20 Ekim 2010 Çarşamba

Mewlana Cizîrî

Bi navê xwe yên din Melayê Cizîrî, Şêx Ehmedê Cizîrî. Ez bixwe herdem ji vî evîndarê evîna rastî û lehengê wêjeya Kurdî re “Mewlana” dibêjim. Gelo, çima tenê ez vî sifetî layiqî wî dibînim? Çima tenê ez wî weke Mewlanayê me dibînim? Dîsa ez bi xwe dikarim bersiva wê bidim: Çima mewlanayê farisan hebe, yên tirkan hebe, çima yê me nebe.

Hetanî îro gelik kesan di derbarê mewlana Cizîrî de pênûsa xwe xebitandine, dîwana wî çapkirine, bo zimanên din wergerandine, gotinên wî şîrove kirine. Di derbarê wî de, di derheqê dîwana wî ya pîroz de çiqas xebat bête kirin hêjan kêm e. Ew layîqî xizmetên hê bêhtir e. Hinde xizmetên zêde jê re were kirin, ew ji gelên dinayayê were nasandin, haya xelkê ji mefkûreya wî çêbibe bêguman wê ew bibe sedema kêfxweşiya me.

Bes li gorî nêrîna min di wan kesên ko behsa Mewlana dikin de kêmasiyek heye. Ew jî ev e. Em dikarin wan kesên ko behsa Mewlana dikin bikin du birr. Birrek ji wan vî zatê hanê tenê ji aliyê wêjeyê ve dinirxînin û di wî warî de wî qedirbilind dibînin. Birra duwemîn jî tenê ji aliyê olî ve wî dinirxînin û payekî bilind didinê. Mirov dikare bibêje di aliyê yekemîn de welatparêz û neteweperwerên ko haya wan ji olî nîne, hetta ji wê zêdetir eleyhîyê dîn de ne cî digrin; di aliyê duwemîn de jî kesên sofî-meşreb ên di mijara welatperwerî û neteweperweriyê de nesîbê wan tunne ne cî digrin. Erê hinek şêx û sofî civat û sohbetên xwe bi qesîdeyên vî zatî dixemilînin, di ber qesîdeyên wî re serê xwe dihejînin, adeta xwe dixin nav cezbeyê; lê qet behsa welatperweriya wî nakin. Li aliyê din de jî hin kesên ko xwe neteweperwer dihesibînin, vî Melayê hêja di çarçoveyeke teng de, tenê di aliyê wêjeyê de wî dihêlin. Qet behsa wî çendê nakin ew evîndarê Sultanê Kâînatê ye. Ji ber wê eşqê dil û mêlak pêve nemane.

“Wellah, ji herdu aleman min husna canan e xerez,

Lew min ji husna dilberan her sun’ê Rehman e xerez.”

Li gorî min dema yek ji aliyê olî ve Mewlana binirxîne û behsa eşq û evîna wî ya Xwidayî bike, divê pêre pêre behsa welatperweriya wî jî bike. Eger vêya neke neheqiyê li wî dike. Ji aliyê din ve jî eynî…

Ma ne welê ye? Dema şêx û sofî berê xwe bidin qesîdeya wî y;

“Mela, her Wî bibîn, her Wî, eger her Wî dinasî tu,

Huwel-me’bûd, huwel-meşhûdû bel la xeyre fîd-dareyn.”;

Pêwist e qesîdeya wî ya ku tê de pesnê Mîrê Botan yê berxwedêr û Kurperperwer dide ya;

“Ne tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin,

Sed wekî şahê Xorasanê di ferwarê te bi”

û ya tê de behsa navê Kurdistanê dike;

“Gulê baxê îremê Bohtan im,

Şebçiraxê şebê Kurdistan im.”

Deyne li ber çavê xwe, da nirxandina wî ne yek alî be û neheqî lê neyê kirin.

Lewra wek me di jor de jî got; du aliyên Mewlana Cizîrî henin: Yek aliyê wî yê eşqa îlahî. Di vê mijarê de hempîşeyê Mewlana Celaleddînê Romî, Camî, Şîrazî û Yunus Emre ye. Ya din jî işqa neteweyî. Mirov dikare di dîwana wî bi awayekî rehet rastî vêya jî were. Her yek ji wan bê ya din nabitin.

Piştî vê çendê daku giyanê wî yê pîroz şad bibe ez ê qesîdeyeke wî ya ko min şîrove kiriye pêşkêşî we bikim.

Bi hêviya ku hûn sûdê jê werbigirin.

…………………..

Îro mela ser û pa lew têkî bûme ateş,

Min dî seher xeraman ney-şekera şirîn-meş,

Serapa: Ji serî hetanî ling. Xeraman: Ya/yê ku xwe dihejîne û bi naz dimeşe. Neyşeker: Qamîşa şekir.

Mela! Sebeba ku îro ez ji serî hetanî lingan bûme agir ewe ku min di wexta seherê, di beyana sibehê de ew dilbera ko bejn û bala wê mîna ya qamîşa şekiri ye û rêveçûna wî şirîn e dît vaye ji wê têt û bere jî xwe dihejîne. Ango ji ber wê çendê ye ez ji serê xwe hetanî lingê xwe bûme agir. Yanî laşê min hemû bi hev re dişewite.

Ya Reb! Çi turfe meywe, ev renge mey dibexşet!

Şi’ra me tê perîşan, nezma me tê muşewweş.

Turfe: Nadir, ecêp, nû. Mûşewweş: Bêserûber, bêpergal.

Ya Reb! Ew meywe û fêkîya ku ev meya han jê çêbû ye çi meywekî ecêb e! Xelkê tiştê bi vî rengî nedîtine. Ji wê meyweyê meyeke welê çêbû ye, ji wê dema ku min hinkê ji wê vexwariye û pêde ye êdî helbesta me belav dibe, sererast nabe, nezma me jî têkilîhev dibe, bi awayekî bêpergal û bêserûber derdikeve holê.

Dil geşte min ji dêrê, naçim kenîşteyê qet!,

Mihraba wê bi min ra, wer dê biçîne laleş.

Geşte: Veger, berêxwedana aliyeke din. Dêr: Perestgeha dînê Îsewiyan,. Kenîşte: Perestgeha dînê cihûyan. Laleş: Di dînê Êzidiyan de ciheke Pîroz e, dikeve Başûrê Welatê me.

Dilê min berê xwe ji çûna aliyê dêra îsewiyan zivirandiye, êdî naxwaze here wir ku digel wan îbadetê bike. Heman welê, êdî ez naxwazim biçim kenîşteya ku cihê îbadeta cihûyan e jî. Birhên dildara min yên ku dişibin miharaba mizgeftê her dem digel min in û li ber çavê min in. Hevalno! De werin em biçin Laleşa ku perestgeha êzîdiyan e, da em bi wan re îbadetê bikin. Ji ber ku meqseda min birhên dilbera min in û ew birhana jî her gav li ber çavê min in û li cihên secdeya sekinî ne; êdî li gorî dînê me tu zerer nîne ku ez di Laleşê de îbadetê xwe yê dînî pêk bînim.

Mehbûbî wek sitêr e, govend û işqîbazî,

Têkil biçin semayê hişyar û mest û serxweş.

Helqeyeke reqs û govendê hatiye lidarxistin. Mêhbûbên ku bi bedewî û husn û cemalên xwe ve mîna stêrên li ezmanan in ronahiya xwe dane ser wê govendê, ango ew jî têkilî wê govendê bûne. Di wê govendê da digel aşiqên heqîqî, yên ku di işqa xwe de ne dilsoz in jî cî girtine. Ey ew kesên ku ji tevlîbûna wê govendê bişûnde mayîne! De werin em hemî bihev ra herin, têkevin wê govendê. Çi yên di işqa xwe de rastin û ji ber meya evîna heqîqî mest û serxweş in; çi jî yên di işqa xwe de derewîn in, ferq nake, werin em hemî bi hev re têkil bibin.

Heywan li ku dimînit? Em muftiyê zemanîn,

Bêtin ji destê saqî cama zelalê bê xeş.

Heywan: Jiyan, meqsed ji vê hiş û eqil e. Saqî: yê/ya ku meya evînê li ser meyxuran digerîne. Cam: Qedeh. Xeş: Têkilbûna avê, bêxeş, ango ya av têkil nebûyî, meya zelal û safî.

Dema qedehek ji meya işqê ya saf û saf û zelal ya tiştek têkil nebûyî ji destê saqî, ango ji destê dilberê bigihîje ber destê me û em jî ji wê meyê vexwîn, êdî wê çawa hiş û eqil di serê me de bîmîne. Halehale em bi xwe mûftiyê vî zemanî ne û di vê mijarê de gotin ya meye û haya me ji razên herî kûr yê vê meselê jî heye.

Wer guhde çeng û nayê, şirîn ku bên semayê,

Camê binûşe vêran, çi sade û çi zerkeş.

Çeng û nay: Herdu jî alêtên mûzîkê ne. Sema: Reqs. Sade: bêneqş, Zerkeş: Zêrkirî, ya bi zêrî hatiye neqişkirin.

Ey ew kesê aşiq! Dema ew dilberên şirîn di govend û reqs û semayê de cihê xwe girtin hingê guhê xwe bide dengê çeng û nayê. Her weha wê çaxê digel wan dilberan cama işqê jî vexwe. Dema te mey vexwar li çawabûna qedehan û li rengê wan nenêre; ew qedehana divê bila sade û bêneqş bin, divê bila zêrkirî bin, ferq nake.

Tali’ ku têt û firset, muhlet li nik heram e,

Min umrê Nûhî nîne, wer saqiyo, bi lez xweş!

Tali’:Bext,

Dema bextê te ji bo te bo yar û ji te re lêhat û firset çêbû, emaneta min li te ewe ku tu ji wê firsetê sûdê werbigrî. Eger na, ango tu îhmalê têde bikî heta ko ew derfet ji holê rabe, wê demê ew helwesta te li gorî zanyariya olî heram e. Çûnkî mumkin e êdî firseteke welê nekeve destê te de. Ji ber ku umrê mirov bisînor e, dibore diçe. Ma qey temenê te mîna yê Cenabê Nûh dirêj e ko tu wê firsetê ji destê xwe derxênî. Madem rewş holê ye, nexwe saqiya, bilez were, meya işqê bîne, bi me bide vexwarin.

Seyda di vê malikê de dixwaze bibêje ku Xwedayê Jorî careke bi tenê derfet daye mirovan ku ew were li vê dinyaya xapînok bibe mêhvan. Piştî ku mirov mir û ji vê dinyayê derket û uxira xwe xêrkir çû, êdî îmkana careke din ya bo hatina vê dinyayê neqabil e. Ê nexwe divê mirov li jiyana xwe gelik miqate be, qedrê dema xwe bizanibe, zemanê xwe di tiştên pûçik de derbas neke. Lewra ev dem gelik biqedr e, deqîqeyên wê nayêne kirrîn.

Ney-şekera şirîn-qed! Me ‘jdest te mey divêtin,

Da sîne pê cela dîn, rewşen bikin dilê reş.

Neyşeker: Qamîşa şekir. Qed: Bejin, Şirîn-qed: Bejinşirîn. Sîne: Sing e, meqsed jê qelb e.

Ey dildara mina bejin-şirîn û bejin-delal mîna qamişa şekerî! Em meyê ji destê te dixwazin, me divê tu bi destê xwe yê bimbarik meya evînê bi me bidî vexwarin. Da em vî dilê xwe yê ko ji ber gunehan û ji ber xefletê reş bûyî bi wê meyê cila bikin, da ew bi awayekî baş nuranî û ronahî bibe.

Camid çi kin bi husnê? Ku wan nezer li xwar e,

Xer-tebet in, di ebleh, çi nêrgiz û çi kerbeş.

Camid: Bêrûh, hişk. (mecaz: Yên ji işq û evînê fêm nakin). Xer: Ker. Ebleh: Ehmeq. Kerbeş: Navê giyakî bêstrî ye.

Kesê ku camid be, ango haya wî ji işqê nebe wê ji spehîtahiyê çi bike. Wê ew kes çi zanibe ka bedewiya rûyê dilberan çi îfade dike. Çunkî ew kesê bi vî rengî be berê wî her tim li xwar e, li tişta bêqîmet e; nikare li tiştên bilind bifikire. Xûy û tebîeta wî wek yê keran e, her weha ew kes ehmeq e, li nik wî di nav bera wê nêrgiza delal û bêhnxweş û wê kerbeşa xwedan-strî ku xwera kera ye, tu cudahî nîne. Hetta, kerbeşê li ers gukê re jî digre.

Kor e, xwe nasipêrit carek bi dest delîlan,

Ebleh çi kit tewafê, nabînitin Berê reş.

(Dewama beyta jorî ye.) Ew camidê ku di malika jorî de behsa wî hinkê hatiye kirin kor e, rastiyan nabîne. Herçiqas ji aliyê fîzîkî ve xwediyê du çavan xuya bike jî lê ew ji aliyê çavê dilî ve kor e, ango bê besîret e. Digel wê çendê ku kore jî lê bicarekê xwe nasipêre ustadekê, rêberekê; ku ew rêber rastiyên jiyanê nîşanî wî bide. Ew mirovê ebleh be, ehmeq be, dê çawa karibe Berê Reş tewaf bike. Lewra ew bi carekê Berê Reş nabîne.

Bîzê dikit ji qencan, ji remz û naz û xencan,

Qedrê gulan çi zanit, kerbeş divêt kerê reş.

(dewama camidî ye) Ew camidê ku berî niha behsa wî hatibû kirin, nefretê ji delaliya dilberan dike, berê xwe ji remz û nazê şûx û şepalan, ji xenc û awiran wan dide alîkî. Çi tam û lezzetê ji wan seh nake. Ma qey ker wê çi zanibe ka gul çî ye, spehîtahî û bêhna wê çi ye, çi îfade dike. Di tebîeta kerê reş de ji gulê bêhtir meyla wî li ser kerbeşê heye.

Feyda me şubhê Nîl e, em Dîcle û Furat în,

Ger şeyx û we’r îmam e, vêraye min keşakeş.

Nîl: Rûbareke parzemîna Efrîka ye. Dîcle û Firat du çemên welatê me Kurdistana rengîn in. Keşakeş: Gengeşî, nîqaş, cedel.

Feyz û bereketa ku li ser min de tê mîna ava Nîlê Misrê zêde ye. Herweha em bixwe jî mîna Dîcle û Firatê ne. Ango dilê me ji aliyê zanyariya dînî ve, ji aliyê marîfeta Xwedayî ve tejjî ye. Di vê xusûsê bila ji tu kesî re gumanek çênebe. Eger hin zanyarên zanyariya zahirî di bawerkirina vê angaşta min de zehmetiyan bikişênin, yan jî bawer nekin ku ez xwediyê taybetmendiyek bi vî rengî me, bila ew werin ba min lewra ez amademe ku bi wan kesan re têkevim hemû cûreyên gengeşiyê û vê angaşta xwe bi wan bidin qebûl kirin.

Şoxa ku ez di bendê, dil girtîye kemendê,

Letîf e, zuhre-sîma, ebrû hîlal e, mehweş.

Şox: Rind, delal. Kemend: Tayeke dirêj e, ji bo dîlgirtina mirovan tê bikaranîn. Letîf: nazik. Zuhre: Stêra sibehê, zuhre-sîma: Ya rûyê wê mîna stêrê şewq û şefeq jê diçe. Ebrû: Birh. Hîlal: Heyîva nû derketî. Mehweş: Ya wek mehê.

Seyda di vê malikê de spehîtahiya dildara xwe radixe ber çavan.

Ew dildara mina gelik delal û spehî ya ku ez kirime bend û esîrê xwe dilê min bi kemendê bi xwe ve girêdaye. Herweha ew dilbera min rûyê wê wekî stêra zuhreyê ku jê re tê gotin stêra sibehê şefeq jê diçe. Birhên wê wekî hîlalê, ango heyîva nû qews in. Rûyê wê wek heyîva çardeşevî ye.

Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nîşanî,

Lami’ ji ber dibarin, ji yengîyek weh perweş!.

Yeng: Tê gotin ko Yeng cikeke ku bi tîrê xwe bi nav û deng e.

Birhên dildara min ji qewsên qudreta Xwidê hatine çêkirin. Van qewsana ev Melayê (behsa xwe dike) ku leqeba wî “Nîşanî” ye ji xwe re kiriye hedef û nîşan û li ser hev tîran diavêjiyê. Ew tîrên ku têne bedena min dema têne avêtin, diteyisin. Subhan ji Xwedê re! Ev tîrên ko ji yên Yengê ne, çiqas zêde û bilez perên xwe tavêjin.

Ellah! Li min hubba te, çi şeker û nebat e,

Ji nûve dê cuwan bim, ger bêhn bikim gula geş.

Ellaaah! Ey dildara min! Ev hezjêkirina te çiqasî şêrîn e. Gelo, ev ji kîjan texlîtê şekerî çêbûye? Ger ez gula geş dîsa bêhn bikim, bê guman ez ê cardîn li dema xwe ya xortaniyê vegerim. Armanc ji “gula geş” wîsala mehbûba wî ye. Ango eger wîsala/gihîştina dildara min dîsa ji min re bibe nesîp, bê şik ez ê piştî vê kalbûniya xwe dîsa bibim xortê berê, piştî vê jariya xwe bigihîjim hêza xwe kevin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder