dibêje:
-Çima tu ew qas ji feqiyan hez dikî? Ez dibêjim sofî ji feqiyan çêtir in û xêrtir in.
Mîr:
-Çima?
Xatûn:
-Sofî her tim zikrê xwedê dikin, ehlê zuhdê ne. Lê belê feqî lotik û keyfê dikin.
Mîr:
-Wisa mebêje, feqî leşkerê Xwedê ne û talibê ilm in.
Xatûn:
-Sofî jî abidê Xwedê ne, lewra mebest ji afirandinê taeta Xwedê ye.
Mîr berê xwe dayê xatûna wî qe teslîm nabe, wî jî biryar da ko ew bi wê bide îsbatkirin feqî ji sofiyan çêtir in.
Ji bona vê çendê ferman da qîzeke pirr cuwan û delal bête xemilandin û ba deriyê tekyeya sofîyan ve bête birêkirin. Fermana mîr bi cih anîn. Qîza cuwan û delal deriyê tekyaya sofiyan vekir. Sofîyekî berê xwe da qîzikê û jê re got:
-Tu bi xêr hatiye, tu kî yî û çi dixwazî?
Qîzikê:
- Ez hurîya bihuştê me ezbenî; Xwedê Teala ez şandime bo wî sofiyê ji hevalên xwe bêhtir taet kirîye.
Sofîkî got “Ez ji havalên xwe hemûyan bêhtir taetê dikim.” yê din got: “Na xêr, ez ji wî bêhtir dikim”. Yê sisêyan got: “Na na, yê herî zêde taetê dike ez im.”
Piştî vê çendê qîzik ji wir reviya û çû berê xwe da ber deriyê hicreya feqiyan. Derengê şevê bû. Qîzikê mêze kir her feqîkî pirtûkek daniye ber xwe û lê mitale dike. Feqîkî serê xwe rakir, gava qîzik dît, jê re got:
-Te xêr e, te riya xwe şaş kiriye?
Qîzik:
-Ez hûriya bihhştê me, Xwedê ez şandime bo wî feqîyê ku herî zêde xwendin kiriye. Piştî vê gotina qîzikê, feqîyan tevde holê gotin:
“Eûzu billahî mineşşeytanîrrecîm, tu şeytan î. Di wan pirtûkên ko hetanî îro me xwendine de qet behsa hatina hûriyan a bo vê dinyayê nehatiye kirin.”
Qîzikê gava ev qisseya hanê ji wan re vegot, xatûna mîr teslîm bû.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder