20 Ekim 2010 Çarşamba

Ferhengoka bihelbest.

Faîlatûn/ Faîlatûn/ Faîlatûn/Faîlûn

“Bablekan” û “şamîranê” “cihde” û “sincanêcan”

Hersêkan hevra meqamê reqs û govendê bizan

“Ragihandin” ew “îletmek” “veguhestin” “întîkal”

“Ragihiştin” ew “yetîşmek” wateyek dî wê “gihan”

“Nalik” û “qubqab” û “qebqeb” hem jî “pêdark” ev hemû,

Jê re “takunya” dibêjin, hem bo “susmak” jî “letan”

“Çarkenar” “dortgen” bizane “çarkoşê” jî wekî wê,

“Çartil” û “rapelk” e “tirmik”, hem jî “salça “avbacan”.

“Heynik” û “evdal” û “kawik” “hişsivik” jî pê ve “saf”

“Heştemîn” hem pêve “heştem tu “sekîzîncî” bizan.

“Kurt” û “kurtasî”,“hulase” ya sisê jî “kurtebir”

“Çîzgî çîzmek”-“xet kişandin” hem “muhabîr”-“nûçevan”

“Pirs” û jêpirsîn”, “vepîrsîn” “pirsiyarî” jî digel,

Ev hemû “sorgu”ye hem jî, bo “mera” jî bêj “goran”(k)

“Boşboxaz”-“devlok” û “tirdev”, “hilweşîn” jî bû “çokûş”.

Tu ji bo “gardrop”û hem jî “vestîyer”(1) bêj “camedan”

Tu ji bo “cildank”ê eynî “vestiyer”(2) bêjî çi baş!

“Cendek”ê “leş” tu bizane, “bo “eşîk” bêj “derîzan”,

Savcilik”-“dozgerî” hem jî bo “firinde” bêj “uçak”

Mûshîl”ê ger tu bixwazî wê bipirsî: “Ganigan”

Tu “qilîncek” hem “qilîç”ê hem “qelaqûç” ya sisê,

Van hemû deyne li ser hev, “serçe parmaxî” bizan.

“Nîştîmanperwer” tu zanî “yurtsever” têtin hisap

“Urf û adet- “dab û nêrît” û “akincî” “nijdevan”

“Ketreker”, kiryar û “kirde” “kirdeker” jî deyne cem,

Hem jî “kiryarker” hisap ke, paşê tev “faîl” bizan.

“Néremê”-“hûnsa”ye hem jî “nêremok jî eynî ew,

“Muhtelîf” da bo tu bêjim: “têvel” û hem “neyeksan”.

“Pîrebok” hem “pîrhevokê” her ewan “acuze” nav,

Hem “isirmak”, hem jî “sokmak” tu bo wan bêj“pêvedan”

“Nermofis”, “pelt” û “xewar”ê, “bapîva” hem “cirtemîz,

“Pisirik” tu wan binav ke, “Têkoşer” ew “mîlîtan”

“Galegal û hem jî "galgal” “çene çalma” tê gotin”

“Gilmik” û “gilm” hem jî “qît”ê tu wekî “budak” bizan.

Randevu”: “qewl” û “jivan”e, hem “nişîmen” ew hesap,

“jêderanîn”-“întîba”ye, hen jî “hingê”-“o zaman”

Ger “îletkî” tu bipirsî vê bizan ew “goşepîv”

“Bersûcî” “sanik” bo bêje, hem jî bo “şahît”-“govan”

“Hespûn” û “avgir” û “hewr(1)”ê tu bo wan “sûnger” bibêj

“Xurcezîn” û “xurc” û “xurcik” hem “heqîv” “heybe” bizan

“Patlîcan” “bacan” e hem bo “bacgehê” “gûmrûk” bibêj

“Ozgûr”ê-“aza” bibêje, bo “çixirtkan” “bangevan”.

“Qirşik” û “qirş”(2) û “guhûr”ê tu wekî “çop” lêke “nav

“Hevsî” û “bevsê” ye “komşu”, tu bo “hergav” bê “her an”

Hem “çepik” hem “destqutank”e tu bo wan “alkiş”bibêj,

“Dadwer”î “adîl” qebûl ke hem bo “yen tu bêj “çîlan”.*

Tu ji bo “bask” û we hem jî “şax” û “per” bêje “kanat”,

“Merhem”ê ”melhem” qebûl ke, hem jî “cirk”ê pêve dan!

“Hilberîn” û “berkeşan” ê nav lê deyne “ûretîm”

Paşê jî tu “berkeşandin” wekî “ûretmek bizan.

Tu “siradaxlar” bipirsî “rêzeçiya” ew bi nav

Hem “îcat etmek” ji bo wê her bibêje “dahênan”.

“Bager” û “bahoz” û “bazor”; “bora” û hem “firtina”

“Pêşgotin” “onsûz” bizane, “yahut”ê jî “an jî”, “an”

“Rindik” û “kindik” we “sîsik”(2), “laro”, “xweşkok” ew “cîcî”,

“Ponijîn”-“dalmak” bibêje, hem jî “pawan” “gardîyan”

Ger bixwazî tu bizanî “yurt” û “vatan” ka çi ne?

Bê guman ew nav bi Kurdî hem “welat” hem “nîştîman”

“Dil xwe da” “sozûm ona” ye, “bahîs”ê(1) tu bêje: “Qal”

“Doxrusu”-“ya rast” bizane, hem “bîtîrîm” jî “yeman” .

“Hişkereq” “hişkûbiring”e ango hişka pir şedît,

“Xaşîmaşî” “pêmijûlî” hem “oyalanma” bizan

“Tevkujî” ew “katlîam” e, “nîvekar” “ortak”e hem

“Şaredarî” ew “beledye” “kêrnehat”-“bépelîjan”.

“Sernixûn” û “sertewandî” ê serê wan ber li jêr

“Çavîno” “çav lê eser kir”, “başvuru” jî “serlêdan

“Germiyan”-“kişlak” bizane, hem “ziving” jî eynî ew,

“Yarmetî-“yardim” qebûl ke, bo “ekîn”ê bêj “zîyan”-

………………………………..

“Afirînek”, “afirande”, “karpêk” û hem jî “şiwîn”

Tu “eser” bo wan bibêje “berhem”ê jî nik bibîn!

“Başiboş” hem “beredayî”, hem “zolik” hem “terkeser”,

Tu ji bo “textetraş” û “tewçî”, “tefşo” bêj “keser”.

“Xoşdivî”, “berdilk” û “yar” û hem jî “serdilk”, “xoşewîst”,

Van hemû “sevgîlî” bêje hem jî “dildar”. Te bihîst!

“Jê cuda” û “jê cihê” û “jê pê ve” ew “Ayrica”

Hem “ji bil vê”, hem “wekî din” tu bibêj min kir rica.

“Serîhildan” hem “dirajbûn” “hilperîn” û “raperîn,

Bo hemûçkan bêje “îsyan” hem jî bo “kûr”ê “derîn”

“Kîremît”-“qafik” û “acûr” hem jî “qermît” û “livîn”

“kongre”yê da bo te bêjim: “gong” û ya dî “komcivîn”

“Rayêl” û “xet” hem jî “hêl” û hem jî “xêz”(2) ew tevde “hat”

“Komkirin” hem “jêsitandin” tu bizan ew “tahsîlat”

“Rahêlan”(1) “kapmak”e hem jî “rahêlandin” eynî tişt

“Terslemek”-“kovmak”e hem jî “qewitandin” eynî tişt.

“Revrevik”, algûne”, “leylan” hem jî “leylanok” li ser,

Van “serap” tevda qebûl ke hem jî “dêmcame” li ber.

“Rajen”ê “nabiz” binav ke “rehjen” û hem “rejenîn”

“Kêrguh” û “kêrvoşk”e “tavşan”,kaçinilmaz”-“çarenîn”

………………………………………

Mefûlû/Mefaîlû/Feûlûn

“Azîm” “wêre” û we hem “melavî”,

Hem bo “pelîkan” bibêj “keravî”

“Boç” û “doç” û “dûv” “terî” û “qemc” e

Kuyruk” tu bizan, “bi min” jî “bence”.

“Berfende”ye “çix” û “kar” jî “berf” e

Tulum” tu bizan “heban” û “derf” e.

“Qencî” û çêyî” û “rindî”, “başî”,

Her çar “îyîlîk”, “hîtam” jî “paşî”.

“Yol” hem “rê” û “ra” we hem jî “rêk”e.

“Kabul”-“qebûl” û “yumurta”-“hêk”e

Haylaz”-“şûm” û “nehs” û hem “netebt” e,

“Oynak”“livok” û “bizêw” û “lebt”e

Muhtarlik’ê tu bizan “keyanî”

Ruhsal” tu bipirsî ew “giyanî”

“Uygar”-belê “şareza” û “şerde”

Hem bo “li ku ?”yê bibêje “nerde?

Kalkiş” “hilatin” ji bil wê “rabûn”

“Exlenmek”ê “kêf û şahî”, “şabûn”

Mayin”- “lexem” û “tepînk” û “mîn”e

“Ormek””veçinîn” we hem ”hûnîn”e

Mîzah”-“pêkenî” we hem jî “galte”

Hem “sirf” ji bo wê bibêje “salt” e.

Daîre” dibên ji boyî “cerge”

Salça” dibêjin ji boyî “”merge”

Fabrîke”yê “bêşegeh” bizane,

“Karxane”yê tu li nik wê dane.

“Dayende”“veren” “çepel” jî “pîs”e

Hem jî “binekarî” ew “desîse

“Xweylîn” tê gotin ji “kara xwê” re

“Tuzla” jî bi tirkî nave jê re.

“Yeksan”-“eşît” û we “xemrî” “mor” e

“Xapur” jî “vîran” û “tuzlu” “şor” e.

Saxlik”: ji bo wê tu “noj” bibêje,

Gûndûz”: bo wê “ro” û “roj” bibêje

“Kefşêl” û “gilêz” tu bêje “salya”

“Dink” û xorim”ê tu bêje “balya”

Têbinî: Peyvî bi Tirkî îtalîk hatine nivîsandin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder