20 Ekim 2010 Çarşamba

Geştek Di Dîwana Mewlana Cizîrî de

Îde’w hebîbê nezre lê, yan dê bi qurban bî Melê,

Ya Reb bibînim roj hilê, sikkîn di dest qessabî da!

Cejna qurbanê li ser me de hat û digel vê çendê dilbera min jî nezir li xwe kiriye û gotiye ew dê qurbanekê bide. Gelo dibe ku dilbera min ji dêl pezekê ve min yanê Melê ji xwe re bike qurban û bi vî awayî nezra xwe bi cî bîne. Ax! Ji dil û can evya hanê dixwaza min e. Xwezî û heft xwezî ev rast bûya. Xwezî zû bibûya sibeh û min bi çavê xwe bidîtaba vaye qessab ji wê ve têt û di destê wî de kêr heye û ji bona serjêkirina min ferman ji dilberê wergirtiye.

Gûşî bi amê me de, terka medamê mede,

Ekserûhûm fî xuma, exlebûhûm fî ‘ema.

Ey salikê işqê û dilxwazê riya heqîqetê! Li min guhdar be, ezê şîretan li te bikim: Di xisûsa vexwarina meyê de esla li xelkê ‘ewam û li nesîhetên wana guhdariyê meke.. Herûher li ser vexwarina meyê dewamê bike û wê neterikêne. Lewra ewana ne di wê hişmendiyê de ne ku hetanî zanibin ka di vexwarina meya işqê de çî heye. Ekserê wan kesên ‘ewam her dem di nav guman û şik û wehmê de ne. Mîsala wan wekî mîsala yên di şeva tarî ya heyîva wê avabûyî de mayîne ne. Herweha exlebê wan jî ji aliyê besîretê ve mîna koran in û tiştekê fêm nakin.

Ji her bê dax û bê derdî mepirsin mihneta işqê,

Çi zanin bê xeber, jana dilê dax û keser tê da.

Birano! Ji wî kesê ko di dilê wî de birîna evînê nebe, haya wî ji işqê nebe, dilê wî bi agirê muhbetê neşewitîbe mepirsin ka muhnet û derdê işq û evînê çawa ye. Ma ew kesê ko haya wî ji işqê nebe wê çawa haya wî ji wî dilê ko dax û keser têde ye hebe?

Seherê Xidrî-înayet ko birîn çeşmeê dil,

Bi cîhanê me nezer da ko cîhan eynê serab

Înayet û arikariya mûrşidê min ko di îrşadê de mîna Xizir eleyhîsslam e, di beyana sibehê de dema ez gihandim heqîqeta qelbî, ango meqamê “fenafîllahê” û me bi çavê dilê xwe li gerdûnê nêrrî, me dît ku heqîqeta kaînatê tune ye. Mîsala heyîna wê mîsala serabê ye; ko ji dûr ve wek avê xuya dibe lê dema mirov nêzîk dibe xuya nake, heqîqeta wê nîne.

Cewrê Hindî dê kişînit her kesê tawûs divêt,

Gewher û durra yetîm bê terkê ser têtîn teleb?

Ew kesê bixwazit wî teyrê delal û spehî yê bi navê tawûsê bi dest bixe pêwîst e ew bikeve ser riya Hindistanê. Herweha divê ew kes zulm û cewra Hindîyan jî deyne li ber çavê xwe heta ko meqseda wî bi cî were. Hetanî yek kuştina xwe daneyne li ber çavê xwe û dest ji canê xwe bernede ma qey îmkan heye ko ew bigihîje gewher û durrên bihadar?

Seyda li vir dixwaze bêje ko daxwaza mirovî çiqasî qedirbilind be berdêla wê jî ewqasî bilind e. Hetanî dibe ko serê mirovî jî di riya bicîanîna wê meqsedê de here. Wek şairî jî gotî: “Eger xwînê nerijênî ne bi gotin û ziman e.”

Sebrê, berê şêrîne weh ustadî xeber da,

Lew dil me bi tehlî û xeman xurrem û şa girt.

Sebir, her çiqas di serê ewil de tehl û nexweş jî be, berê wê ango encama sebrê şêrîn e. Ustadê işqê bi vî rengî ji me re ders daye. Ji ber vê çendê ye ko dilê me bi wan tehlî û xemên ko dijî kêfxweş dibe.

Her gil û seng dibit zêrî bi tebbîrê hekîm?,

Qabiliyet ko nebit hikmetê ustadî çi kit?

Ma qey mumkin e her herî û kevir bi tedbîra ustadê hekîm û bihewildana wî biguhere zêrî. Ango ustadê hekîm çiqas mahir be jî ma qey mumkine karibe her kesî, her cûr mirovî xalis bike û bigihîjîne heqîaetê? Ne mumkin e. Lewre qabiliyet pêwîst e. Piştî ko di yekî de qabiliyet nebe hikmeta ustadî dê kare çi bike?

Dê li qelbê me çi dit lami’eya Îslamê?

Ko li canê xwe me xef bestiye zunnarê hudûs.

Ma nûra Îslamê û hidayeta Muhemmediye dê çawa bikeve ser qelbê me? Erê nakeve ser qelbê me. Ji ber ku me bi awakî veşarî kincê dinyayê li ber canê xwe kiriye. Ango, Herçiqas zimanê me di derheqê îslamê de tiştên xweşik bibêje j îlê tişta ku di nav dilê me de ye ne heman tişt e. Dîlê dilê me tejî dinya ye, tejî hezjêkirina dinyayê ye. Ango tişta ku devê me û hal û hereketên me dibêje û tişta di qelbê me de ye dijberê hev in. Di termînolojiya Îslamê de ji vê re “nîfaq” tê gotin. Lewma nûra Îslamê nakeve ser qelbê me.

Afîtabê “ehediyyet” di xweda girtiye kewn,

Ne ko ewrek heye, lê girtiye çav ême remed.

Tava heyîn û yekbûyîna Zatê Xwedê teâlâ hemû kaînat, hemû gerdûn dagir kiriye, li hemû derê ye, dereke ku nûra Wî tê de nebe nîne. Erê, eger pirsa ko “ê nexwe çima xuya nake?” bê pirsîn jî bersiv eve: Ji bo dîtina Wî tu ewrê ko bibe asteng nîne. Lê belê çavê me nexweş e, bi nexweşîna “remed”ê ketiye. Ango çavê me ne mûsaîd e ku Wî bibîne. Em dikarin mînakeke holê bidin: Roj nava rojê dema em berê xwe bidin tavê û em bixwazin wê bibînin, çawa çavê me li ber wê tavê ranabe û bi awakî asan em nikarin li wê binêrin. Ê eger çavê me li ber tavekî ji milyaran, ji tirîlyonan tavên wî ranebe û nekare wê bibîne, dê çawa karibe Wî bixwe bibîne.

Bi dînarê dinê zinhar! Da yarê xo tu nefroşî,

Kesê Yusif firotî wî di alem da xesaret kir.

Aşiqo! Emaneta min li te be, newebit tu yara xwe bifiroşî mal û pertalê xesîs yê dinyayê. Seyda li vir şîretekê li me dike û dibêje newebit newebit ji bo yî dinyayê hûn hez ji yekî bikin û dîsa ji ber berjewendiya dinyayê hûn dest ji dostên xwe berdin. Lewre heçîke dostanî ye bihayê wê bilind e, alî-qedr e; lê menfeeta dişnyayê xesîs e, bêqedr e. Lewre kesê ko Cenabê Yusif firotî wî di dinyayê de xisaret kir. Eger wî kesê qedrê Yusif zanibûya qet mumkin bû ew bifirota!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder