13 Ekim 2010 Çarşamba

Nameya didoyê

Bî îsmihî subhanehû, we în mîn şey’în îlla yusebbîhû bîhemdîhî.(1) (Beşek ji bersiva di pêşberî diyariya xwendekarê xwe yê navborî û yê têzanîn e)

Ya sisêyê: Te diyariyek bo min şand. Tu dixwazî distûreke min a gelek girîng xirab bikî. Ez vêya nabêjim: “Wek çawa ez diyariyan ji bira û birêziyê xwe Abdulmecîd û Abdurrahman wernagirim, ez j ite jî wernagirim.” Çimkî, ji ber ko tu ji wan pêştedirî û bêhtir nêzîkî giyanê min î, diyariya her kesî li wan were vegerandin jî lê ya te ji bo carekê bi tenê nayê vegerandin. Bes ez ê bi vê wesîleyê raza distûra xwe bibêjim. Wusa ko:

Seîdê Berê minet (a xelkê) nedistand. Li şûna di bin mineta xelkê de be mirin çêtir didît. Digel wê çendê ko gelek zehmetî û dijwarî kişandibe jî ew distûra xwe xirab nekir. Ev xûyê ko ji Seîdê Berê derbasî vî birayê te yê bîçare bûyî neku tezehûd (xwe wusa nîşanî xelkê bide ko wî dest ji dinyayê vekişandiye) û îstîxna (diltêrî û xwejêdûrxistin)yek sexte ye, ya rast li pişt wê çar-pênc sedemên jidil hene.


Ya yekê:
Yên ji rê derketî alimên olî tawanbar dikin ko ewana zanyariyê dikin aletê berjewendiya xwe. “Zanyarî û olî dikin wesîleya aboriyê” dibêjin û bi awayekî bêwijdan êrîşî wana dikin. Pêwîst e bi kirdarî ewne werin derewandin.

Ya didoyê: Em di wê stûrbariyê de ne ko di vegotin û belavkirina heqê de bibin peyrewê pêxemberan. Di Qur’ana Pîroz de yên “heq” belav kirîn “în ecrîye îlla elellah, în ecrîye îlla elellah” (2) gotine û diltêrî nîşan dane. Komeka “îttebîû men la yeselûkûm ecren, wehûm muhtedûn” (3)ya di Sûreta Yasînê de di der barê pirsgirêka me de gelek xwedanwate ye.

Ya sêyê: Wek di Peyva Yekemîn de hatiye diyarkirin, pêwîst e mirov li ser navê Xwedê bide û li ser navê Wî bistêne. Lê ya rast bi piranî yan yê dide xafil e, li ser navê xwe dide, bi awayekî serî girtî minetekê dike; yan yê distîne xafil e, spasî û pesna Xwedê ko Nîmetbexşê Rastî ye dide sebebên zahirî û şaşiyê dike.

Ya çarê: Tewekul, qinyat û aborî gencîneyek û samaneke welê ye ko bi çi tiştî nayête guhertin. Ez naxwazim ji mirovan malî werbigrim û wê gencîne û defîneyên bêpayan dadim. Ez sed hezaran spasiya Rezaqê Zûlcelal dikim ko hêj ji zaroktiya min ve ez bêgav nekirime ko têkevim di bin minet û ziletê. Ez pala xwe didim kerema Wî û ji dilovaniya Wî dixwazim ko temenê min yê mayî jî li ser wê distûrê derbas bike.

Ya pêncê: Eve du sal in ko bi gelek îşaret û ceribandinan baweriyeke welê vebir ji bo min çêbûye ko distûra min ya wergirtina diyariyên xelkê, xasma yên dewlemend û karmendan tune. Ez bi hinekan dikevim, ya rast li min tê pêketin, bi min nade xwarin. Carînan ji min re dikeve rewşeke ziyankar. Wateya wê ew ko ji aliyê manayê ve ev fermaneke ya nestandina malê xelkê ye û qedexeya sitandina wê ye. Wergirtina diyariyên xelkê lazim dike ko ez qedrê wan bigrim û di wan demên ko ez naxawazim de bi wan re hevdîtinan pêk bînim. Eva hanê jî li min xweş nayê. Hem xarina wî pariyê nanê hişk û lixwekirina wî kincê sed pîneyî yên ko min ji tesenû (ji tevgeren nejidil) û temelûkê (xwedî lê derketina malî) diparêze bi min xweştir tê. Ko ez beqleweyên sereneyîtir yên xelkê bixwim û kincên wan yên xemilandî li xwe bikim, lê belê ez mecbûrî girtina qedrê wan bibim, li min nexweş tê.

Ya Şeşê: Sedema herî girîng ya diltêrî û xwejêdûrxistin (îstaxna)a min ewe ko, Îbnî Hecerê ko di mezhebê me de yê herî rêzdar e dibêje: “Ew tişta ko bi niyeta salihbûna te ji te re hatiye dayîn eger tu ne salîh bî wergirtina wê heram e.

Vaye mirovên vî demî ji ber azwerî û timayê diyariyeke xwe a herî piçûk gelek giran difiroşin.. Bêçareyekî mîna min yê gunehkar salîh û welî tesewûr dikin paşê nanekî didinê. Eger haşa ez xwe salîh zanibim ew îşareta xurûrê ye, delîla nesalîhbûna min e. Eger ez xwe salîh nezanibim wergirtina wî malî ne caiz e. Hem ko mirov di pêşberî wan kiryarên (emelên) ko berê wan li axretê ye de ne sedeqe û diyariyan bistêne ev tête wê wateyê ko mirov fêkiyên baqî yên axretê di dinyayê de bi awayek fanî dixwe.

El Bakî Huwel Baqî
Seîd Nûrsî

Wergêr: Abdulkadîr Bîngol
Dilkulê Cizîrî


1. Sûreta Îsra, ayet: 44,
2. Sûreta Yûnus ayet: 72, Hûd, ayet: 29
3. Sûreta Yasîn, ayet: 21

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder