Di der barê Cizîra Botanê de gotineke pêşiyê Kurdan heye: “Mûsil cihê enbiyayan e, Cizîr cihê ewliyayan e.” Dema em li şêx û alim û zanyarên ko li navenda vî bajarê qedîm de gihane dinêrin bivênevê em ê mafî bidin vê gotina jôrî. Bi rastî jî di serî de zanyarê navdar Îsmaîl Ebûl-İz, dîroknasê gewre Îzzeddîn Îbnû’l Esîr, alimên meşhûr Mecduddîn Îbnû’l Esîr û Zîyaeddîn Îbnû’l Esîr gelik mirovên qedirbilind li bajarê Cizîra Botan jiyana xwe derbas kirine û ilm û irfan belavî gelê Kurd kirine. Helê Mewlana Ehmedê Cizîrî… Vî zatê qedirbilind ji wêje û wêjevanên Kurd re wezîfeya Stêrka Cemserê kiriye. Şewqa wê tava ko di kesayeta wî de ji Botanê derketî pêşî seranserê Kurdistanê ronî kiriye, paşê jî li herêmê û li dinê belav bûye.
Yek ji wan kesayetên ko ilhama xwe ji Mewlana Cizîrî wergirtiye û di ber ronahiya wî de dîwaneke tije evîn amade kiriye jî Şêx Muhemmed Qedrîyê Cizîrî yê leqep-Hezîn e. Em ê pêşî ji dîwana wî du qesîdeyan pêşkêş kin, paşê jî derbasî jiyana wî bibin.
Kîmenem
Peyrewê Şahê Emîn im, ko Ew e nûra Xuda
Kî men
Murşîdê rahê heqîqî bi me ra Zehre Betûl
Destegîrê me şehê behrê ûlûm, Şêrê Xuda
Kî men em wasilê ser-helqeê bezmê nuceba,
Kî men em murxê serefrazî ber ewcê ‘ela
Kî men em teyrê sipî kûfî û zilf û perrim ez
Kî men em der çîmenê qudsî û gulzarê şeha
Kî men em kengereyê tûtîyê bezmê melekût
Kî men em bilbil û şehlûlê serayê Beteha
Kî men em şahidê gencîneê dûrcê ceberût,
Kî men em tiflê helal-zadeê ez “Ehlê ‘Eba”
Kî men em lu’luê dûrdaneê madersedef,
Kî men em kewkebê seyyareê burcê sueda
Kî men em Yûsufê mah suret û hubben şexefa
Kî men em bid’ê Resûl xalise ez saf û sefa
Kî men em camê cîhanbîn im û izz û şerefa,
Kî men em ûmrê telef kerdem û der işq û cefa
Kî men em wasilê mehpareê sultanê meha,
Kî men em waqifê gencîneê nehwêt û neha
Kî men em bazîyê çengexder û der kewn û mekan
Kî men em fanîyê deryayê yeqîn milkê beqa.
Kî men em Qedrîyê ewladê Resûl ez ehlê wefa,
Kî men em şublê Huseyn alê Elî ebdê Xuda.
Bihemdillah
“Bihemdîllahî welmînneh, ji lutfa Heyyê Subhanî
Şudem aşiq bi zikrê Heyderê erkanê Geylanî
Ji lutfê Ehmed û Heyder, Huseyn û Hezretê Zehra
Şahim şahê Buxara, destegîrim Şahê Geylanê
Çi xewsek “alîhîmmet” bû, gihandim behra ecdadî
Usûlek zor zerîf da min, digel bû Şahê Îrfanî
İşaret hat ji bazillah, we emrek zor qewî dîtim
Bi vê tekbîr û rayê çûme ber dergahê Osmanî
Vewesta bûm li ber dergah, edîb û sadiq û salim
Me dît û yek xedenfer hat, Husamuddînê Osmanî
Bi hummet şah suwarê xo we suret yek hemil anî
E pêçabûm li pençê xo, li ber dergahê Heq danî
Dihatû bazihê çilper, we muhr kir mezzbeta Qedrî
Li nêv yaran û mehbûban, li ber dergahê Rehmanî
Tu perwaz ke eya Qedrî! Di nêv yaran û mehbûban
Behummet şahsuwarê xo, Elîyyê alê Osmanî
Dikim seyran û perwazan li bostanê şirînnazan
Wekû şahîn û bazî bûm bi herdu zilfê Geylanî
Digel bazî me perwaz kir, meqam û burc me tev nas kir
Bi “Ya Huu!” yan me awaz kir, Elî cadarê Geylanî
Elî cadarê şaha ne, Elî wekîlê Ednan e
Me can û dil Sureyya ne. Me daxil ke li dîwanî!
Eger bêcudu bacudem, eger meqbul û merdûdem
Segê eshabê Mehmûd em, xulamê Xewsê Geylanî
Bi hurmet Seyyîdê Serwer, bi lutf û merhemet bîn ger
Fela teqher, wela tenher, tu hem mehbûbê Subhanî
İlahî hifzê ferman zumreê İslam, ez în fitret
Bi fedlê Umer û Heyder bi Neqşîyyu bi Geylanî
Şebê Mî’rac tufeylî bûm, we Zeynîyy im, di Neqşîyy im
Nîhat der Hedretê Ehmed, qedem ber ketfê Geylanî
Çi pak ez doşmenest Qedrî, Elî hemrah û barê tu
Bi ewnillah bi dest arest, derê Xeyber bi asanî
Şêx Mihemed Qedrî Haşimî

”
Navê wî yê tam Seyîd Mihemed Qedrî Hezîn el-Haşimî ye. Di sala 1900’an de li Cizîrê, li taxa Mîr’elî ji dayik bûye. Navê babê wî Haşim e û navê bapîrê wî jî Mihemed e. Ev mideteke dirêj e malbata wan li vê herêmê bicî bûne û ev malbata xwe ji nesla Cenabê Huseyin dizanin. Xelkê herêmê jî wana bi vî şiklî qebûl dikin.
Mihemed Qedrî zaroktiya xwe li navçeya Cizîrê derbas kir. Di temenê xwe yê gelek piçûk de pêşî diya xwe, paşê jî babê xwe wenda kir û sêwî ma. Li cem xizmekî xwe Qur’ana Pîroz xwend û di demeke kurt de xilas kir. Piştre Mewlûda Mele Ehmedê Bateyî, Nehcûl-Enama Mele Xelîlê Sêrtî û Nû-bihara Şêx Ehmedê Xanî xwend. Dû re li medreseke Cizîrê bi cih bû. Piştre melayê Cizîrê yê navdar Mele Evdilrehmanê Hoserî ew bire medreseya xwe û derseke taybet dayê. Dema perwerdehiya xwe qedand îcazeta wî jî Mele Evdilrehman dayê.
Seyîd Mihemed Qedrî bi perwerdehiya medreseyê bi tenê qaîl nedibû û ji ber vê çendê berê xwe de bajarê Tewîleyê yê li Kurdistana Başûr û çû dergahê Cenabê Şahê Husameddîn yê şêxê Terîqeta Nexşebendî. Îcazet jê wergirt û weke şêx dest bi tesewûfê kir.
Mihemed Qedrî gelek qesîdeyên biwate û biqedir nivisand. Mixabin, di nav wan qesîdeyan de dîwaneke bi navê “Dîwana İrfan” ku tê de heftî û pênc qesîde hene bi dest me ketiye. Di heman dîwanê de sê heb qesîdeyên Mewlana Cizîrî ku ji aliyê Mihemed Qedrî ve hatibûne “texmîskirin” û “tesdîskirin” jî hene.
Ev dîwan di sala 1980’an de hatiye çapkirin.
Seyîd Mihemed Qedrî Haşimî di sala 1961’an de, di 61 saliya xwe de li Cizîrê çû ser dilovaniya xwe û di quba Cenabê Nûh (E.S.) de hatiye veşartin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder