20 Ekim 2010 Çarşamba

Şevekê Digel Mewlana Cizîrî.

Medreseya Sor… Medreseya tiberik… Cihê serlêdana evîndaran. Cihê mirada muradxwazan. Evîndarên ko dile wan ji ber hesreta yarê perçe perçe bûyîn, ji bo ko bigihîjên murad û meqsedên xwe, serî li vê medreseya pîroz didin. Li ber gora bimbarik rûdinin û li cem Wî duayan ji Xwedayê Dilovan dikin. Duayên wesletê… Wesleta xoşewîstên xwe. Axx…! Çi weslet û çi hal! Dema xelk li cem Wî behsa evînê û behsa wesletê dikin bila baweriya hewe bêt, ji dêl wan ve ez fihêt dikim. Lewra di navbera evîna wî û evîna serdanvanên wî de qasî çiyayan cihêtî heye. Wesleta ko ew sewdaserê wê bû û ya van rebenên dî, ji xwe nayê berhevdan. Xwezika wan belengazan zanibana ka ew wesleta ko ew dixwazin ne weslet e. Ji ber ku evîna wan jî evîneke cismanî ye, ne ya rûhî ye ko heta wesleta wan jî weslet bête hesabê. Wî bi xwe çendî xweş gotiye:

Hubbê cismanî du roj in

Gerçi dil pir pê disojin

Xef ceger peykan dinojin

Mislê neqşê bêbeqa ye.

Hezjêkirina cismanî dilê mirovî bisoje jî, bi awakî veşartî cegera mirovî bide ber tîran jî dîsa dewama wê tune ye. Xwezika ewan ji dil wê hezjêkirina xwe ya mecazî hezjêkirineke mîna ya xwediyê wê gorê, hezkirineke rûhî xwestiban.

Herkesê muhbet ji rûh e

Mubtela’y nûra subûh e

Wî di dil da sed curûh e

Cezbe û lerzîn û ta ye

Ax Medreseya Sor! Gotineke xweş ya Ereban heye: “Şerefûl mekanî bil mekîn” Ev qedr û qîmeta Medreseya Sor ya di nav gel de ji ber wê çendê ye ku tu li wir de yî. Mirov dikare bibêje ko dema behsa Cizîrê tête kirin bêguman ehlê dil xwe di bin cezbeyekê de hîs dikin; xwedanê wê cezbeyê jî Tû yî.

Erê Seyda… Bi destûra Te ez ê hinek hestên xwe yên di derbarê Te de bînim ziman. Tu mîna deryakî kûr û bêsînôr î. Yên ji te hez dikin hejmara wan jî zêdê ne, gelkî zêde ne, jî bi hejmara libên xîzê yên li derdora wê ne ne. Ez ê belengaz jî libek ji wê xîzê me. Car car serê xwe radikim û dixwazim li te binêrim, lê ez li ku, nêrîn û dîtina Te li ku!

Çi heddê sed hezar can bin

Di fitraka hebîbê min???

Ko sed Cimşîd û Keyxwisro

Xulam in ser devê rê da

Dema ez di ber medreseya te ra derbas dibim, destekî veşarî berê min dide Te. Lingê min dilerize, nikarim berê xwe bidim alîkî din. Ew destê veşarî bawerim cezbeya Te ye.

Axx! Xwezî hema qe nebe şeveke ji wan şevên çirîyê, wan şevên dirêj min cenabê Te di xewnê de, di xewneke dirêj de dîtiba. Da min bi wê minasebetê kul û derdên xwe vegota, vegota, vegota.. Da min ji cenabê Te pirsiyar kiriba ka rasteqîniya evînê, ew rêyên ber bi wê diçin, ciyawaziya di navbera ya rastî û mecazî de çi ne… Da min jî ji xwe re rêyek hilbijarta, şev û roj ew rê bikudanda, ez jî bibama sewdaserê wê rêyê. Xewn û xeyalên min hemî li ser wê rêyê kom bibana…

Xwazika şevkê di xew da dîtiba min ew cemal,

Min dê bikra gorî hingê rûh û can û milk û mal.

…..

Ez jî ji nişka ve têketim hewşa Medreseya Sor. Min rasterast berê xwe da cihê xewleya wî. Ellahû ekber…!!! Ez çi bibînim baş e! Mewlana… Mewlana Cizîrî ji gora xwe ya pîroz derketibû û di xewleya xwe da rûniştîbû. Berê wî li erdê bû.. Di nav nûra îlahî de noqî bibû

Wê Nûrê, pêşî xwe berdabû ser Medreseya Sor, paşê Cizîra Botan, li pey wê jî welatê pîroz Kurdistana min a delal dagir kiribû. Dikir ku dinyayê hemûyê jî tejî nûr bikira.

Er dil ji te mesrûr bitin,

Min ji Melê destûr bitin,

Dê kim cîhan pir-nûr bitin,

Lê daîma rencûr e dil.

Ji wê rewşa wî xuya diyar bû ku ew vê gavê di cezbeyê de bû. Di deryaya wehdetûl wucûdê de melevaniyê dikir. Pêlên deryaya Wehdetê ji ber evîna wî ya xalis ya Xwidayî radbûn jor, dadiketin jêr. Haleta wî ya cezbeyê, qesîdeyên wî yên li ser cezbeyê pê dida xwendin:

Cezbeya seyra silûkê bê muhebbet nabitin,

Cehdeya bê işq û hub çendî ku kir bêfeyde bû.

Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane min,

Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya işqê revam.

Da me bi destê sirê,

Cama ji rengê dirê,

Cezbe giha can û dil,

Pir şewişandin hema

Gava min Seyda di vê rewşê de dît ez lal bûm, zimanê min negeriya. Ez nikarim hestên xwe yên di derbarê dîtina cemala Wî de vebêjim. Ez ê dîsa serî li dîwana Wî bidim:

Azerî ger bidiya hûr dikirin Lat û Menat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

Ehsene l-lah û tebarek ji sura wê senemê

Belê, wek Qeysê li rastî Leylaya xwe were, wek Memê Zîn-a xwe bibîne welê kêfa min hat. Bes min qet nedixwest heyîna xwe ya li wir pê bidim zanîn û wî ji wê alema wî ya tijî-nûr û tijî-feyz dûr biêxim. Min dixwest herûher lê guhdarî kim û wê nûra derûdorê hilkişînim nav dil û mêlaka xwe. Lê heyf û mixabin bi min hesiya û berê xwe da min:

“- Tu çi kes î?”

“- Ezbenî ez heyranekî te yê sedsala bîst û yekemîn im.”

“- Heyranê min! Ango tu ji min hez dikî?”

“-Ezbenî, ma ‘hezjêkirin’ jî gotinek e! Ew peyv bitenê têra hestên min yên ji boyî derbirîna girêdana bi te ve nake. Tu ruh û rewanê min î, tu dil û canê min î.

Rohniya çehvê nebînan,

Murşidê meczûb û dînan,

Darûyê derd û birfînan

Min telep dîna te ye.

Ez her û her dixwazim li cem Te bim, ji Te dûr nekevim.

Kûyê o Ya Ke’be ya Beytû-l muqeddes Ya Biheşt,

Xuld e ya Fîrdewsî în ya cennetûl me’wastî în

Sonda min bi wê erda ku pîyê te yê bimbarik rûmetyar kirîye, roja ko ez dest neavêjim dîwana te û qîr nekim “Muhbetê…” qîr nekim “sebahûl xeyrî”ya te ez wê rojê ji jîyê xwe nahesibînim. Ez wê rojê tamekê ji jiyanê seh nakim. Ew roj ne roja min e.

Heya bînahiya çehvan

But û ‘Uzza û Latê min

Tu yî pêşber sucûda min

Sehergahan di xelwê da

Ji xwe sê pirtûkên ko li cem qedirbilind hene… ew pirtûkê ko digel wê çendê hetanî îro her tim ez dixwînim jî lê hêjan ji xwendina wan têr nebûme: Yek ji wan Qur’ana Kerîm e, ya dudoyê Rîsaleyên Nûr yên Ustad Mele Seîdê Kurdî ye, ya sisêyê jî dîwana te ya pîroz e. Ji xwe min çavê xwe bi “Meynenûş”a te li vê dinyayê vekiriye. Bêyî ku ez zanibim “meynenûş” çîye jî… Gelik spas bo Xwedayê Dilovan ko ez ji dê û babek hezkerên te çêbûme. Dema babê min yê gorbihişt “Min dî seher, şahê mecer…”a te di haleteke cezbewarî de dixwend digel temenê min yê zaroktiyê jî min wekî mezinekî çêj/tam jê distand. Ew tam hetanî îro jî hêj li ber devê min e. Wê heta mirinê jî li ber devê min be. Daxwaza ji Yezdanî ewe ko di jiyana piştî heşrê ya heta hetayê jî li ber devê min be.

Axxx… Seyda! Ez nizanim haya te jê heye an na; qasî ko min rondik di ber xwendina qesîdeyên te da rijandine de bi sond min li ti derî û ji bo çi tiştî ewqas nerijandine.

Dema te digot:

“Bêhisab şox û şepalê li Melê qehr û xeder kir

Ne em anîne xiyalê ne li halê me nezer kir” dilê min dişewitî. Hêstirên çavan digot ‘tu here eve ez hatim.’

Jiyê min gorî te bibe, ez evîndarê te me. Ez heyranê wan qesîdeyên te yên tejî-işqa îlahî ne me. Ez dixwazim bi qesîdeyên te yên bimbarik bi te re biaxivim:

Bîne pê nazik mûbarek,

Deyne ser çehvên me barek,

Min curûh xweş bin bi carek,

Rohn bibin pê dîde ye.

Bîn kefa nazik ji nûrê,

Tilîyên cama tehûrê,

Bêhn ji mawerd û bixûrê,

Min zîtyaret tewqe ye.

Seyda piştî ev qesîdeyên xwe yên ko dilsozî jê dirijin ji min seh kir û qinyat jê ra çêbû ko ez evîndarê wî me, ev hersê çarînên he ji devê wî derket;

Canfîdayê min di rê da,

Firqetê derbek we lê da,

Qalibek bêrûh e wê da,

Kuşt dibêm min lê rewa ye.

Dem bi dem ew cehvenêr e,

Bête nîşanek me jê re,

Da bibit ew zînde vê re,

Yarê sadiq bêbuha ye.

Aşiqên sadiq di kêm in,

Ma dibê sed can fidê min,

Zanim ew najîte bê min

Aşiq û pir mubtela ye

Ji bo ko daxwaza min ya hevdîtinê pêk were û destûr j imin re ba dayîn ko nêzîkî wî bibim ez giriyam, girîyam, girîyam…

Derê meyxaneya ‘işqê seher ‘arif ziyaret kir

Bi ab-i çeşm û xwîna dil wudû best û teharet kir

Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî

Inne kelben basiten dehren zira’en bi-l-wesîd

Li pey wê… erê li pey wê dema çavê min li rûyê wî yê bimbarik ket, min dît ko dibeşişe.

Lêvan tebessum kir ji qend

Maset ke-banin fî ruba

Paşê jî li min zivirî û got:

“-De were nêzîk be.”

Bi tolên asitanî ra

Vexwendim mîr bi dergahê

Bi vî çavî hebîb dîtim

Şukur ev şefqe Mewlê da

Ez jî bi edeb di pêşberî Wî de rawestiyam û min destê xwe danîne li ser hav û dîsa bi gotina wî min dest pê ki

Dame bi destê sirê

Cama ji rengê durê

Cezbe giha can û dil

Pir şewişandin hema

Bi zehrê xwey şerîf xwendim

Ko xizmetkarê dêrîn î

Te pir cewr û cefa dî ne

D’sulûk û se’y û cehdê da

“Baş e. Lê di der barê hezkirîyên min yê di serdema we de hin gumanên min hene. Yên ji min hez dikin û dîwana min bikar tînin du birr in. Bireke wan ji welatheziya min xafil in û destên wan di destê dijminê netewaya Kurd de ne, lê belê qesîdeyên min dixwînin û di ber re jî serê xwe jî dihejînin. Bira duyem jî ew kesin yên haya wan ji manewîyatê, ji Sultanê Kaînatê tune ne. Ez ji van herdû biran jî berî me û bila ewana jî ji min berî bin. Eger derfet di destê min heba, min destûr nedida van herdu sinif mirovan ku destê xwe yên gemar bidin dîwana min. Min di qesîdeya xwe de çendîn caran îşaretî van herdu nirxên xwe kirine.”

Min bi baldarî û bi işq û şewq guhdarî Seyda dikir û min ji xwe re digot ku divê ez ji vê sohbetê sûdê wergirim, dibe ku careke din ev derfet nekeve destê min.

Seyda gotina xwe domand:

“-Wek tu jî dibînî, ez digel wê çendê ku noqîyê deryaya Wehdetê bûme, lê dîsa jî ez vî welatê pîroz, vî gelê belengaz û bêxwedî mayî ji bîr nakim. Wek tê zanîn min di qesîdeyên xwe de behsa Mîrê Botan kiriye û ji ber welatperweriya wî ya zêde min gotiye ko Tebrîz û Kurdistan ji boyî desthilatdariya wî hindik e û gerek hetanî Xorasanê di bin destê wî de be:

Ney tinê Tebrîz û Kurdistan di bin destê te bin,

Sed wekî Şahê Xurasanî di ferwarê te bî.

Dema Mîrê navdar yê Botan Xan Şerefî ku hevçaxê min bû, di hemberî dagirkeran de li ber xwe dida û Cizîra Botan bi dest dijmin ve bernedida, min ew têkoşîna wî pîroz didît û di qesîdeyên xwe de jî cî da navê wî

Sef sef mi dîn hindî û zeng,

Cengîz-î hat Teymûrîleng,

Xef wan reşandin dil xedeng,

Teşbîhê tîrên Xan-Şeref

Piştî vê çendê Seyda hinkê rawestiya û xwest axaftinê bide min ka berteka min ya derbarê vê nêrîna wî de çawaye. Ji min pirsiyar kir:

“-Îca ka bibêje tu ji kîjan birê yî?”

“- Ezbenî ez ne ji herdu birra me, ji birreke din ya sêyemîn im, ko heqîqeta felsefeya te temsîl dike.

“- Ka ji min re îsbat bike”

“- Ezbenî qesîdeya te ya herî zêde ez jê hez dikim ew qesîdeya ku bi awakî wecîz herdu aliyên te îfade dike ye, ku ew jî eve ye:

Hin ji nik dêrê ve tên, qesta kenîştê hin dikin,

Ney ji wan im, ney ji van im, min derê xemmarî bes.

Herweha malikeke qesîdeya te heye ez pir jê hez dikim

“-Ka kîjan e ew malik?”

“-Wellah ji herdu aleman min husnê canane xerez,

Lew min ji hunsa dîlberan her sun’ê Rehman e xerez.”

“- Ka hinekê ji bo min veke, da binêrim ka haya te ji naveroka wê malikê heye an na; ka ev beyta peyameke çawa dide?

Min bi edep dest pê kir:

“-Di vê dinyaya xapînok û di vê jiyana demî de yegane armanca min ew e ko ez her tim li husna canan binêrim, armanceke min a din tune ye. Bes nêrîna min ya rûyê canan jî ne nêrîneke nefsanî ye. Ji ber ko husna wê cananê sen’etê Rehman radixe ber çavan. Navên Wî yên Cemalî yên wekî Cemîl, Mûzeyyîn, Letîf didin tecellîkirin ji ber wê. Ez jî dixwazim bi wan navan xwe bigihînim xwediyê wan.”

“-Hate fêhmê; tu ne vale yî.”

Li ser vê teqdîra Seyda ya di derbarê min de min jî xwest ko destên wî yên bimbarik maçî bikim.

Ger bidit destê tewafa pî û destan bigirim,

Wê mecalê bi wuqûfa Erefatê nadim.

Serê pêşî nexwest û pêşniyara min di derbarê maçkirinê de red kir. Min jî ev malika jêr derpêşî cenabê wî kir:

Şerbeta wesla xwe nadet,

Ta hinek aşiq ceza det,

Dîlberan ev reng e adet,

Mehrûyan kemtir wefa ye.

Li ser îsrara min ya di maçîkirinê de destûr da. Min jî ji kefa qesîdeya wî ya di derbarê vê çendê ev malika hanê got û xwe avête destê wî:

Ji ber dêmê niqab avêt û destûra tewafê da

Di se’yê Beyt û ihramê we min eswed ziyaret kir

Çûm tewafa pî û destan,

Şubhetê sekran û mestan,

Ehlê hal û xob-perestan,

Wan ji umr ev muddea ye.

Ji bo ko rûyê min behra xwe ji wê feyz û bereketa wî bistîne, min destê wî ya bimbarik berneda û li ser rûyê xwe gerand:

Tilîyên nazik, şemalîn,

Min li ser çehvên xwe malîn,

Talibê werdên bixal în,

Dil di vê fikrê teya ye..

Piştî vê çendê Seyda li min vegeriya:

“-De baş e, ka heke hinek pirsên te hebin bibêje da ez bersiva te bidim, hekena em digel hev li çarşî û sûka Cizîra xwe bigerrin, da bibînin ka mirovên vê serdema hewe Kurdîyeke çawa bikartînin.”

Seyda dema ev got, bi gotina Kurdan tirkênî ji pişta min hat. Ji ber ko min dizaniya xelkê me wê bi Kurdîyeke xirab biaxivin û dê ez jî di pêşberî Seyda de şermezar bibim, min qet nedixwest ji bo daxwaza Seyda ya gera di bajêr de bersiveke erênî bidim. Ji ber ko ne heddê min bû ko bersiveke neyînî jî bidim, hema min dest bi pirsên xwe kir û xwest sohbeta me bi pirs û bersivan de derbas bûbe:

“-Seyda ezbenî, işq û evîn.…

Min dê gotiba “Seyda işq û evîn çî ye?” lê jinişka ve ez ji xew şiyar bûm û ev xewna min ko bi malê dinê nedida bidawî hat.

Bi hêviya xewnekî din û berdewamiya wê…

1 yorum:

  1. Birêz Evdiqadir Bîngol,
    Ji ber nivîsa we ya bi watekî kûr, bi zimankî şêrîn ez cenabê we ji dil û can piroz dikim û tim û tim li benda nivîsên we dimînim. Bimînin di xêr û xweşiyê de...
    Mamoste Marûf

    YanıtlaSil